Naveroka hevdîtina Rêber APO bi parêzvanên xwe re
Li gelek deveran civîn û çalakî berdewam dikin, ne wisa ye? Ma çapemeniya Tirk vê weke vekêşandina (germek) min a pêvajoyê biwesf dikin? Niha jî wisa dibêjin, ne wisa ye? Min guhdarî Evdela Gul kir. Derbas bikin, min guhdarî kir. Wekî din di çapemeniyê de çi tê nîqaşkirin? Ez bawerim Rojnameya Yenî Şafak nivîsandiye ku ew daxwazên ku min di Nexşeya Rê ya amadekirî de daye pêş, ne daxwazên wisa ne ku werin qebûl kirin û pêvajoyê dixitimînin. Ango dixwazin tam çi bêjin?
Di rastiyê de min ev Nexşeya Rê ji bo derbaskirina xitimandinê amade kiribû. Eger hukimet wisa têdigihije, wê demê bi temamî ketiye nava nederketinekê/bêçare/tevlîhevî….! Min berê jî di Yenî Şafak de yek-du meqale xwendibû. Eger wisa dibêjin, wê demê, hukimet ketiye nava nederketinekê. Beriya ez wê nexşeya rê bidim, wisa nediaxivîn. Tiştên ku hukimet dibêje hev nagirin. Tiştekî ecêb heye di navbera dewlet û siyasiyan de, cihana wan cûda ye. Mirov dixe nava ecêbiyê. Ez bi guman pêşwazî dikim.
Min got; eger meclîs li hev necive, di derbarê Kurdan de biryarekê negire, parlamento xwe nexe navê, wê ev pirsgirêk neyê çareserkirin. Eger parlamento nekeve nav, wê çi bikin, wê çawa çareser bikin? Min vê yekê got, ez vê dîsa dibêjim û ez li pişt vê me.
Ez nizanim, dibe yên bi Ergenekonê re girêdayî jî di nava wan de hebûna, dibe zilamên wan di nava ekîba ku hatine hevdîtin çêkirine de hebin. Dibe wê demê ji Serfermandarî, yên bi navê hukimetê ku dibêjin ew yekser bi Ecewît ve girêdayî bûn, wê demê Bexçelî jî hevkarê îqtîdarê bû, yên bi navê wî jî hatibin hebin. Min wê demê jî got ez alîgirê çareserî û biratiyê me. Lê min wê demê jî got; gelo hunê bikaribin hêzê ji vê re bînin, wê hêza we têra vê yekê bike? Ezê tişta ku ji destê min tê bikim, ezê bikim jî, lê hêza we çi qas e? Tevî vê jî, me hinde gav avêtin, vaye ew pêvajo tê zanîn.
Komên aştiyê ji bo samîmiyeta me ya di aliyê çareserî û yekitiyê de nîşan bidin, hatin. Me nîşan da ku em dikarin vê bikin û em di vê mijarê de samîmî û cidî ne. Niha Atalay qala komên aştiyê yên nû dike. Nexêr, êdî piştî vê saetê, pêdivî bi vê nîne. Berê jî ji bo samimiyet û vîna gelê Kurd nîşan bidin, komên aştiyê hatibûn. Ez dihizirim ku ev baş û têr tê dîtin. Em di mijara çareseriyê de, ji bo pêşeroja Tirkiyê ji biratî û yekitiyê re hene, lê ev yeke jî tenê bi qebûlkirina hebûn û bi parastina rûmeta Kurdan re dikare gengaz bibe. Ez li pişt van gotinên xwe me. Min vana him ji PKKê re, him ji DTPê û him jî ji tevahiya Kurdan re got. Min Nexşeya Rê ji ber van sedeman amade kir û min got pêwîst e Nexşeya min a Rê ji aliyê herkesî ve were zanîn, herkes xwe li gorî vê yekê amade bike. Siyaset xitimî bû, min vana ji bo derbaskirina xitimandinê got. Wê Kurd piştî vê qonaxê, hebûn û rûmeta xwe radestî tu kesî nekin. Eger ez bêjim jî wê radest nekin. Wê piştî vê, ji bo rûmet û hebûna xwe şer bikin. Min li wir, di nexçeya xwe ya rê de got; ev tişta ku hun dikin nîjadkujî ye; nîjadkujiya çandî ye, nîjadkujiya siyasî ye, nîjadkujiya civakî ye û nîjadkujiya aborî ye. Ma niha hunê çawa, beyî ku hun hebûna Kurd nasbikin û ji azadiya Kurd re rêzdarî nîşan bidin, bi Kurdan re aştiyê çêbikin, ango li hev werin?
