Cemîl Bayik
Em ketine pêvajoyeke nû. Bi hemleya 1’ê Hezîranê, bi jinûveavakirina PKK’ê, bi pêngava ‘Êdî Bes e’, bi 10’emîn Kongreya PKK’ê, bi 7’emîn Kongreya PAJK’ê, berxwedana gerîla ya li Zap û Oremarê, serhildanên gel, berxwedana Serokatiyê, serkeftinên hilbijartinan em gihîştin vê qonaxê. Me bi van pêngavan, êrîşên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê şikandin. Piştî hilbijartinan, me pêvajoyeke nû bi pêş xist. Ji bo pêvajoya nû, me amadekarî kiriye. Em ji bo pêvajoya nû, xwe amade dikin. Têkoşîna ku me pêş xistiye, têkoşîneke mezin e. Di vê têkoşînê de, gelek planên dihatin kirin, me pûç kirin. Ew pêvajoya ku em ketinê, me bi têkoşîn û kedeke mezin ango bi temamî me bi xwe pêş xist. Bi taybetî biryara me ya bêçalaktiyê, li ser pêvajoyê bandoreke mezin kir. Însiyatîf kete destê Tevgera Kurd û wê rojev diyar kir. Loma Tevgera Kurd a Azadiyê her kes kişand vê rojevê. Pêvajoya ku em anîn van rojan bi vî awayî hate afirandin.
Li gel wê, li cîhanê jî, di siyasetê de hin guhertin hene. Bi taybetî, siyaseta sîstemê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevgera kurd, tê zanîn. Niha sîstem jî, dixwaze pirsgirêka kurd, bi çi awayî dibe bila bibe, çareser bibe. Yanî aramî çêbibe. Ne bi kurdê azad, dixwaze bi qetlîaman, bi hevkarî û xiyanetê ev pirsgirêk, çareser bibe. Ji ber ku, çareser nebe, bê aramî çêdibe, ev ji bo sîstemê, ji bo aboriya sîstemê, di warê siyasetê de wê pirsgirêkan derdixîne. Ji ber vê yekê jî, dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Ji Tirkiyeyê, vê yekê dixwazin. Dixwazin PKK’ê lawaz bikin. Dixwazin li ser PKK’ê polîtîkayên qetlîamanê bimeşînin. Bi vî rengî dixwazin çareser bikin. Niha têkoşîn, pêvajoya ku me bi pêş xist, nêzikbûna sîstemê, bû sedem ku sîstem ji Tirkiyeyê bixwaze pirsgirêkê çareser bike. Tevgera Kurd Tirkiye tengav kir û siyaseta Tirkiyeyê têk bir. Tirkiyeyê êdî nikaribû vê siyasetê berdewam bike. Sîstemê xwest ku Tirkiye siyaseta xwe biguherîne. Lewma, Tirkiye jî mecbûr ma siyaseta xwe biguherîne. Ger ku Tevgera Azadiya Kurd ev siyaset bi pêş nexista, Tirkiye nedihat vê merhaleyê. Di siyaseta Tirkiyeyê de jî wê guhertin çênebûya. Heta di hilbijartinên herêmî, Amerîkayê alîkariya AKP’ê dikir. Dixwestin PKK’ê tasfiye bikin. Piştî ku di hilbijartinan de encama ku dixwestin bidest nexistin, Obama hat û bi Ahmet Turk re rûnişt. Hem jî, bi awayekî aşkera. Ev tê wê maneyê ku ev encama têkoşîna gelê kurd e. Di vê pêvajoyê de, têkoşîna siyasî bi pêş dikeve. Bi tevahî, pêvajoyeke siyasî ye. Eger muzakere çêbibin an jî şerek jî çêbibe, wê ji bo ku di siyasetê de encam were girtin bi pêş bikevin. Ango şer dê bibe şerê siyasetê. Loma êdî pêvajoya siyasî esas e. Ji ber ku pirsgirêka kurd, gihîştiye asta çareserkirinê. Ger ku mirov bala xwe bide, têkoşîna siyasî her ku diçe dijwar dibe. Ger ku Nexşeriya Serokatiya Gelê Kurd bê aşkerakirin, wê dijwartir bibe. Wekî ku Serokatiyê gotibû, wê qiyamet rabe. Ev pêvajo di aliyê muzakere de jî, di aliyê şerekî giran de jî wê bipêşkeve. Yanî ev têkoşîna siyasî, wê bigihêje vê noqteyê. Çi bibe, dê di nav 2-3 mehan de bibe. Erdogan bi xwe jî got ‘heta dawiya salê dema me nîn e’. Ev payîz, ji ber vê yekê payîzeke girîng e. Di vê payîzê de her tişt dê ronî û aşkera bibe. Her tişt bidawî nabe, lê dê ronî bibe. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de sekna ku em nîşan bidin, wê dîrokî be. Dê encamê diyar bike. Ji ber vê yekê girîng e.
