Teza bingehîn a parêznameya min ew e ku sîstema şaristaniya Ewrûpayê dewama sîstemên hegemonîk ên ji rêûresmê ye, û li ser hîmê kapîtalîzmê veguherî ye.
Pêncsed salên dawî yên sîstema şaristaniya navendî ya pênc hezar salî ya bi koka Mezopotamyayî, hin hêzên pêşeng ên xwe disipêrin cografya Ewrûpayê li ser hîmê stratejiya êrîş û rizgariyê ew veguherandin sîstemeke nû ya dinyayê. Xisletên bingehîn ên ji bo tevahiya sîstemên şaristaniyan têne qebûlkirin, ji bo modernîteya Ewrûpayê jî bi heman rengî ne. Ya pêşî, reqabet û hegemonya; ya diduyan, navend-hawîrdor; ya sisiyan, konjonkturî û demên pêxîrtengiyê yên avabûnê ne. Dîsa di her sîstema şaristaniyê de hêzên hegemonîk û hêzên demokratîk-wekhevîxwaz ên di hundir de têne hewandin, di modernîteya Ewrûpayê de jî bi heman awayî ne. Nakokiya bingehîn di navbera van herdu hêzên bingehîn de ye, û her hêz di nava xwe de jî bi nakokiyên dereceya duyemîn di tevahiya dîrokê de her hebû. Ji têkoşîna di navbera wan de bi giştî hêzên hegemonîk serketî derketine. Kapîtalîzm cara pêşî di şaristaniya Ewrûpayê de ango modernîteya wê de bûye sîstema dinyayê. Bi avakirina yekdestdariyê li ser bazirganî, fînans û pîşesaziyê, bi rêxistinkirina şêwazê dewleta netewe û domdarkirina îndustriyalîzmê, gihiştiye vê hêzê. Ji bo bibe şaristaniya navendî bi giranî xwe li Rojhilata Navîn da rûniştandin, di asta duyemîn de Çîn, Hindistan, Emerîka û Efrîka kirin mêtingeh û bi xwe ve girêdan. Sêlingên distana modernîteya Ewrûpayê xwe disipêrin wan, qabîliyetên xwe yên çareserkirina pirsgirêkên civakî yên sedema hebûna wan in, bi temamî ji dest dane. Palpişta bingehîn a modernîte xwe disipêriyê ango kapîtalîzm, bi xwe sedema krîzê ye. Ji ber ku qanûna kara herî zêde dike bingehê xwe, pêdiviyên bingehîn ên civak û hawîrdorê û ekolojiya wê ji nedîtî ve tê, ti carî nikare ji krîzê xelas bibe. Hilberîna zêde û tinebûn her tim di zikhev de ne. Di modernîteyê de desthilatdarî ji nû ve weke dewleta netewe bi gewde dibe, xwe li dijî civakê bi awayekî herî zêde mezin dike û xwe bi heta faşîzmê dibe û bi vî awayî sîstema wê vediguhere rejîma şerê hundir û derve ya domdar dimeşe.