Hukimet dibêje; qîma xwe bi tiştên ku ez dikim, bînin, ezê vê pirsgirêkê bi awayekî yek-alî, beyî ku vîna we hebe, çareser bikim. Di rastî de ev ne polîtîkaya hukimetê ye jî, lê, ya Îngilîzan e. Hêza hukimetê nîne ku bi rengekî yek-alî çareser bike. Vaye hun rewşa min a li vê derê dibînin. CPT, Ewrûpa, ji lewra Îngilîstan û DYE xwestin ku ev girtîgeh çêbe; Tirkiye tenê pêk tîne. Surî jî destekê didê. Ew qas baweriya xwe bi Surî, Îran, Îraq û rêveberiya Bakûr neynin. Berjewendî û polîtîkayên DYE û Ingilistan hene. Ji lewra rewşa hukimetê ya niha dişibe rewşa Sadam. Eger bê bîra we, DYE, Îngilîzan û tevahî Ewrûpa di dema şerê Îranê de destek û çek dan Sadam. Gotin; tu xurt î, tuyê karîbî bikî, em li pey te ne. Ji xwe eger Îngilîzan nepejirandiba, wê êrîşa Îraqê ya ser Îranê gengaz nebûya. Encamên wê li holê ne. Vaye Şerê Korfezê. Bi awayekî Sedam pejirandin, jêre gotin; tu dikarî bikî. Gotin tu dikarî Quweytê bigrî û pêşiya wî vekirin. Heta tê gotin ku qasidê Îngilîz, demeke kin beriya ku Sadam têkeve Quweytê, ji re gotiye “eger hun bixwazin hun dikarin bikin, ji vê re hêza we heye”. Vaye rewşa ku Sadam xistine navê, li holê ye; rewşa Îraqê li holê ye. Wê demê ji Sadam re jî digotin “tu xurt î, tu dikarî bikî”. Her cûre çek û destek danê. Niha jî tiştên heman ji Erdogan re dibêjin. Ew jî wisa dihesibîne ku bi rastî jî destekek ew qas xurt li pişt wî ye, dibêje qey pir xurt e. Lê ne wisa ye. Îran, Îraq, Surî, Ingilistan û DYE; ti yek ji vana jî ne samîmî ye. Polîtîkayên DYE û Ingilistan bi xwe hene, wê vana bimeşînin.
Ev misoger encama girêdanên hêzên derve ne. Lê ez tam nizanim ka girêdana çawa ya kê bi kê re heye. Min beriya niha vana nîqaş kir, vana di pareznameyên min de hene. Ezê têgînekê ji bo MHP û neteweperestiya ku dike bikarbînim; pêwîst e pir baş were fêmkirin ku her cûreya neteweperestiyê siyonîzm e. Di rastiyê de tiştên ku niha li Îsraîlê têne kirin, beriya niha, li Tirkiyê hatin kirin. Jibo mînak, Partiyeke Qedîma heye. Partiya Karker e û partiyek ku yên ji Lîkud qût bûne, damezirandine. Di rastiyê de AKP dişibe ya Îsraîlê. Hun dizanin, Ozal jî beriya wana, qala anîna cem hev a her çar meylan dikir; partiyek, ku her çar meylan di nava xwe de hembêz dikir, damezirandibû û piştî vê, li Îsraîlê Qedîma hate damezirandin. Pêwendiyên siyonîzmê bi Anatolya re kevn in. Min beriya niha jî qala wê kiribû. Îtîhat-Terakî di sala 1896an de yekemîn cîvîna xwe çêkir. Piştî vê jî, ango di sala 1897ê de yekemîn kongreya sîyonîst li hev civiya. Îtîhat-Terakî beriya Kongreya Siyonîst hate damezirandin. Polîtîkaya ku Îtîhat-Terakî pêşxist, di rastî de, neteweperestiya siyonîst e. Ez dibêjim, Tirkan neteweperestiya Tirk pêşnexist, ti eleqeya xwe bi Tirkan re nîne. Kirpandina (vurgu) nasnameya raser, nasnameya Tirk a Îtîhat-Terakî ye. Yên ev nasnameya raser pêşxistin, tew ne yên Tirk in; lê Ereb in, Kurd in, Arnawud in û Yahudî ne. Xwestin bi vê re li ser herêmê serwer bibin. Ez ji bo MHPê dibêjim; Partiya siyonîst a Tirk a Anatoliya. Pêwîst e vana werin nivîsandin û baş werin nîqaşkirin. CHP, berdewamiyeke Îtîhat-Terakî ye. Lê belê MHP jî partiyek e ku Îtîhat-Terakî ew damezirandiye.