Di navbera Serokatî, Tevgera Azadiyê û dewletê de, dîsa di navbera AKP, CHP, MHP’ê de, di navbera civakê û dewletê de, ew têkoşîna siyasî, her ku diçe xurt dibe. Serokatî di warê çareseriyê de dixwaze her kes gavan bavêje. Dewlet jî, dixwaze însiyatîfê bi dest bixe, bi vî rengî dixwaze encamê bigre. Di navbera AKP û CHP’ê de nîqaş pir xurt in, rexne pir xurt in, heta heqaret jî hene. CHP û MHP vê baş dizanin. AKP çi di aliyê çareseriyê de gav jî bavêje, PKK’ê tesfiye jî bike, ew ê desthilatdariyê di xewna xwe de jî nebînin. Herdu jî vê yekê baş dizanin. Ger ku îro li dijî pêvajoyê tund disekinin, di bin vê yekê de ev rastî heye. Dîsa, bi vê propagandayê, dixwazin tevgera azadiyê di bin zextê de bihêlin da ku tevgera azadiyê, nikaribe li ser daxwazên xwe israr bike, gav paş de bidin avêtin. Divê mirov vêya baş bizanibe, di zîhniyeta dewletê de tiştek nehatiye guhertin. Di zîhniyetê wan de înkar, îmha, esas e. Lê wek berê nikarin vê siyasetê bimeşînin. Ji ber ku wê, bi têkoşîna me, îflas kir. Loma jî, mecbûr in hin gavên basît, biçûk bavêjin. Gavên ku davêjin jî, ji bo vê yekê ne. Ne ku ji bo çareseriyê bipêş bixin. Dixwazin siyaseta înkar û îmhayê rewa bikin, PKK’ê û tevgera azadiya kurd tasfiye bikin. Çareserî tune li holê, lê propagandayeke pir mezin dikin. Dibêjin Serokomar negotiye ‘Guroymak’, gotiye ‘Norşîn’, gavekÎ mezin em davêjin. Li Qaşûran 2 kes hatine kuştin, serbaz (subay) çûye sersaxiyê, dibêjin ‘ev pêngaveke mezin e’.
Ev, şerekî taybet e. Karakterê vê rejîmê, şerê taybet e, li ser wê dijî. Bi vê yekê, dixwazin her kesî bixapînin. Ev propaganda, ji bo xapandinê tê meşandin. Niha jî, dixwazin kurdan jî, gelê Tirkiyeyê jî, cîhanê jî bixapîne. Dibêjin ‘em pirsgirêkê qebûl dikim, dixwazim çareser bikim, dîtinên her kesî digirim, gavan li ser gavan davêjim.’ Li Amedê navê gundekî bi kurdî danî, dibêjin pêngav êdî pêk tê, pirsgirêk ketiye riya çareseriyê. Ango bi vê propagandayê, her kesî bixapînin, însiyatîfê bi dest bixin, rojevên xwe serdest bikin, vî tiştî bi her kesî bidin qebûlkirin. Dixwazin bi me jî bidin qebûlkirin. Ji bo wê kar dikin. Ger me qebûl kir, ji xwe ew tasfiyeya me tîne, ger me qebûl nekir, wê bêjin, ‘Me gavên çareseriyê bi pêş xistin, PKK qebûl nake, gavên çareseriyê qebûl nake, di şer de îsrar dike.’ Wê bixwazin alîkariya her kesî bigrin ji bo ku PKK’ê tasfiye bikin. Planê ku niha dimeşînin, li ser vî esasî ye. Divê em vê yekê baş bibînin, di vir de nekevin xafletê. Ji bo ku vê siyasetê rewa bikin, zêdetir li ser kurdan disekinin. Hem li bakur, esas jî li ser başûr radiwestin. Yanî ku kurdên hevkar, gavên ku ji bo tesfiyekirinê davêjin, wê bêjin ev gavên çareseriyê ne, em li pişt wê ne, divê PKK jî qebûl bike. Divê PKK çekên xwe deyne, hêzên xwe bikşîne Başûr. Gavên ku davêjin, bi PKK’ê bidin qebûlkirin û PKK’ê tasfiye bikin. Divê karaktera vê pêvajoyê baş were fêmkirin. Di vê pêvajoyê de,hem çareserî heye,hem jî îmha heye. Di aliyê dewletê de bi tevahî îmha esas e, çareserî tune. Di aliyê rêxistinê de, di aliyê gelê Tirkiyeyê de, çareserî esas e. Loma jî, karakterê pêvajoyê du alî ye. Çareserî û îmha, bi hev re ye. Divê em vê yekê bibînin. Dewleta Tirkiyeyê wê çawa siyaseta înkar û îmhayê rewa bike, wê amûrên wê bi pêş bixin. TRT 6 bi pêş xistin, tiştên din dibêjin. Heta niha dewleta Tirkiyeyê negotiye ku Pirsgirêka Kurd heye û pirsgirêka sereke ye û divê bê çareserkirin. Niha wisa dibêjin. Ev jî, di encama têkoşîna gelê kurd de çêbû. Çiqas ji bo xapandinê dibêjin jî, ev di encama têkoşîna tevgera kurd de pêk hat. Her çiqas pirsgirêka Kurd qebûl bikin jî, hîn rastiya PKK’ê qebûl nakin. Dixwazin PKK’ê marjînal bikin, biguherînin, bikşînin ser xeta xwe, bixin xizmeta xwe, ger ku ev pêk neyê jî, ji holê rakin. Nêzikatiya wan a li hemberî PKK’ê, li ser vê esasê ye. Naxwazin ne PKK’ê ne jî Serokatiyê, bi cewhera wan qebûl bikin.