HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Cigîrê Serokê Desteya Rêveber a KCK Cemîl Bayik

Tirkiyeyê hemû hêza xwe daye tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û niha jî dixwazin hêzên Başûr bixin nav plana xwe. Tevgera Azadiyê di encama têkoşîneke mezin de pirsgirêka kurd xist rojeva Tirkiyeyê. Neçar dimînin hinek tiştan qebûl dikin. A rast jî, ne ji bo ku îradeya gelê kurd û nasnameya gelê kurd qebûl dikin, ji bo ku gelê kurd û cîhanê bixapînin û karibin înkar û îmhayê çêbikin qebûl dikin. Ji bo vê dibêjin; ‘em pirsgirêka kurd qebûl dikin, em dixwazin çareseriyê çêbikin, pirsgirêk pirsgirêka şexsî ye, çandî ye û em dixwazin di vê çarçoveyê de çareser bikin. Ji bo çareseriyê jî, jixwe me gelek gav avêtin û me çareser kiriye zêde tişt nemaye û em dixwazin hinek gavên din jî bavêjin lê PKK astengiyan çêdike.’ Vê propagandayê pêş dixin. Ji bo kurdan û cîhanê bixapînin pêdiviyek wiha dibînin.

Pirsgirêka kurd pirsgirêka nasnameyê ye. Kurd ku karibin bi nasnameya xwe, xwe îfade bikin, bijîn û xwe birêxistin bikin. Bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne, bi çanda xwe bijî û bi awayekî azad û bi nasmameya xwe, xwe îfade bikê. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke wiha ye. Pirsgirêka kurd ku te di vê çarçoveyê de girte dest û di destûra bingehîn de cih dayê wê çareser bibe. Bi riya Xweseriya Demokratîk û bi pêşxistina Komareke Demokratîk çareser dibe. Wekî din çareser nabe. Bi wan gavên ku davêjin nikarin kurdan bixapînin. Hinek gavên sexte davêjin dihesibînin ku wê pirsgirêkê çareser bikin. Kurd vê baş fêm dikin. Kurd bi van naxapin û van qebûl nakin. Çawa ku kurdan têkoşîn meşand, ji bo nasname û azadiya xwe gelek bedel dan, ji vir û pêde jî wê bidin.

Dewleta Tirkiyeyê li dijî kurdan ji berê ve heta niha şerekî psîkolojîk dimeşîne, bi vî şerî nahêle ku kesek pirsgirêkê fêm bike û pirsgirêk bê çareserkirin. Siyaseta xwe ya îmha û înkarê jî bi vî awayî vedişêre û nahêle tu kes fêm bike. Li dijî kurdan komkujiyên mezin pêş dixe, sûcên mezin dike û sûcên mirovahiyê dike. Dixwaze bi vî awayî van hemûyan veşêre. Dê çawa karibin kurdan neheq derxînin, îmha bikin û ji her kesê alîkariyê bigirin. Li cîhanê tu kesî siyaseteke wiha qirêj nemeşandiye. Tiştekî aşkera heye dixwazin îradeya kurdan bişkînin û teslîm bigrin. Ji bo vê hemû qanûnên xwe û yên navneteweyî binpê dikin. Çapemeniya Tirkiyeyê jî bê sînor bi kar tînin û dikin bin xizmeta xwe û dibêjin; ‘PKK şer dike û leşkerên me dikuje’. Lê yê ku operasyonan dikin ew bi xwe ne. Eger artêşa Tirkiyeyê operosyonan neke, di cihê xwe de bimîne tu kuştin û şer çênabe. Lê li hember vê gerîla tu êrîşê nake û naçe ser qereqolan çalakiyan pêk nayînin û tevî vê yekê jî rewş berovawî tê nîşandan. Gerîla di parastina xwe de ye û di rewşeke bê çalakbûnê de ye. Serfermandarê tirk û hemû artêşa tirk, hêzên meşrû û ne meşrû hemû xistiye nav tevgerê, tang, top, helîkopter, balafir, hêzên xwe yê îstîxbaratê, hêzên xwe yên teybet, cahş, çete, hemû xistine nav tevgerê da ku çawa gerîla îmha bikin. Ji xwe serfermandar aşkera got; ‘heya kesek bimîne em ê şer dewam bikin.’ Dîsa got ‘em ê bigerin, bibînin û tine bikin’. Dîsa wiha dibêjin; ‘em bi kesekî re rûnanin, di nav saziyên dewletê de jî kesek nikare bi PKK’ê re rûnê ev xiyanet e’. Li pişt hemû operasyonan serfermandar heye. Hemû sûcên xwe davêjin ser PKK’ê. PKK çi bike sûcdar e, lê Tirkiye çi bike mafdar e. Mafê her zindiyekî yê parastina rewa heye. Ev maf ji bo kurdan jî heye.