Tê zanîn, Feyzî Çakmak li Osmanî Serokfermandarê giştî bû. Piştî Şerê Rizgariyê jî zilamê Îngilîzan bû, herwisa Înonî jî. Di sala 1948an de Feyzî Çakmak Partiya Millet damezirand. MHP bîrdoziya vê partiyê dewr girt. Di vê hêlê de CHP jî, MHP jî berdewamiya van polîtîkayan in. Ti eleqeya vana bi Tirkitiyê re, bi demokratiya Tirk, bi welatpariziya Tirk û bi neteweperestiya Tirk re nîne. Hewl didin hukimetê û dewletê bi vê re, li gorî daxwaziya xwe radest bigrin. Tişta ku vana dixwazin ew e ku Tirk û Kurd bibin dijberên hev. Dîsa, vana ji bilî asîmîlasyon û nîjadkujiyê, ti tiştekî din rewa nabînin. Gelo ma qet welatparêz û demokratê rastîn ê Tirk nîne? Helbet heye. Vaye Mistefa Kemal. Ez ji ber vê, Mustefa Kemal ew qas dinirxînim. Wî tevahiya van tiştan dît, hewl da li hember bisekine. Lê ew ji sedî yek bû, yên din jî ji sedî not û neh. Weke ku tê hesibandin, ew ne paşa falan bû. Ew di nava Îtîhat-Terakî de di pileya Serheng/Albay de bû, pir ne bi bandor û xurt jî bû. Dema dest bi Şerê Rizgariyê kirin, ew Serheng/Albay bû. Di rastiyê de wekî wana nedihizirî, lê ji ber hêz di Enver Paşa û wan de bû, nedikarî tiştekî bikira. Dema di şerê Rizgariyê de hêz derbasî wî bû, hewl da ku, bi rêya xwe bi spartina ser Kurd û Tirkan, hinekî serbixwe bisekine, lê bisernexist. Ez nahizirim ku Mistefa Kemal weke ku tê gotin dijminê Kurd, dijminê Îslam, dijminê Komunîst bû. Ew wisa ne dijminê hertiştî bû, lê wana ew wisa da nîşandan. Navbera salên 1920-24 wisa ye.
Mustefa Kemal di nava hizra Komareke weke Şoreşa Fransız a sala 1793ê, weke III. Komara Fransî ya bi şêwaza Robes, Jakobenîst de bû. Di rastî de hinekî dixwest ku helwestek vekirî ji demokrasiyê re nîşan bida, lê piştî sala 1925an, derdora wî dorpêç kirin. Feyzî Çakmak û Înonî zilamên Îngilîzan in. Feyzî Çakmak û Înonî nekarin werin guherandin. Dema Mistefa Kemal zanî wê çi çax bimire, wê demê wêrekî nîşan da ji bo guhartinan çêbike. Helwesta wî ya serbixwe, bi navberkarîya Îtîhat-Terakî, asteng kirin. Piştî wê, tiştên tirsnak pêşketin. Min berê jî nîqaş kiribû. Weke tê hesibandin, ne dijminê komunîst jî bû, ji aliyê herkesî ve tê zanîn ku ew bi Lenîn re di nava têkiliyên pir baş de bû. Îngilîzan li ser hertiştê ku serbixwe disekine, polîtîkaya tasfiyê daye meşandin. Kurd bi serhildanên weke serhildana Şêx Seîd hatine provokekirin û tesfiyekirin. Sosyalîst û Mistefa Suphî dane xenikandin, Mahîr Çayanan tesfiye kirin. Di rastiyê de ji ber vê sedemê demokratên Îslamê, yên îslama rastîn dihizirin,weke M. Akîf Ersoy û Saîd-î Nursî, bi awayekî tefsiye kirin. Mirov, tenê ji ber ku şewqe/kûm nedan serê xwe hatin kuştin. Ji ber ku Ozal hewl da ku piçekî derkeve derveyî vana, beriya wî jî, ez hinekî dibêjim, Menderes hatin tesfiyekirin. Ango wana tesfiye kirin. Helwesta Erbakan heye; bi qismî welatparêzê Tirk ê demokrat e, heta carna jî demara wî ya Îslamî dinepixe, niyeta wî hîn baştir bû, dixwest hinde tiştan çareser bike, lê wî jî tesfiye kirin. Vana mirovên ku dikarin werin fêmkirin. Dema tu bi van re rûnî û pirsgirêkê nîqaş bikî, tu dikarî hinde tiştan çareser bikî. Niha em bêjin, Namiq Kemal Zeybek, min gotareke/meqaleyeke wî xwend. Nêrînên xwe li wir datîne holê. Di rastî de eger tu rûnî, bi Namik Kemal Zeybek re biaxivî, tu dikarî di mijara çareseriyê de pê re li hev bikî. Vaye Mumtazer Turkone