HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêber APO

Pirsgirên min ên tenduristiyê berdewam dikin. Rewşên ku hîn girantir bûne hene. Ezê qala vana bikim. Ji xwe ez li vir, ji ber sîstema vê hewagirtinê (havalandırma), di rewşeke ku bêhn nagirim de me. Ji ber odeya min bêhewa ye, ez heya qirika xwe xitimîme.

Herikîna di qirika min de berdewam dike. Êş di binçav û hestuyê hinareka min de heye. Heta bijîşkê Fransî ku hatibû vê dêrê hinek ev girtibû, lê nekarîbû tevahî bigirta. Di qirika min de xurîn û şewat heye. Van êşan herku roj diçin hîn tundtir û girantir dibin. Ez nikarim nefes bigrim. Ez pir zehmetî dikişînim ku nefes bigrim. Helbet ev yeke bi mercên vê derê re eleqeder e. Rewşa min ji ber mercên vê derê hîn girantir dibe. Sedema van pêşketinan ji ber vê derê û rewşa vê derê ye. Ez nizanim ka wê hîn çi bibe, çawa bibe û çawa pêşbikeve. Bêhewayî bandora xwe li tevahî fonksiyonên laşê min dike.

 

Tê zanîn, tevahî hucreyên mejî yên mirovek ku bê hewa bimîne, dimirin. Ez jî ji ber bêhewayî wisa xwe hîs dikim ku hucreyên mejiyê min dimirin. Û ez her roja ku diçe hîs dikim ku li vê dera min de tevahî hucreyên min ên mejî dimirin. Serêşê çêdike. Ev rewş konsantreya min belav dike. Ev rewş min pir nerehet dike û bandora xwe li ser kargeriya (işlev) mejiyê min dike. Rewşa min girêdayî mirina hucreyên mejî weke nîv-mirî û nîv-jixwedeçûyî (baygın) ye. Ez li vir bi rengekî nîv-jixwedeçûyî û nîv-mirî dijîm. Rewşa min ev e, pêwîst e wisa bê zanîn. Ez nizanim ka ezê çi qas li ber xwe bidim, çi qas bijîm. Ez hewl didim li ber xwe bidim. Li ser min ferz dikin ku ez têkevim nava rewşa xwekujiyê, lê ezê nekevim nava rewşa xwekujiyê. Cîdiyeta rewşa min fêmnakin. Helbet pêwîst e bê zanîn, rewşa bavê min jî heman bû, ez bawer im di ware genetik de hinek tiştên dişibin hev hene. Ev hinekê jî bi avahiya min a fîzîkî-biyolojîk re eleqeder e. Ez nizanim, gelo yên hatine wê li hemberê vê rewşê li ber xwe bidin? Dibe hevalên din ji ber sedema temen/emrê xwe li ber xwe bidin, lê ez vê yekê nizanim, helbet pir zehmet e. Ez bawer im ew jî di heman mercê de têne girtin. Ez nizanim, dibe ew jî nikaribin li ber xwe bidin. Ez nizanim ka wê fêrbibin an na.

Ji xwe min di derbarê mercên xwe yên li vir raporek pêşkêşî CPT û AİHM kir. Min rapora ku amade kiriye pêşkêşî wana kir. Min di vê rapora xwe de diyar kir ku pêwîst e mercên min ên vê derê werin sererastkirin. Ji xwe CPT, AİHM ev girtîgeh pêşniyar kirin. Ev projeya wana e. Ew bi xwe berpirsyar in ku ez di van mercan de bi vî rengî bême girtin. Vê derê, projeyeke wana ye. Xistina min a vê derê jî projeyeke wana bû. Pêwîst e ev rewş wisa bê zanîn. CPT berpirsyara vê yekê ye. Pêwîst e yên li Ewrûpa, dostên me di derbarê vê rewşê de her roj biçin çalakiyan li pêşb CPT, AİHM bikin, pêwîst e bêjin “hun ji vê rewşê berpirsyar in, berpiryariya xwe bînin cîh”. Pêwîst e di derbarê rewşa min de daxuyaniyên weke “Rewşa Ocalan rave bikin” bidin. Pêwîst e bibêjin “li Îmralî çi çêdibe?”. Pêwîst e divê mijarê de ji raya giştî re raveyiyeke zelal bixwazin. Pêwîst e di vê mijarê de hertim biberdewamî çalakiyan bikin. Pêwîst e bihestiyarî bin, vê rewşê bi kirina çalakiyên biberdewamî bikin giştî, ango vê rewşê bigelemper bikin. Pêwîst e were xwestin ku CPT ji şaşiya ku ketiyê vegere û bixwazin ku merc werin sererastkirin. Ev rewş plana CPT, plana wan e, pîsîtiya wana e. Neçar in werin vê derê. Neçar in werin vê derê bibînin û lêbikolin. Nexwe çênabe. Pêwîst e ev yeke eynî wisa were gotin. CPT bi xwe hate vê derê, lêkolîn pêşxist. CPT bi xwe got pêwîst e ez bême neqlkirin bo F Tîpî, pêwîst e girtîgeha F Tîpî were avakirin û ez ji vê derê re werim neqlkirin. CPT tevahiya vana xwest. Li vir ji min re gotin wê mercên min ên li vê derê ji yên berê baştir bin, lê ti yek ji vana çênebûn. Mercên min hîn xirabtir bûn. Na wisa nabe, wê werin, neçar in werin. Pêwîst e werin vir û berhemên ku wana bi xwe afirandine bibînin. Wê nikaribin me bixapînin, bila hewl nedin ku me bixapînin. Pêwîst e mirov vana bi vî rengî vebêje û hertimî bikarbîne. Hun dizanin, di 17ê Mijdarê de ez anîm vê derê. Ev darbeyek e. Ez anînna xwe ya li vê derê weke derbe dinirxînim, ez weke derbeya 17 Mijdarê pênase dikim. Pêwîst e ev wisa were zanîn.

