HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Li Mêrdînê komkujiyekê rû da, ku di encamê de li gel jin û zarokan 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gava mirov vê komkujiyê dinirînin, hingî wêneyekî berê me dîtibû derdikeve pêşiya çavên me. Bila kes matmayî nemîne; Wêneyê derkeve pêşiya me, bi temamî wêneyekî Ergenekonê ye.

Gelo çima?
Divê şaş neyê fêm kirin, ku bi nîşandana gunehkariyê re em dixwazin hemû bûyerên li welatê me diqewimin bavêjin situyê Ergenekonê. Berovajî, nîşaneyên gelekî xurt li hole heye ku me ber bi nirxandineke bi vî rengî dibe. Her guhdarvar an jî temaşevanên hestiyar ên navgînên çapemeniyê dişopînin kêm-zêde di haya karên qirêj ên vê organîzasyonê de ne.

Di destpêka hemû karên qirêj û gemarî yên Ergenekonê de pîvanek heye. Ew pîvana Ergenekonê jî pîvana ‘Divê li dû şahid neyê hiştin’ e. Bi vê têgihiştinê, di gelek karên xwe yên qirêj de ji bo şahidan nehêle, delîl û şahid ji holê rakiriye. Di ser de gelek kadro û piyonên di karên xwe yên gemarî de bikar anîne, qetil kiriye. Gelek mînakên vê hene. A. Cem Ersever jî yek ji van mînakane. A.Cem Ersever yek ji damezrînerên JÎTEM’ê ye. Gelê me baş dizane, ka JÎTEM çiye û çi kiriye. Kesekî bi vî rengî jî, ji aliyê kesên ew bikar aniye ve hatiye kuştin. Rojnivîsên A.Cem Ersever û çeka wî bikar anî li gel bersûcên Ergenekonê derketin holê û ev rewşê jî vê yekê piştrast dike. Di roja îro de derket holê, ku gelek kesên mina A.Cem Ersever ji aliyê Ergenekonê ve hatiye kuştin.

Ya li vê derê derketiye holê, rê û rêbazên pêkanîna komkujî û kuştinên bi usûlê Ergenekonê ye. Ergenekon, gava karên xwe yên qirêj dike bi têgihiştina ‘eger li dû şahid neyê hiştin, hingî kiryarên kar jî wê ne diyar be’ tevdigere. Komkujiya li Mêrdînê jî bi vê têgihiştin û mejiyî hatiye kirin. Ji bo li dû ti şahidan nehêlin, çi zarok be çi jin be xwestin herkesên li wê derê bikujin.

Hin kesên ku ji vê bûyerê bi birîndarî filitîn, ev lîstika wan xera kirin. Li dû bûyerê şahid man. Eger tiştekî weha nebûya û herkes bimira, eşkere bû ku wê berpirsyariya vê bûyerê bavêtibûya situyê PKK’ê, herî kêm wê şik û gumanên bi vî rengî biafiranda. Di demên bihurî de ev yek hat kirin. Komkujiyên berî niha li dijî cerdevan û xizmên wan hatin kirin, xwestin malî PKK’ê bikin. Dîsa di sala 2006’an de, tevî ku kiryarên wê diyar bûn û berpirsyariya wê hilgirtibûn ser milê xwe jî, hewl dan komkujiya li Koşûyolû ya li Amedê bavêjin situyê PKK’ê. Ev yek jî, beriya hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adarê ji aliyê çapemeniya Fetûllahî ya alîgirê AKP’ê ve hat kirin. Tevî ku îfadeyên yek ji kiryarên komkujiya Koşûyolûyê Astsûbay Hîkmet Topal ên li gel polêsan tê zanîn jî, ev yek hat kirin. Têgihiştineke ku bûyereke ewçend zelal û eşkere malî PKK’ê dike, eşkere ye ku wê komkujiya li Mêrdînê yekser malî PKK’ê bikira.