heye. Di nivîsên xwe de dibêje “neteweperestiya me ev e”, cewaziya wê datîne holê. Eger tu bi wî re rûnî û biaxivî, tu dikarî di mijara çareseriyê de pê re li hev bikî. Vana dibêji “em neteweperest in”, lê çareseriyek nikare bi CHP û MHPê re were pêşxistin, nayê pêşxistin. Ez MHP dişibînim Lîkud a li Îsraîl ê, CHPê dişibînim Partiya Karker a li Îsraîl ê û AKPê jî dişibînim Qadîmayê. AKP, beriya Qadîma hate damezirandin. Weke min beriya niha jî got, tiştên wisa beriya hertiştî li Tirkiyê pêktînin. Navenda CHP Londra ye, zêdetir polîtîkaya wan pêktîne. Neteweperestiya MHP hemanê nêzîkatiya siyonîzma Îsraîlê ye, neteweperestiya herdûyan jî siyonîst e. Weke kes, ne Bahçelî û ne jî Baykal ew qas negirîng in. Ya girîng ew polîtîkaya ku vana nûneriya wê dikin û rolên ku girtine. MHP û CHP tew ne neteweperestên Tirk in jî, di rastiyê de neteweperestiya wana siyonîzm e, siyonîzma Tirk, êrîşkar û faşîst in. AKPê jî bi vê helwesta xwe ya dawî, nîşan da ku di mijara çareseriyê de ne samîmî ye, di wateya rastîn de ne demokrat e. Ez ji bo hemûyan nabêjim, vaye hun dizanin dibêjin çar meylên cûda, dibe di navbera wan de mirovên pêbawer û demokrat hebin. Di vê navberê de, ez nabêjim ku misoger wisa ye, lê Bulent Arinç weke demokrat û îslamgirê cewherîn xuya dike. Hewl dan wî jî tesfiye bikin. Dema Manîsa û derdorên Menemen winda kirin, neçar man paş de gav biavêjin. Pêwîst e tevahî demokrat, rewşenbîr û welatparêz, yên di nava AKPê jî tê de, di vê demê de qiyametê rakin.
Erdogan ji Baykal re dibêje “emê vê pêvajoyê bi hezmkirinê bibin”. Baykal jî di bersiva xwe ya daye Erdogan de dibêje “hun hewl didin me fêrî vê bikin” û di vê de jî mînaka beqê da. Ez jî dixwazim di mînaka wê beqê de vebêjim ka çawa nêzî Kurdan dibin. Eger tu rabî, beqê bavêjî beroşek, wê beq di wê beroşê de melevanî/avjeniya xwe bidomîne. Dema we hêdî hêdî dest bi gerimkirina avê kir, wê melevaniya xwe bidomîne û wê fêrî vê bibe. Lê dema her ku biçe, we av hîn gerimtir kir, wê êdî nikarîbe hilpeke derve, wê hêza xwe avêtina derve nebîne. Encam wê bibe çi? Ji ber fûrîna kela avê, ew beq diperite. Rewşa Kurdan jî dişibe vê. Hewl didin Kurdan fêrî vê tasfiyê bikin. Helbet wê Kurd vê yekê qebûl nekin, mirov ne beq e. Ez nahizirim ku ev tenê polîtîkaya Tirkan e. Ev lîstoka Îngilîzan, DYE û Ewrûpa ye. Berê li ser gelên din jî heman tesfiye pêkanîn. Vaye Yewnanî hebûn, niha tevahî li Ewrûpa ne. Îngilîzan heman polîtîka li ser Ermeniyan jî pêkanî; Taşnakî di perçeyeke axa biçûk de tengav kir, tevahî Ermenî bi wê derê ve da girêdan. Belê, dewleteke biçûk heye, rast e, lê çanda Ermenî tune kirin. Heman polîtîka li ser Suryaniyan jî pêkanîn. Niha zêdetirî çil milyon Ermenî li derve dijîn. Vaye li DYE muxalefetê dikin. Di rewşeke wisa de ne ku xwe avêtine ber bextê hêzên ku ew xistine vê rewşê. Lê, ma vê yekê dibînin? Na. Eger tu wê hêza ku tu tune dike û te di komkujî/nîjadkujiyê de derbas dike, nas nekî, tuyê nikaribî ti tiştekî bikî. Vaye Wedat Aydin, ma dizane ku hatiye kuştin? Na. Gelek welatparêzên Kurd, ên tevlî cenazeyê Wedat Aydin bûne, hatin kuştin. Ma vana dizanin ku çima hatine kuştin? Na. DTP jî vê yekê baş fêmnake. Heta ma PKK vê tehlîl dike? Eger hun baş fêmnekin ka hun çima tên kuştin, hunê bibin weke wê/î beqa/î ku min mînaka wê/î li jor vegot, hunê weke wê/î beqê/î biperitin.
