HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

  Ji bo tevayi hevalên hêja!

 

Heyvek maye ji bo heftemîn salvegera 15 Sibatê u keftina 8’mîn sala dîlgirtina Rêber Apo, ji niha ve dile min wek volkanekî dikele, ji bo tekandinekî  li fersendekî digere. Ez bawerim di nav xweza de jî\ volkan û bûyerên cur bi cur  her tim pêwistiya wan bi dem heye, ji bo tekandinê. Mîna dareki fêkiyê, dema çênebûna fekiyên wî neyên, fêki xwe ji çikla darê qut nake u bi dem re di nav pêşbirkekî de ye u ewqas bi dar ve dimîne ku dema wê were. Ger newisabe fêkî nabe fekî, zindîbûn û hebûna xwe ya nazik û zirav nikare ispat bike. Volkan jî wisa ye, çawa ku dara fekî ciwanî, rengînbûn û xweşikbûna xwe di nav sêvekî de, hinarekî û  wek gelek fekiyan berhema xwe dide xwediyê xwe yêku pêre gelek ked daye.  Her wiha volkan jî dema tekandina wê were dizane çi rengi, li kuderê bi teke, hersa xwe bide xwuyarin, cezayen mirovên rureş (ehrîman) u bêwefa bide.

Hevalno, dostno u jinen eşkişandî!

Ez dixwazim çend tişt ji were diyar bikim lê aciz nebin, govend bigirin, hûn jî dizanin kêfa min pir ji govendgirtine re tê. Dema ez govend digirim wisa his dikim ku wek bi bask dibim u difirim.

Ez wek zarokek xweza u perçeyek biçûk ji gerdune dibêjim ku divê qanun u pîvanên jiyanekî pîroz pêkbînim, wate bidim jiyana xwe. Ez di wê baweriyê deme ku weke dareki fekîyê dem hatiye ku berhemekî bidim gelê xwe yê êşkişandî, bibim hêviyek ji zarokên destlihewa u xiyalên fetisandi. Kêmbe ji ez dixwazim bibim atomek yê pêşxistina mulokulen azadiya jinên êşkişandî. Girintirîn bibim mumek, di nav mumên derdora Girava Îmraliyê.  Êdî dema wê hatiye ku, bibim bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên zordar u direwîn. Ji bo vê jî şeva 15 Sibatê dixim şeva cezakirina wan u mîna volkanekî nefreta hûndire dilê xwe ditekenim.

Şeva 15 Sibate, dilê Mazlûm Doğan, Zekiye Alkan, Berivan, Ronahî, Rewşen, Sema u heta digehe Fikrî BAygeldi, xelekên dawiyê, agirê bedenê Serdar Ari, di nav dilê min de lêdide, bi diruşmeyên “an jiyanekî azad an jî mirineki birumet”.Bijî Reber Apo” di guhê min de diqêrin. Di nav mejiyê min de tenê zinge zingek heye, li ser hev lêdide ew jî bi armance ve kîlilbûna min a serkeftinê u garantiya encam girtina çalakiyê ye. Pêtên agirê Sema u Serdar, di bedenê min de geş dibe, rê nadim tu dem agirgeha wargeha Rêber Apo sar bibe. Di nivê zivistaneki zor û zehmet de bi agirê bendena xwe peyamekî bidim, di vê peyamê de israr bikim. Ev peyame jî peyama azadiyê ye.   Bangama min, parastina Rêber Apo u bilindkirina çalaki u tekoşîna gihîştina serkeftinê ye.

Silav u Rêz

15. 01. 2006

Roja dayîna cezayê hucreye Rêber Apo

Hevalên birûmet!

Di PKK’e de mezintirîn çalaki soz bixwe ye. Dema gotin u soz wateya xwe winda bike, bizanibin ku xeflet, bêwijdani, ruxandinekî exlaqi a mezine. Encama rewşekî wisa jî bêguman xiyanet e. Gelê Kurd, jin, PKK û Rêber Apo her tim di piştê de kêr li wan hatiye xwistin. Tevayî bîr, helbest, stran û gotûbêj li ser bingehê xem u keser e. Her tim bi vîna berxwedan, têkoşîn û xiyanet bi bihev re dimeşe, mîna şerê di navbera Ehrîman u Ahuramazda de, ev herdu tim di nav pevçûnekî de ne. Zerdeşt dibêje; “di encama vî şeri de çiqas zehmet be jî, ronahiya Ahuramazda serdikeve”, bi wi şertê ku tevahiya mirov baş bihizirin, xweşik biaxifin û karên baş bikin. Bi vî awayi îro dema wê hatiye ku baş bihizirîn, xweşik bipeyvîn u karên baş bikin, heta ku ramana Ahuramazda ya hemdem a serkeftinê bidest bixwin.

Di nivîsandinên min yên berê de, encam u lêgerineki dem dirêj de ez bibiryarbum ku di şeva 15 Sibatê de çalakiyê pêkbînim. Ji bo ku mîna jinek, an jî Kurdekî naxwazim derbasî salvegara dîlgirtina Rêber Apo bibim û carek din mîna jinekê naxwazim çarmîxa xwe bibînim. Ez wisa fêm dikin ku di zivistanê de PKK niheki zehmete  xwe bigihîjine hedef u  mevziyên Ehrîman, Ehrîman jî her ku diçe li pêşçavê me dil, mejî u bedenê gelê min dixwe u divê em ji vê bitirsin. Ev  jî ji bo min pêkanîndina çalakiyekî  ferz dike. Min xwest ku bêku canê xwe bidim çalakiyeki pêkbînim, lê di wê bawariye de me mirov qasî pêwist bike bijî. Her wiha berdewam rastiya (dema gotin wateya xwe winda dike, dora çalakî tê, her çalaki jî avakirina jinûve watedayina gotin, soz u bihêzkirina hêviya azadiyê ye) di mejiyê min de weke zinge zingekî her tim dengvedide. Di aliyekî din de rewşa çareseriya pêvajoya ku em têde ne, bi qasî nêzîkbûna ji çareseriya pirsgirêka Kurd u azadiya wi,  tehlikeyên li ser Rêber Apo, gelê kurd, aliyeki din de ruxme ewqas derfet u imkan ji bo gihîştina armancê, ev bêhêviti, reşdîtin ku digehîje asta xiyanet her ku diçe min bihêz dike u biryara vê çalakiyê di min de pêşdixwe.

Hevalên hêja!

Ev biryara min ne nuye. Di rapora ku min di heyva Tirmehe de ji bo PKK u YJA-STAR nivisandibu de dabu xuyarin. Ev ne biryareki nuye, dem dirêje u di sala 1999’an de ez gihîjtibûm biryarekî wiha. Di aliyekî din de pêvajoya aloz a pişti sala 1999’an ku tevger di nav de mabu, pêwist bi tevlibûneki di asta rêveberiya jin u tevgerê de bû. Di aliyekî din de derfetên siyasi u teknîkî rê nedida çalakiyeki wisa pêkbinim. Lê bi destpêkirina hemleya 1’ê Xezirane, derfetek wiha destê min ket. Di wê baweriye de me Tevgera Jin, têkoşerên wek sala 1996-98 pêwist dike li dijî komploya hûndir û derve çembereki nu ji agir çêbikin ku dil, mejî u wijdanên qeşagirtî biheline.

Yanî li hemberî dostaniya sixte u hevaltiya kêm, bersivek mîna Zîlan, Sema u Serdar di jiyan û çalakiyê de pêwist e.

