Mustafa KARASU
Polîsekî gir yê dewleta tirk zebaniyê cehenemê serê zarokekî kurd parçe dike. Ev zebaniyê cehenemê, bê ku bifikire ka ev zarok zindî ye an na bi hêrs li zarok dixe. Kîna di nava xwe de tevî di sere vî zarokî de dirijîne. Ew zarok dibe ku bi wan derbeyan li wir bimire jî.
Ev kîn, di encama gotina “jin be jî zarok be jî tiştê pêwîst em ê bikin” de çêbûye. Li gorî vê zîhniyetê her zarok û her jina ku zordestiya dewleta tirk şermezar bike, kuştinê heq kiriye. Ji bo wê polîs lê dide heta dibe ber mirinê.
Ev zarok di wê navê de tenê temaşeyî bûyeran dike; dema polîs tê nareve jî. Lê bedelê sekna xwe pir giran dide. Ev êrîşên polîs û leşkeran li ser zarokan bûne karên ji rêzê. Di hemû xwepêşandanan de em rastî bûyerên wiha tên.
Yên kamera wan digirin em wan dibînin; yên nakevin ber kamerayê nayên jimartin. Ev bûyer zordestiya polîs û leşkeran ya li ser kurdan dide diyarkirin. Eger yê li hemberî wan kurd be, zarok ne zarok ji bo wan ne girîng e. Di cih de weke kûçikên har êrîş dikin.
Lê nenêrin ku generalek li nexweşxaneyê çû serdana wî zarokî. Tiştê par li Wanê hatî serê jin û zarokan, vî gelî ji bîr nekiriye. Ji ber wê serdana vî generalê JÎTEM’ê tenê ji bo dîtin e.
Yên leşker û polîs xistin vê rewşê kesên siyasî ne. Kesên siyasî bi çavê ku civakeke doza mafê xwe dike, li kurdan nanêrin. Bi çavê xayîn û cudakaran li wan dinêrin. Kurd ji zarokiya xwe ve der barê kurdan de van gotinan dibihîzin.
Di encama vê siyasetê de weke jina Xirant Dînk Rakel Dînk gotî; ji pitikan qatil tên afirandin. Sîstema Tirkiyeyê ya siyasî û rêveberî sîstemeke wisa ye ku ji pitikan qatil û işkencekaran diafirîne.
Yên li hemberî vî polîsî bihêrs, berî her tiştî divê li hemberî sîstema Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan bihêrs bin. Hindik maye DTP’ê ku siyaseta demokratîk dike dixwazin di kolanan de bidin lînckirin.
Hinek ji çapemeniya tirk bi çavê civikeke ku pêwist e bê perçiqandin li DTP’ê dinêre û wisa nîşan dide. Yên ku vê dikin bê ku şerm bikin ji xwe re dibêjin em misilman in. Wisa tê fêmkirin ku dema tirkîtî tê, misilmanî jî ji cewherê wê tê derxistin.
Ya rast ev zîhniyeta şovenîst ya dijberî kurdan tirkîtiyê jî dilewitîne. Sîstema Tirkiyeyê ya siyasî û rêveberî li ser zordestî û dîktatoriyê hatiye avakirin. Ji ber wê li xebata meclisê jî ku DTP û civaka kurd dixwazin bi awayekî berfireh gotûbêj bikin, bi çavê xebateke sûc dinêrin.
Wisa tê fêmkirin ku xebata DTP’ê ya modela rêxistina demokratîk gemara sîstema Tirkiyeyê ya siyasî û rêveberî derdixe holê. Ji ber vê jî dixwazin DTP’ê tune bikin. DTP’ê di vê hilbijartinê de careke din paşverûtiya sîstema Tirkiyeyê ya siyasî û îdarî derxist meydanê.
