PKK, di rastiya xwe ya 18’emîn de, çiqas nêzî rastiya serkeftinê ye daye selmandin.
Doza me ya mezin a partiyê, bi herî derfetên kêm û bi îdeayên ku zêde ne pêşketîbûn, bi komeke ku wê çi bikin ne diyar bû, bi vê gava ku li gundê Fîsa Amedê hate avêtin, di roja me ya îro de bû navê pêvajoyeke destanî.
Bêguman beriya destpêka partiya me jî heye. Bihara 1973’yan, di asta herî kêm de tovavêtineke partîbûyînê bû. Ev jî gaveke cidî bû û piştre her sal di wateya avabûnê de xwedî ciyek e. Çawa ku, her bihar destpêka jiyaneke nû be, şînbûn, şaxdayîn û tovavêtin, teqez her sal xwedî wateyeke wisa ye. Hem her sal şax dide, rewa dikeve hem jî ne tenê ji bona salekê, sala din jî hilberîneke din û di ya sêyemîn de zêdetir… Hilberîn gelek bi cure ne û hem jî gelek bi çawanî ne. Di nava vê dewlemendiyê de, me PKK’ê anî vir.
Ne tenê hilberîna rizgariya netewî dide, ne tenê hilberîna partî dide, ne tenê hilberîna şer dide; fena vê gelek hilberînan dide. Îro hilberînên sosyalîzma herî bi îdea dide, hilberîna azadiya jinê dide. Li hember şerekî taybet ku di dîrokê de ku mînaka wê kêm in, hilberîna li ser piya mayînê dide. Hemû dinya bigihîje hev jî, derfetên serkeftinê û hilberîn dide. Ev nirxên ku yên ku di doza partiyê de xwedî îdea ne ku gencîneyên bêhempa dibînin, dinirxînin û bi helwestek û hêviyeke serkeftineke mezin û bêsînor biçek kirine.
Ne fêmkirina girîngiya doza partiyê an jî bi hemû berfirehiya xwe nenirxandin û pêwîstiya wê neanîna cî, ji bona we kêmasiyeke mezin e û ji ber vê yekê divê ev ji bona we çavkana xemgîniyê be. Bi qasî hezkirina partiyê, di vê merheleyê de, ez ne di wê baweriyê de me ku tu hezkirin û nirxek pêk bê.
Bifikirin, derfetên min ên ku fena we di nava girseyê de bimînin û li qadê şer ên germ ked bidim nebû. Lê li ser partiyê, bi taybet dema ku li ser kadro lêhûrbûm, min da nîşandin ku çiqas destan têne afirandin. Ma ji vê bi nirxtir xebat dibe? Di mercên zehmet de, xebateke wisa jî, çiqas dikare pêşketinan biafrîne hate dîtin û hûnê bêjin, “doza partiyê bûyerek mezin e, partîbûyîn hêza herî mezin e”
Bifikirin, ma ji bilî vê çavkaneke hêza min heye? Nîn e! Ez hemû hêza xwe ji partîbûyînê digirim. Li ser partiyê lêhûrbûn, li gorî rêzikên partiyê jiyankirin, hêzdayîna rêxistinbûna partiyê, bingeha hemû hêzan e. Ev gelek aşkere ye! Hûn wekî kadroyên partiyê, di rastiyê de dixwazin giraniya xwe deynin û dixwazin bi bandor bibin. Navê vê jî, riya vê; partîbûyîn û li gorî rêzikên wê bi tarzeke pêwîst xwe gihandine. Dema ku we vê nîşan da hûn bi hêz in. Ji bilî vê, li vî welatî, di nava artêşê de û heta li hember hemû dijminan bihêzbûn, encax bi vê riyê bibe. Hûn dîsa xeta serokatiya partiyê dibêjin. Vaye, di riya partîbûyînê de hêza xwe afirandinê ye. Ku em zêdetir vekin; rêgezên vê hene, pê re girêdayî hewldanên ku hev digirin hene. Divê ev hewldan di cî de bi awayekî pisporane bê raberkirin. Vaye serokatî, vaye serkeftin!
Di demên dawîn de gelek car in ku dibînim ku hûn dibêjim; “pîvanên partiyê mehiyane, gerîla jî mehiyaye, li derveyî welat, li Ewropayê jiyan mehiyaye” Ji bona kadroyekî PKK’ê van gotinan gotin û bi gotinê re êş nekişandin û bi qasî êş kişandinê jî li hember xwe şernekirin xetertir helwest nîn e. Lê mixabin, tenê vegotina vanan têrî nake û zêdetir neyînîbûn tê jiyandin. Bi ya min sedema bingehîn a windakirinê jî ev e.
Ez ji bona hemû şehîdên PKK’ê diyar dikim ku, bi qasî hewldana partîbûyînê, tu hewldaneke bi nirx nîn e! Israra di pîvanên partiyê de, israra di peywirên partiyê de, ji serkeftineke di eniyê de jî zêdetir bi nirx e! Serkeftin teqez tên û diçin, dibe ku di pişt de têkçûyînek jî bibe, lê li pêşiya partîbûyîneke berfireh her dem serkeftin heye û domdar e. Yên ku bi berfirehî partîbûyînê pêk tîne, wê heta serkeftineke teqez qezenc bike. Ji ber vê yekê yên ku di kesayetiya serkeftinê bi israr be, divê destpêkê xwe bigihîne pêwîstiyên partibûyînê. Ne pêwîst e ku li vê zêde bi gotinê wate bidim. Li pratîka min binêrin; binêrin xebatên partiyê di ciyekî teng de û bi derfetên gelek kêm me gihande ku derê. Serkeftinên me çiqas in, ma hûn dikarin bihesibînin?
Wê demê, di dîroka partiyê de xisûsa herî bingehîn ku emê hîn bibin, ew jî raza hemû serkeftinan partîbûyîn e; xwedîbûyîna pîvan, tarz, tempo û ehleqê partiyê ye.
Di vê de biryar, di vê de israr e. Ji ber ku pir tê kirin, zêde naxwazim dubare bikim, lê ku hûn bêjin bi awayekî xwerû divê ji dîroka partiyê ders bê derxistin an jî li ser pirsa dîroka partiyê çawa bê fêmkirin; serdemên vê dîrokê hene, her salê wê hene, heta her saeta wê hene. Her saeteke wê teqez ji ya din bi nirxtir e. Fena xelekên zîncîrekê, fena stûnên helezonî ku ber bi asîman ve bilind dibe, her digihînin hev, heta ku girêk bêyî ku rawestin bigihîje ciyê xwe. Di vir de qutbûn nîn e, bê sîstemî nîn e. Tarz û tempo teqez e, ew qas teqez e ku ne dijmin dikare xwe bigihîne û ne jî dikare belav bike.
Rêbertiya Partiyê
26 Mijdar 1996