Kurd, ne weke Ermenî, yan jî Suryaniyan in. Ez nizanim ka kî AKPê îqna kir ku wê van polîtîkayan bimeşin, lê ez hewl didin vebêjim ku ev yeke ne gengaz e. Naxwazin fêmbikin. Sedema ku ez dibêjim Mistefa Kemal jî, ev e. Wî piçekî ev rastî dîtibû. Kurd nikarin bibin weke Ermeniyan û Rûman. Hunê nikaribin wana ji ser van axan derxînin, wê Kurd li ser axên xwe bimînin, edî dev ji rûmet û azadiya xwe bernadin.
Helbet parlamento neçar e di mijara Kurdan de biryar bigre. Eger ti ewlehiya we ya destûreyî (anayasal) nebe, wê destkeftiyên we jî nebin. Niha hukimet dibêje gav bi gav, eger sibê Bahçelî were wê vana bi biryarekê, di nava du rojan de, ji holê rake, wê maf û heqê we nemîne. Li beramberî vê, bi rêya paşçavkirina daxwaziyên Kurdan ên ji bo azadî û rûmetê, nikarin xwe bigihînin ti deran. Kurd jî wê, piştî vê saetê, dev ji daxwazên xwe yên azadî û rûmetê bernedin. Nêzîkatiya wana ya niha ya tasfiyê jî, bi rengekî ku heman a pergala cerdevaniyê ye. Beriya niha ji bo van cerdevanan rodyoneke weke TRT-6 damezirandin. Belê, Radyona Dîcle. Heta rewşa heyî TRT-Dîcle, TRT-6 e. Vaye ji Dîcle ketin rê, weke amadekariya binesaziya îro ye, TRT-6 damezirandin. Hun dikarin vê bi navê min weke manşetekê bidin. Pêwîst e ev yeke bi gel re, di panêl û televîzyonê de bi berfirehî werin nîqaşkirin. Wê Kurd vê nêzîkatiya wan a tasfiyê nepejirînin. Pêwîst e di vê mijarê de cidî bin.
Niha hewl didin Kurdan li Bakûr Îraqê tengav bikin. Lê wê nikaribin vê biserbixin, hêza wan têra vê nake. Wê Kurd bi tiştekî wisa qayîl nebin, wê derkevin serê çiyan, ji xwe niha jî di rewşeke wisa de ne ku derketine serê çiyan. Eger AKP bi rêya tasfiyê, çûyîna ser Kurdan berdewam bike, vaye hun dibînin, wê hertişt tevlîhev bibe. Biserxistina vê, wisa bi xwe spartina ser DYE re ne hêsan e. Ji xwe, rêze-berjewendiyên DYE hene li Rojhilata Navîn. Wê tevahî hêza xwe nede ser destekkirina Tirkiyê. Eger Tirkiyê YNK û PYDê bigire cem xwe û operasyoneke leşkerî bike jî, wê nikaribe vî karî çareser bike. Vaye li Qendîlê, li gelek qadên Tirkiyê bicîh bûne. Eger hun bi vî rengî wan tangav bikin, wê bilezgînî hejmara wan zêde bibe. Min beriya niha jî got, kadroyên PKKê yên emr/temenê xwe kal/pîr, navîn û ciwan hene, nêzî deh hezar mîlîtanên wê hene. Eger wisa berdewam bike, wê hejmara yên derkevin serê çiyan, bibe pêncî hezar. Eger bixwazin, dikarin DYE, PYD û YNKê bigrin gel xwe û bi qasî ku bixwazin, operasyonên leşkerî bikin; lê wan bi xwe jî dît ku operasyon encam nagirin. Min berî niha jî gotibû, vaye qada Bradost. Wê sibê Kurd ji Surî, Başûr, Îran û Bakûr biçin Bradost û wê bi navê PKKê, bi pêncî- sed hezar kesî ve Bradost dagirin. Wê hêza Tirkiyê jî, Îranê jî û hêzên Başûrî jî têrê neke ku mudaxeleya vê derê bikin. Vaye polîtîkayên DYE hene. Osman û Botanan xwe avêtin ser van polîtîkayên DYE. Hîn jî xwe li Başûr, bi awayekî ketî, ji bo hinek qada jiyanê, bi jin, pere û qîzan didin jiyankirin. Nikare qala vîna vana ya azadiyê were kirin. Taybetmendiyeke girîng a çiya heye. Bi qasî mirov azad dike, dikare bike lawir/heywan jî. Vana bi awayekî bûn lawir. Pêwîst e mirov vêya jî bibîne. Niha Wezîrê Karê Hundirîn dibêje; emê li Xabûr û wan deran, gundekî damezirînin, yên ku bên, wê li wir bijîn, wê ji wir biçin malên xwe. Lê wê yek kes jî neyê wir.