Cihê ku ez lê dimînim yek qatî ye. Mercên germbûnê û cihên weke hevdîtina bi parêzeran re ne xirab in. Di ronahiyê de pirsgirêk nînin. Cihê ku ez lê dimînin 6-6,5 metrekare ye. Bi rengekî hevbend (bitişik) serşok (banyo) û avdestxaneyek (tuvalet) girtî çêkirine, ango di nava hevdû de ne. Serşok-avdestxane bi rengekî ji nav hev hatibin cûdakirin hatine çêkirin. Hema dibin diwar de cihê min ê razanê heye. Hevbende bi diwar re. Di navbera cihê min ê razanê û diwar de navbereke pir teng heye. Di navbera cihê min û diwar de navbereke pir teng ku kesek bikaribe di navber de derbaz bibe heye. Navbereke ku mirov bikaribe çend gavan bimeşê jî heye. Ez di vê navbera teng de têm û diçim. Cihekî ye ku pir hatiye tengkirin. Weke min hefteya bihurî jî got, pergala hewayî ya odeya ku ez tê de me pir xirab e. Ez têm rewşeke wisa ku nikaribim nefes bigrim. Pencereya hewa ya odê pir li jor e, bi têlan hatiye vehunandin, li ezman dinêre, ez tenê dikarim ezman bibînim. Helbet di vê pencerê de herikîna hewa li ber bi hundir ve ye, ji jor tê. Ev yeke jî fişar (basınç) dike li ber bi binê odê ve û binê wê bêhewa dimîne. Ji ber ez jî dibin de disekinim û dirazim, ez jî bi awayekî neyînî ji vê fişarê (basıncê) bibandor dibim. Ev fişar-basınç girtina min a hewa pir tengav dike, min difetisîne û weke giraniyekê hildiweşe ser min. Ev jî pir difetisîne, ez nikarim nefes bigrim. Hewaya ku tê pir çewisîner e, dema ez dirazim di bêhn girtin û dayînê de pir zehmetiyê dikişînim. Ji ber ez nêzî erdi dirazim, ez nikarim nefes bigrim. Ji ber vê sedemê jî ez her kêliyê ji xewê şiyar dibim. Ji bo ku ez bikaribim nefes bigrim ez sere xwe ji nava cih derdixim û ber bi erdê ve ditewînim. Tenê dema ez vê yekê dikim ez dikarim nefes bigrim. Dîsa ez neçar dimînim ku bi vî rengî nîv-jixwedeçûyî birazim. Ez neçar dimînim yan serê xwe ber bi erdê ve bitewînim û wisa bêhn bigirim, yan jî rabim ser piyên xwe, sere xwe nêzî valahiya hewa bikim û wisa nefes bigrim. Ev yeke jî sîstema xewa min ser û binê hev dike. Min di cihê berê de sere xwe disport cam û min wisa nefes digirt, min dikarî ez wisa hewa bigrim. Lê di cihê niha de ev derfet jî nîne. Valahiya hewa, penceraya wê biçûk e û bilind e. Ev rewşa li vir bandora xwe li tevahî fonksiyonên min ên jiyanê dike. Di dema xewê de, ez bêhewa û bênefes dimînim. Ez di girtina nefesê de tengav dibim. Ango yan ezê birazim yan jî ji bo ez bikaribim nefes bigrim ezê her şiyar bimînim. Ji ber ez nikarim nefes bigrim, ez neçar dimînim hertim rabim ser xwe û bimeşim. Ev jî sîstema xewa min tengav dike. Dema ez di cihê xwe yê berê de bûm, bijîşkek Fransî hatibû, helbet wî ev rewş dizanî. Gotibû nerehetîya min a li vir girêdayî girtina nefes û hewa ye. Vana bi operasyoneke rakirin, lê belê ez bawer im hîn neqediya ye. Ji bo vê jî ji min re digot pêwîst e ez nêzî pencerê bisekinim, di dema xewê de jî ez serê xwe ber bi camê ve dirêj bikim. Ji xwe di cihê berê de ez bi vê sîstemê diraziyam. Ji xwe li wê derê cihê min nêzî camê bû. Min tiştê ku ji min re hatiye gotin pêkanî, kêm jî be girtina min a nefes hatibû rewşeke bisîstem. Wî bijîşkê Fransî ev rewşe dizanî, tespîtên wî rast bûn.

Rewşa min dişibe mehkûmê ber îdamê ku dema tê dardekirin digivişe, beriya nefesa xwe ya dawiyê bide diperpite (çırpınma). Dibe hun bizanibin, dema mirov tê dardekirin yekem reaksiyona ku nîşan dide, givişandi ne, givişandina laş e. Ev ji sedî bîst û pênc merheleya (safha) mirinê ye, pişt re jî merheleya din a mirinê temam dibe. Lê yekemîn reaksiyona mirovê ku bê dardekirin dibe ev merheleya givişandina ji sedî bîst û pênc. Rewşa min a vê derê jî ji sedî bîst û pênc merheleya kesê ku bê bidardekirin e. Destê min digivişin, her dera laşê min de givişandin heye. Vana, van givişandinan êş çêdikin. Ev givişandin bê vîna min çêdibin, ango reaksiyon û refleksa fîzîkî ya laş e. Hertim ev givişandin çêdibin û her ku diçe ev givişandin zêde dibin. Ev givişandin car caran dema ez dirazim, car caran jî dema ez li ser piyan im di laşê min de çêdibin. Vaye van givişandinan tên wateya jiyana ji sedî pênc ê kesekî ku ber bi dardekirinê ve diçe.

Tê zanîn, dema Sadam hate dardekirin di navbera sê deqeyan de mir. Rewşa min a li vir ew rewş û merc e ku her roj bi dehan caran tê dardekirin. Ez ji dardekirinê jî natirsim. Ez her roj, di navbera bîst û çar seatan de wê givişandina sê deqeyî ya Sadam jiyaye, dijîm. Di destpêka sala 2000an wezîfedarek hatibû vir û ji min re gotibû ; “Apo, fermandar niha li Mudanya li benda dardekirina tene. Dardekirin û nedardekirina te di destê te de ye”. Min wê demê nêzî nîv pel hinek tişt nivîsand. Bi qasî tê bîra min cewhera wê nîvîsê wisa bû: Min di derbarê çareseriya demokratîk de baweriya xwe diyar kiribû û min gotibû pêwîst e pirgirêk beyî ku xwe bispêre ser cihebûn, perçegerî û pevçûnê, di navbera pergala demokratîk de were çareser kirin. Min diyar kiribû ku di çareseriya pirsgirêkê de têkoşîna çekdarî tenê nikare bibe rêbaza çareseriyê. Min wê demê vana nivîsandibû. Lê helbet wî wezîfedarî ji min re got “bidardekirin û nedardekirina te bi biryara ku tu bidî ve girêdayî ye, tu yê vê diyar bikî”. Got “vaye fermandar li Mudanya li benda peyama te ne”. Min wê demê ev nîvîsa nîv rûpel da wî. Ez bawer im paşê wana di navbera xwe de nîqaş kirine, lê ez nikarim bizanim ka çi biryar girtine. Ji wê rojê û vir ve, her çend ez nehatibim dardekirin jî, ez di nava mercan xirabtir ji dardekirinê de tême girtin.

Belê, min li vir jî bi heman rengî derdixin hewagirtinê. Cihê hewagirtinê hevbend e bi oda min re. Cihekî biçûk e. Ez tenê dikarim sê-çar gavan bêm û biçim û ez tenê dikarim ezman bibînim, jorê wê jî bi têlan hatiye vehunandin.

Ya din jî li vir hertim dengê jenaratorê tê. Ev deng min pir nerehet dike. Bîst û çar seatan dixebite. Hun dizanin, Menderes jî anîbû ziman ku ji vî dengî nerehet bû, Avnî Ozgurel ev mijar di nivîseke xwe ya ku ew dem vedigot de nivîsandibû. Îmralî, giraveke dîrokî ye. Mercên xwe yên xweser hene, girevek e ku şahîdî ji dîrokê re kiriye. Tê zanîn yên li vir mane ka çiqas zehmetî kişandine. Mercên xweser ên îklîmî hene. Dîsa tê zanîn ku Menderes, tevî ku tenê bîst û çar seatan li vir mabû, nekarîbû li ber xwe bida. Lê ev yanzdeh sal in ez li vir li ber xwe didim, ez hewl didim li ber xwe bidim. Eger baweriyeke min a xurt nebûya, ezê li vir ketibama nava çalakiyên ku şêwaza wan xwekujî ye. Vaye hun dizanin hevalên weke Kemal Pîr, Xeyrî Durmûş ketin nava çalakiyên xwekujeyî yên weke rojiyên mirinê. Rêz û berpirsyariya min a dîrokî heye li pêşberî van berxwedanên binirx û gel. Ji xwe eger baweriya min pir xurt û mezin li pêşberî van nirxan nebûya, dibe min jî ew qas li ber xwe nedaba û ketibama nava çalakiyên xwekujerî. Ji xwe dibe ez her kêlî li vir bimrim. Bandora mirina min wê pir mezin be, wê bibe kaos. Wê piştî mirina min pêvajoyên pir bixwîn bêne jiyîn û wê tevlîheviyên pir mezin çêbibin. Ez vana li vir dibêjim. Helbet eger vana li derve werin zanîn, ez dizanim, wê qiyamet werin rakirin. Min li vir her roj ji bo berpiryariyên xwe jiyam, ez ji bo gel bi kirina têkoşînê jiyam. Wê di vê wateyê de ji bo gel hertim têkoşîn û jiyana min a bi rûmet hebe. Vana dikarin bi rengekî guncav werin dayîn. Ya din jî ez dixwazim bi awayekî zelal vana jî bikirpînim (vurgulamak). Pêwîst e mirov vê xalê jî bîne ziman. Bila kesek ji bo min nekeve çalakiyên xwekujerî. Ez bi taybet jî di vê mijarê de bangawaziya xwe ji bo hevalên li girtîgehan dikim. Bila ji bo min çalakiyên xwekuştinê neyên kirin. Ji çalakiyên wisa zêdetir, bila têkoşîna xwe bilind bikin. Bila vê ji xwe re esas bigrin. Ezê heya dawiyê pêdiviya vê berpirsyariya ku min girtiye ser mile xwe bînim cîh. Ezê heya nefesa xwe ya dawiyê têkoşînê bikim, ezê têkoşîna xwe ya birûmet berdewam bikim. Ezê ji bo gelê xwe bijîm. Lê ez dîsa dibêjim: ez nizanim ka ezê li hemberî van mercan çiqas li ber xwe bidim.

