HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêber APO

Min axaftinên Başbûg ji sernavên rojnameyan guhdar kir. Di axaftina xwe de bahsa “Gelê Tirkiyê” dike. Vê jî wekî gotina Mustafa Kemal diyar dike. Min berê vê, ev diyar kiribû. Gotinên Başbûg, ji gotinên min re bersivek e. Min dişopînin. Lê kêm tînin ziman. Di berdewamiya vê de, pêwîst dikir ku bahsa muxtariyetê bikirana. Ev jî gotina Mustafa Kemal e. Ya girîng ev e ku der barê kurdan fikra muxtariyetê ya Mustafa Kemal e. Ez di wê bendewariyê de bûm ku wê Başbûg fikra muxtariyetê ya Mustafa Kemal bianîna ziman. Çima vê nabêje! Fem nakim. Daxuyaniyên Başbûg girîng in, deriyek vekiriye, encax hemû jî evqas. Artêş dikare ewqas bêje. Ya mayî karê siyasetmedaran e.

Pêwîst e ku em PKK’ê wisa wekî avaniyeke homojen nenirxînin û wisa nebînin. Te dî bahsa hinek bombe û bombeyan ku hatine teqandin tê kirin ya, pirsgirêka bingehîn ne di van bombeyên teqandî de ye, pirsgirêka esil pirsgirêka kurd bixwe ye. Ku PKK biqede jî ev kar çareser nabe. Ji ber ku Barzanî, YNK, KDP hene. Ji wê wêdetir Emerîka, Îran, Sûriye hene. Wê her kes pirsgirêkê li gorî xwe bi dest bigire. Wê her kes hewl bide PKK’ê li gorî xwe bikarbîne. Wê Îran yek ji wan dewletan be ku pirsgirêka kurd li gorî xwe herî baş bikarbîne. Wisa wê nexwazin ku pirsgirêk çareser bibe. Bahsa lûtkeya sêbare(üçlü zirve) dikin. bahskirina vê lûtkeya sêbare bixwejî, dide nîşandan ku ev sêbare çiqas belengaz e. Ev lûtkeya sêbare, nikare pirsgirêkê jî çareser bike.

Tam gotina kî ye nayê hişê min, dibe ku gotina Arafat an jî ya Habaş e. Dibêje ku; “çarsed mirovî bidine min, ez Rojhilata Navîn ser û bin bikim” Li PKK’ê jî çarsed mirov hene, bi hezaran hene, zêdetir jî hene. Piştî tecrûbeya bi salan a li çiya, wisa nikarin biqedînin. Her bîrîmek bi tena serê xwe jî dikare şerek bi pêş bixe. Li derdora her bîrîmekê, çarsed hezar kes hene. Ji bona xelasiya canê xwe be jî, wê asta şer bilindtir bikin. Wekî din ji bona şerkirinê gelek tirîş(gerekçe) hene. Dikarin ji bona canê xwe xelas bikin û bi gelek tirîşên dîtir şer bi pêş ve bibin.

Niha tu bêjî ez ê wan ji başûr de jî tengav bikim, wê vanan herin ku derê? Hêrseke li hevciviyayî ya bi dehan salan ji bona teqînî amade ye heye. Teqîna esasî ev e. Dibêjin ku bêkarî ji sedî çil e. Ku li vir ji sedî çil be, li wir ji sedî heştê ye. Ewqas sal perwerdehiya şer dîtiye û bi şervanên ku xwedî ezmûn in bigihên hev, wê di vê rewşê de ne yek du teqîn, wê çil teqîn pêk bên.

Dibêjin ku hetanî 1’ê Hezîranê dem dane. Mesele ne hetanî 1’ê Hezîranê dem e, vê demê min bixwe jî neda, ev biryara PKK’ê bixwe ye, dem dema wan e. Ev panzdeh sal in ez ji bona pirsgirêka kurd çareseriyê bi riyên demokratîk pêk bînim, hewl  didim. Niha ez li vir ji qeyrana dil jî bimirim, erdhej pêk bê û ev avahî hilweşe jî an jî ji nexweşiyêjî bimirim, wê vê ji dewletê bizanibin. Gelek hêzên ku bixwazin vê bikarbînin hene. Hêzên wekî Emerîka, Îngîltere, Sûriye, KDP, YNK, nizanim hûr û gir pêncî rêxistin hene ku PKK’ê bikarbînin. Siyaseta ku neçareseriya vê pirsgirêkê dixwaze, birêveberkarê siyaseta îngilîz e. Mesele wisa hetanî 1’ê Hezîranê dem dayîn nîn e, mesele di çareseriya vê pirsgirêkê de rê girtin e, xetereya bingehîn, teqîna esasî di vir de ye.

Înlehîn nabêjim bila bên bi min re hevdîtin bikin. Lê siyasetmedarên ku bi wêrekî vanan bîne ziman nîn e. Wê bi kî çareser bikin, kî vanan bi wêrekî tîne ziman? Kî dibêje ku ev pirsgirêk nabe ku bi paş ve bê xistin. Ez dibêjim. Ji ber ku ez dibêjim, di xwezaya xwe de ez dibim muxatab. Xwezî ji bilî min muxatabek hebûye, lê vaye nîn e! Ez dîsa bi kirpandî dibêjim; çareseriya pirsgirêka kurd nabe ku bi paş ve bê xistin. Di nava artêşê de teqez ên ku fêm dikin hene. Yên wekî Salîm Dervîşoglu fêm dikin, vê baş dizanin. Ez dibêjim, li vir ji bona çareseriyê çi bikeve ser milên min ez e pêk bînim. Ez ev panzdeh sal in ji bona çareseriya demokratîk hewl didim. Encax ez jî êdî bi fizîkî û giyanî westayam.

Elçî, hê jî dibêje ku hêza DTP’ê nîn e. Elçî, ta ji salên 1970’yan vir ve, zilamê taybet ê NATO’yê ye, ew mezin kirine. Vanan hê jî ji Emerîka, ji NATO’yê di nava bendewariyekê de ne. Elçî, Bûcak, Ûmîd Firat û gelekên din hene. Vanan hemû hatin bikaranîn. Hemû jî zilamên NATO’yê ne, zilamên Emerîka ne, zilamên îngilîzan e. Sertaç Bûcak ji hêla Almanyayê ve hate perwerdekirin û şandin Tirkiyê. Sedat Bucak jî zilamê taybet ê Tirkiyê ye. Herdu jî bi heman sazûmanê, girêdayî NATO’yê ne, bala we kişandibe, herdu jî girêdayî heman sazûmanê ne, ji hêla heman sazûmanê ve têne bikaranîn. Hê jî wisa guman dikin ku wê werin alîkariya wan bikin û wan rabikin ser piyan. Wisa difikirin ku wê PKK û DTP’ê biqedînin û wan bînin ser kurdan.

Bi hatina Rusmussen a NATO’yê, dibe ku di NATO’yê de demeke nû destpê bike. Rasmussen kesekî ku bi taybet hatiye hilbijartin. NATO, wê bikeve demeke nû. NATO’ya bi Rasmussen, dibe ku nêzîkatiya NATO’yê ya li hember PKK’ê ne mîna berê be, dibe ku hinek sistir be, dibe ku nermtir nêzîk bibe, dibe ku PKK’ê fêm bike. Ew jî nîşaneya demeke nû ye.

 

*Ji hevdîtina Serokatiya Partiya ji hevdîtina 15’ê Avrêla 2009’an hatiye girtin...