Ji bo baweriya xwe ya bi jiyîna aştiyane û bihevreyî; baweriya xwe ya bi çareseriya demokratîk û azadiyê û samîmiyeta xwe ya çareseriyê nîşan bidin, me banî komên aştiyê kir. Ji bilî vê, komên aştiyê filan qediya. Me vê yekê da nîşandan. Wê ji niha û pê ve, ti kes jî weke koma aştiyê neyê, ez bawer nakim ku werin. Ez nahizirim ku ne ji gel û ji jî Mexmûrê, hatinên bi vî rengî çêbibin. Hesasiyeta wana jî heye. Di rastiyê de ew ijara gund jî hizra min bû. Min gotibû; eger hunê gavên pêwîst bavêjin, wê demê dikare ji bo Mexmûriyan li wê derê gundek were avakirin. Wana dilsozî min in. Lê wê yek kes jî neçe wî gundê ku Wezîrê Karê Hundirîn damezirandiye. Ha, ez nizanim ka yên ji Osman wanan, ji yên reviyane werin an na, lê ew jî, wê Kurd wana napejirînin. Gelê me dilsozî min e. Ti Kurdê birûmet, nakeve pey Osman wana û nayê.
Niha Dewlet jî, PKK jî û DTP jî hewl didin tevahî bar bavêjin ser milên min. Ez li vir tew nefes jî nagirim. Tenduristiya min êdî dest nade ku ez vana bikim. Ji xwe ez li vir rast nabînim ku weke fîîlî Rêberiyê bikim û ez vêya exlaqî nabînim. Berê, rayedarên ku di sala 2000an de hatin vê derê, di nava panîkekê de bûn. Digotin; çi dibe bila bibe, em vê lîstokê bidin sekinandin. Min jî got; ji bo çareseriyê çi ji destê min bê, ezê bikim. Berê jî, di wê pêvajoya ku tê zanîn de, komên aştiyê, filan hatin. Me samîmiyeta xwe ya di vê mijarê de nîşan da. Ma ezê di van mercan de hîn zêdetir çi bikim? Min got ji bo ku ez bikaribim hîn zêdetir bikim, pêwîst e pêşiya min were vekirin. Rewşa min a niha; ez weke di binê bîrekê de bim. Ez dikarim tenê ji sedî 25 hewaya paqij bigrim. Li vir xew-mew nîne. Ez nikarim birazim. Ez çavên xwe digirim û vedikim. Ez bi dengekî herî biçûk, bi vekirina derî şiyar dibim. Wê tenduristiya min jî û rewşa min a psîkolojîk jî hîn zêdetir dest nede van mercan.
Hîn jî weke berê di odê de pêkanîna sê pirtûk, kovarek û rojnameyekê didome. Masa filan, û cihê rûniştinê hene. Min hefteya bihûrî bidirêjî qala mercan kiribû. Ji bo tenduristiya min, bijîşkê Frensî jî, yê berî niha hatibû vê derê, gotibû. Pêwîst e ez hewaya paqij bigrim. Ji min re digot, pêwîst e ez serê xwe li rex pencerê deynim. Cih/nîvîna min a wê derê li gorî vê bû. Li vir ranza ye, bi erdî ve pêdandî (sabît) kirine. Dema ez dirazim, ez nikarim nefes bigrim. Dîsa li jorî poza min, polîp(t) hene. Wana diwerimin, wer li min tê ku ez nikarim nefes nagirim. Poza min û qirika min ziwa dibin. Hema hema ez qet narazim, ez tenê xewmij (dalar gibi) dibim.
Pencere li hewakirinê dinêre. Ji xwe diwarê hewakirinê jî pir bilind e. Diwarên hewakirinê hîn bilindtir e. Ez li vir nikarim hewaya paqij bigrim. Hewa di jor de tê û diçe, ez li vir mîna di bin bîreke pênc metreyî de bim. Ji bilî vê, mercên min ên din wekî cihê berê ne.