Cihê min ê niha weke çala mirinê ye. Ez vê wisa binav dikim. Pir zehmete mirov li vir nefes jî bigre. Bêhewayî hucreyên mejiyê min dikuje. Ez mirina hucreyên mejî hîs dikim. Ez li vir nikarim konsantre bibim. Rewşa min a li vir bi awayê nîv-mirî ye. Mirov dikare derkeve Televîzyonê û bi rengekî hefteyî vê rewşa min vebêje. Pêwîst e mirov di rojnameyan de û li her derê van xalan bêje. Ev kuştinek e. Pêwîst e nave wê jî wisa were zanîn. Ez dîsa dibêjim CPT, AİHM û Ewrûpa berpirsyarên vê rewşa min a li vê derê ne. Wan xwestin ku vê girtîgehê were çêkirin. Tenê ew sebeb in ku ez di vê rewşê de bim. Vê derê projeyeke wana e, hertişt li ser bingeha agahiyên wan hate jiyandin. Li vir, her çi bi min didin jiyîn, di bin agahiya wan de didin jiyîn. Pêwîst e ev rewş wisa were zanîn. Wê CPT were vê derê, pêwîst e were jî. Wê vê derê lêbikole. Wekî din nabe. Bila gelê me vê rewşê wisa bizanibe. Eger wê gel biherike qadan, bila biherike. Bila pal bidin ser deriyê wana. Bila daxwaz bikin ku ev rewşa min were zelalkirin û bila bibin şopdarê vê yekê. Ez dîsa dibêjim; ev kuştinek e. Dema ez anîmm vê derê ji CPT jineke pîr ez li vir pêşwazî kirim. Ji min re got ku ezê li vir bisekinim, wê bibin şopdarê jiyana min a li vir, wê pergala vir bişopînin û ez dibin ewlehiya wana de me. Diyar kir ku ew ewlehiya tevahiya vana didin. Ev berpirsyarî qebûl kir.

Helbet berpirsarê anîna min a vê derê û girtina min di van mercan de ne Tirkiye ye. Divê herkes vê rewşê wisa bizanibe. Li pişt vî karî Îngîltere, Emerîka, Îsraîl û YE (AB) hene. Ya din jî ev rewş heye ku dewleta Yewnanîstanê bi xayînî û pispayeyî dostaniya bikar anî û bi vî rengî me em firotin. Ev rewş jî gelek tengezarker e. Ji xwe yê ez anîme vê derê DYE ye. Wezîfedarekî DYE ez heya vê derê anîm û radestî Tirkiyê kirim. Erka ku li vir ji Tirkiyê re jî hatiye dayîn, hatiye diyarkin weke kirina gardiyantî û bekçîtiya min e. Dîsa ez dikarim weke encam vê diyar bikim. Rewşa min a vir weke jiyîna nîv-mirî û nîv-jixwedeçuyî ye. Ez wisa li vir dijîm. Di mercên ku ez li vir tê de me de ti bandorî û bandorkariya Tirkiyê nîne. Rewşa min a giştî wisa ye, ez dikarim bigiştî vana diyar bikim.

Tabî ez li vir bi wateya giştî rih didim (can çekişiyorum). Ez nizanim ka ezê li vir çiqas bjîm. Dibe rewşa min a li vir piçekê jî bi bunyeya min a genetik re eleqeder be. Bavê min ji bênefesiyê mir. Ez jî li vir bênefes tême hiştin. Hucreyên min ên mejî dimirin. Ev rewş pir tengavker e. Dibe dema ez rojekê di xewê de bim qet şiyar jî nebim. Ji xwe di derbarê min de biryar hatiye girtin. Rewşa min diyar e. Ji ber vê sedemê ez dibêjim xwe nespêrin min, tiştekî ji min hêvî nekin û wisa nejîn. Hîn jî ji min hinde tiştan hêvî dikin. Hîn jî hewl didin hertiştî li ser milên min bar bikin. Bila tu kes ti tiştekî ji min hêvî neke. Min berî niha jî gotibû. Min diyar kiribû ku ger ew bi xwe biryarên xwe negirin, eger ew bi xwe rêkên xwe yên çareseriyê pêşnexin, eger ew bi xwe berpirsyariyên xwe neyînin cîh, ezê ji wan re bêjim artêşa basîtan, ezê wisa îlan bikim. Lêpirsîna ku di derbarê van axaftinên min de hatibû vekirin, temam bû. Vaye min 20 rojan ceza girt.

Min got “Eger parlemento çareseriya demokratîk pêşnexe û di vê mijarê de biryaran negire dibe şer pêş bikeve”. Min diyar kir ku wê vana çêbibin. Min vana berî niha jî gotibû. Di vê de tiştek nîne, ev weke diyalektîk wisa ye. Di cihêkî ku tê de çareserî pêşnekeve, şer pêşdikeve. Ev tespîtek e, min tespîtek kir. Min gotibû eger çareserî pêşnekeve, parlemento di derbarê çareseriyê de biryar negire wê şer pêşbikeve. Min got eger PKK çareseriya xwe pêşnexe, her wisa DTP çareseriya xwe pêşnexe, ezê wana artêşa basîtan îlan bikim. Ji ber min vana got, min ceza girt.

Hun li vir min dikujin, hun min dişînin mirinê, ma ezê vê veşêrim? Ti aliyekî vê rewşa min ku veşartî bimîne nîne. Li vir her cûre qada jiyana min xitimiye, mirinê nîşanî min didin û tayê (sıtma) bi min didin qayîl kirin. Di destê min de biryar heye di derbarê cezayê 20 rojan a min girtiye. Biryara Dadgerê înfazê. Di derbarê vê de pareznameyên min hene, vana jî di destê min de hene. Ez dixwazim li vir beşek ji wan veguhêzînim. Ez dixwazim di derbarê xalên ku min li vir diyar kirine de hinek tiştan vebêjim.