Dibe ku  bêjîn çima çalakiyeki wisa pêkani u min jî rexne bikin. Anjî Rêber Apo çalakiyek bi vi rengi qabul neke, lê qasî ku ez tedigehîjim di pêşketina têkoşîna azadiya  Kurdistanê de, riya çareseri u pêşketina wi bêbedel nabe.  Evaye di nav Tevegera Apoyî u Azadiya Jine de rêbazekî ku nabe mirov dest jê berde. Wek têkoşerekî jin vê rêbazê didomînim. Bi hatina min ya HPG’e û YJA-STAR, bi evîn u moralekî mezin planeki wisa çêkir. Min dixwet ku du cihên cuda çalaki lidar bixinim. A yekemîn li Kurdistane navenda jine kole û fahîşe dike de bêku zarereki bidim xwe çalakiya xwe lidar bixim, a duyemîn jî  di navenda rêveberiya dewlata şer u çetaya Tirk, mîna Zîlan û Sema bi çalakiya xwe  hejandinekî çêbikim.  Lê ji ber şert u mercên zivistanê u di aliyekî din de qanih nekirina hevalên derdora xwe,  her wiha gelek nîqaş li ser vê mijare bi hevalan re çêbu, piştî vegerandina min ji konferansa YJA-STAR, min biryareki wisa girt ku ger li çiya be jî çalakiyeki bi vî şêweyî pêkbinîm. 15 Sibata îsal, ne bi bêcareti u bêhêvîti, belku bi evîn, coş u bawariyekî mezin pêşwazi bikim. Bes li vir dixwazim di sê xalan de hesreta xwe bînim ser ziman u bi were parve bikim, ew jî evin: Yekemîn;  ew plana ku di vî wari de min ji xwere danîbu, hedefên ku min ji xwere esas girtibu, ez negihîjtimê, tola ku min dixwest rakim nekari bidest bixim. Duyemîn; min gelê bakurê kurdistanê nêzikve nedit û xweşikbûna xwezaya bakure Kurdistanê min nas nekir, ev hêvî di dilê min de ma. Sêyemîn; tenê ji bo seateke bibuya jî min serê xwe danibûna ser milê Rêber Apo u min nefeseki kûr kişandibûya. Her çend ev wek hesretêkî di dilê min de mabe ji, bi ruxme viya jî ez kêyfxweşim u bi bawerim ku rêhevalên min li cihê min û heta ji min zêdetir jî îro pêde vane pêkbînin.

Bêguman weki rêvebirekê, fikirandin, xwe amadekirin, ji bo plankirin u pêkanîndina çalakiyek bi vi rengî zehmete, jiber ku rojane tevlibûneki bihêz dixwaze. Ez  di vî alî de têdikoşiyam taku roja dawiyê  xwe ji kar u xebatê dur nekevim u tevlîbûna xwe ya kar bidim çêkirin. Lê belê bimisogerî ez ve dizanim ku qasî pêwist dikir heya dawiyê  nebûm alikare hevala, di vi alî de ez lêborîna xwe ji hevalan dixwazim.

Silav u Rêz

23.01.2006

Ji bo tevahî şervan u rêveberiya Haftanîn re!

Ev demek dirêj nîne ez hatime herêma Haftaninê.  Min ji jê vê herêmê gelek hes kir, weki ku tu bêjî xweza her tim mirov re dipeyve, ji min re pir xweşik u balkêş dihat. Ji van hemûyan girintirin rihê fedari, duristiya hevalan, dilşadiyek mezin dida min.  Ji tevayi hevalên xurt û keçên li vir geleki hes kir, weki mirovên ku her tim henekên xwe bi mirinê dikine. Ruxme vê jî gelek tişt hene min nefret, rexne dikir u ji vir pêve jî rexne dikim, bi taybet ji aliye hinek kesayetiyan de  dudilî, bêbawari,  şikayetkirin û qirêjkirina evîn u heskirine, yanê bi gişti helwesta kesayetiya paşverutiya jin,  feodalti u jixwe razibûna zilam carek din di dilêmin de birînek vekir. Wisa his dikim ku carna xwe vegotinkirin u uslubê min we aciz kiribe, ji bo ve ez lêborina xwe ji we dixwazim, lê belê cardin jî li pişt ew rexneyên min pêşxistibun disekinim. Rexneyên derbarê nêzikbûnên me yên li hember rexne u rexnedayinê, çanda dedukodî, şêweyê tekoşîna veşarti, ji bo rêxistinê weki dînamiteke ye. Ez di wê baweriyê de me her yek ji we, her kadroyeke PKK’ê li lihember bêbawerbun, bêbiryarbûn û xiyanetê, pêşxistina jiyana rêxistine, parastina wê, pêşxistin u parastina mirov  xwe berpirsyar bibînin, di dem û cihê xwe de tekoşînekî raman u jiyani bidin. Ger di dem û cihê xwe de têkoşîneki raman u jiyani bidin tu tiştê em sernexinin u encam negirin nîne. Jiber ku di bingehê dubarebun û çaresernekirina pirsgirêkên jiyanê yên rêxistinê, bi giştî sernexistina çalakiyên siyasî u taktîkî yên ku ji bo azadiya Rêber Apo u di çareserkirina pirsgisrêka Kurd helwestên ku em diyar dikin, xwe berpirsiyar nedîtin u ji ji PKKnebuna tê.  Ew mantike me yê hiyarerşîk ku pêşxistin u parastina rêxsitin tenê erkê rêveberiyê dibînin. Dema ez viya dibêjim wisa neyê famkirin tenê aliyê kadro tawanbar dibînim, ew qas jî ji yê kadro zetedir, kêmûkurtî u zeyîftiyên rêvebiriyê hene u tê ditin.

Jixwe ligel min berdewam formulê (pêşketina kesayet yeksane ligel pêşketina rêxistin u berivajî vê jî rastiyeke) nêrindineki bingehîne, bi dest girtinda pirsgireka (rasti u buyer)  u buyerên derketine holê. Li ser vi esasî dibêjim sirê partîbûn, serkeftina kadro tenê tişteki ferz dike derveyî hebûna zayifati u kêmukurtiyên rêxistin, xwedi li rêxistinê derketin xwe parçeyeki esas ya wê dîtine. Di heman demê de rexnekirin u jidil ve hewldayîna têkoşina ji bo pêşxistina wê ye. Ji ber vê yekê her çiqas zehmeti bikîşinin u werin şikandin jî, dîsa ev jiyan, rêxistin ji çaven xwe baştir biparêzin. Ji ber ku ev rêxistin, rêxistineki dewlet u serdestan nîne, ji ber ku hêza xwe ya madî u manevi li ciheki din negirtiye.  Ev rexistin bi xêhdana gelê êşkişandi, xwina zelal u şirîn ya bi hezaran keç u xurtên dilgerm u bievindar ve hatiye afirandin.  Ji bo vê ji xwedi rêxistinê derketin tê wateya xwedî derketina gel u şehîdane,  yên xwediyê ve nêzîkbûne, ew kesayetin ku xwedî exlaq u rubetin. Berûvajî vê  ruxandina exlaq u bêwijdaniyeke.

Hevalên hêja!