Tenduristiya min a li vê derê li holê ye. Ez niha sax im, ez dikarim hinek tiştan bikim, dibe ez sibe ji ber xwe ve jî bimirim. Ma hunê wê demê çi bikin? Dê wê demê herkes tişta ku dizane bixwîne ango bike. Ji ber vê ez dibêjim; pêwîst e Kurd bikaribin biryarên xwe bi xwe bigrin. Pêwîst e PKK cidî be. Pêwîst e cidî nêzî vê pêvajoyê bibe. Eger wê şer jî bikin, radest jî bibin, pêwîst e li gorî wê tevbigerin. Vaye dîsa cezayê bîst rojan ê hucrê dane min. Xwe dispêrin ser axaftineke min. Ew jî tevahiya axaftinê negirtine. Ez tespîtekê dikim, lê wana yek hevokokê ji nav dibijêrin û dibêjin “te firman/talîmat daye”. Min gotibû “eger parlamento çareserî pêşnexe, wê bi Baharê re pevçûneke mezin were jiyankirin. Wê Kurd xwe biparêzin”. Rast e, eger parlamento çareserî pêşnexe, wê li benda Baharê jî nemînin. Vaye hun dibînin, tiştên têne jiyîn li holê ne. Bahar û Zivistana vî karî nabe. Wan tiştên ku ez dibêjim, rast jî nanirxînin. Hevokek kêm e. Ez dizanim ku ez çi dibêjim. Min ev yeke ji îdareya girtîgehê re nivîsand. Min daxwaznameya (dîlekçeya) liberrabûn ê(îtîraz) jî ji Dadgeriya Înfazê re nivîsand. Bawer im wê bigre dîqetê. Parezerên min jî dikarin bi dadger re hevdîtin çêbikin.
Ez rave dikim ku ez talîmat nadim, tespît dikim. Li vir ti rewşa min a ku ez talîmat bidim nîne. Ji xwe Kurd ji bo xwe şer dikin. Eger Kurd di salên 2000an de bûna, minê gotiba ji bo min şer dikin, lê niha Kurd di sala 2010an de ji bo xwe şer dikin. Eger wê PKK jî şer bike, wê ji bo xwe şer bike. Wê Kurd ji bo hebûn û azadiya xwe şer bikin. Ji ber wê jî, ez ji wan re nabêjim bikin an nekin. Wê ew bi xwe biryar bidin ka wê çi bikin û çi nekin. Ez ji bo PKKê jî heman tiştî dibêjim. Ez nikarim li vir biaxivim jî. Eger em vegerin ser mînaka beqê; eger em rade (derece) ya kelînê weke sed qebûl bikin, em a niha di rade (dereceya) 25ê de ne. Wê vê bibin heya dereceya 30, 40, 50î jî. Di vê rewşê de hunê hunera hilperînê (sıçrama) jî winda bikin û hunê biperitin. Ji bo ku hun nekevin vê rewşê, hunê bi xwe biryar bidin ka hunê çi bikin. Hunê ji bo vê, çareseriya xwe pêşbixin. Hun nikarin li benda min bimînin ku ez li vir ji we re rêberiya pratîk bikim. Ji xwe hun dibînin ku ez tenê dikarim ji sedî 25 hewa bigrim. Tu kes nikare di navêngek (ortamek) de ku ez nikarim tê de nefes jî bigrim, zêdetir tişt ji min hêvî bike. Hukimet jî nikare ji min ji vê zêdetir hêvî bike. Ez li vir di mercên ku ez nikarim tê de nefes bigrim de me. Ez bang li Erdogan û Gul dikim. Ev heft sal e em li benda wana ne. Lê em nikarin ji vê û pê ve zêdetir li benda wan bisekinin, wê nikaribin vê pêvajoyê bi vê plana tesfiyekar ve bimeşînin. Eger wisa bikin, wê dawiya wan bibe wekî Erbakan û Ozal, wê werin tesfiyekirin. Di rastî de di nava artêşê de jî beşek heye ku ji min fêm dike û ji vê fêm dike. Lîstokên ku têne lîstin û tiştên ku dixwazin bikin, dibînin. Ez Kıvrıkoglu û Karadayi hinekî di vê çarçoveyê de dinirxînim. Sekna wan hinekî cewaztir bû. Gengaz e Ozkok jî were xistin nava vê xetê. Dibe hun bizanibin, Talat Turhan naveke di nava artêşê de. Ew jî van mijaran di pirtûkên xwe de dinirxîne, lê qîma xwe tenê bi nirxandinê tîne. Hêza wan jî nîne ku tiştekî bikin. Ez