Rewşa timî krîz tenê bi rewşa timî şer dikare bê dewamkirin. Şoreşa pîşesaziyê ya li nava
modernîteya Ewrûpayê hat pêşdebirin, bi tenê ji sêlingan duling xwedî kirin û bi vî awayî kir ku krîz hê bêtir kûr û zêde bibe. Sîstema ku weke sê suwarên mehşerê xebitî, di derketina xwe de ji aliyê fîlozof Hobbes ve rê li ber hukmê “mirov gurê mirov e” vekir. Di pêvajoya hilweşînê de ji gurbûna hin kesên din derketin û bûn ew gurên neçar in ku çêlikên xwe bixwin. Qedandina hawîrdor û civaka exlaqî û polîtîk bi tenê mirov dikare welê şîrove bike. Krîza kapîtal a fînansê ya roja me ya îro, rewşa herî berbiçav a krîza
avabûnê ya modernîteyê ye ku darîçav bûye. Çavkaniya modernîteyê DYE ye, di serî de YE bi lez global dibe û ev jî piştrast dike ku wê sîstembûna xwe ya dinyayê temam kiriye. Di sîstema dinyayê de ya diqewime bi tenê krîza fînansê nîne; ji krîza avabûnê wêdetir rewşekê îfade dike. Ya mewzûbehs e, krîza şaristaniyê ya pênc hezar salî ye. Di fînansê de xwe nîşandana wê, çawa ku ji rastiyên civakî qut bûye û maneya xwe ji dest daye, pêkhatina cîhaneke ferazî nîşan dide. Di ti dema dîrokê de sîstemeke şêlandinê ya ferazî di vê mezinahiyê de nehatiye avakirin. Tê texmînkirin ku hecmê vê cîhana ferazî 600 triliyon dolar e. Ev rastî, bi tenê dikare di nava rewşa mezinahiya rojane û dîrokî ya sîstema şaristaniyê de pêk bê. Di krîza roja me ya îro de, ya xweser avahiya wê ya ji sê tebeqeyan e. Şaristaniya navendî ya pênc hezar salî û şaristaniya kapîtalîst a pêncsed salî, di rewşa objektîv a krîza fînansê ya konjonkturî de di zikhev de û bi awayekî binyewî diqewime.
a- Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê: DYE’yê weke hêza hegemonîk a sîstemê karîbû ji krîza avabûnê xwe bi restorekirinê xelas bike. Lê belê xwe ji nava krîzê xelaskirina wê ti carî nikaribe wê bigihîne hêza wê ya hegemonîk a di sedsala 20.’de gihiştibûyê. Di serî de YE û Japonya, ew ê hegemonya xwe ji berê zêdetir bi gelek hêzan re parve bike û hewl bide dewam bike. Hegemonya DYE’yê divê bi tenê weke dewameke Împaratoriya Brîtanyayê û hevgirtiyekî stratejîk ê Ingilîstanê nemîne, di heman demê de divê rêûresma wê ya demokratîk jî dewam bike. DYE hêza xwe bi tenê ji hêmanên hegemonîk nagire, ji gelek komên cihêreng ên xwedî rêûresmên demokratîk, hêza xwe digire. Mirov dikare bibêje, DYE ji ber ku daneheva çanda maddî û manewî ya sîstema
şaristaniya navendî bi awayekî serketî temsîl dike, hegemon e. Ango derfet û îmkanên wê yên xwerestorekirinê zêde ne. Şensê wê heye ku ji krîzê bi avabûneke nû derkeve, bi cîbicîkirina hêza heyî, ev yek gengaz xuya dike. Di dema restorasyonê de wê giraniya xwe bide parastina hegemonîk. Ji bilî êrîşên çeperî, xwedî wê qabîliyetê nîne ku êrîşeke derve ya topyekûn dewam bike.
b- Yekîtiya Ewrûpayê: Welatên YE’yê di sîstema şaristaniya navendî de wê weke xwediyê veguherandina kapîtalîzmê, giraniya xwe dewam bikin. Hevgirtina xwe ya stratejîk bi DYE’yê re wê dewam bikin. Lê belê welatên YE’yê divê restorasyona bingehîn û heta reformasyonê bikin. Hêzên herî zêde kapîtalîzmê, dewleta netewe û îndustriyalîzmê reforme bikin wê ji nava van welatan derkevin. Ji ber ku dîroka pêncsed salî ya modernîteyê li koma van welatan hûrûkûr pêk hat. Nexweşî di ku de be, wê di wir de bê dermankirin, bi vê sedemê wê wisa bibe. YE bi xwe di hersê lingên distanê de weke pêdiviyeke reformê û berhema wê derket holê. Di rewşa berçav a Yekîtiya Ewrûpayê de bi sînor be jî kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzm wê bi aliyê sosyalîzm, demokrasî û hawîrdorparêziyê ve bêne reformkirin. Gavên têne avêtin her biçe wê bi leztir bibin. Yekîtiya Ewrûpayê di cîhana ragihandinê de weke hêza herî dikare bibihîse û bizane, gelekî serwext e, û haya xwe jê heye ku bêyî van reforman nikare weke berê modernîteyê dewam bike. Jixwe ji tecrûbeya xwe ya pêncsed salî ya modernîteyê gelek tiştan hînbûye. Naxwe, îhtîmaleke xurt e, DYE bi restorasyonê, YE jî bi reformasyonê bi hev re ji krîza sîstemîk derkevin. Mirov nikare gavavêtineke nû di warê sîstemê de ji YE’yê bipê. Ev zêde li cih û rast nîne. Di mijara sîstema nû de di warê zanista nû û gavavêtina felsefî de wê karibe bi roleke navendî ya hînker û dest jê nabe, rabe. Lê di nava tevger û hêzên muhtemel ên sîstema nû de wê bi roleke bi sînor bimîne û bi roleke sereke ranebe.
