HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Cemîl BAYIK

Piştî hilbijartinên herêmî hatibûn nirxandin, hin tespît hatibûn kirin. Di tespîtên hatibûn kirin de, hatibû destnîşankirin ku heger encamên hilbijartinê yên bi serkeftina DTP’ê bi dawî bibin rast werin xwendin; dê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derfetê biafirîne, lê heger ev yek bi pêş nekeve dê şerê taybet-qirêj bê berfirehtirkirin. 

Pêşketinên yekser ên piştî hilbijartinên heremê, nîşaneyên ka kîjan ji van taybetmendiyan wê derkeve pêş raxistin ber çavan. Hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd ku encamên hilbijartina herêmî nirxandin nêzîkbûna ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd parastin. Di vê çerçoveyê de jî biryara bêçalakîbûnê ya beriya hilbijartinê hatibû dayîn heta 1’ê hezîranê dirêj kir û mîna ‘rewşa şernekirinê’ bi nav kir.

Li hemberî vê yekê tiştê di daxuyaniyên rayedarên tirk de derkete pêş ew bû ku wê şerê taybet-qirêj berfirehtir bibe. Di daxuyaniyhen R. T. Erdogan, Cemîl Çîçek û Îlker Babûg de ev yek bi zelalî dihate dîtin. Piştî van daxuyaniyên rayedarên dewletê operasyon û binçavkirin dan destpêkirin.

Bêgûman a derketiye holê ne encameke wisa bû ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwest. Tu kes an derdor nikarin ji vê rewşê hêzên azadiya kurd berpirsyar bigirin. Berpirsê rewşa heyî, ew ên ku operasyonan li dar dixin û binçavkirinan pêk tînin.  Kî van operasyon û binçavkirinan pêk tîne? Dema ev rastî li ber çavan bê girtin dê bersiva vê pirsê jî zelal bibe.
Operasyon li çolterê li hemberî gerîlayan tên li dar xistin. Ên van operasyonan dimeşînin yekser di bin berpirsiyariya artêş û serfermandariyê de ne. Binçavkirinên li bajaran jî bi fermana dozgeran ji aliyê polîsan ve tên meşandin. Dozger û polîs di bin kontrola Wezareta Karê Hûndir û hikûmetê de û bi fermana wan tevdigerin. Di vir de rastiya derdikeve holê ew e ku; artêş û hikûmet li dijî hêzên azadiya kurd di çerçoveya planeke hevbeş de hereket dikin û ketine nav êrîşeke berfireh. Ji ber vê yekê jî nikare were gotin artêş û hikûmet ji hev cuda ne, an jî di nava nêzîkahiyên ku hevdû bê bandor bikin de ne.
Vekirî ye ka nêzîkbûna artêş û hikûmetê tê çi wateyê. Ev tê wateya ku di çerçoveya konseptekê de ketine nava tevgerê.  Di vir de tiştê ku derdikeve holê ew e ku li dijî helwesta hêzên azadiya kurd a ji bo aştiyê, dewleta tirk xwedî nêzîkahiyeke ku şer berfirehtir bike ye.

Ev demek e di qada navneteweyî, herêmî û siyaseta hûndirîn de guftûgoyên ka PKK çawa dikare were tasfiyekirin lidar in. Hin plansaziyên ji bo vê yekê hatine kirin hene. Ev plan di serî de DYA bi agahdarî, erêkirin heta beşdarbûna  hemû hêzên navneteweyî tê amadekirin. Plansaziya ku mîna ‘Plana Barkey’ tê binavkirin û ji Serokatiya DYA’yê re hatiye pêşkêşkirin jî yek ji van hewldanan e. Tê fêmkirin ku li Tirkiyeyê jî piştî hilbijartinên herêm hin plana li dijî hêzên azadiya kurd hatine meşandin û ew jî parçeyekî konsepta giştî ne. Ji xwe di heman çerçoveyê de li Tirkiyeyê guftûgo tên meşandin û dixwazin raya giştî ji bo vê yekê amade bikin.

