Ev bîst salin barê şoreşê radikim.
Çalekiya min a destpêkê, ji ber bûyera Kizildere 31’ê Adara sala 1972’an bû. Ango me tam salvegera wê ya 20. li pey xwe hişt. Me li dijî faşîzma 12’ê Adarê boykota yekemîn pêk anî. Ji wê rojê heta niha Şoreşa Tirkiye jî di navê de û her ku çû di asta nav-netewî de ji bo em nirxên şoreşgerî nedin binpêkirin, bi her awayî me xwe tevlî têkoşînê kir. Ev bîst salin em ji vî karî re rêbertiyê dikin û heta vir jî hat. Lê hêjî acizbûn û westandin nîne. Berovajî, em hewl didin nûnertiya bîranîna hemû şoreşgerên li ber xwe dayîn bikin û hesabên îşkenceyên hatine kirin bipirsin. Tevlî vê bibin! Xwîna şoreşgeran vale nerijiya. Îşkenceyên hatin jiyîn ne vale bûn. Bi hezaran li Ewrûpa, deh hezaran jî li welat xwe avêtin erdê. Dîsa jî nirxên ku pêwîste li ser piyan bimînin û bên parastin hene. Weke min hûn jî bibin xwedî wijdan an jî girêdayî van nirxan bin. Divê şehîd ne bêxwedî bin.
Ji bo miletan şoreş hewce dike. Hinek pir erzan dixwazin kedxwariyê bikin. Ew rêberê noker derketiye sûka Enqereyê, dixwaze xwîna ewqas peşmergeyan bifiroşe çend quruşan. Misoger ez bi karên xwe pesnê xwe nadim û dibêjim ev peywirek devjê nayê berdane. Lê rewş xetere. Nirxên ku pêwîste mirov xwedî lê derbikeve hene. Ev deynê her kesî û kesên kêm-zêde dibêje mirovime. Ji ber vê aciz nebin, hêrs nebin, divê em vî deynî bidin. Ev deynê şerefê ye, deynê namûsê ye. Êdî min tişta ji destê min tê kir. Çarçove destnîşan kirin, qenal vekirin, çek bidest xistin. Hemû jî yek bi yek di bin berpirsyariya min de pêk hatin. Qet nebê ji vir û şûn de hûn jî xwe winda nekin û dev ji xwe bernedin.
Divê doza miletan evqasî erzan ji dest neçe û erzan neyê firotin. Divê em bikarin hinekê bi namûs bin. Ti eleqeya vê bi nîqaş û bîrdoziyê re nîne. Di encamê de hemû bîrdozî –baş an jî xirab- ji bo parastina hinek tiştane. Lê usulê yên me dev ji xwe berdane, ketina nav çiravê ye. Hem jî bi şêwaza herî xirab!
Em naxwazin dev ji xebat û hewldanan berdin. Ya esasî meşa gel a azadiyê ye. Her tişt ji bo siûdek serkeftinê bide vê meşê çêdibe. Hûn tev jî tenê dikarin pişgiriya vê meşê bikin. Ger li ser vî bingehî be, dê wateyek jiyana me hebe. Ger hûn dibêjin amade ne, bijî ji me re. Hesabê baş bikin. Ev peywirek fedekarî û hewldanek zêde dixwaze. Bêku bersiva wê bixwazin raber bikin, ev hewce ye. Ev ne tenê ji bo rizgariya netewî ye, ji bo li Tirkiyê demokrasî û cîhanê sosyalîzm pêk were jî hewce ye. Em nirx didin vê.
Emê li ser vî bingehî xebatên xwe bi we re berdewam bikin. Me rojên xweş bidest xistine. Çiqas zehmet be bila be, em xizmetê dikin, ji nû ve avabûna hevdu re dibin alîkar. Ev cîhanek tevgerekê ye, cîhana ji nû ve çêbûnê ye. Tevî vî temenê xwe hêjî dibêjim; “Ez amade me.” Ji bo doza gelan beşdarî vî karî dibim. Ev milet jî vê ji me dixwaze. Em jî wisa beşdar bibin. Hêviya min hûnê zehmetiyên ku heta niha we jiyane di doza miletê me de bi bûna xwedî cihek baş ve ji bîr bikin. Li ser vî bingehî hûn dikarin biçin Siwêdê jî, ji çiyan û zindanan jî werin. Ev hemû karên ku teqez divê pêk werine. Ger kêmasiyên we hene, emê bêjin; “Li qusurê nenêrin.” Ez jî li karên heta niha min kirine dinêrim, we tawanbar nakim. Lê em ji vir û şûn de her tiştî li ser bingeha hîn baştir û serkeftinê bikin.
Ger hinek radibin û dibêjin; “Ezê biçewsînim, tine bikim”, emê jî vê bêjin; “Ey zalim de berde, em hinekê henase bigirin, em hinekê xwe binasin. Tiştek din naxwazin. Evqasî me nexe, evqasî me tine nehesibîne, evqasî pêl me neke! Bese evqasî me dikujî, dixî û pêl me dikî!” Belê emê vê bêjin. Jixwe ev ne axaftinek zêde girane. Ji roja em xwe dinasin ve, me di roja destpêkê de jî ev axaftin kir, niha jî dibêjin. Ev di heman demê de axaftina ku hewce dike em bêjine. Lê em niha dixwazin vê ji pêşeng re, bi şêweyek hêjayî şerê gelê me bêjin. Mijara eve. Em mezin nakin û xwe naxin dewsa her tiştî. Ev xizmeteke, ger bê pejirandin, bijî ji me re!
Miletê me ev pejirandiye, em jî ji vê bextewarin. Hûn jî hêja dibînin û beşdar dibin. Em ji vê jî bextewarin. Lê beriya her tiştî peywirên me jî hene. Peywirên şer û têkoşînê yên gel û yên we jî hene. Peywir beriya her tiştî ye. Ev peywir, tenê bi girtina hemû tevdîran, hiş û rêxistinî bi ser de çûnê tê serxistin.
Weke her carê dibêjim, ji bilî serxistina peywiran ti meş û jiyana me çênabe. Lewra em ne tenê yên serkeftinê dixwazin, di heman demê de teqez pêşengên mehkumê serkeftina teqezin. Em ew rastî bi xwe ne. Her tim di nav hewldana vê de ne. Heta ji destê we tê şiyar bin, bêku bêwate bikevin nav dudilî û nebesiyek herî biçûk hewl bidin beşdar bibin. Weke partiya me jî selmandî, em serkeftina zêdetir weke siûdekê binirxînin. Em ji bilî serkeftinê tiştek din nepejirînin.
Em dixwazin her roj heta dawî bi we tevan re eleqedar bibin, hemû mijaran hûrûkûr nîqaş û çareser bikin. Ji bo hemû partiyê û milet, emê vê xizmetê bêhempa ji vir û şûn de jî berdewam bikin. Hêvîdarim hûn jî wisa berdewam bikin û ser bixin.
2 Nîsan 1992