Ji ber ku gundê lê komkujî hat kirin cerdevan bû û gundê berî herkesî li wê herêmê cerdevanî qebûl kiriye, vê rewşê hîn bêtir derfet dida, propagandayeke reşkirinê. Mayîna şahidan a li dû komkujiyê, pêşî li propagandayeke reşkirinê girtiye.

Hin daneyên din hene, ku nîşan didin komkujiya li Mêrdînê bi usûlê Ergenekonê ye. Xwediyê rastîn ê gundê lê komkujî hat kirin gelê Asûrî-Suryanî ye. Gelê Asûrî-Suryanî di encama zextên dewlet-mêtîngeriyê gundê xwe terikandine. Di heman pêvajoyê de, bi hezaran gund bi vî rengî hatin valakirin. Gundên hatin valakirin jî ji aliyê dewletê ve ji cerdevanan re hatin dayîn. Ji xwe dûre derket hole, ku ev gundên mijara gotinê çawa ji aliyê Ergenekonê ve hatine bikaranîn. Di nîqaşên li ser doza Ergenekonê de tên gotin, ku ji bo çareserkirina krîza aboriyê ya salên 1993 û 1994’an, hukûmeta wê demê karê qeçaxçitiya narkotîkê kiriye û xwestiye bi vî rengî pêşî li krîzê bigire. Ev rastiyeke tê zanîn e. Çapemeniya azad-alternatîf gelek caran ev rastî anî zimên. Lewma ev navgînên çapemeniyê ji aliyê dewletê ve hatin cezakirin.

Piştî ku komkujî hat kirin gotûbêjan destpê kir, ku li gundê lê komkujî rû daye, Haşhaş dihat çandin û li ser parvekirina hatineyê ji vê narkotîkê, dijminahiyê rû daye. Hebûna qereqolê ya du kilometre nêzî gund jî nîşan dide, ka çandina haşhaşê û trafîka narkotîkê çawa tê rêvebirin û rola JÎTEM’ê ku li Kurdistanê Ergenekonê temsîl dike, bi çi rengî ye.

Her weha divê neyê jibîrkirin; hêza ku cerdevanan li Kurdistanê ji bo şerê qirêj û taybet bi rêxistin dike û li gorî wê perwerde û amade dike, Ergenekon bi xwe ye. Cerdevanan jî, bi vê perwerdeya stendiye û çekên ji wan re hatiye dayîn, ev komkujî kirine. Ev hemû rastî nîşan didin, ku komkujiya li Mêrdînê rû daye, bi usûla Ergenekonê ye. Lewma, berpirsyarê vê komkujiyê şerê taybet-qirêj e û hêzên vê yekê li welatê me bicih tîne û Ergenekon e. Divê ev rastî bi ti awayî neyê berovajîkirin.

Ev komkujî pêwendiya xwe bi ti awayî bi kevneşopî û toreyê Kurdan re nîne. Di kevneşopî û toreyên Kurdan de kuştina jin û zarokan tineye. Ev komkujî, ji ber kevneşopî û toreyên Kurdan rû nedaye. Bi temamî ji ber berjewendiyên qirêj pêk hatiye. Di şert û mercên rewşeke nû ya civakî ya Kurd de, ku Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê afirandiye, Kurd bi ti awayî rê nade hovîtiyeke bi vî rengî. Li welatê me, ku dozên xwînî yên sedan salan çareser dibe, gelê me destûrê nade vê yekê.

Komkujiyên bi vî rengî, mîna ku li Mêrdînê hat dîtin bi tenê dikare lîstika şerê qirêj-taybet rû bide. Li dervehiştina Parlamenterên DTP’yî yên ji bo lêkolînkirina komkujiya li Mêrdînê avakirina komîsyonekê pêşniyar kiribûn, bersivdayîna bi girtin, operasyon û provokasyonanan a li gavên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane û rûdana vê komkujiyê, vê nirxandinê piştrast dike.

CEMÎL BAYIK