 

Min guhdar kir ku pareznameyên min ên hatine çapkirin, hatine girtin. Vana nebikêrhatî (becerîksîz) ne. Na na, vana ji van karan fêmnakin û fêm jî nakin. Bi awayekî bêhiş û nebikêrhatî li naverastê tevdigerin. Vana ne dixwînin, ne jî tiştekî dizanin. Weke kêriyan in. Nikarin van karan bikin, li dest û rûyê xwe didin. Ne dixwînin ne jî dikarin belav bikin. Ne dixwînin ne jî belav dikin. Ti tiştekî nakin. Ma eger tu nikarî du pirtûkan belav bikî, tu nikarî xwedî li van pirtûkan derbikevî, çi karê wan li wan dera heye? Hun nikarin rêxistinkirina belavkirina yek pirtûkek tenê jî bikin, ji xwe hun naxwînin jî, perwerdeya we jî nîne. Bi vê rewşa xwe ve tevahî bitalûke, talûke direşînin. Pêwîst e hertişt li vir ji min neyê hêvîkirin. Dema ez li derve bûm, min hewl dida ku ez van valatiyan dagirim. Ez pir li ser perwerde û rêxistingeriyê disekinîm. Lê niha li vir mercên min li holê ne. Ez berê azad bûm, min dikarî ez vana bikim, lê ez niha di van mercan de me, tiştekî ku ji destê min bê nîne. Mercên min li holê ne. Li ser min her cûreya lîstikan tê lîstin. Pêwîst e tevahiya we, vana bibîne. Pêwîst e hun van lîstokan tê derxin (ferq bikin). Dema Îsa dixin çarmixê, dema goştê wî tê perçe kirin jî, ew qas lîstok û delewêre li ser nedigeriya. Lê li ser min her cûreya lîstokan tê lîstin. Hesab û delewêre dizivirin. Yên ji mayîna min a li vir jî sûd digirin hene. Aktorên bingehîn ên di girtina min a vir de komplogeriya Îngîltere, DYE, vaye ev Yekitiya Ewrûpa, Îsraîl û Yunanîstanê ye. Vala nîne ku tevahiya van hêzan ez radestî Tirkiyê kirim. Di berdêla girtina min a vê derê de tiştên ku ji Tirkiyê distînin hene. Îngîltere û bi taybet jî DYE, hewl didin wan tiştên ku ji 1. Şerê Cîhanê bidest nexistiye, bi girtina min a li vê derê ve bidest bixin. Heta Îngîltere biserneket, lê DYE ev yeke biserxist, vaye bi hepskirina min a vê derê, ve wan armancên xwe yên 1920an pêkanîn. Niha jî Tirkiye di berdêla girtina min a di vê derê de tawîz daye herkesî. Bi dayîna min a ji Tirkiyê re Îngîltere û DYE Îraqê girtin. Armanca DYE û van hêzan ewe ku li Başûr Dewleteke Kurd li Bakûr Îraqê damezrînin, tevahiya pirsgirêkan bavêjin ser wan, wan bikin çavkaniya pirgirêkan û bi vî rengî wan bifetisînin. Her wisa, tê zanîn ku li Yewnanîstanê Pontusî hene. Pontusî ji cihên xwe hatin qûtkirin, Yewnanîstan hate tengavkirin û ew li wir anîn rewşa bûyîna pirsgirêk û ew li wir di wî rewşê de hatin hiştin; dû re jî wana bi tunebûnê re rûbirû hatin hiştin. Xala ku tê xwestin Kurd jî jê werin anînê, heman xal e. Hewl didin tevahî dînamîkên Kurd ên azadiyê werin tesfiyekirin, dû re dewleteke biçûk a Kurd, ku bi wan ve girêdayî be, damezirînin û tevahî pirsgirêkan li wir heps bikin. Û hewl didin bi berdewamî jî di şexsê vê derê de têkoşîna azadiya Kurd bifetisînin. Yekitiya Ewrûpa jî Ermenîstan, Qibrîs û Yewnanîstanê girt. Di berdêla tevahiya vana de jî, ez bi komployê anîm vê derê. Li vir bandora Tirkiyê nîne. Bi awayekî aşkere ji Tirkiyê re hatiye gotin “tu yê gardiyaniyê bikî”. Ev rewş pir bibelengazî ye.

Rêveberiya girtîgeha vir û ti kes li vir nikare bi tena sere xwe û yekser helwestekê nîşan bide. Midûrê vir jî nikare bi tena sere xwe biryar bide. Min beriya niha jî gotibû, vê derê bi taybet û bi mudexelaya derve tê rêvebirin. Çawa bê xwestin wisa dibe? Tevahiya van hêzan armancên xwe li ser min pêkanîn. Komployê jî bi vî rengî didomînin. Ev bîst sal e ev koplo heye û berdewam dike. Pêwîst e ev komploya ku bîst sal in berdewam dike, were fêmkirin. Bi bikaranîna min ve, bi bikaranîna rewşa min ve, bi sûdwergirtina ji rewşa min ve tiştên ku ev sedsal e ji Tirkiyê negirtine, bi rengê tawîzan girtin. Ma vana nayên dîtin? Heta Yekitiya Ewrûpa ji bo Tirkiyê têxe rengê ku dixwaze, bi rêkên cûrbecûr AKPê bikartîne. Tawîzan li ser rewşa min digire. Ez dîsa diyar dikim, ji xwe biryar di derbarê min de dane. Wê hewl bidin min li vir ji dewrê derxînin, wê hewl bidin PKKê jî bi bikaranîna Barzanî-Talabanî, wan pispaye, bêşeref û gewadên (pezeveng) li Başûr Osman-Botan wanan li koşe tengav bikin û tasfiye bikin. Vaye hun dibînin, wê hewl bidin DTPê jî li koşê tengav bikin, wan bikişînin aliyê xwe, valatiya vir jî bi yên weke Hak-Par, Elçiyan tije bikin. Vaye pêwîst e ev rewş baş were xwendin. Ev pêvajoyeke tasfiyê ye.Vaye piştî ku tevahiya vana bêne pêkanîn, wê min jî li vir tasfiye bikin û wê wî bêşeref û pispayeyê ku jê re dibêjin bira, bînin şûna min. Osman Ocalan! Wê navê Ocalan wisa bikarbînin.