Dibe ev çalakiya min bandora xwe li ser we çêbike, lê belê ez dixwazim bi awayekî hestiyar bandora xwe li ser we çeneke, ji bo hemleya 2006 tevlîbunekî bihez dixwaze, ez jî weke kadroyekî  u wekî tekoşerekê jin bi vi awayi tevlibuna xwe nîşan bidim u peyama xwe didim komplogerên derve, yên di hundirê rexistine de u banga xwe tevlî banga gel u çalakiya wan dikim. Dibêjin zeman weku şureki ger tu wi jênekî ew wê te jebike, ji bo perwerde u amadekariye derfeta me hetani bihare heye.  Ji bo xatra min tu roji program u karên xwe nerawestinin. Ji ber ku her yek ji we di alî fedayîtiyê de ji bo bihare xwe amade dike. ez jî  di niha de (ger ku bikaribim serbixim) erkên tekoşeriya xwe pêktînim. Çalakiya vê demê piraliye. Fedayîti ne tenê bi rêbaza Zîlan û Sema di  jiyane de bibiryarbun, pêşengti kirin, taktîken şer xistina kiryariyê, fêmkirina bîrdozî u felsefe, rêhevaltiya dirust, bêdudilî çuyîna li ser kar, afirêneri u kilîlbuyîna serkeftinê ye. Di wê baweriyê de me çawa ku di demê derbasbuyî de xwedi li ve rastiyê hat derketin, ji vir pive jî  hevalên min yên birumet ruxmê hemu kêmasiyên xwe wê dîsa li ve rastiyê xwedi derdikevin. Lê bele ev ji rastiyeke ku me di demê derbasbuyi de erken xwe nîve nîv pêk neanî, seknandina xwe ya navîn derbas nekir. Di vi alî de biryara min ji bo pekanîndina vê çalakiyê wate dayîn u xwedî li gotine derketin, derbaskirina kêmasiyen ku her dem dubare dibin, ez nabêjim bila kêmasî dernekevin, lê belê dubarebûna vê tehlikeye u  çavkaniya xwe ji  bêbawerî û xwedi li gotinên xwe derneketinê digire.   Çalakiya min bêri her tişti rexnedaneke ji bo hevaltiya min a kêm bi Rêber Apo re. Kêmbe jî dixwazim peşxistina şoreşa zîhnî, wijdani u exlaqî di nav Tevgara Apoyî u bi taybetî jî Tevgara Jin de rolê xwe ve rabim. Bingeha hêza ve çalakiyê di pareznameya Rêber Apo u giyana jinûve avakirina PKK’e de digirim. Di heman demê de çalakiya min dijî erîşa topyekun komplaya ser Rêber Apo, Gel u Tevgerê ye. Reflekseki ku ne kabulkirina siyaseta marjînalkirina PKK u nêzikatiya çareserkirina pirsgireka Kurd a bê Rêber Apo ye,  vejînkirina  berdewamiya berxwedaniya kadroyên tevger u milîtaniya jina kurd e.

Ez naxwazim zêde dirêj bikim ji ber ku her hevalek van rastiyan baş dizane. Lê kêmbun, di aliyê bêfikir tevgerîn u bi zanisti xwe nexistina pratikê, zeyîfbûna watedayina pratîk û gotine de ye. Ruxmê te zanîn pêwistiya we cardin naye pêkanîndin.

Di dawiyê de ez dixwazim rexnedayina xwe bidim u lêboriya xwe ji tevayî hevalan dixwazim. Ji ber ku di van demên dawiye de qasi ku dihat xwestin telîbuna min ya ji kar u xebatê re çênebu. Lê belê we hemûyan ji dilve silav dikim u tevayî hevalan hemêz dikim. Bêku ji bîr bikim bi taybeti jî ew hevalen ku em bi tevde di komisyona perwerdeyê de ne lêborîna xwe ji wan dixwazim, lê ez bi bawarim ew heval bi awayekî baş di kar u xebatên xwe de rolê xwe ve rabin.

Silav u Rêz

26.01.2006

Di kesayeta hêza  YJA-STAR a li Haftanîne de ji bo tevahi hêza YJA-STAR re!

Gele kurd bigişti jina Kurd bi taybet di riya avakirina irade u azadiya nasnameya xwe gelek bedelên mezin daye. Niha şunde jî bedelên wisa wê bide her roj di ciheki meju rengin dike. endambuyin di nav tevgera mina YJA-STAR rasti, gurur u rumeteki mezin e. Ji bo ku her roj riha pîroz a mirov di nav de xwe feda dikin. Ew hevalên ku jiyan dikin her roj lihmeberi koleti xwe bihez dikin. Rêxistina tevgera YJA-STAR’e bi xwîna hezaran keçên xweşik hatiye avdayin, rêxistina cewheri a jine, ji bo wiya di roja iro de hêviya jinên êşkişandi, pêşengtiya cesareta jine. Ez dikarim bêjim ku tevgara YJA-STAR xwedewenda cesaret u riyeke ji bo cezadana zilamê zordar u derewîne. YJA-STAR warhêgê van jinane ku li azadi u serbuxwebûnê xwe digerin. Jibo wi her kadroyeki jin çi di nav YJA-STAR de, çi di nav rêxistinê din de be jî, dive jidil xwe tevgerin bike u li ser vî esase ji xwe re bike rumetek u seranser nêzikati raber neke.  Ew hevalên ku ji erkekê birevin, an wate nadin jiyana xwe, an jî azadiyê direve u wate nade tevgerê. Ji bo ku me mîna jineke Kurd di nav refên gerîla de baweri, îrade u heza cewheriya xwe me derxist holê. İro tevayi rêxistan jinê di hemêza dayika mirovayeti  İştar hat dine u mezin bû. Her yek ji me ger li azadiya rastiya xwe digere divê guhdari perspektifên Rêber Apo bikin ku dibêje; “ger her kes ji çiya bireve, jin divê berxwedani bikin û li azadiya xwe bigerin). Ev ji ji bo me mijareke sereke yên xwe rexistinkirinê ye demê nêzîk du dur de, beku pişta xwe bispêrin terze jiyan, bikegirtin u taktikên tevgere yên bingehin. Bêku benda çareserkirina pirsgirêka rêbaza navnetewî biminin (em ji hemu dakevin nava sistemê) mijara parasitna cewheriya jin de li bajara de be jî pêşxistina hêz u parastina jinan bidin avakirin. Lê bele çiyan ji xwe re bikin warekê bingehin u di her ali de divê em xwe amade bikin.  Çawa çiya ji bo gelê  Kurd buye senger u sitargeha xweparastinê, di heman demê de wek jinên kurd em jî dive çiya bixin kelha parastina jinê u warê ronesan u ronahiya  pêşxistina kadro ku bikaribe di pêşengti, xeta azadi u serxwebune bike u derbasi jina ku di nav civakê de ye bike. YJA-STAR u ew jinên ku dem dirêj  jidilve rastiya azadiya xwe digerin divê bibin temînata parastina xeta birdoziya azadiya jin u nekevin mezhebê sistema zilamê desthilatdar. Ger ne wisabe bimisogeri em nikarin xwe ji hemu sistemên desthildariya zilam xilas bikin, jiber ku di sistemek wiha de tu berjewediya jinê nine. Di vê wateye de çiya ji bo jinê ne tenê cihê xweparastineki çekdariye kabeye! Armanca vê jî ne tenê çareserkirina pirsgireka netewiye. Di heman demê de cihê  kadro bigihîje, nasname, vînbuyîna jine u ronîkirina zihîniyetê ye.  Her yek ji me wate u misyoneke nede  van çiya, jiyana xwe nexe wake coş, arîşe û bibiryareki zanisti kesayetiya xwe li gora we amade nekin, emê nikaribin lihembari paşverutî û koletiya xwe, lêvbaziya zilam têkoşin bidin û bi vî awayî jî pirsgirêka netewi nagihijê çareseriyê. Binêrin 2003-04 derfeteke girîng bidest me ket ku di rewşa siyasiya herême de em destkêfdekî bidest bixin û gaveki berbi çareseriyê biavêjin, lê belê koma çete u xiyaneta hûndurîn ji wê re bun asteng u Tevger berbi heldêreki (uçurum) ve birin.

Di nav koma xiyanetkar de gelek jin hebun ger wane li pey azadiya rastiya xwe buna u hinek biwijdan, biaxlaq tevbigeriyana dikaribûn li ser wane bandora xwe ferz kiribûna u re li xiyaneteki wisa dihat girtin, lê berevajî vê ji xiyaneta hûndur re bûn hêzekî mezin û xiyanet hin pirtir gurkirin.  Gelek mînakên xiyanet anjî berxwedana jine di nav tevgera me de derketin. Mînaka dawiyê ji reva Rezan û Nujîn bû.

