HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 

Amadekar: Rojda Sîverek-E. Ergîn

Beşa: 1

Pêwîst e em baş bizanibin ku em bi çi re mijûl dibin û rast nêzî rewşê bibin. Ji ber pêwîst e şoreşger rastînerbin. Dema em îro pirsgirêka Kurd bi rehengên (boyut) dîrokî, herêmî û navnetewî digirin dest û dinirxînin tişta ku derdikeve ev e; pirsgirêka ku li pêşiya me disekine ne ew pirsgirêke ku bi yek-du agirbestan, bi çend hep gotinan û bi yek-du hevdîtinan çareser bibe. Ji ber wê jî pêwîst e were zanîn ku têkoşîn di pêvajoyên pir zehmet de derbaz dibe û ji bo vê jî pêwîst e mirov xwe bi zanistê re, ji her cûreya zehmetiyan re amade bike. Ji xwe tişta ku rastiya welatê me û têkoşîna me heya niha nîşa me daye ev e. Her ku em di aliyên zîhnî, rêxistinî û çalakî de pêşbikevin û mezin bibin, emê çareseriya siyasî nêzî bikin û emê bikaribin şer bidawî bikin. Pêwîst e hinde mafên di asta bermayiyan de, sozên ku asta gotinê derbaz nakin me nexapînin. Helbet pêşketinên wisa encamên têkoşîna me ne, lê belê vana tu car têra nakin ku mirov bêje vaye pirsgirêk çareser bû û mirov bikeve nava vê hewayê.

Bi heman rengî pêwîst e dewleta Tirk û hukimeta AKPê jî rast nêzî pirsgirêkê û çareseriya wê bibe. Ne seferên tunekirinê yên bi artêşan têne meşandin, ne jî wan pêngavên tasfiyekarinê yên pêşdibînin ku rizandinê belavî nava demê bikin dikarin tasfiyekirina gelê Kurd û Tevgera me pêkbîne. Ji bilî çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêkê ti rêkên din ên berjewendiyê nînin. Ji bo vê jî pêwîst e beriya hertiştî zîhniyeta inkar-tunekirinê, nêzîkatiya yekdest a dewletê û siyaseta di bin wesayetê de werin guhartin.  Şansê ti pêngavên ku xwe bi rêbazên zirav û bindebinde (sînsî) endeksî tasfiya PKKê kirine yên serkeftinê nîne. Ne gengaz e ku Tevgera Azadiya Kurd ku bi tecrûbe û waneyên pratîka şer a (ders) sîh sal an xwe biaras (donanım) kiriye û veguheriya çanda jiyana bi mîlyonan were tasfiyekirin. Ji ber vê jî hebakirina wext, derfet, canên cipciwan, afirandina hizrî û giyanî wê tenê êşan zêde bike. Eger ev rastî pêşdetir were birin, wê pêşketinên ku zemîna jiyîna bi hev û din re ya gelên me perçe dike û şerên navxweyî bi xwe re bîne.

Di vê xalê de îqtîdara AKPê di hundir de bi artêşê re, li der ve jî bi DYE, YE (AB) û bi hêzên paşverû yên heremî re, ji xwe bi xirabtirkirina mercên Rêbertiyê me yên tecrîteke berfireh hembêz dike re, konsepteke nû ya êrîşê daye destpêkirin. Lêgera çareseriyeke bê Kurd, PKKê û Rêbertî siyaseta inkar û tunekirinê bi xwe ye. Ji bo Rêbetiyê me statûya nû ya Îmraliyê,  di bingeha plansaziyên DYE û YE de ji “çala mirin ê” re hatiye veguhertin. Ev pêngav bi encamên xwe ve ew qas bitalûkene ku dikare Tirkiyê derbaz bike û tevahî herêmê veguherîne cihê agir. Dewleta Tirk ku xwe nêzî guhartina avahiya xwe ya nîjadparêz, paşverû û dij-demokrasiyê nake, bi hêzên xwe yên îtîfakar re, di bingeha radestiyê de guhartinekê li ser Tevgera me ferz dike.  Guhartina têşeyên koletiyê nayê wateya ji holê rabûna koletiyê. Wê gel û Tevgera me ku di zanistiya vê ya kûr de ye, ferzkirineke wisa tu car nepejirîne.