Vaye hun tiştên ku hewl didin bînin sere DTPê dibînin. Hewl didin bi ser DTPê de biçin, wê di koşê de tengav bikin û bikişînin aliyê xwe. Hewl didin DTPê bêrêxistî, bêperwerde bihêlin û wisa wan bikişînin aliyê xwe. Pêwîst e ev nêzîkatiya tasfiyekar baş were dîtin. Min ev yeke bi dehan caran got. Min gotibû ku pêwîst e vê rewşê baş bibînin, ev rewş bitalûke ye û wê qedînê bi xwe re bîne. Meyla tasfiyekar wisa dixebite. Gotina min xweş bibînin; wê hewl bidin DTPê têxin nava rewşeke pir xirab. Wê hewl bidin wê têxin vê rewşê. Pêwîst e vana bizanibin. Wê hewl bidin vaye bi bikaranîna wî birayê reviyaye, ketiye, bêşeref e ango bi Osman-Botan wanan re wê valahiya siyasî ku tê xwestin were afirandin, dagirin. Wê hewl bidin bi bikaranîna Talabanî û Barzanî re jî PKKê li koşê tengav bikin û tasfiye bikin. Wê li Tirkiyê jî hewl bidin DTPê tengav bikin, wê bêbandor bikin û tune bikin û wê hewl bidin min jî li vir biqedînin û di şûna min de, wî bêşeref û ketiyê bira derxînin plana pêş. Min beriya niha jî ev yeke got, xwuşkên min têne vir û diçin, wana ji min re di derbarê pispayeyê Osman de nûçeyan tînin. Vaye dibêjin “wê ji xwe re pîrekek nû bîne”. Vaye hun dibînin, derdê wan tenê ew e ku ji xwe re jina bigirin. Ti tişt nîne ku di berdêla vê yekê de nekin. Vaye wisa xwe difiroşin. Berê jî hewl dan van ketiyê Osman, ketiyê Botan bikarbînin, hewl dan tûrê tije pere bidin wan û wana bi vî rengî bînin cihê min. Vaye hun dizanin van ketî û bêşerefên Osman û Botanan ji xwe re digotin em demokratên liberal in. Tê bîra we, wê demê xwe wisa pênase dikirin. Rewşa Selîm Çurukkaya jî dişibiya vana. Ti tiştekî ku van şexsiyetên basît jê fêmbikin jî nîne. Wê vana bixapînin, bikarbînin û dû re jî biavêjin. Ma vê nabînin? Vaye hewl didin bi bikaranîna vî ketiyî ku jê re dibêjin bira û bi bikaranîna paşnavê me, hinde tiştan bikin. Vaye li hemberî me, yên weke Hak-Par, Elçiyan bikartînin, di nava hewla vê de ne. Vaye pêwîst e PKK û DTP vê pêvajoya tasfiyê baş fêmbikin, têderînin (têkevin ferqa vê) û têbigihijin. Pêvajoya tasfiyê destpêkiriye. Pêwîst e têkevin ferqa vê de. Têne tasfiyekirin, lê yek ji wana jî ne di ferqa vê de ye. Pêwîst e vê bibînin. Ji ber vê jî min gotibû eger çareseriya xwe pêşnexin, ezê wana weke artêşa basîtan îlan bikim. Di rastiyê de tişta ku van ketiyan, Osman wanan hinekî dixwazin bikin ew e ku bira û bavan bikujin; piştî ku wana bikujin jî, bi jin û pîrekên wan re bizewicin. Qaşo bi awayê rizgarkirina namûsê ye. Wisa ye. Qaşo xwedî li vê namûsê derdikevin! Di rastiyê de ev weke di huqûqa malbatên îlkel feodal de heyî; kuştina bira, bav û mezinên xwe ye û, piştî hiştina wana li derveyî dewrê, xwedî derketina li mal, mulk, pere, namûs û tevahî keda wan e û wana nehesibandin e! Tiştê ku van bêşeref, bênamûs û gewadan dixwazin bikin ev e. Hewl dan min li vir li derveyî dewrê bihêlin, weke ya di huqûqa feodal de heyî hewl dan, piştî kuştina min, xwedî li tevahî nirxên ku me afirandine derbikevin û hîn jî hewl didin! Ev çandeke tecawizê ye. Tiştên ku berî niha anîne sere Leyla têne zanîn. Wê demê tiştên ketî hatin kirin. Wê demê Leyla Zana parlementer bû.

Niha ez di hundir de me. Ez ne azad im. Rewşeke ku ez tikesî biparêzim nîne. Lê dîsa jî ev talûke ji bo parlementerên jin ên DTPê yên niha jî derbazdar (geçerlî) e. Pêwîst e xwe biparêzin. DTP, neçar e tiştên ku hewl didin bînin sere wî baş bibîne. Ez li vir berhevdareke nêzîkatiya ku dewleta Îsraîl û dewleta Tirkiyê ji leşkerên xwe re dike bikim. Hun dizanin, leşkerekê Îsraîl hatibû dîl girtin. Îsraîl ji bo leşkerekî xwe hezar girtiyê Fîlîstîn ên di destê xwe de serbest berda. Di navbera van de Bargutî jî hebû. Lê nêzîkatiya Tirkiyê ya ji bo heşt leşkerên xwe yên li Çarçêla hatibûn dîl gitin li holê ye. DTP hewl da wan heşt leşkerên li Çarçêla hatibûn dîl girtin bigre û bîne Tirkiyê, di vê mijarê de hewl da pêngavan biavêje. Hun dizanin sê parlementer çûbûn, di navbera wan de Aysel jî hebû. Lê ev DTPe, bi biryara ku bi tena sere xwe girtiye re neçû wê derê. Di vê hêlê de daxwaza Serok-komar Abdulah Gul jî çêbûbû ji bo DTPê. DTPe jî, beyî şert û merc, beyî ku ti tiştekî bixwaze çû û wan leşkeran anî. Tevî ku ev yeke kirin Tirkiye di derbarê wan de doz vekir.

Vaye hun dibînin dema Îsraîl ji bo yek leşkerekî xwe hezar kesî serbest berdide. Weke hun dizanin Bargutî jî di nava van de bû, Bargutî lîderê rêxistinê bû; lîderekê siyasî ye û şexsiyetekê girîng e. Dema Îsraîl ji bo leşkerekî xwe hezar girtiyan, şexsiyetekî ew qas girîng jî tê de, serbest berdide, Tirkiye di derbarê DTPyiyên ku çûn heşt leşkerên wî anîn, doze vedike! Vaye, pêwîst e DTP di ferqa van listokan de be. Wana bi rengekî bêrûbirû di vê lîstokê de hatin bikaranîn, wana ne di ferqa ti tiştî de ne. Niha wana bi zorê vedixwînin îfadê. Wê îro wana bi zorê bibin îfadeyê, wê sibê zextên hîn cûrbecûrtir werin kirin. Pêwîst e vana werin fêmkirin. Dîsa ez dikarim vana bêjim. Mercên min li holê ne. Ez li vir terkî mirinê hatime kirin. Pêwîst e PKK, DTP û gelê me vê rastiyê baş bibînin û vîna xwe deynin holê. Ev pêvajo pêvajoya tasfiyê ye. Pêwîst e herkes li gorî vê bicîhbibe. Ev pêvajoya tasfiyê bi awayekî fiîlî hatiye destpêkirin. Vê yekê fêmnakin, vê nabînin. AKP, astengiyeke girîng e li pêşiya çareseriya pirsgirêkê. Di rastî de weke hêza çareseriyê xwe nîşan dide, lê armanc tasfiyekirin e.

 

Cengîz Çandar di gotara (demeç) dayî de diyar dike ku AKP hewl dide PKKê tasfiye bike û pir xwezayî ye ku PKKli hemberî nêzîkatiya tasfiyekar li ber xwe bide, lê belê ev tablo çareseriya pirsgirêkê dixitimîne, mercên dîrokî ferz dikin ku rêkên çekdarî ji holê bêne rakirin. Nabe, tiştekê wisa nîne. Tê çi wateyê, hiştina çekan li derveyî dewrê, hewldana derxistina ji dewrê rêka çekdarî, gerîna li rêkên safîbûna ji çekan? Têne ser te, ji te re dibêje ezê te tasfiye bikim, helbet tuyêli hemberî wî li ber xwe bidî. Wisa nabe. Pirsgirêk pirsgirêka hebûnê, azadî û parastina cewherîn e. Em di derbarê parastina hebûn û azadiya xwe de hewl didin û emê bidin jî.

Ez bi vê wesîlê dîsa dibêjim, temam, dikarin biaxivin, dikarim vana bêjin. Dikarin hevdîtinên bi rewşenbîran re berdewam bikin. Dikare ev pêvajo û tiştên ku em dibêjin, werin nîqaşkirin. Binêrin vaye wisa dibêjin, lê Serokê FBI hate Tirkiyê. Hun dizanin, çi axivîn? Eger hun bala xwe bidnê, piştî çûyîna wî, Serokê Îsraîlê hat. Niha jî wê di meha Kanûnê de Erdogan biçe bi DYê re bi Obama re hevdîtinê çêbike. Hatin û çûyîna vana bi hev ve girêdayî ye. Ev di wesfa ji dewrê re xistina planekê de ye. Dîsa hun dizanin, di meha Kanûnê de wê mekanîzmaya sêa-lî (ûçlü) kom bibe. Wê Atalay biçe tevlî bibe.