Demeki rola jine gelek bibandore, bila ji vê mijarane ders bêgirtin û tu demi neye jibirkirin ji bo ku bîrkirin xiyaneteke mezin e. Ez naxwazin nivisen xwe zêde direj bikim. Di heyva Sibatê de li her hereme konferansa kadro lidar tê xisitn u li ser van mijarane bikurahî wê bê nîqaşkirin, bigehijîn gelek biryarên giring u gelek projeyên nû bixuliqinin. Lê wesiyeta min ji bo van konferansa ew ku em xwe nexapînin û li pey derxistina biryarên nû nebin u tenê biryarek ji bo me giringe ew jî  ewe ku em jixwe pirs bikin ku em li gorî rastiya azadiya jin, jiyan dikin an na? An jî mîna Rêber Apo dibêje; “jina azad kiye u çawa diji?” bersiva van pirsên Rêberê xwe bidin u jidil ve tevlîbûnek xwe çêbikin, pişti dayina biryareki durist, li gori vê tevgerin him di şer him jî di jiyana xwe de serkeftinê bides dixin u rêxistina xwe sazdikin.

Bi vî awayi ez hêvî dikim ku rêveberî u şervan çi kevin çi ji nû ew konferansa ku çêbibe jixwe bikin wesileya paqijkirina dil u mejî, dayîna biryareki ku em çawa herin li ser kar. Deveyi vê em tişeki din nehizirin u gilî nekin, bicesaret biryara serkeftinê bigirin.

Hevalên kevin u xwedi hewl u ezmûn bila xwe ji nihîlîzmê xwes bikin û nerxa xwe bizanibin u hevpeymaniya xwe bi tevger u zadiyê re nu bikin.  Hevalên nû jî bila xwe bêçare nebînin ji bo ku derfetên azadiye gele zêdene tenê em xemsar nebin, lêkolîn u lêgerîn bikin taku bibin kadroyê pêşêrojê ji Rêber Apo u jinên ku di xeta Rêber Apo de dimeşin re bibin mînak, bila jin zu radest nebin u paşve nekişin.

Her jinek ji me ji civake  hatiye û çiya ji xwe re kiriye rêya xwelasiyê û li azadiya xwe digerin. Di nav civakê de fahîşetî, zewac, xwekujî, xwendin u gelek derfetên cuda hebun lê belê me bizanebun an jî bêzanebun ew rêbaz me ji xwe re esas negirt u beşdari vê jiyanê bûn.  Ji vir peve jî nakokiyeki pir giring  heye ku divê çareser bibe, bingehe vê nakokiye de rastiya rev u xiyanet, an jî di jiyanê de bi nave evîn û heskirine xwe bikin aydiyê zilameke û zilamekî jî bikin aydiyê xwe heye. Dibe ku hinek heval di vê lêgerine de bin heskirin çiya u çawa ye? Hinek dibejin ev tiştekî qedexe ye u bastire ez xwe bi çewisînim (bastîrma), ji bo rexistinê kar bikim, ev kesayet berdewam ji vê nakokiyê direve. Nihek jî dibejin, astek min heye dikarim him bi zilamekî re di xeyal u mejiyê xwe de bijîm û him ji kar u xebat jibo Reber Apo u rêxistinê bikim. Bi her cureyî her yek ji wane bi şêwazeke nakokiyek wiha jiyan dike. Ruxmê ku di vê mijare de nêzikatiya Rêber Apo diyare ji her yek ligorî xwe rêbazekî esas digire. Ez vê weke pirsgirekêke bingehîn û giring dibînim, weke ku hinek heval dibêjin “ev pirsgirêk, piştî reforma civakî derket hole” ez wisa nagirim dest. Jiber ku ev pirsgirêkêkî civaki u mirovahiyê ye, di encama vê de ji nav me de pirsgirêkeki birdoziye, ger demê derbasbuyî kesayet bihatibuya çareserkirin, reforma civaki bandorek xwe nedikir.

Ji ber ku pirsgirêken wiha hebûn ew komên taswiyeci u xiyanetkar ev mijar ji xwere kirin çavkaniya bihêzbune u xebitandin. Jiber vê yeke beri her tişti bîrdozî u felsefeya Rêber Apo baş fêm bikin ku ev felsefeya evîn u heskirin bixwe ye. Di vê felsefeyê de ayîbuyîn, kirina malê u tapokirin nîne. Ji bo ve divê van mijaran baş nîqaş bikin  u jidil biryar bidin, tercih bikin di van mijaran de tevlî Rêber Apo bibin u birdoziya wi bipejirinin. Jixwe di tevayî mijarên dî de jî misoger tevli ve dibin u tu tişt li pêşiya me nabe asteng. Ji ber ku Rêber Apo bixwe jî dibêje “şerê me yê cewheri şerê evin u heskirinê ye”. Ger îro weke kadroyeke keç u xurt kar u xebatên me nive niv encam digire an jî qet encam nagire çavaniya xwe ji wan mijaran digire. Ji bo we ye ku em bi evîn u heskirin naxebitin u hêza xwe naxin bin xizmeta armancê.  Jiber ku hîn di dilê me de evîn u heskirin weki taboyeki ye û em jêre biyanine, an jî weke qedexebuyin me fêm kiriye, an ji weki mijare ku pişti şoreşe were jiyan kirin. Her yek ji van rebazane şaş u nîvçene, bi nêrîna min jî evin u heskirin di jiyanê de veşartiye u bi ked u tekoşîne tê afirandin. Ji bo ku em bi evîn u heskirinê bijin şert nîne ku zilamekî an jî jineki ji xwe re bibînin u ji xwe re taybet bikin. Ji ber ku tu dikarê weke miroveki jê hes bikî. Ji ber ku em beri bibin zilam u jin, mirovin an jî zarokin, bila evin u heskirina me  weke mirov u zarokan paqijbe. Bila kes ji me evîn, heskirin u hesten xwe bi kesayete ve sinordar neke.  Jixwe ji bo min di demeki wiha de lêgerina jinek an jî zilameke ku pêre bijîm, jêre qala heskirinê bikim xeflet e. Ji ber ku hîn şoreşa zihniyet, bi taybeti jî şoreşa heskirina mirov serneketiye. Ji ber vê ye ku her têkiliyên teng yê di navbera du kes de, di encam de têkçuyîna herdu kes u kolebuna evine ye. Di vir de ez nabêjin evîn u heskirin nîne,  heye lê belê pêwiste bibe heskirina tevayi mirovahiyê. Ew pîvanên ku ez dipejirînim dibînim, nikarim ji hemu zilaman hes nekim, lê belê ev rasti ji heye ku ew pîvanên min ji bo heskirina zilameki diyarkiriye, negengaze ku di tevayî kesayetan de hebe, ji ber ku her kesayetek ji bo teslimbun u xiyanete ji rastiyê re bike ew zemin têde heye.  Ji ber vê  yekê dibêjim lêgerîn li keseke çawa be jî xeflet e, xwe mijulkirin u derbaskirina dem pêve tu tişt dî nîne. Lewre ez dibêjim berê ku evindarê kesayeteki bibi divê di despêkê evîndarê mirovahi, xweza u jiyanê bibî. Ger wisa be êdî dem hatiye ku biryarekî bidin ku bi hemu heza xwe tevli bîrdoziya Rêber Apo bibin. Dilê ku têde tenê cihe zilamekî an jî jineke hebe ew ne dile u negengaze rê bide jiyankirina gel u Rêbereke, ger rê jî bide ew pir bihêz nine u wê rojê bê ew tevayî tune bibe. Rastiye ku mirov xwedî siruşteke bikaribe hemberî xwe bixe bin bandorê u bikeve bin bandorê em nikarin ve înkar bikin, ya herî girîng ewe ku hunera şerkirina li hemberi kesayeta xwe fêm bikin, ji siruşta xwe ne revîn u nebin girtiyê wê, ger wisabe em dibin miroveki xwedî biryar u bi istîkrar ku her roj berbi nûbune ve gav diavêje. Di vi alî de ji min şaş fêm nekin u nebêjin heval Viyan pirsgirêka kesayeta xwe çareser kiribu u ew bibu jinekê azad. Rastiya mirov wisa ye ta roja mirinê bi kesayetiya xwe re şer bike u xwe biçuk nexîne, u berbi koletiyê ve neçin. Ez jî mîna jineki aliyên kevneşopî di bin de heye, tişta ku min ji xwere esas girt, ji siruşta xwe revîm, lê girtiyê we jî nebun u bin neketim. Ger rojeki min zanîba hevaleki xurt xistiye bin bandora xwe, ew ji di têkoşîna xwe de kêm meya, ji xwe geleki hêrs dibum u dihundire xwe de di ketim lêgerineke ku her tim lêpirsîn ji xwe re bingeh digirt. Ez weke jinekê Kurd pêwîste ku şoreşê pêşbixînim u tu mafê min nîne mirove ji xizmetkirina şoreşê dur bixînim.