Partiyên din tev 5 şaredarên jin derxistin lê DTP’ê bi sere xwe 14 şaredarên jin derxistin. Ev rewş bi serê xwe dide diyarkirin ka kurd çawa civakekî demokrat û civakî ne û Tirkiye çawa paşverû ye. Ji bo vê jî ji DTP’ê hêrs dibin.
Li Amedê fermandarek plaqeya navê Osman Baydemir li serê bi piyê xwe lê dide diavêje. Tu girtîgehan bi zarokan tijî dikî, di xwepêşandanan de işkenceyên herî giran bi wan dikî, jin be jî zarok be jî tu dikujî; ji bo çi wê Osman Baydemir bibe hevalbendê durûtî û gemara te?
Cejna zarokan tiştekî baş e, lê dive mirov ne durû be. Tu ji her aliyê dinyayê zarokan bîne wan bixapîne ji wan re bêje li welatê me cejin heye, lê li zarokên kurdan jî dinyayê bike jehir. Bêguman pêwist e ev durûtî were diyarkirin.
Ew dîmenên zarokê li Colemêrgê jî dê neyê jibîrkirin. Cara yekê ye ku çapemeniya tirk çawa pêwist dit û cih dan van dîmenan. Eger çapemeniya tirk herdem vê berpirsyariyê bigire ser xwe, dibe ku Tirkiye dev ji siyaseta zordestiyê ya li ser kurdan berde. Di pirsgirêka kurda de dê hê zûtir çareseriya demokratîk bikeve rojevê.
Lê mixabin çapemeniya tirk vê nake. Berî çend rojan bû, li Agriyê tiştên hatîn serê kurdan ji nedîtî ve hat. Kuştinên li Amara weke nûçeyên ji rêzê dan. Dema ku wisa be, leşker û polîs cesareta êrîşê bi xwe re dibîne.
Êrîşên li ser DTP’ê hatin kirin çapemeniya tirk jê re bêdeng ma. Êrîşên li ser DTP’ê, ya rast êrîşên li ser qada siyaseta demokratîk, li gora agahiyên polîsan hatiye weşandin. Dema wisa be, ev êrîşên li ser siyaseta demokratîk çawa ku li ser rêxistineke ku çalakiyên leşkerî bike hatin dayîn.
Dewlet DTP’ê sûcdar dike dibêje we meclis ava kiriye. Wisa xuya dike li dinyayê cara yekê ye ku sûcekî wiha tê îcadkirin. Dîktator û zordest yên dijberî xwe saziyên wiha demoktatîk û rewa mehkeme dikin û ceza dikin.
Bi salan e ku DTP rêxistina meclisê gotûbêj dike. Meclisên jina û ciwanan ava dikin. Par jî kongreya civaka demokratîk, an jî meclis ku DTP jî di nave de bû çêbû. Di serî de Leyla Zana gelek siyasetmendar di nave de cihê xwe girt û ev xebat eşkere bû. Niha sûcdarkirina xebatên weke ya wê sûc û eyaba demokrasiyê ye.
Di demokrasiyan de her xebata zora hêza leşkerî û çek tê de tunebe û exlaqê civakê xirab neke demokratîk e û rewa ye. Bi taybetî mafê partiyan heye ku li gora îdeolojî û siyaseta xwe modelên rêxistin û gotûbêjan ava bikin.
Mafê DTP’ê heye vê bike. DTP’î yên hatîn girtin yekî tenê jî xebateke derveyî qanûnan nekiriye. Eger hin ji wan bi dehên salan di girtîgehan de mabin, an jî fikrê PKK’ê diecibînin, ev nayê wê wateyê ku bi vê xebatê sûc kirine.
Li tu welatê azadiya fikrî û rêxistinê lê heyî tiştên DTP’ê kirin sûc nayên dîtin. Yên sûc kirin ew in ku qanûn li gora xwe şîrove kirine û yên DTP’î girtîne. Yên DTP’î sûcdar nîşan didin û berê polîs û leşkeran didin ser zarokên kurdan sûcdar in.