Min beriya niha ji bo Mexmûrê qala sê xetên sor kiribû. Min got sê xetên sor ên Mexmûr hene. Nikare dev ji vana were berdan. Tenê dikarin bi pejirîna van sê xetên sor werin. Lê Mexmûr wê xwe bi xwe biryara xwe bide. Rêza min ji vê re heye. Di me de cihê Mexmûr taybet e. Paşeroja wan heye, nikarin paşeroja xwe jibîr bikin. Pêwîst e çareseriya mexmûr bi xwe hebe. Pêwîst e çareseriya Qendîl jî hebe. Pêwîst e çareseriya xwe têxin dewrê. Neçar in vê yekê bikin. Eger ev nebe, ezê hemûyan pir tund rexne bikin. Heta min di sala 2006ê de di derbarê wan de nirxandin û sıfatên pir giran kiribû. Dibe wana bi xwe ji vê êşê bin û xeyidî bin. Lê ez dîsa dibêjim. Eger çareseriya xwe daneynin holê, çareseriya xwe pêşnexînin, ezê vê care, tevahî sifatên ku min arasteyî pispayeyê Osman kir, ji wan re jî bêjim. Hîn jî ji min çareseriya pratik hêvî dikin. Li nava devê min dinêrin. Nikarin çareseriya xwe hilberînin. Ez li vir îlahî nabêjim şer jî bikin, ez dibêjim bila çareseriya we hebe. Ev jî ne di vê wateyê de ye; bila çareseriya we şer be. Dikarin şer bikin, dikarin werin radest bibin, lê belê pêwîst e çareseriyeke wan bi xwe hebe. Her çi biryar bigrin, bila ya wan be. Ez nikarim di şûna wan de biryar bigrim. Bila vê jî ji min hêvî nekin. Ez dîsa israr dikim, dewlet di derbarê min de biryara xwe daye, nediyar e ka ezê çiqas bijîm. Vaye ez dibêjim, we hin nêrî dema ez birazim, qet şiyar nebim û di xew de bimirim. Pêwîst e tevahiya vana werin zanîn. Ez dibêjim ku ez li vir bê hewa hatime hiştin. Ezê bi qasî mirovekî bê hewa dijî bijîm. Ez dîsa dibêjim, ev kuştinek e. Vaye ji ber wê ez dibêjim ku eger hun çareseriyên xwe pêşnexin, ezê tevahî sifatên ku min ji bo pispayeyê Osman bikaraniye, ji we re jî bikarbînin.

Tişta li vir mijara gotinê ye jiyana bi hezaran ciwanan e. Pêwîst e van ciwanan ew qas hêsan neçin mirinê, ew qas hêsan neyên şandin mirinê. Pêwîst e wate û nirxa van mirinan baş were zanîn. Ez ji ber vê ew qas hêrs dibim û giran diaxivim. Pêwîst e wateyek baş ji van re were dayîn û xwedî li van were derketin. Ez dîsa dibêjim, eger hunê şer bikin, weke mirovan şer bikin. Ez li vir bîranîneke xwe ji we re vebêjim. Di destpêka sala 2000an de, dema me li vir ev paşde vekişînê nîqaş dikir rayedarekî leşkerî ku bi min re hevdîtin çêkir, ji min re got “Apo tu dizanî, ev ji bo te şansê dawiyê ye. Eger hun şer bikin çêtir e, eger hunê şer bikin jî baş şer bikin, tenê destê we dikare bi vî rengî xurt bibe”. Artêşa me artêşeke wisa ye ku tenê dema tu li hember şer bikî, wê bê rê; bi şerkirinê dikare hinde tiştan bipejirîne, kevneşopiyeke wisa ya vê artêşê heye. Tu rewşa xwe bi vekişandina hêzên çekdarî bo derveyî sînoran ve tengav dikî, tu xwe davêjî talûkê”. Min wê demê vekişîna derveyî sînoran a hêzân dihizirî. Hun dizanin, wê demê ji bo min pêncsed hezar çalakvanên întîxarî amade bûn. Wê demê ji bo ez piçekî pêşî li wan çalakbaziyên întîxarî, li mirinên ciwanan û li pevçûnên mezin û bixwîn bigirim, min paşvekişîna derveyî sînoran dihizirî. Lê wî wezîfedarî di derbarê talûkeyên li benda min, ez hişyar kirim. Gotibû “ev şansê te yê dawiyê ye, tu rewşa xwe bi vekişandina hêzên çekdarî bo derveyî sînoran ve tengav dikî, tu xwe diavêjî talûkê, tu keysa di destê xwe de lewaz dikî. Ew wezîfedar li gorî xwe durust bû. Ez wisa dinirxînim. Bi eşkereyî, derbarê talûkeyên li benda min, ez hişyar dikirim.

Bila şaş neyê fêmkirin, dema ez li vir tund diaxivim, ez heqaret li ti yek şexsiyet û şexsê wana nakim. Ez dizanim, hemû xwedî niyetên baş in. Ahmet Tirk jî niyeta wî baş e. Peyama ku ez dixwazim li vir bidim ew e ku têderînin (ferq bikin) wan talûkeyên ku li benda wan in. Ji ber wê ez ti yek şexsiyetên wan nakim hedef, ez tişta ku didin jiyîn, zîhniyeta ku di xwe de didin jiyîn bi awayekî tnd rexne dikim, ez nirxandinên giran dikim. Ez vê zîhniyetî binav dikim. Ez dibêjim zîhniyeta basît rûmet û şeref nade qezenckirin. Pêwîst e helwesteke ku di zîhniyet de rûmet û şerefê bide qezenckirin were pêşkêşkirin. Pêwîst e mirov ji van bêpar nebe. Ez dîsa dibêjim, pêwîst e ev baş were zanîn. Niyeta min nîne ku ez heqaretê li şexsiyet û kesayeta ti kesî bikim, ez heqaret jî nakim. Lê belê hêrseke min a pir mezin li hemberî vê zîhniyeta ku didin jiyîn heye. Pêwîst e herkes vê xalê baş bizanibe. Bila van rexneyên ku ez dikim weke sedemeke rewşa ku ez tê de me, weke teyisandina vê rewşê êrîşkirina li çep û rastê jî neyê fêmkirin, bila bi rewşa min a psîkolojîk ku ez tê de me re jî neyê girêdan. Ez vana ji bo asta tasfiyê û talûkê bibînin dibêjim. Mesela Ahmet Tirk kesekî baş e, kesekî bi şexsiyet e. Lê DTP wan lîstokên ku li ser wê tê lîstin nabîne. Mînaka herî basît a nedîtina we jî, bûyerên li Îzmîrê ne. Dibêjin Ocalan! vê dikin hincet. Ma ev Erdogana kor e? Yan kor e, yan jî bizanebûn vana dike. Çi eleqeya xwe bi min re heye? Hewl didin DTPê di koşekê de tengav bikin û wana bikişînin hîzayê! DTP jî bi domandina hebûna xwe ya bêperwerde û bêrêxistingerî talûke dirêşînin, vexwandinan derdixe ji van talûkeyan re. Tişta li vir tê armanckirin weke siyasî li koşê tengavkirin û qedandina DTPê ye. Vaye hun dibînin, di vê mijarê de Cemîl Çîçek daxuyaniyan dide. Eger Cemîl Çîçek were xwendin û şopandin, wê baştir pêvajo û pêşeroj were dîtin.