Bi vi awayi ez mîna jinekê lihember Rêber Apo, Gel u tevayi jinên azadixwaz hevalên heja yên li Haftanîne u tevayi hêzên YJA-STAR u tevayî hevalên tevgerê rexnedana xwe didim, ger kêmasiyên min buye sedema bezariya we leborina xwe dixwazim. Li ve dere ev beşa nameya xwe bidawi tînîm, ez hêvî dikim konferansa kadro u tekoşîn bigehîje serkeftinê, we tevahiya jidil ve bi hestên jinekê ve silav dikim u  we yeka yek maç dikim.

27.01.2006

Ji ronahiya şevên tarî Rêber Apo re

Rojekî ku min te bîhîst u naskir, jiyan di min de avabu dizanim ez kîme u çawa bijîm, yanê ramana te min bi min da nasîn u min zanî ku wate bidim jiyane u alfebaye azadiyê ji te fêr bum.  Di dibistana te de çi qas min zehmeti kişandibe tu rojeki dudilî jiyan nekir û poşman nebum. Ji bo ku di dibistana te de hêza wate dayîn raman u hêza mirov min nas kir. Kêmbe ji min fêm kir tu tiştek zehmet nîne u mirov bixwaze digehîje her aramancek bi şertê cidî u bibawerbe. Mîna jinek u mîna Kurdekê azadî ji min re bu armanc u jidil ve pê bawerbum. Bi hesreteka mezin min dixwest lê nêz ve te bibînim u te hemêz bikim, hestên ku di dilê min de ye derbarê azadiya jin u gelê xwe bi te re parve bikim.  Di sala 1998’an de komploya navnetewî di navbera min u te de cudabunek çekir u hêviya min u hezaran hevalên mîna min winda bu. Piştî dîlgirtîna te di dilê min de hêza biryardayîn u azadiyê gurtir bu u min hewl dida ku ji nez ve bi hestên xwe bi te ra bim ji bo viya gelek caran di hundire xwe de bi te re diketim diyaloge, min hîs dikir mîna dengek u hêzek di hundire min de yî u ji te hêz digirt. Bi caran min te xewn u xiyalên xwe de dît pir pê kêyfxweş bum. Lê rastîbe jî ez nikarim hemu hest u ramanên derbarê te de bînim ziman. Piştî sala 1999’an şunda rastiyekî di mejiyê min de deng vedide ew jî eve dîlgirtina mirovekî mezin mîna te bê edaletiyekî mezin e u min nedikiriya bipejirînim. Bêguman berpirsiyariya dîlgirtin, tecrida rêbere gelekî u sazumankarekî mirovahî tenê ne dewletên sextekar ên di hundire komploye de bun, qasî wiya jî lewazî u hevaletiya me ya kêm di vê komployê de cih girt. Ji bo wiya her tim hemberî te gel u tevahiya jinên ku hêviya azadiya te bun, xwe şermezar dibînim.

Di 15 Sibata 2006’an de derbasi heştemîn sala dîlgirtina Rêber Apo dibin, bi we re jî komplaya navnetewi derbasi pêvajoyekî nu u bi tîrs dibe, dixwaze bandora xwe li ser Îmraliyê u Kurdistanê çêbike dixwazin hemu têkoşîna aştî u azadiya Rêber Apo asteng u tune bikin, bi eşkire banî teslimbûn u hewldidin ku dest ji Reber Apo bê berdan. Jiyanê bê Rêber Apo, bê bîrdozi u bêvîn li ser me ferz bikin. Ji bo ve îro gelê Kurd li her çaraliye cîhanê de lihemberî siyaseta înkar u tunekirine li ser Rêber Apo, daketiye meydanan. Ez jî mîna şagirtekî te  lihemberî vê komployê di 15 Sibatê de mîna jinêkî Kurd girêdana xwe bi te re bidim sepan u gur bidim berxwedan u çalakiya gelê xwe. Bi agirê bedena xwe peyameki bidim mejî u dilên qeşagirtîyên şeristaniya rojava, mîna gelek mirovan di dadgeha dîrokê de bibim şahîdek ku direwinbuna dadgeha mafê mirovan a rojava derxinim holê.

Rêberê min! Çalakiya ku ez lidar dixim tevî ku nerazîbun u serhildereke lihember komploya li ser te u gelê Kurd, aliyekê din de rexnedaneke ji bo hevaletiya kêm, lewaz u xwe ji şermezartiye xwelaskirine. Ez bi bawar u bi îdîame taku yek jî ji me be, felsefe u xeta bîrdoziya te digehîje serkeftinê. Gelek kes dibejin u dihizirin ku xeta bîrdozi di keseyata te de tune bikin, lê ez henekên xwe wane dikim u îdîaye wan vala ye, ji bo ku êdî tu di nav dil u mejiye bi mîlyonan kesan bi taybetî jî jinan de jiyan dikî. Tu buyî malê dîrok u civake.  Tu her tim bi wefabun, rastîbuna jin bi me dide nasîn. Ez îro ruxmu hemu kêmasî û zayifiyên xwe lêborîna dixwazim u biryarbuyina xwe di xeta sosyalîzma zanisti u demokratîk u pradigmaya nu dixwazim nîşan bidim, kêmbe jî paşverutiya hundirîn u hêzen derve. Min jî gelek caran weke hevalên şehîd digot xezi tiştekî bi nirxtir ji canên min hebuya ku min di riya azadiya Rêber Apo, gelê xwe u jinên eşkişandi de feda bikiribuya.

Piştî dîlgirtina we ya di sala 1999’an de berdewam min biryara encama çalakiyeki wisa girtibu, lê belê şert u merc guncaw nebu ji bo tişteki wiha bi taybetî jî ji bo ku hun aciznebin min hema têdikoşî jiyane de dirustbun u girêdana xwe bi we re bidim nîşandayîn. Îro jî dizanim wisa tê xuyarin ku ev çalakiya min we re rexnekirin u neyê pejirandin, lê belê ez çi bikim Rêberê min? Hinek hene ku evîdardibin u destê hev digirin u direvin, evîndarbuyîna min jî wisa ye, dilê min bê we, bê kênê li ser lêvên zarokên welatê xwe aram nabim. Min nikarîbu biryara xwe ji dem u pêvajoyekî wisa dereng bixim ji bo heştemîn sala dîlgirtina we.  Ji bo vê jî ez lêborîna xwe ji we dixwazim Rêberê min. Ez dixwazim vê jî bêjim pir bi hêvî u  bawarim. Bi taybet jî dema ji bo hilbijartina Komîteya Jinuve Avakirina PKK’e te navê min anîbu ser ziman u pirsa min kir, min xwe wisa hîs kir ku te  mezintirîn diyariya cîhanê da min u rumetekî pir mezinbu. Berdewam perspektîfên te yên ji bo şoreşa başur ku weke şoreşa jin tê binav kirin, di min de bawariya têkoşîne diafirand. Niha jî li nava bêdengiya mirinê ya li başur heye  dixwazim weke jinekî başur kêmbe jî  bersivekî bidim ked u nirxên ku we afirandî. Ez gelek kêyfxweşim ku encameki bi serkefti bi dest bixim.