c- Japonya: Yekemîn hevgirtiyê hegemonya DYE’yê li Asya Dûr Japonya, ji wan hêzan e ku wê ji krîza avabûnê herî zêde bi tesîr bibe. Dîsa ji wan hêzan e ku wê di reformasyon û restorasyonê de herî zêde zehmetiyê bikişîne. Ji ber ku xisletên xwe yên gelekî muhafezekar hene. Di her şert û mercî de wê hevgirtina xwe ya bi DYE’yê re dewam bike. Koreya Başûr wê rola xwe ya Japonya piçûk dewam bike.
d- Çîn: Xwediyê yek ji navendên şaristaniya navendî ya kevin a Asya Rojhilat Çîn, bi senteza xwe ya lîberal û sosyalîst hewl dide ezmûneke kapîtalîzmeke xweser, dewleta netewe û îndustriyalîzmê pêk bîne. Mirov nikare jê hêvî bike ku ji modernîteya navend Ewrûpayê pêkhatineke cihê, bi cih bîne. Berevajî vê, wê hewl bide di şeweyê wê yê herî paşverû de ku em dikarin jêre şêweyê elman (prûsyayî) bibêjin, jêhatî bibe. Weke ku îdea tê kirin, mirov nikare li bendê be ku mîna hêzeke nû ya hegemonîk a navendî şûna DYE’yê bigire. Mirov dikare jê reformeke kapîtalîst a bi sînor ku jêre lîberalbûn tê gotin, bipê. Ew ê dewletdariya netewe û îndustriyalîzmê bi awayekî herî hişk û çor dewam bike. Ji ber ku wekî din nikare barê kapîtalîzmê rake û dewam bike. Heye ku di ware sosyalîzma demokratîk de veguhere û ev yek bikeve rojeva wê. Wexta ku krîza avabûnê ya kapîtalîzmê kûr bû, mirov dikare pêşbîniya vê îhtîmalê bike. Mirov dikare Vîetnam û Koreya Bakur weke Çîneke piçûk bigire dest û bibîne.
e- Hindistan: Welatên mîna Hindistan, Rûsya û Brezîlyayê yên nikarîbûn bi temamî bi sîstemeke hegemonîk re bibin yek, lê dîsa nikarîbûn bi xwe bibin navendeke serbixwe, di demeke dirêj de îhtîmaleke zehmet e ku ji vê statuya xwe bibihurin. Ya rastî, ya pêk tînin modernîteya kapîtalîst e. Heye ku weke Çînê hewl bidin biseridin. Qabîliyeta wan a pêkanîna sîstemeke nû û xweser nîne. Rûsyayê di dema sosyalîzma pêkhatî de ev ceriband û piştî heftê salan rewşa wê ji modernîteya kapîtalîst wêdetir, ti encam neda. Li Hindistanê dibe ku rêûresmên demokratîk derkevin pêş. Çarenûsa Brezîlyayê mirov dikare bi gavavêtinên demokratîk ên Emerîkaya Başûr ve girê bide.