Nikare were hizirîn ku dewleta Tirkiyê ku di her firsendê de qala xetên sor dike nizane ku xeta herî bingehîn a gelê me ya sor Rêber Apo ye. Tevî vê jî ew pêvajoya ku weke “vebûn” ê hatiye destpêkirin bi awayekî herî sînsî û zirav hatiye veguhartin ji şer û konsepteke tasfiyê. Di vê wateyê de hatiye fêmkirin ku ew gotinên weke “vebûn”ê yên di bingeha çareseriya demokratîk û aştiyane de têne kirin, amadekariya pêvajoyeke nû ya şer e. Di rastiyê de ev ne tişteke nû ye di dîroka Tirkiyê de. Tevahî zemîn û firsendên ku ji aliyê tevgera m ve ji bo çareseriya pirsgirêkê hatine afirandin, bi dehan caran ji aliyê dewleta Tirk ve, ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê ji bo tasfiyekirina Gelê Kurd, Tevgera me ku vîna wî ye û Rêbertiyê me hatiye nirxandin.

Eger pêvajoya ku piştî pêvajoya 1984an ku pirsgirêka Kurd bi tevgera PKKê re hatiye rojevê ji nêz were lêkolînkirin, wê pir baş were fêmkirin ku ka kî aligirê çareseriyê ye, kî aştî û biratiyê esas digire, kî li hemberî vê di şer de israr dike û kî vê pêvajoya sîh salî ku gelek êş daye gelê me aniye vê rojê. Heya baş neyê fêmkirin ka ji aliyê dewletê ve çawa wan pêvajoyên ku tê hêvîkirin weke agirbest, nepevçûyîn xizmet bide çareseriyê hatine xerckirin û çawa û ji aliyê kîjan hêzan ve şerê ku bi mantixê “yan tunebûn yan radestbûn” êş daye gelên me hatiye ferzkirin, nikare ev pêvajoya ku em tê de ne baş were fêmkirin. Ji ber wê sedemê jî bi dîroka wê re baş û rast fêmkirina têgehên (kavram) weke agirbest, aştî, nepevçûn û çareseriya siyasî di girîngiya jiyanê de ye. Me bi vê perperspektîfê re watedar dît ku em di Tevgera Azadiya Kurd de, di xetên giştî de, diyardeya agirbest û pêvajoyên ku hatine jiyîn bibîr bînin.

Pirsgirêka Kurd di PKKê de Hatiye Ziman

Partiya me PKK rêxistinek e ku mora xwe li van sîh salên dawî yên Tirkiyê xistiye, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têkoşînek mezin meşandiye û di vê bingehê de pêşketinên mezin afirandiye, xwe veguhertiye meyleke azadiyê, çandek jiyanê û xwe kiriye malê gelê Kurd. Ne partiya me, lê dewletê pirsgirêka Kurd afirandiye. Pirsgirêka Kurd di PKKê de hatiye ziman. Ji ber ji bo çareseriya pirsgirêkê ti derfet nehatine dayîn, ji bo me parastina rewa ya çekdarî bûye hilbijarka tenê. Ji ber vê jî ji aliyê me ve weke hilbijarka tenê, berxwedana parastina rewa ya çekdarî hatiye bikaranîn û di navbera me û KT (TC) de ji sala 1984an heya sala 1999ê, şerekê navîn ê panzdeh sal an jiyîn. Ji ber piştî agirbesta yek alî ya ji aliyê partiya me ve şeş sal an hatiye meşandin ti gav di çareseriya pirsgirêka Kurd de nehatine avêtin, pevçûn piştî 1ê Hezîrana 2004ê pevçûn dîsa destpêkirine. Tevî di vê pêvajoya şer ku wî bi xwe ferz kiriye de nêzî çil hezar mirov jiyana xwe ji dest dane jî, dewleta Tirk ku xwe ji bo endamtiya ji YE re amade di-ke û ji bo vê jî bi espiriya sifir ve têkiliyan bi cîranên di herêmê de ne re dideyne û di vê hêlê de roleke bibandor dilîze, xwe nêzî bi rêbazên demokratîk-siyasî re çareserkirina pirsgirêkên di hundirê xwe de têne jiyîn nekiriye. Ji ber vê jî ne di hundir de ne jî di derve de, di warê çareseriya pirsgirêkên xwe yên di hundir de têne jiyîn, bawerî daye.

Dewletê têgeha siyasetê di bingeha zîhniyeta xwe ya inkar û tunekirinê de xistiye rewşa herî bê qîmet, li ser jiyana rojana wê tunda ku îro civaka Tirkiyê dîl girtiye serwer kiriye, çavkaniyên aborî tune kiriye, pevçûn û pirsgirêkên civakî aniye asta herî jor, hewl daye yekdestî weke gomlekekê dînan bike ber erdnîgariya me ya pir biçandî û nasnemeyî, feraseta ji bo pere firotina hertiştê xwe û dijberiya civakê ser gelê m tevahî mirovê Tirkiyê ferz kiriye.