Di dawiyê de  silav, heskirin u hesreta dîtina xwe diyarî we yê bê emsal dikim. Rêberê min vê jî ji bîr neke ku ez pir bêriya we dikim, pir bêriya we dikim….

Ligel Silav Rez u Hesrata xwe

21. 01.2006

Ji Gelê Kurdê Welatparêz u Berxwedavan re!

Dîrok îspat kiriye ku gelê Kurd, gelekî qehreman u cangoriye. Berevajî hemu siyaseta înkar, bi Erebkirin, Tirkkirin u Fariskirin bi hemu kêmasiyên xwe hemu na parastiye u mora xwe li dîrokê daye. Dewletên dagirker dibêjin; “ger hûn nebin Tirk, Fars u Ereb tu mafên we yê jiyan u hemwelatiyê nîne?”.  Dewleten emperyalîzm dihizirin ku çawa u li kuderê Kurdan bikin pergalekî berjewendiya siyaseta u bi Kurdan di leyîzin. Çîna serdesta Kurd ku weke daredestekê dijmin mane ji bo berjewendiya hizbî u malbate xwe u takekes, her wiha hewl didin ku gelê Kurd bikin mijara bazarê.  Gelê kurd di rewşeki wisa de ye ku di tu çihê din yê cîhanê u tu dîroka de mînakên weki wî nehatiye dîtin. Gelek di bin tecrîd u bi tenê ye u weke komekê tewanbar xerabker tê dîtin. Ev rewş jî bi qasî 5 hezar sale ku tê jiyandin, li dijî vê rewşê gelê Kurd heta cihê ku dikaribun bi hezara şer, şur, kuştin u birîn, koçberbun, bi êşekê mezin ve tenê xwe parastine u hatine ta sedsala 21’min.

Rêber Apo, tevgera azadiya gelê Kurd bi qasî 30 sale ku mudexeleya ve rewşê dike u iro jî gelê kurd aniye astekê têkoşine êdî tenê xweparastin, kuştin u birîn weke çarenusekê napejirine. Niha jî li hemu cîhane bang dike dixwaze dawî li tirajediya xwe bîne.  Dixwaze destê çareserî aştî u demokrasiyê jê re bê dirêj kirin. Le bele ne dewletên bi nave parêzeriya mafên mirovên cîhanê, dewletên dagerkerên kurdistan u ne tenê bersiva destên aşitiyê nadin, heta dawî bi hovtiyekî (vahşet) mezin, bi şer u zextê  diçin li ser gelê Kurd u ji wan teslîmiyeti kolebuyînê dixwazin. Ev jî girêdayî komploya navnetewiye,  di çarçoveya konseptekî nu de tê meşandin.  Navê ve konsepte jî bêrumet kirin u şikandina vîna gelê Kurdê serbuxwe ye. Dibêjin ku “em gelê kurd înkar nakin”, lê belê çareserkirina bê Rêber Apo, bê PKK esas digirinn.  Ev ne tiştekî asayiyê ku di aliyeki de êriş dibin ser gerîla, gelê çalakvan u Rêber Apo, di aliyeki din de jî  kurdên hatine asîmîle kirin, kirine navenda projeya Rojhilata Navîn garantiya avakirina dewlet u sitatuyekê giredayi xwe didin wan.

Wisa xuyaye sala 2006 pir bi germî derbas bibe, dijmin şere topyekun beyan kiriye u di niha de xistiye kiryariyê. Li ser vê bingehê em jî weke gelê kurd divê her di her alî de çalakiyên xwe bihêz bikin u sala 2006 ne tenê sala xweparastinê bibe sala diyarkirina çereseriya pirsgirêka kurdan. Di vî alî de teminata serkeftinê di destê me ye bi wî şertê ku her kes here ser karê xwe di nav şerê parastina rumet u vîna gel de cihe bigire. Ji bo we jî her kesekî kurd, her rêxistinek, tevayî bajar, gund, rewşenbîr u hemu çînên civakê pêwiste di ve salê de xwediyê çalakî  bi plan be. Di hedefê wê çalakiyê de bingeh girtina azadî u serkerftinêbe, di wateyek din de dibe sedsala 21’mîn de bi çalakiyên cewherî çarenûsa xwe diyar bikin. Di demê nêz u dur de divê sê xalên serekê yên çalakiyên gel diyar bibe. Di vi ali de xebatê gur bikin;

A ayekmîn; weke gele kurd u jina kurd ji bo azadiya Rêber Apo her tim birbi pêş ve gav biavêje u diruşmeya “bê Rêber Apo jiyan nebe” wateyekî cewherî u rast bidin. Ji bo wê jî divê her rojêkî me mîna 15 Sibatê 1999 bi cesaret u germ derbas bibe, le bi awayekî zanistiyane u rêkxistin kir be. Gelê kurd di 15 Sibata 1999’an de îspat kir ku Rêber Apo  ji wan re rastiyekî mezine ku encamê şer u aşitiyê diyar dike.

Ez jî di wê baweriyê de me giyana wê salê dijî komplaya li ser Rêber Apo careke din di dilê me de xwe nu dike u guhertnekî bingehîn di rewşê Rêber Apo de çêdike u di demêkî kurt de zemînê azadiya wî garantî dikin. Ji bo ku rihe berxwedana 15 Sibata 1999 cîhan hejand. Ji bo wê jî ez bani tevayî gelê kurd yê li her çar aliyê cîhanê dikim, 15 Sibata îsal jî bixin destpêkirineki nu di têkoşîna azadiyê de.

A duyemîn; di xeta parastina rewa de bêku xwînrijandina mirov u xirakirina yekitiya gelan bê hedef kirin divê bi çalakiyên demokratik re u berxwedana gel re xwe bike yek tevayî ciwan çi keç çi jî xurt her yek mîna gerîlayekî berê xwe bidin çiya u di heman demê de mafê bergirêdanê di nav bajar de  tenê ji HPGê nexwazin. Çavkaniya madî u maneviya hêzen şerxwazên dijmin bikin hedef  ku rolê serke di tunekirina kurdan de digirin. Ciwan u jinên kurd derfetên wan hene ku çalakiyên pasif derbas bikin u her yek mîna gerîlayekî di nav bajar de çalakiyên mezin lidar bixin. Ji bo ku îro roja têkoşînêye u sekinandina me bê wate ye, demê pêşde ji me bedeleki mezintir dixwaze. Derfeta me heye ku em parastina cewheri gelek pêş bixin ku dewlet necar bibe ku Îmraliyê weke berêdarê (muhatap) aşitiyê bibîne. Ger wisa bibe wê demê hêvî u xwesteka me bi wate dibe, ji bo ku aşiti u çareşerî bedelên mezin dixwaze.

A sêyemîn; pêşxitin u rêxistina sistema Konfederalîzma Kurdistane. Di wi alî de ji bo pêşneketina wê her tim Rêber Apo me rexne dike. ji bo ku di vî alî de em gelek giran tevdigerin. Xalek sereke girêdana me ya bi şêhîdan Rêber u gel avakirina sistema konfederalîzmê ye. Ji bo ku konfederalîzme demokratîk xeta çareseriya demokratîk u sistema rêveberdiya cewheri ya gelê kurd e. Ger ku em ve sistemê baş fêm bikin u rêxistinên wê jêr ve berbi jor bê avakirin tu cara pêwîstiyê bi dewletbuyîne nabin, ji bo bi dest xistina mafê ziman, çand u nasname ne ji dewletê ji xwe hêvî bikin. Dî vê çarçovê de beşdarbûnekî mezin ya eskerî, siyasî u rêxistinî Pêwîst dike. Ez bawerim ku dî demekî nêz de roja Azadiya Kurdan were. Çava ku pêvajoya şoreşa vejînê ya netewî serkeftinê dest xist, îro jî bi îrade u hewildayîna me pêvajoya çareseri ya demokratîk serkeftinê destê xwe dixe u trajediya netewî bi dawî dibe. Ez jî wek zarokekî gel ji bo tevlîbuna çalakiya we u deynê ku li ser min e, li ser serê çiyayên Kurdistanê de cudatiya navbera gel u gerilla bi dawî bikim u sar u sermayê Kurdistanê bin bixim u bi çalakiyên agirîn dixwazim girêdan u rastiya gerilla bi we nîşan bidim. Û mizginiya wiya bidim ku dervayî hemu kêmasiyen me heta miskalek fikir u rihê PKK di me de hebe wek Sema u Serdar Ari bi îrade u bawerî ji bo xwe fîdakirinê her tim amadene. Dibêjim serkeftin di aşitî u azadiyê de ne gelek dur e. Eger dur be jî tu cara zeman nikare bawerî u îradeya tekoşîna me bin bixe. Û dawi de ez pê xweşhalim ku zarokek gelekî mina we me.