Li Tirkiyeyê her kesî got fersendek çêbûye, lê divê ‘fersendên ku ew dibêjin? Diyar bikin. Ne ku PKK û gelê kurd fedekariyeke yekalî dike ji bo ku pirsgirêk çareser bibe, ji bo wê bedelan jî dide û ku ew jî, ji vê feydê bibînin pirsgirêkê çareser bikin; lê fersendên ku ew dibêjin ev e, ‘pêdiviya Amerîka û Ewropayê di mijara Pakistan, Afganistan, Qafqasya û Rojhilata Navîn de bi me heye. Amerîka bê me nikare li van deran encamê bigire. Wê demê em dikarin tasfiyekirina PKK’ê deynin pêş wan û li ser vê bazartiyê bikin. Em ê bêjin hûn dazwazên me pêk bînin, em ê jî daxwazên we pêk bînin. Wê demê Amerîka û Ewropa neçar in ku daxwazên me qebûl bikin û em jî bi hêsanî dikarin PKK’ê tasfiye bikin.’ Niha dewleta tirkî li ser vê bingehê xebatê dimeşîne. Tiştê ku dibêjin fersend jî ev e. Di aliyekî de bi Îran û Sûriyeyê re hevgirtinan pêk tînin ji bo darbeyê li tevgera kurd bidin û bi hev re siyaseta tinekirin û înkarê bimeşînin. Ev her sê dewlet bi hev re kar dikin ji bo dewleta navendî ya Iraqê jî bikşînin vê siyasetê.

Haşimî diçe Tirkiyeyê hevdîtinan pêk tîne û serfermandarê Iraqê diçe hevdîtinan pêk tîne û dîsa di alîyekî de petrola Iraqê bi xeta Kerkûkê ve girêdidin û ew petrol diçe Skenderûnê û li ser wê peymanan çêdikin; ev hemû ji bo planekê tên pêşxistin. Plan û hedef ew e ka wê Başûr li dijî PKK’ê çawa têxin nava tevgerê. Di siyaseta înkar û tinekirinê de bikaribin encamê bigirin. Îlker Başbûg li Amerîkayê got; ‘Pêwîst e Başûr bikeve nava tevgerê.’ Li Başûr hilbijartin heye lê PÇDK li derveyî hilbijartinan dihêlin. Haşimî li Enqereyê dibêje; ‘Pêwîst e PKK, an çekan deyne bê dadkirin, an jî welatê me biterikîne.’ Başûr li dijî vê tu helwestekê nîşan nade. Tê wê wateyê ku Başûr jî dikeve nav vê planê. Lewma eger Başûr di vê planê de cih negire, pêwîst e li dijî wan bisekine. Nirxên xwe û nirxên gelê kurd divê biparêze û li dijî van bisekine. Lê bê deng in. Ev bê dengî jî tê wateya ku di vê siyasetê de cih digire. Yanî her çiqas bi fermî cih negirin jî, lê maneya bêdengiyê ev e. Hêvî û baweriyê didin wan. Ji bo vê sekna Başûr a niha ne sekneke rast e. Hem ji bo Başûr ne rast e û hem jî ji bo hemû hereketên kurd ne rast e. Dewleta tirk di israra xwe ya siyaseta înkar û îmhayê de hinekî jî, ji vir cesaretê digire. Eger Başûr baweriyê nedê nikarin di vê siyaseta xwe ya înkarê de israr bikin. Lewma tiştên pêwîst dikir bi şer çareser bibe çareser bûye. Êdî pêwîst e pirsgirêk, li vir jî derketiye holê, bi riyên siyasî û diyalogê çareser bibe.