Gotina ‘DTP di bûyerên Îzmîrê de sor /tahrîk kir’ nayê pejirandin. Ma tiştekî wisa dibe, na ne wisa ye. Tê gotin eger li Xabûr vana bike, wê li Îzmîrê bi êrîşên wisa re rûberû bê. Tiştên wisa bikartînin. Armanca wan a bingehîn tasfiyekirina DTPê ye. Hewl didin bi van tiştan DTPê tehdît bikin û wana bikişînin aliyê xwe. Eger gotin di cîh de be, hewl didin wê bikin ker (eşek). Xala ku AKP dixwaze DTPê bînê, ev dere. Helbet AKP bi tena sere xwe van polîtîkayan naxe jiyanê, lê hêzên li pişt wî vê yekê dikin. Li pişt wî DYE û Îngîltere hene. Ev wisa ye. Tişta ku AKP dixwaze bi van hêzên li pişt xwe re bike ew e ku Tirkiyê bi van polîtîkayên liberal re bikişînin nava nediyariyê û neçareseriyê ye, hewldanên bi Abdulkadîr Aksu û Huseyîn Çelîk ên di navbera xwe de jî ew e Kurdan bi xwe ve bidin girêdan. Min beriya niha jî diyar kiribû. Hewl didin bi bikaranîna pereyên pir mezin, bi damezirandina holdîngan ve Kurdan bi xwe ve bidin girêdan. Dema AKP hewl dide bi van polîtîkayan re Kurdên navxweyî bêbandor bike, bi dayîna tawîzan ji DYE û Îsraîl re jî, hewl dide temenê xwe dirêj bike. Tirkiye wan nokokiyên bi taybetî di navbera Îsraîl, paşê jî Emerîka, û Îran de dît û di berdêla rola herêmî ya jê re hatiye dayîn jî ew e ku bi Emerîka û Îsraîlê re di nava îtîfaqê de be. DYE-Îsraîl-Tirkiye li dijî Îran di nava îtîfaqê de ne. Dibe ku PKK, ji ber dijberiya ku di navbera DYE-Îsraîl-Tirkiyê û Îranê de derketiye hole, têkeve nava têkiliyan, îtîfaqan demezirîne, mercên vê hene. Dibe di rastereya pêşketinan de bi Îranê re têkilî û îtîfaq werin pêkanîn, dibe tişteke wisa bibe mijara gotinê, rewş ji vê re musayîd e. Helbet wê vê yekê ew bi xwe binirxînin.

Nirxandin hene ku ji bo polîtîkaya Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr ango Pakîstan û Efganîstanê Emerîka hewceyê Tirkiyê ye û li gorî pêdiviyên herêmî, berjewendiyên Tirkiyê bi van polîtîkayên Emerîka re dibin yek û herd dewlet jî polîtîkayên xwe yên di vê herêmê de kirine hevpar. Vana rast in. Belê, hevpar in. Armancên wan heman in. Li pişt tevahiya van polîtîkayan Îngîltere, DYE hene. Van hêzan hewl didin tiştên ku di 1. Şerê Cîhanê de bidest nexistine, bi radestkirina min a ji Tirkiyê re bidest bixin. DYE vana bidest xist. Armancên xwe yên sala 1929an pêkanîn. Ya rastîn yê tevahiya van pirsgirêk û neçareseriyan pêşxistiye AKP ye. Vaye AKP dibêje “ez muxatab nagirim û naxivim”. Di rastiyê de yên neçareseriya vê pirsgirêkê ferz dikin siyasî ne, yên weke Erdogan, Baykal û Bahçelî ne. Dîsa, dema ez li vir bûm, di salên 2000an de hinek bi nave MÎT, MGK, Serfermandar, karê hundirîn, karê derve, Emniyet û hukimet hatin bi min re hevdîtin pêşxistin. Di navbera yên hatin hevdîtinê de yên binûnertiya MHPê hatibûn hebûn. Ji ber hun dizanin di wê demê de hukimeta koalîsyon ANAP, MHP, SDP hebû. MHP hevparê hukimetê bû. Ew dem beriya derbeya Emerîka ya ji Iraqê bû. Arîfeya îqtîdara AKPê, beriya 2002an bû. Dema Ecewît bû. Min wê demê baweriya xwe bi nasnameya aştiyane ya Ecewît anîbû. Min bawer kiribû ku emê tiştekê bi Ecewît re çareser bikin. Lê tevî gavên ku me avêtine jî hêviyên me pêknehatin. Me nekarî em bersiveke erênî bigrin. Beriya wê jî hewldan û hevdîtinên me yên heman çêbûbûn, lê hatin astengkirin. Vaye Tansu Çîler, Dogan Gureş wana di dema xwe de çareserî asteng kirin, ji bo asteng bikin pir hewl dan û biser jî xistin. Dema Kıvrıkoglu jî tê zanîn, min wê demê qala yên çareseriyê asteng dikin kir. Heta hun dizanin hewla reşkujiyekê jî hebû. Dîsa tiştên di dema Ozkok de hatine jiyîn têne zanîn. Min beriya niha nirxandibû ku bi tena sere xwe siwarî balafirê û jêr-deryayê dibe. Dîsa tê zanîn, dema ez anîm vê derê Bahçelî hevparê hukimetê bû. Beşên wê demê bi min re hevdîtin çêkirin, digotin em bi nave hukimetê hevdîtinê çêdikin. Haya Bahçelî ji tevahiya vana hebû. Niha jî dibêje xeberê xwe ji tevahiya vana nîne. Bahçelî wê demê jî li pêşiya pêvajoyê astengeke mezin bû, niha jî yek ji astengiya herî mezin e li pêşiya pêvoyê. Wê demê li pêşiya gav avêtina Ecewît jî astenga herî mezin bû. Hertim hewl dida pêvajoyê bixitimîne. Heta ev yeke biser jî xist. Bi gavên avêtî ve hukimet bê sazbar (îşlev) hişt, ji hukimetê jî xwe nekişand û hukimetê ber bi hilbijartinên pêşwext ve bir û pêşengiya hilweşandina wê vekir. Dibe ku gav avêtinên Ecewît ên erenî yên demê, bi vî rengî hatibin astengkirin. Piştî wê AKP hat. Hertişt qulopilo (bi yek alî vajî) kir. Hewl da bi yek alî pêvajoyê pêşde bibe û pirsgirêkê çareser bike, lê di rastî de ne çareserî, lê neçareseriyê kûr kir. Ji 2000an û pê ve polîtîkayên AKPê berpirsyar in ku pirsgirêk ew qas mezin bûbin û hatibin vê rewşê. Niha jî AKP hewl dide bide nîşandan weke ku hinde tiştan baş dike û wan pêşkêşî civakê bike. Lê di rastî de AKP gavek ber bi pêş ve û du gav jî ber bi paş ve diavêje. Xwaromaro dice (zîk-zag xîz dike). Bahçelî îro jî weke berê li pêşiya gelek tiştan weke asteng disekine. Di rastî de îro AKPê jî bi cûreyekê Bahçelî birêve dibe. Pêwîst e mirov vê rewşa Bahçelî baş bibîne. Di rastî de AKP jî, CHP û MHP jî wê wezîfeya ku ji wan re hatiye dayîn, tînin cîh. Hewl tê dayîn ku bi rêya CHPê Elewî di dest de werin girtin, bi rêya MHPê rihê neteweperestiyê di dest de were girtin û bi rêya AKPê jî Kurd di dest de werin girtin. Hun rewşa CHPê dibînin. Vaye min berê ew qas tişt di derbarê CHPê de anî ziman, niha daxuyaniyên Onur Oymen jî vana derxistin holê. Ez bawerim niha tiştên ku ez dibêjim baştir têne fêmkirin. Ez bawer im tiştên ku ez di derbarê Mustefa Kemal de jî dibêjim baştir têne fêmkirin. Di rastî de dibêjin Mustefa Kemal herkes kuştiye, lê ne wisa ye. Pêwîst e vana baş werin lêkolînkirin û baş werin zanebûnê derxistin. Di rastî de Onur Oymen zilamê herî durust û binamûs ê CHPê ye; bi awayekî vekirî polîtîkaya rast û xeta rast a CHPê aniye ziman. Dîsa Onur Oymen ji Kemal Kılıçdaroglu, ji Elewiyên din ên CHPyî durusttir e, yê CHPyî Onur Oymen e. Yên ne durust û ne binamûs yên weke Kılıçdaroglu ne. Vana hîn bênamûstir in. Yên xiyanet li dîroka xwe kirine, ew bi xwe ne. Vaye hun Faşîzma Hîtler li Elmanya dizanin. Yahudîyan çawa qetil kirin? Dawiya Yahudiyan jî wisa ye. Tê zanîn faşîzma Hîtler pêşî komînîstan û sosyalîstan, paşê jî rahîbên dêrê (kîlîse( ji holê rakir. Dîroka Dêrsimiyan jî dişibe vê. Vana vê zîhniyetê, vê zîhniyeta komkujiyê diparêzin. Tevahiya vana neteweperestên har in, faşîst in bêtirî (dirinde, ‘azılı’ ne. Pêwîst e Dêrsim, tevahiya van lîstokên li ser wan têne lîstin, baş bibîne. Min beriya niha jî rave kiribû, pêwîst e di ferqa talûkeyên ku li benda wana ne de bin. Pêwîst e dîroka xwe baş fêmbikin. Ez vê ji bo Dêrsimê dibêjin, ez dîsa heman tişti ji bo tevahî Kurdan jî dibêjim. Pêwîst e hun dîroka xwe baş bizanin. Ez bi heman şêweyê ji bo Muş, Wan û Rihayê jî heman talûkeyan îşaret dikim. Hewl didin bi polîtîkayên qetilker ên MHP û CHPê, mirinê nîşanî Kurdan bidin û bi polîtîkayên tasfiyekar ên AKPê re jî, tayê (sıtma) bi Kurdan bidin pejirandin. Konsepteke wisa heye.