tasfiyebûna Ozal di vê çarçoveyê de dinirxînim; hinekî nêzî çareseriyê û serbixwebûnê sekinî, loma wî tesfiye kirin. Erbakan jî hinekî demokratê îslama nerm (ılımlı bû, wî jî hewl da tiştekê bike. Piştî Ozal, Çîler anîn. Hun dizanin, Çîler sîxura CIAyê bû. Piştî wê jî, tiştên pir xeternak çêbûn. Tê gotin ku hatin kirin. Min berê jî got; min bi rayadaran re li ser Ecewît hevdîtin çêkir, dixwest tiştekî bike, ew jî, dîsa ji alî Bahçelî ve hate astengkirin. Wî xwe da paş û hukimetê xist. Paşê, hun dizanin, tenduristî-menduristiya Ecewît ne wisa bû. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hatin afirandin. Eger AKP hewl bide vê pêvajoyê bi tasfiyê pêşde bibe, vaye beyî ku li benda Baharê bimînin, hun çalakiyên ku Kurd pêşdixînin dibînin; wê di nava du-sê mehan de tesfiye bibe. Ez ji Kurdan re jî dibêjim; eger hun vê pêvajoya tasfiyê baş fêmnekin û li gorî wê cidî nêzî nebin, wê xirabtir bibe ji 17 hezar bûyerên kiryarên wan nediyar, weke dibêjin; wê ev hejmar bibe pêncî-sed hezar. Pêwîst e parêzer jî xwe li gorî vê eyar bikin. Pêwîst e herkes vê bibîne û pir cidî nêzî bibe. Pêwîst e DTP jî, Kongreya Civaka Demokratîk û PKK jî vê yekê wisa fêm bikin.
Min berê niha jî ev nêzîkatiya CHP ya di derbarê Dersîmê de gotibû. Min polîtîkaya CHP ya nîjadkuj nirxandibû. Niha hîn baştir tê fêmkirin, ne wisa ye? Herkes min piştrast dike, ne?
Tiştên ku min ji bo Kemalîzmê gotibû hebû, pêvajo di wê de jî min piştrast dike, ne wisa ye? Ji bilî vê jî, ez dixwazim vê ji bo Elewîtiyê bêjim. Eslê vê komela Bektaşî Ocaxên Yenîçerî ye, hun dizanin Yenîçerî dewamiya Elewîtiyê ne. Lê Elewiyên Kurd hîndeke din cewaztir in. Min ji bo wana, ji bo Elewiyên Kurd Konfederasyona Kurd-Elewî ku navenda wê Dersîm be, pêşniyar kiribû. Pêwîst e xweserî û nasnameyên xwe deynin holê. Ez ne tenê ji bo Dersîmiyan dibêjim; Dersîm herêmek e, ne tenê li Dersîmê, li rex wê li Malatya, Elazig, li Sîvas û Erzîncanê jî…Belê. Ez pêşniyar dikim ku wana di nava pêkhateyeke berfireh de ku tevahî di nav de cîh bigrin, xwe rêxistin bikin. Tevahiya yên din lîstok in, pêwîst e vana baş werin zanîn.
Nameyên ku ji girtîgehan hatine hene. Hakîme Çam û Gulîstan Abdo ji girtîgeha Sêrtê, Metîn Gelnî ji girtîgeha Amedê. Gelek kartên ku ji girtîgeha Karaman hatine hene. Ji girtîgeha Kırıklar Emrulah Aslan heye, Mêrdînî ye, ez bawer im xwarziyê Emîn Aslan e. Ji ber birayê Evîn Aslan e, ez wî pîroz dikim. Destnîşandinên wî yên di derbarê Zayendparêziyê de hene, bila lêhûrbûna xwe û xebatên xwe berdewam bike. Eger ji bo min li Mêrdînê Ferhat Kurtay nimroya yekemîn be, piştî wî, ya weke duyemîn tê Evîn e. Hunê silavên min ên pir taybet li wê bikin. Du nameyên Încî Roj hene, ez dibêjim dikare hîn nerimtir (itidal) ji wê re nêzîkatî were nîşandin. Li girtîgeha Betlîsê komeke hevalên jin ên ji heşt kesî pêk tê heye, nameyên wan tên, ez silavên xwe ji wan re dibêjim. Nameya Mahmut Aba heye. Du name ji girtîgeha Erzuromê hene. Ji zarokên ku di girtîgeha Amadê dimînin, nameya Mekin Kar heye. Nameya wî pir baş e. Di nava akademiyeke tam de ye. Bila bidomîne. Ez silavên xwe yên taybet jê re birê dikim. Ji hevalên li girtîgehan, ji gelê me û ji herkesî re silav.
Roj baş
2 Kanun 2009