f- Emerîkaya Başûr: Emerîkaya Başûr di dema krîza avabûnê de dikare gavavêtinên demokratîk ên xweser biavêje. Lê belê li van welatan hebûna avahiyên bi hêz ên olîgarşîk, dikare gavavêtinên bi vî rengî asteng bike û heta dikare berevajî jî bike. Herweha ji bo gavavêtinên demokratîk zemînê teorîk û pratîk têra xwe bi pêş neketiye. Tevî ku welatên Emerîkaya Başûr ji koma wan welatan in ku dikarin herî zêde li ber hegemonya DYE’yê rabin, zehmet xuya dike ku sîstemeke xweser a sosyalîst-demokratîk pêk bînin. Ji bo giştîkirina Kubayê, divê şerekî bi DYE’yê re li ber çav bigirin, lê îhtîmaleke kêm e ku karibin vê bikin. Ji ber ku bi serê xwe hêza wan têra vê yekê nake. Sedema qelsiyê, jariyên bûrjûwa piçûk in ku di asta pêşengiya hêzên demokratîk de ye. Lê dîsa jî di lêgerîna sîstema sosyalîst-demokratîk de Emerîka Başûr bi hêzên xwedî herî îdeal, weke laboratuwareke zindî xuya dike.
g- Efrîka: Efrîka hê jî hêza wê gelekî bi sînor e ku karibe li ser navê xwe gotinekê bibêje. Di pêvajoya derketina ji mêtingeriya klasîk û qebîlegiriyê de ye. Wer xuya dike ku çarenûsa wê bi çarenûsa dinyayê ve girêdayî ye. Kîjan xweda yan jî hêza gelparêz hukim dike, ew li gorî wê dimeşe. Mirov nikare li bendê be ku weke Emerîka Başûr bibe xwedî ezmûnên laboratuwareke civakî. Ya rastî mirov wê weke dayikeke hêviyê dide bibîne, zêdetir di cih de ye.
h- Rojhilata Navîn: Eger mirov Rojhilata Navîn ne weke koma welatan, weke herêma çandeke qedîm bigire dest, ev yek dikare encamên manedar bide. Ma ne hêza nûnerî û orjînaliya çanda Rojhilat dike. Ya rastî zemînê wê ye. Çar hezar û pêncsed salan hêza gemonîk a şaristaniya navendî ye. Xwediyê neolîtîka deh hezar salî ye. Dîrokeke bi vî rengî herçiqasî bûbe hewcedarê şaristaniya Ewrûpayê ew Ewrûpaya ji wê girtiye dive mirov ne li bendê be ku hema biqede. Modernîteya Ewrûpayê di dused salên dawî de giraniya xwe daye ser Rojhilata Navîn. Ewrûpayê karîbû modernîteya xwe bi tevahiya dinyayê bide qebûlkirin. Di roja me ya îro de çawa ku bi awayekî gurrûgeş li tevahiya dinyayê pêk tê, mirov bi heman rengî nikare bibêje li Rojhilata Navîn bi temamî bi ser
ketiye. Ne ku hêzên xurt ên dewletan li hemberî Ewrûpayê hene, zehmetiyê dikişîne. Eger hêzên bi vî rengî hebûna wê karê wê hêsan bûya. Ya li ber xwe dide û têk naçe, rêûresma çandê ye ku dîtina wê zehmet e. Kesên xwe nûnerên hemdem ên herêmê dihesibînin bixwazin jî weke çandên din yên ku li deverên cuda yên dinyayê xwe teslîmî çanda Ewrûpayê dikin, ev çand wê xwe teslîm neke, ji ber ku teslîmbûnê red dike. Ev redkirin ji hêza temsîlê wêdetir ji hêza rêûresman tê. Lê ev rêûresm, ne weke Îslama