Ez silav û rêzên xwe ji tevahî hevalên girtî yên li Îranê re pêşkêş dikim. Gelo, parlamenterên Kurd ên li Îranê ketine dewrê ji bo rawestandina du biryarên dawî yên dardekirinê,? Ez silavên xwe ji hevalên li Surî gireva birçîbûnê dikin re jî radigihînim. Bila tendûristiya xwe dîqet bikin, bila li xwe miqate bin. Du hezar hêzên wan li Surî hene. Li Îranê 1500-2000 kesî hêzên wan hene. Dîsa li Tirkiyê nêzî 2.000-2500 hêzên wan hene. Dikarin van hêzên xwe pêşbixin. Dikarin têkilî, girêdan û rêxistingeriyên xwe bi hev re pêşbixin. Dikarin li hemberî talûkeyan hîn zêdetir xwe amade bikin. Van tiştên ku min diyar kirine di derbarê KCKê de ye. Ez ji bo Îranê jî dibêjim. Heya îmzeya min nebe, çareserî bi Îranê re çênabe, ez vê napejirînim. Ez dîsa dibêjim. Pêwîst e ji bo çareseriya bi Surî re îmzeya min hebe, nexwe ez napejirînim. Dîsa ez ji bo Îraqê dibêjim, heya îmzeya min nebe çareserî çênabe, ez vê napejirînim. Ji bo çareseriya tevahiya van deran pêwîst e îmzaya min hebe. Eger beyî îmzeya min lihevhatinê çêbikin, çareseriyê pêşbixin ez xwe tevlî/têkilî vê yekê nakim, ez berpirsyariya vê nagirim ser xwe. Pêwîst e ev yeke jî wisa bê zanîn.

Barzanî qala artêşa hatiye pêşxistin dike. Min beriya niha qala xeta parastina hevpar a Kurdan kiribû. Min gotibû pêwîst e Konferanseke Netewî ya Kurdan were birêkûpêkkirin. Dikarin di vê bingehê de werin gel hev, van xalan nîqaş bikin. Ji bilî vê jî, min qala xeta hevpar a parastinê kiribû. Tevahî Kurd û rêxistinên Kurd dikarin di vê xeta parastinê de cîh bigrin. Lê belê wê ferq û azadiya tevahiyan di nava vê artêşê de, di nava vê xetê de berdewam bike. Wê hebûnên xwe di nava vê xetê de berdewam bikin. Dikare bi nave min name ji Talabanî û Barzanî re werin nivîsandin. Dikare parelelî nameyên ku me berê şandine, hinde tişt werin diyarkirin. Van tiştên ku min gotine jî dikarin bi awayekî guncav werin formulekirin û di van nameyan de werin bikaranîn. Ezê dest bi nivîsandina cîlda dawî ya paraznameyê bikim. Ez dihizirim ku van xalan di cîlda dawî ya parêznameya xwe de jî bikarbînim ango binivîsînim. Lê min hîn dest bi nivîsandinê nekir. Ezê paşê diyar bikim.

Hun qala çi dikin, ma min heya niha qala çi kir. Tasfiye heye, tasfiye! Ezê rojnivîsa (günlük) çi bigrim! Wê CPTî were vê derê, wê bibîne, neçare were, ma ezê hîn rojnivîsa çi bigrim!

Vana qala çareseriya çi dikin? Têne tasfiyekirin, tasfiyekirin! Qet haya wan jî jê nîne. Dibêjin çareserî, lê qala çareseriya çi dikin? Ez li vir qîriyam, ez diqîjim û dibêjim; tasfiye tê, tasfiye tê pêşxistin, vana ne di ferqa ti yek ji vana de ne. Tiştekî wisa nabe. Bila mejiyê xwe komî serê xwe bikin, bila di ferqa lîstokên ku têne lîstin de bin.

Omer Muslum ji ku derê bû? Li ku derê şehîd ketiye? Kînga ev pevçûn çêbû?

Nameyên ji girtîgehan hene. Ayfer Akkaya ji girtîgeha Karataş-Adana name şandiye. Min berê jî nameya wan a bi komeke hevalan re nivîsandine, girtibû. Ez silav û rêzên xwe yên taybet radigihînim. Dîsa Hasan Çıg ji Mûş Malazgirtê ye, min nameya wî girt. Ez silavên xwe yên taybet radigihînim. Dîsa Gulîzar Akın ji girtîgeha Mêrdînê name şandibû, hun dizanin nexweşiya wê giran e. Ez silavên xwe yên taybet jê re dişînim, bila li xwe miqate be, li tendûristiya xwe binêre, ez şîfayên lezgîn jê re dixwazim. Dîsa min nameyek hevalek ji Surî ji girtîgeha Kocaelî girt, nave wî Hisyn e. Ez ji wî re silavên xwe dişînim. Tiştên hêja nivîsandine, bila bidomînin. Dîsa min nameya Hasbî Aydemîr, ji girtîgeha Kırıkkale, girt. Çi ji pirtûk kirê, herhal we anî?

Di bijartina pirtûkan de piçekî hevseng (dengelî) bin. Dîsa hun dikarin pirtûka bi navê ‘Dema Nîetzsche Digirî’ bînin. Ez silavên xwe ji koma aştiyê re radigihînim. Ez silavên xwe ji gelê me yê Muşê, Urfa û Wanê re, dîsa ji hevalên girtîgehan re radigihînim.

Ji herkesî re silav

Roj baş

25ê Mijdarê 2009