Berpirsyarê rewşa kaos û qeyrana ku îro tê jiyîn dewleta Tirkiyê ye. Nirxandina ku bi awayekî herî rasteqîn vê dewletê pênase dikin xwe nedomandin, bêkarî, hantalî, bûna mijara şerên îqtîdarê, dijberiya ji civakê re, ji hemdemî û civakê qûtbûn e. Zîhniyeta netew-dewlet, ku yekdestî û layîxtiya sixte ji xwe re kiriye gotin, zordarî di çareseriya pirsgirêkan de rêka çareseriyê dîtiye, neteweperestî weke olek^hembêz kiriye, lê di rastiyê de li pey demogokên nediyar in ka çi ne kaş dibe û nakeve wêdatirî figuranên lîstokên kurewî yên hêzên navnetewî û heremî, dibin sedemên bingehîn ên qeyrana ku dewleta Tirk dijî çêdikin.

Ji rewşa tê jiyîn gelê Kurd û Tevgera me berpirsyar girtin şaşitiyek, ji rê derketineke pir mezin e. Berpirsyarê bingehîn yê van pirsgirêkên ku gelê me dijîn ne daxwazên gelê Kurd ên mirovahî ne, zîhniyeta nîjadparîz, yekdest a dewletparîz e. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, di vê bingehê de domandina dij-demokrasîbûn û despotîzma dewletê, ewlehiya herî mezin a navendên îqtîdarê ye.

Tişta herî bingehîn ya jê tê tirsîn ne perçebûn û lewazbûna dewletê ye. Talûkeyeke wisa nîne. Tişta ku herî zêde jê tê tirsîn qûtbûna dewletê ji nîmetên xwe ye. Windakirina qoltûx û navendên xwe yên rantê ne. Tirsa windakirina pozîsyonên xwe yên cihêwaz û ji ber wan tewanbariyên xwe yên ku li dijî mirovahiyê jiyane û jiyan dikin hesap dayîn e. Ji ber neçarin hesabê wî şerê sîh sal an yê di berdêla inkarkirin û tunekirina gelê me daye meşandin bidin. Neçarin hesabê kuştina zarokên dayîkên me yên Kurd û Tirk bidin. Neçarin hesabê ew qas xîzaniya ku bi kedkar û feqîran dane jiyandin bidin. Vaye ji ber vê vêdemê hertişta ku ji destê wan dihat kirin, ji bo ku pêvajoyên agirbestan neveguherin pêvajoyên aştiyê. Ji bo vê jî her cureya komplo û pravokasyonan pêkanîne. Ji bo vê her cureya nehuqûqiyan pêşkêş kirine û xwe ji gotina herî direwa mezin nedane paş. Di vê wateyê de pir xirab bi pêşeroj, ked, giyan û zanistên gelê me re lîstine.

Weke heqîqat aştî, armanca me ya herî pîroz e ku me her tim xwestiye û me ji bo pêk were têkoşîn meşandiye. Ji bo gelê Kurd-Tirk bigihije aştiyê, me xwe ji destpêkê heya roja îro weke hedefekê danî pêşiya xwe û weke gel me xwe kîlîdê hedefeke wisa kir. Jiyîna pratîka şer a bîst û şeş sal an a tevgera me vê rastiyê naguherîne. Weke ku Rêberê me jî îfade kiriye; “Eger şer çavkaniya xwe ji pêdiviya parastina rewa ku hilbijarka neçar ya gelekê ye nagire, wê demê israra di şer de cînayet û barbartî ye.” Ev hertim di pratîkê de ji bo me bû rêgeza rênîşankar. Me ji ber ku xwest çek hembêz nekir û rêka şer nehilbijart. Di gerîna mafên xwe yên netewî û mirovahî yên bingehîn de şer, ji me re weke hilbijarka tenê hate ferzkirin. Ji ber tevahî rêkên gerîna mafên demokratîk ji me re hatin girtin, em neçar hiştin ku em têkevin nava şerekî ku me nedixwast. Dema em ketin vê rêka destxistina maf, kêreke me jî tunebû. Lê tevî vê jî, ji bo em hebûna xwe ya netewî bidomînin, me her cûreya talûkeya şerkirina bi artêşeke ku bi her cûreya teknîka hemdemê re xwe biarastin kiriye da ber çavên xwe û me mafê xwe yê parastina rewa bikaranî.

Agirbest çî ye?

Bila hezke têkoşînên netewî, hez ke jî têkoşînên rizgariya civakî be; di tevahî rêxistinên çekdarî de têkoşîna çekdarî ne armanc e, amûr e. Eger derfeta gihiştina hedefa ku hatiye armançkirin çêbibin wê ji têkoşîna çekdarî re navber were dayîn û wê agirbest were îlankirin.