radîkal ne jî weke sosyalîzma pêkhatî, xwedî îfade ne. Herweha kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzma modernîteyê di wê qabîliyetê de nînin bi rêûresmê re pev bikelin û bi yek bin. Ya diqewime rewşeke tîpîk a kaotîk e. Di dîrokê de cara pêşî senteza Rojhilat-Rojava bi Skenderê Mezin pêk hat. Mirov dikare bibêje vê yekê bi awayekî serketî rêûresma pêncsed salî temsîl kir. Rêûresma Helenîstîk weke çandeke serketî bandor li tevahiya şaristaniyên piştî xwe kir. Şûn û şopên mezin di nava çanda Mûsewî, Xirîstiyan, Islam û Hindê de hişt. Zanîbû bibe hevîrê bingeh ê modernîteya Rojava. Dema, jêre Seferên Xaçperestan tê gotin (1100-1400), Rojava weke Ewrûpa (pêngava Îskender di bingehê xwe de xwe disipêre çanda bajêr û çanda qebîleyan a Balkanan), qraltî û prenstî weke hêzên serdemê yên gav ber bi mezinbûnê avêtin û giraniya xwe dan ser Rojhilata Navîn, nedihat payîn ku heman serketinê bi dest bixin. Ji ber ku weke çanda
maddî û manewî cîhana pişta xwe dabûnê, di her warî de ji Rojhilata Navîn paşvetir bû. Lê ji vê çandê ya ji wan re hewce dikir, karîbûn bigirtana. Ev jî bi awayekî serketî kirin û
şaristaniya xwe bi vê çanda rûniştî stran û mezin kirin. Êrîşa dused salên dawî ya Napolyon destpêkirî, Brîtanyayê pêşde bir û DYE dewam dike hê jî dom dike. Nexasim di roja me ya îro de ji Afganistanê heta bi Fasê, ji Qafqasan heta bi Nava Efrîkayê li gelek herêman weke şerên sar û germ dewam dike. Ya diqewime rewşa herî qels a sîstemê ye. Ya rastî, xeleka herî qels a modernîteya Rojava, Rojhilata Navîn a ji rêûresmê ye. Di dused salên dawî de hewldan sêlingên distanê bidin rûniştandin, lê ji kûrkirina kaosê pêve bi roleke din ranebûn. Hevkarên modernîteyê yên bi Îslamê cîlakirî, çi yên radîkal çi jî yên nerm, di rewşa kaotîk de bûn serê biskê. Ne weke Îslam ne jî bi awayekî din kapasîteya wan a bibin sîstem nîne. Tevî ku li herêmê ji anarşî û kaosê wêdetir rewşek heye, mirov nikare behsa gavavêtinên serketî bike. Ya mirov dikare behsa wê bike û bibêje ew e, rewşa kaotîk her dikele. Her kel di wê rewşê de ye ku xusûsên nû pêk bîne û tevlî xwe bike. Di encama vê kelê de îhtîmalek heye derkeve holê, ew jî dibe ku sentezeke Rojhilat-Rojava be. Ne Rojhilat dikare cinsekî ji şaristaniyên xwe yên kevin ji nû ve zindî bike, ne jî Rojava bi awayekî yekalî dikare modernîteya xwe enjekte bike. Xweseriya senteza pêk bê, wê qabîliyeta bersivdana pirsgirêkên civakî ya tevgerên rêxistinî û avahiyên zanistî diyar bike. Aliyên mijarê di gavavêtinê de wê hevdu înkar nekin, ev yek îhtîmaleke qels e. Têra xwe eşkere bûye û derketiye holê ku gavavêtineke nû wê bi zanista oryantalîzma Rojava pêk neyê. Zanista xwezaya civakî ya Rojhilat bi tenê li benda pêşengên xwe ye. Gavavêtina tê xwestin, bi hilberîna vê zanistê, bi rêxistinkirin, bi tevgerkirin û civakbûna wî, dikare pêk bê. Beşa ji niha û pêve wê îhtîmala vê çareserî û gavavêtinê bigire dest û guftûgo bike