Cemîl BAYIK
Roja 15’ê Tîrmehê rêveberên KCK’ê daxuyaniya ku her kes li bendê bûn dan. Li gorî vê daxuyaniyê deklare bû ku rewşa bêçalakîtiyê dê heta 1’ê Îlon a 2009’an berdewam bike. Ev daxuyaniya rêveberên KCK’ê ku ji raya giştî re hate aşkere kirin divê rast bê fêmkirin. Heke weke berê nêzîkatiyeke rast neyê nîşandan û pêvajo bi awayekî cidî neyê nirxandin, ji vê fersendê jî dê sûd neyê wergirtin.
Piştî daxuyaniya 15’ê Tîrmehê tê fêmkirin ku hin kesên di nava nêzîkatiyeke wisa de ne hene. Ev kes bi awayekî cidî xwe dixapînin. Ev beşên, ku ne di ferqa pirsgirêkê de ne, nizanin ev bêçareserî dê bigihêje ku derê jî. Heta rastiyeke wisa derdikeve holê ku xwedî helwesteke bêberpirsyar in.
Berê jî hatibû destnîşankirin. Hêzên Azadiya Kurdistanê ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin û aştiyeke mayînde pêk were, hewcedarî dîtine ku bêçalakîtiyê îlan bikin. Şertên bêçalakîtiyê ji aliyê geşedanên siyasî, daxwazên gel, konjonktura herêmî û navneteweyî ve hatibûn afirandin. Di afirandina şertên wisa de hêzên azadiya kurd heke rewşa bêçalakîtiyê îlan nekiriba dê ne rasteqîn bûya, rewşeke li gorî berjewendiyê gelê kurd û tirk dê dernexista holê. Ji ber vê yekê, di pêvajoyeke ku tevgera azadiya kurd di warê siyasî û leşkerî de xurt bû û însiyatîf girtibû destê xwe, tercîha xwe ji aliyê bêçalakîtiyê de kir. Ev rastî îro jî derbasdar e. Bêçalakîtiya ku ji 15’ê Tîrmehê heta 1’ê Îlonê hatiye dirêjkirin li ser vê rastiyê pêk hatiye. Tu kes bila ji vê yeke encameke cudatir dernexe.
Rêber Apo, beriya 15’ê Tîrmehê nêrînên xwe yên ku rewşa bêçalakîtiyê heta 1’ê Îlonê bê dirêjkirin ji raya giştî re aşkera kiribû û biryara wê ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re hiştibû. Tevgera Azadiya Kurdistanê ev nêrîna Rêber Apo li ber çavan girt û bal kişandiye ser girîngiya nexşerêya ku tê payin Rêber Apo di nîvê meha Tebaxê de ji raya giştî re aşkera bike. Ji ber vê yekê bêçalakîtiya heta 1’ê Îlonê hate dirêjkirin dema mirov binirxîne, divê mirov dema di navbera 15’ê Tîrmehê û 1’ê Îlonê de weke demeke ku muxatabên pirsgirêkê li hemberî nexşerêya ku Rêber Apo amade dike helwestên xwe daynin holê û ev yek weke fersendekê bê nirxandin.
Heke ev yek bi awayekî rast neyê fêmkirin her çiqas dem heta 1’ê Îlonê hatibe dirêjkirin jî, encamên ku piştî pêvajoyê derkevin holê kes ji niha ve nikare texmîn bike. Di vê hêlê de pêvajoya ku piştî 15’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin teqez divê bi awayekî rast bê nirxandin.
Di vê pêvajoya hatiye destpêkirin de hemû derdor divê nêrînên xwe der barê nexşerêya ku Rêber Apo dê amade bike de vebêjin. Raya giştî ya di vê mijarê de hesas e gerek rojeva wan a esasî ev be. Ev rojev bi awayekî wisa di siyasiya Tirkiyeyê de bê rûniştandin ku nehêle ber bi rojeveke sexte ve biçe.
Berê jî wisa bû. Ji aliyê kê ve hatiye amadekirin, ji bo çi ji raya giştî re hate pêşkêşkirin îro ‘belge’ya zelal bûye bi hefteyan raya giştî mijûl kir. Tirkiyeyê ji rojeva esasî dûr xist. Di encama derketî holê de dîsa yê winda kir gelên Tirkiyeyê bûn. Û pêvajoya beriya 15’ê Tîrmehê heba bû. Dîsa rewşeke weke vê derkeve holê dê encameke cudatir biafirîne.
Derdorên bi pirsgirêka kurd re bi awayekî dîrek eleqedar in û derbarê nexşerêya Rêber Apo ku deklare bike nêrînên xwe vebêjin re, muxatabên pirsgirêkê jî bi awayekî aktîf gerek helwestên xwe daynin holê. Tevgera Azadiya Kurdistanê di vê mijarê de helwesta xwe bi awayekî zelal destnîşan kiriye. Beranberî vê yekê hêzên fermî yên tirk jî gerek bikevin pozîsyona muxatabiyê. Di vê mijarê de daxuyanî û nirxandinên têne kirin, muxatabê wan kî ye gerek bê aşkerakirin. Ev yek, çareseriya pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û pêkanîna aştiyeke mayînde hêj hêsantir bike.
Di vir de berpirsyartiya mezin dikeve ser milê organên weşan û çapemeniyê. Pêvajoya borî dema bê nirxandin organên çapemeniyê rola ku pirsgirêkê di rojevê de hiştin an jî derojevkirina pirsgirêkê bi awayekî zelal hate dîtin. Ji ber vê, li Tirkiyeyê heke ornganên weşan û çapemeniyê dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û aştiyeke mayînde çêbibe, divê hewcedariyên vê yekê bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de rê li pêşiya nêzîkatiyên afirandina rojevên sexte bigire û rojeva esasî ji xwe re bingeh bigirin. Vê yekê jî weke peywireke dîrokî ya jêneger ji xwe re qebûl bike. Di serî de jî organên weşan û çapemeniya azad û alternatîf vê yekê bikin. Di pêvajoya borî de kesên alîgirên şerê qirêj ê taybet in, hin derdorên ku şer ji xwe re kirine deriyê rantê, ji bo pêvajoya bêçalakîtiyê sabote bikin çi ji destê wan hat kirin. Piştre jî weke derket holê ku provokasyon çêkirine. Raya giştî bi rojevên sexte mijûl kirin. Di vê yekê de jî bi ser ketin. Di pêvajoya di navbera 15’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de divê bi tu awayî destûr ji tiştekî wisa re neyê dayîn.
Bi 15’ê Tîrmehê re rewşa bêçalakîtiyê ketiye pêvajoyeke nû. Tevgera Azadiya Kurdistanê, beriya 1’ê Hezîranê rewşa bêçalakîtiyê nirxand; gihîşt wê encamê ku rewşa bêçalakîtiyê heta 15’ê Tîrmehê dirêj bike. Niha jî heman encam derketiye holê. Lê nirxandina vê carê ji ya navbera 1’î Hezîranê û 15’ê Tîrmehê cudatir bû. Ji ber vê yekê gihîştiye wê encamê ku pêvajoya navbera 15’ê Tîrmehê û 1’ê Îlonê li gorî nexşerêya Rêber Apo amade kiriye divê li ser bê sekinandin. Niha pêvajoyeke wiha tê jiyîn. Ji bo aştiyeke mayînde, bi riyên demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd û astengiyên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê bên rakirin hemû hêzên têkildar gerek nêzîkatiyên xwe li gorî vê diyar bikin.