Di derbarê şer, domandina şer an jî sekinandina şer de xwe gihandina bîryara nirxandina mercên awarte ya tevgreke ku nûnertiya xweserî û vîna gelekê dike na şibe ti tiştî. Ango çawa ku di taritiya ku tê de inkar û tunekirin dihate ferzkirin de tiştên yekem hatin gotin, wêrekiya qalkirina azadî û serbixwebûnê hate nîşandan û pêkanîna çalakiyên yekemîn hev û din şopand û tevahiya vana temamî bi vîna şoreşger a partiya me ve hate pêkanîn, bi heman rengî sekinandina wî agirê ku ji roja yekemîn heya piştî sîh û dû sal an hatiye pêxistin û di çareseriya pirsgirêkê de jî kirina muxataptî jî dikare dibin vîna partiya me ya xweser de pêk were. Helbet eger ev yeke encaman di gihiştina hedefê de biafirîne, xîzmetê ji rastiya têkoşîna me re bike û bibe çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê wate qezenc bike.

Agirbest di kîjan mercan de tê pêkanîn?

Weke ku destpêkirina agir bi temamî encameke vîna me ya azad e, îlankirina agirbestê jî rewşeke wisa ye ku bi heman rengî, bi vîna me ya azad derdikeve holê. Hinde caran agirbest dikarin di bingeha tavîzên rûberû yên herdu aliyên şer dikin were îlankirin. Hinde caran jî dikare di bingeha şkandina vîna aliyê din agirbest werin îlankirin. Dîsa agirbest eger di navbera herdu aliyan de hevsengek (denge) were çêkirin, herdu alî li ser hev serkeftinê bidest nexînin, lê di bingeha hev bandorkirinê dikare were pêkanîn. An jî hêzên ku baweriya xwe didin xwe, hêza xwe, vîna xwe ya azad bikartînin û hedef dikin ku li ser dijminê xwe serkeftinên siyasî pêkbînin, dikarin agirbestên derbazdar îlan bikin. Wekî din ji bo pêşiya pêşketinên dîplomatîk werin vekirin, ji bo mercên ku şer diafirînin ji holê werin rakirin an jî ji bo hinde qenal werin vekirin agirbest dikarin werin pêkanîn.

Teşeyên agirbest an

Eger dewlet li hemberî hev agirbestan pêkbînin û bêjin ku aştî îlan kirine jî, di cewher de hertim li hemberî hev di pozîsyona şer de dimînin. Ku eger dewlet ne di pozîsyoneke şer ya li hemberî dewletên din de jî be û gavên ku şer biafirîne neavêjin jî, dewlet li ser civaka xwe şer dimeşîne. Ango dewlet şerê li ser civaka xwe îfade dike.

Dibe wan agirbestên ku derketine holê agirbestên yek alîbin, dibe dualî jî bin, lê agirbest di cewher de bêdengbayîna çek û pevçûnên di navbera herdu aliyan de îfade dike. Em weke tevger pêvajoyên agirbestan weke pêvajoyên “parastina pasîf” digirin dest. Ji lewra em pergala xebatkirina di sekna parastina pasîf de, rêxistina wê, ferasata çalakiya wê, hedef û hêzên wê li gorî mercên agirbestê diyar di-kin. Tecrûbeya agirbesta yek alî ya tevgera me heye. Kêm zêde tê zanîn ku ka em di rewşên agirbesta yek alî de çawa tevdigerin, çi esas digirin û çi pêşdibînin. Di rewşên agirbesta yek alî de em hêzên xwe yên parastinê yên çekdarî teng dikin, wan di rewşa yekiniyên herî biçûk de digirin û wan dikişînin qadên ku dûrî dijmin in. Ango rola ku hêzên me yên çekdarî di van pêvajoyên ku em weke pêvajoyên parastina pasîf bi nav dikin de dilîzin, jêvegerandinî (caydırıcı) ye. Hêzên di nava rewşa şerê parastinê de ne, li gel taybetmendiya tirsandin û dijmin ji ji her cureya êrîş û bandoriyan jêvdigerîn, roleke girîng dilîze di hêvî, bawerî û wêrekî dayîna gel û gelên bindest de. Ango hêza wî heye ku di aliyekê de moral bide gel, propexande bike, di aliyê din de jî dijmin bîne rewşeke wisa ku dev ji tiştên dike berde. Rola ku di van her du mijaran de dilîze mezin e. Ji bo ku hêzên parastina rewa bikaribin vana jî bikin, helbet pêwîst e birêxistî, bi dîsîplîn be, pêwîste di wê hêzê û xwedî wê tevgerêbe ku bikaribe wan êrîşên dijmin vale derxîne. Ya din jî pêwîst e xwedî wê perwerdê, hêz û mewziya be ku bikaribe li ser dijmin rola jêvegerandinê bilîze. Eger ne wisa be, wê nikaribe rola jêvegerandinê bilîze. Pêwîst e tevgereke ku agirbestan dike, li gorî vê tevbigere û rêxistingeriya xwe li gorî vê pêkbîne.

 

Wê bidome