Cewherê Plana Barkey tasfiyekirina PKK’ê ye. Hêzên navneteweyî û herêmî jî di nava vê planê de cih digirin û rola aktoriya bingehîn dane Tirkiyeyê. Bi van hêzan tê xwestin tasfiyekirina PKK’ê bibin serî. Li gorî vê yekê; di qada siyasî de Tirkiye dê biryaran bigire û planên taybet ên der barê PKK’ê de jî dê mora wê li van biryaran bixe. Di bicîhanîna vê planê de ji hev cudakirin / veqetandina PKK’ê; yên bi xeter, yên kêm xeter, yên dikarin bikişînin nava sîstemê û hwd. Cudakirin û veqetandina ji hev a van hêzan esasê planê ye.

Rayedarên dewleta tirk pêvajoya hilbijartinê û piştî hilbijartinê ne di çerçoveya afirandina hawîra aştiyê û çareseriya pirsgirêka kurd, berovajî vê yekê amadekariyên li gorî Plana Barkey tercîh kirine. Pêkanîna vê yekê mîna hedef daye ber xwe. Operasyon û binçavkirin jî ji bo vê yekê pêk hatin.

Divê ev rastî bê û durist bê xwendin. Heger ev yek rast neyê xwendin, bendawariyên cuda derkevin pêş; wê derfetê bide ku ên di şerê taybet-qirêj de israr dikin cesaretê bigirin û wisa tevbigerin.

Di demên borî de jî em bûbûn şahidê nêzîkahiyên bi heman rengî. PKK’ê gelek caran agirbesta yekalî îlan kir û pêvajoyên bêçalakîbûnê pêk anîn. Lê belê ev nêzîkbûnên PKK’ê ji aliyê dewletê ve mîna lawazî û zaafiyetê hatin nirxandin û xwestin ji bo berfirehtirkirina şer mîna derfetê bi kar bîne. Niha jî rayedarên dewleta tirk ketina nava heman şêwaz û nêzîkatiyê.
Agirbestên yekalî û pêvajoyên bêçalakîbûnê yên PKK’ê îlan dike ne ji qelsiyê ne, berevajî wê ji encamên hêzdarî û xwebariyê ne. PKK’ê di sala 1993’an de dema ji aliyê tevgera gerîla û gel de pêngavêke mezin hatibû avêtin agirbesta yekalî îlan kir. Wê demê rayedarên Artêşa Tirk di nirxandinên kiribûn de mikûr hatibûn ku wan ‘bajarên kurdan winda kirine”. Tevî vê rastiyê jî, PKK’ê di dema herî bihêz de; agirbest îlan kir û derfet da aştî û çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd. Niha jî ji bo PKK’ê pêvajoyeke bi heman rengî mijara gotinê ye. Di pêvajoya ku di Parastina Rewa de serkeftinên mezin bi dest xistine, serhildan bilind dibin û îradeya gel a demokratîk derketiye holê de PKK’ê pêvajoya ‘şernekirinê’ îlan kir û bû xwediyê gaveke nû ya ji bo aştî û çaseriya demokratîk a pirsgirêka kurd.

Divê ev yek rast bê dîtin û mîna lewaziyekê neyê dîtin. Heke wisa şaşfêmkirin bidome dê encamên ku neyên telafîkirin rûbidin. Rayedarên devleta tirk difikirin ku hêzên navneteweyî, herêmî û paşverû bide pişt xwe û bi wan encamê bi dest bixe. Lê bi tenê xwe dixapîne. Ka çawa di demên borî de kete nava şaşiyên bi vî rengî û winda kir, di pêvajoya em tê de jî ne mimkûn e ku encameke cuda bi dest bixe. Di rewşeke israrkirina di plana tasfiyekirina hêzên azadiya kurd e, dê encameke ji yên berê cudatir dernekeve holê. Bi awayekî xwezayî di vir de ya winda bike dê dewleta tirk a piştî hilbijartinên herêmî tercîha xwe ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiyê de bi kar neaniye be. Ya winda dike dê dewlet bi xwe be.