Cemîl Bayik
Rewşa bêçalakîtiyê ku Tevgera Azadiya Kurdistanê îlan kiribû û heta 15’ê Tebaxê dirêj kir bi rengekî yekalî berdewam dike. Ev daxuyaniya yekalî hatiye îlankirin nayê wateya ku pevçûn pêk nayên. Hêj pevçûn û şer didome. Aşkera ye ku ji rewşa tê jiyîn hêzên azadiya kurd ne berpirs in. Berpirs ên li Tirkiyeyê di şerê taybet û qirêj de israr dikin bi xwe ne.
Aştî ji bo Tirkiyeyê ji her demê bêhtir bûye hewcedariyek. Ji ber ku fatureya giran a şerê bi dehan salan didome li gel hatiye birîn û giraniya vî barî ya li ser milê gel îro ji her demê bêhtir xwe dide nîşandan.
Di dewşa heyî de li Tirkiyeyê pirsgirêkên şer ên di warê leşkerî, aborî yan çavkaniya mirovan de tên jiyîn tenê nayên jiyîn. Pirsgirêkên giran ên di qada civakî û derûnî de jî tên dîtin. Ji ber ku bi milyonan mirov yekser di nav vî şerî de ne û yên mayî jî ji di kevine bin bandora wîde tevahiya civaka Tirkiyeyê ji vê yekê tesîr bûye. Bi gotineke din, li Tirkiyeyê civak yekser û vekirî kişandina nav dijwariyê û ketiye rewşeke ku cînetê dijî. Nûçeyên ku rojane di weşanên ragihandin û çapemeniyê de cîh digirin vê yekê piştrast dikin.
Bi vî rengî li Tirkiyeyê civak a di nava çerxa dijwariyê dê dikişînin nava jiyaneke ji siberoja xwe bifikar.Ev rewş ji bo civaka Tirkiyeyê bi tu awayî mîna nîşaneya xêrê nikare were dîtin. Zirareke mezin didin civaka Tirkiyeyê. Îlankirina rewşa bêçalakîbûnê ya hêzhen azadî û demokrasiya Kurdistanê, gavên ji bo sazkirina aştiyê ku diavêje di vê wateyê de ji bo rizgarbûna ji vê rewşa xeter a civaka tirk derfetekê diafirîne. Lê belê ev yek rast nayê dîtin. Berovajî şaş dixwînin û ev yek jî dibe sedema kurtirbûna rewşê.
Ên berdewamiya şerê taybet û qirêj li gor berjewendiyê xwe dibînin di domandina vî şerî de bi israr in. Tevî îlankirina rewşa bêçalakîbûnê ya ji aliyhe Hêzên Azadiya Kurdistane jî, ji ber vê yekê êrîşî qadên gerîla dikin, zextên li ser sazî û hêzên siyaseta demokratîk her diçe tên tundtir kirin.
Li Tirkiyeyê heta kengî ev rewş dê were jiyîn?
Di rewşa heyî de her kes û derdorên berjewendiyê civaka Tirkiyeyê diparêzin ji her demê bêhtir bi rengekî lezgînî bersivandina vê pirsê re rû bi rû ne. Şert û mercên ku Hêzên Azadiya Kurd afirandine li holê ne û lewre ji bo berjewendiyê civaka Tirkiyeyê bersivandina vê pirsê gelek girîng e. Nikare bê gotin ku ev yek li Tirkiyeyê mîna tê xwestin hatiye fêmkirin. Mudaxeleya qada siyasetê ya Serfermandarê Artêşa Tirk Îlker Başbûg, bûye sedema vê yekê. Beriya mudaxeleya Îlker Başbûg pirsgirêka kurd baştir dihate guftûgokirin, tevî hin kêmasiyê heyî jî der barê çareseriyê de nerîn dihatin aşkerakirin. Bi vê yekê re jî civaka Tirkiyeyê çavkaniya bingehîn a pirgirêka didît û eleqeya wan zêde dibû. Niha ev yek ji holê hatiye rakirin. Her diçe Tirkiyeyê rola kor, kerr û lalan dilîze.
Ên ev rewş afirandin jî derdorên di şerê taybet-qirêj de israr dikin in. Van derdoran atmosfera ber bi çareseriyê ve li gor berjewendiyê xwe nedîtin. Lewma jî dira delêliya şer dikin û edebiyata, ‘Emê bikûjin, ser jêkin’ dista derxistin pêş. Dema vê yekê dikin jî bandorên şerê bi dehan salan li ser civaka Tirkiyeyê bûye jî tine dihesibînin. Diyar e ku ev derdor ji gelê Tirkiyeyê heznakin û xizmeta berjewendiyê wî nakin.
Civaka Tirkiyeyê heta kengî wê tahamûlî vê yekê bike? Rewşa civak têde ye nîşan dide ku zêde hêza talamûlkirinê nemaye. Derketina pêş a rewşa halê cînnetê ya civakê nîşaneya vê yekê ye. Divê ev rastî ji aliyê her kesê paşeroja Tirkiyeyê difikire ve bê dîtin.
Dewlet di polîtikayên civak anîne rewşa îro de israr dike. Li Kurdistanê operasyon didomin, binçavkirin-girtin û li hember qadên derveyî sînor ji bejahî û hawayî bombebaran berdewam dikin. Hata ev êrîş tên berfireh kirin û wan tînin rewşeke bêbextiyê.
Devleta tirk, bi bikaranîna polîtakayên DYA’yê yên ji bo Asya Navîn û Rojhilata Navîn dixwaze pîlanê xwe bibe serî. Dema vê yekê dike hewldana li gel xwe bikaranîna dewletên Îran, Iraq û Suriyeyê jî dide. Ev dewlet di navbera xwe de heta astekê jî gihiştine biryarên hevbeş. Van tevan jî di dema ku Hêzên Azadiya Kurdistanê rewşa bêçalakîbûnê îlan kiriye de pêk tînin.
Divê civaka tirk û rewşenbîr van tevan bibînin û helwesetek berpirsiyarî nîşan bidin. Hewldanên aştiyê yên ku em gelek wateyê didin wan hene. Lê mixabin ev bi tenê têrê nakin. Divê ev hewldan giştî bibin û tevahiya civakê himbêz bikin. Dema ev yek pêk hat jî li Tirkiyeyê aştî wê bibe têgeheke ku bihêztir tê bilêvkirin. Di rewşeke wisa de dê yên di şerê taybet-qirêj de israr dikin nikaribin înyada xwe bidomînin.
Hêzên Azadiya Kurd piştî 29’ê Adarê rewşa bêçalakîbûnê heta 1’ê Hezîranê dirêj kirin. Ev rewş, li Tirkiyeyê ji bo aştî were sazkirin mîna tê xwestin nehat nirxandin. Tevî vê yekê jî heta 15’ê Tîrmehê hate dirêjkirin. Ev helwesta me israra me ya ji bo sazkirina aştiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd radixe ber çavan. Niha ji 15’ê Tîrmehê re rojên bi hejmar man. Mehek ne demeke dirêj e.
Beriya niha jî me gotibû, aştî ne encameke ku bi seknê mirov karibe xwe bigihîne. Divê di oxira wê te têkoşîn bê dayin û civak lê xwedî derkeve. Ev li Tirkiyeyê dikare pêk were. Bandorên şerê bi dehên salan didome yên li ser civaka Tirkiyeyê ya derketiye asta trawmayê vê têkoşînê mîna pêwistiyeke lezgînî tîne pêşiya me.