Jİ BO GELÊ KURD YA BAKURÊ KURDİSTANE

Pir bi hesretbum ku rojek werim çiyayên bakurê Kurdistan u ber bi germahiye serhildanên we bi rê bikevim. Hemu hêvî u armancên min ewe ku hun, wek her mirovek li rewşekî aştiyane u bi ziman u çand u nasnameya netewa xwe bijîn. Wisa te xweyakirin ku ez tenê kesekim ku viya nebînim. Lê belê ji niha pê ve ev rastî hîs dikim u pê bawerim.  Ji xwe dîtina me pir girîng nîne. Bes şertê ku ew zarokên ku bî destê xwe ye buçuk kevîra davêjîn kabusên ku xewn u xeyalen bireng ya wana xera dîke u roje wana tarî dîke, bibînin.

Rêber APO nêzî we ye. Ji ber vê yekê hun gelek bişans în. Le bele barê ku li ser mile weye jî pir giran e. Ez viya dizanim. Ji ber ku ew tene Rêberê gelek î nîne. Belku emaneta mirovahi u diroke ye. Ji ber vê ye ku Azadkirin u parastîna wê ji zehmet e. Ne westandina we u tekoşine we ye bê sekînandîn, bingehê xwe ji vir digre. Ev ji pir piroz e. Ez bi rexnedayine xwe re ev ji ji we re piroz dikim. Hevî dikim ji vir pê ve bi çalakiya komkîrîna imza jî bo referanduma demokratik ya gele Kurd u hemû çalakiyen dî yen demokratik, pêvajoya çareseriya demokratik ava bikin. Dî dawiyê de ez bang lî tevahiyê gelê xwe dikim ku derdorê Rêber APO u rêxistinên wî kom bibin. u tu kes u kom u tu deshilateki bi hêwi u zeif pêşiya xwe nekin asteng. U tenê u tenê çavê me li serkeftinê be.

Silav u rêz

Jİ BO GELÊ KURD YE BAŞURÊ KURDİSTANÊ

Destpêkê li çiyayên bîlîndên Kurdistane ve wek keçeki gerilla ez silav u rêz u dilsoziya xwe pêşkeşi we dikim. Bî vi re ji ez kêyfxweş im u ev serkeftin u destkeftinên diroki yên îro dî başurê Kurdistane de ez li we piroz dikim ku berhema xwina bi hezara şehit u ked u tekoşina bi sedan sale gelê me ye. Ev pêşketinên ku iro di Kurdistane de ten jiyankirin u we yê welatparêz ji pê keyfxweş dibin,bi gelek bedel u kurban dayinê mezin u piroz  wek helepçe u enfal u koçberi u kuştîn u talan bî dest ketiye. Ji bo vi ye ku parastîna   her Kurd u bi vînbûna di pêvajoya demokratikkirina Îraqê avakirina sistema nu ya Dewletê erkeki her kurdekî bişeref u nanuse, dijmintiya vê jî bi wateya fikirandina qireje. Di vir de xala heri giring ewe ku gelê me bi hişyariyek mezin li van destkêftên xwe biparêzin u wane peş bixwe. Ji ber ku dive baş bizane ku hin di kurdistanê u di hêrêmên dî de ji zengila gefa şer, şur u planan qirên yên dijmin li ser gelê kurd bi dawi nebuye, pêwistî helwestdayineki bi giştî heye.

Di dîrokê de giştî Dewletên rojava u bi taybet Emerîka  bixwe bune sedema derketina pirsgirêka kurd,  ruxmê wê îro jî li ser keda gel u xwina şehidan zilamtiyî dikin. Xwe bi xwediye destkeften diroko ku îro di kurdistane de hatiye afirandin dizanin u dixwazin Başurê kurdistan bikin kelhayeki ji bo parasitina berjewendiyên siyaseta xwe ya di Rojhilata Navin de. Di aliyeki de jî planen xwe yên qirêj çawa u li kuderê, kengê kurdên başur li dijî dewletên weke Tirkiye, Suriye, Îraq bixebitînin u di aliyeki din de jî ji bo ku kurd sînorê vê derbas nekin her tim di bin venêrana  wan de bin Başurê kurdistanê dike daveki jibo kurdên parçên din yên kurdistan, bi vê ve dixwaze kurdan li dijî hev bibe hewl dide. Dema di aliyeki de PKK dixwe nava listeya terorê u Reber Apo ji dide girtin, aliyet din ve ji ji bo serokên partiyên başur federasyona kurda avadike,  ev tişteki asayî nine u divê baş bê dîtin, hun ji weke gelê başur nabe ku vê bipejirinin. Dewleta Suriye, İran u Tirkiye jî berdewan di nav hewldayina tunekirina destkêftên başurê kurdistanêne, dawi li siyasteta xwe dijberî naynin. Her çi qas hêzên desthilatdarên kurdan jî bi taybetî jî çînên serdest u berjewendîperez, hîzîb u malbet jî bi navê siyaset u kurdiniyê de maskeyeki li ruyê dane,  li ser xwina şehid u gel kirîn u firotinê dikin. Di pêvajoyeki wiha çarenus diyar dibe u giringe, li her çar perçeyên kurdistanê bi taybet di bakurê kurdistinê de niqaş li ser ve tê kirin, diyaloga çareseriya pirsgirêka kurd tê kirin, gotina birêz Mam Celal ku ji Tirkiye u Emerika re dibêje “bila Apo bêdeng bikin” şermeki gelek mezine u pêwistê neyê pejirandin. Êdî ji bo kurdan şerme ku diji hevdu plan, dav danin u şerbikin, ji ber ku kêmukurtiya kurdên her parçe dibe kêmukurtiya kurdistanê giştî. Çarenusa her çar parçeyen kurdistian weki goş u neynokê girêdayê hevin, bi taybeti jî heya pirsgirêka kurd bakurê kurdistanê ku parçeya heri mezin a kurdistane ye neyê çareserin negengaze parçeyên kurdistanê yen din bişerf u azad bijîn. Li ser vî bingehê bang li tevayî gele kurd yÊ başurê kurdistanê dikin ku bi bêdengî u bêberpirsiyarî derheqa şoreşa bakurê kurdistan ne pejirînin. Ji ber ku bêdengî dibe sedema mirinê u ji mirine dayikbûna vîn destkêfetekî mezine ji bo başurê kurdistane u zêde dirêj nakişine. Lewre hemu bihervre jin, zarok, ciwan u rihspî dengê xwe ji bo raferanduma demokratîk a parastina Rêber Apo, pejirandina vi weke vina siyasiya kurd bidin. Bila hemu hÊz u derfetên xwe piştgiriye bi çalakiyên parçeyen din kurdistanê bidin nîşandan. Di vê mijarê de bîr u bawariya min bi giyana berxwedana gelê xwe heye. Ji bo ku gelê başur gelekî xwe fedayî u gelê Halepçe, serhildan u azadiyêne.

Ez  jî weke keçeki we nêzi deh salane bi çanda berxwedaniya ku min ji we girtiye, ev zanebun, vîna ku Reber Apo u PKK, tevgera azadiya jina kurd daye min, li çiyayên kurdistanê  di nava hewldayin u têkoşîn ji bo azadiya gele kurd u jina kurdim, hemu hêvî u armancên min azadiya gelê kurd yê li her paçrê, demokratizebun u azadiya zihniyeta başure kurdistan dawî anîna xwekujî, bêcaretî u koletiya jin u reva ciwan  welatê u hemu pirgirekên civakê yên dine. Li ser vi bingehê îro bi çalakiya xwe cangoritiye dixwazim helwesta xwe ji bo girêdana bi armance ve bidim nîşandan u peyameki ji bidim we. Ev çalakiya min wek xwekujiya wan jinan nîne ku ji bêçareyi u bêzariyê çavkaniya xwe digire, lê çalakiyeke ku di rêya evîn, jiyan u pêşxistina zîhniyet u azadiyê ye u berdewamiya xeta berxwedeniya jinên weke Leyla Kasim, Zîlan u Sema Yüca ye. Ez pir kêyfxwe dibin ku ev peyam u çalakiya min bigehîje guhê tevayi gelê min u tevayi jinên kurd. Kêmbe jî hêzeki bide têkoşîn u tevgera nu ya di nav gelê başure kurdistanê de. Di dawiyê de ji weke kadroyeki jina başurê kurdistan rexnedayîna xwe didim. Min pêwistiya pêşengtiyekî bihÊz bicih ne aniye u RÊber Apo, bîrdoziya azadiya jin ku bîrdoziya şoreşa civakî ya başure min bi we qasî pêwist dikir neda nasîn.

-BİJÎ RÊBER APO!

-BÎJÎ PKK u PAJK!

-BİJÎ KJB u KKK!

-BÎJÎ HEMÛ ŞEHİDÊN RİYA AZADİYE!

-BİMRE XİYANET U KOMPLOYA NAVNETEWÎ!

-BİMRE HEMÛ CURE PAŞVERUTİ DESTHİLATDARİ!

Silav u Rêz

01 Sibata 2006

Jİ MALBATA MİN YA KU HES DİKİM RE!

Di seri de silav u rêzên xwe ji dayîk, bab, xwişk, bira u hemu xizmên xwe re dişînim.  Çavê wan yeka yek maç dikim u hêviya tenduristiya wan dixwazim. Berêzan qasî deh sal dibe ji  ber şert u mercen têkoşîne u nihek turebuna min li we ji we re name neşand. Di destpekê de tevlîbûna min şoreşa rizgariya gelê kurd u tevgera azadiya jin, bi rêbertiya Rêber Apo u PKK me ji hevdu fêm nedir ev bu sedemê acizbûna me. Lê belê ez hêvi dikin ku piştî deh salan ku fêm bikin u wate bidin vê rêya ku ez u bi hazaran keç u xurtên ciwan yen her çar parçeyên kurdistanê têdikoşin.  Hûn bixwazin an jî nexwazin malbateki vê şoreşêne u nikarin deriyê xwe, dilê xwe li ruyê haval u ramanên keça we u bi mîlyonan mirov evîndare wê ne bigirin. Hun kesin ku di civakê de xwediyê rêz, rumetin, ew kurdin ku di dîroka xwe de Helepçe, Enfal şahidê welatparêziya we ne.  Hun ji wi geline ku di li ser bingehê rastiya (şer şêre çi jin  çi jî mêr be) hatiye avakirin. Ji bo wiya tevlibuna jinê di çareseriya pirsgirêka netewi weke şermek u mijarake namûsê negirin dest. Êdî li pey rê u wêneyên kevneşopiya civaka berê nebin û jin jî mîna hebûneki (beşereki) bipejirînin. Ji ber ku pejirandina jin mîna mirov u vînekê pejirandina vîna gel û civakê ye. Ger ne wisa be jiyan kêm dimîne, êdî dema wê hatiye ku hun ji biryar bidin xwedi li dîrok, qehremanî u berxwedaniy gelê derkevin u mîna kurdeki şeref qasi ku dikarin xizmetê bikin. Dema ku ez ji we cuda bûm 15 saliya min bu niha ez bume 24 Salî, hinek li ser rastiyan bihizirin u jixwe pirs bikin ku ev keça me çi dike u ji bo çi têdikoşe, “ma ev jî nedikarî, mîna Awaz u Xalît u hin kesên din dest ji şoreşê berde u jixwe re jiyan bike”.

Pişti viya bila heval werin mala we u hûn jî serdana wan bikin, nameyên min bixwînin u pirsa jiyana hevalan bikin, her tim Roj TV temaşe bikin u  Dengê Mezopotamya guhdar bikin u pirtukên Reber Apo bixwînin.  Wê demê hune bizanibin keça we  ji bo çi seri li vê riyê xist u êdî wate bidin vê rêyê. Ez nabêjim u çi bikin u çi nekin kêmek bi wijdanbin, bixwe biryara xwe bidin.

Di vî ali de ez dixwazim derbarê xwe de tişteki bêjim; “bi dirêjî neh salan rojek fikr xiyanet u poşmanbuyinê jiyan nekir” gelek tişt di PKK de ez fêrbum u pir pê serbilindim. Yek ji wan rastiyen girîng ku fêrbum rastiya heskirina dayîk, bab, xwişk, bira u mirovayî bi giştiye. Demê dirêje ji we durketibun u min digot çi ma ew rastiya PKK fêm nakin u xwe ji derveyi PKK dibînin. Lê belê pişte demê kî gehîştim wê baweriyê ku encama helwesta we bingehê xwe ji pirsgirêkên ramyarî, raman u kevneşopiya sedsalan a kurdan digire, kêmasiya min jî heye ku derfetek ne afirand bi were nîqaşekî bikim u di vi alî de lêborîna xwe ji we dixwazim. Dibejim hûn jî mîna malbatekî kurd an jî wekî mirovekî kurd di dil u mejiyê min de ne. Ji bo avakirina jiyaneke azad,  ez canê xwe feda dikim bersiv dayîna min ji bo xizmeta ku we ji bo min kiriye ne ku xiyanet kirin li şehidaye xwedî derkenin li xwîna wane u xwe fedakirine.

Ev çalakiya min protestokirina siyaseta tunekirina gelê kurd u tecrida li ser Reber Apo ye di rêya azadiya gel u jina kurd u xwelasiya wan ji zilm u zordariyê  ger ku canên min bi nirxtir tiştek hebuya min bida.  Lê di we demê gelê kurd berbi serkeftinê ve diçe li her cihê li ser piyane ji bo keça mîna min xwe fedakirin ne zore. Ez jî mîna gelek heval xwe deyndarê gel u jinê dibînim.

Min dixwest gelek tişt ji bo her yek ji binivîsîm le çend seatek ji bo lidar xistina çalakiyê maye,  bi qasî we zêdetir  xwişk u birayên min hene sonda xwe bidim wan. Di dawiyê de ezê tiştekî ji bo we bejim ew jî ewe ku ger hun xwedî rastiya heskirinin tenê rê u armanca min baş fêm bikin ji bo ku ez canê xwe ji bo rê didim. Ez wesyet dikim Awaz carek din tevlî refên gerîla bibe u çeka min rake u xwe bixwe hemêza çiyayen azad ê kurdistanê, ji bo ez gelekî je hesdikim u dixwazim di nav hevalan de be.

Rê bin keç u xurtên dî çarenûsa xwe diyar bikin bibin xwediyê vîn.

Di dawiyê de jî silav, rêz u heskirinên xwe  ji we re diyar dikim, dilşadî u serbilindiya we hêvî dikim.

SİLAV Û RÊZ

KEÇA WE YA GERİLA LEYLA WALİ HÛSEYÎN Bİ NAVÊ VİYAN SORAN

01 SİBAT 2006

ŞEVA LİDAR XİSTİNA ÇALAKİYÊ