Her tişt ji bo ya mîrov bi însaniyetê gihine. Wexta em wiha tên hember we, em baş dizanin kû heta niha di we de tiştek nema bû.
Hûn ketibûn, hineka we xistibûn, we nikarîbû.
A min bi rastî yanî di destpêkê de berde alîkariyê, millet tev li dijî me bû. Yek ji vê xebatê ne razîbû, ji dê û bav bigir, heta hevalên te yên zarokî, ne bi tere bûn.Dozên mezin tev wiha ne; di destpêkêde dunya lê dijmine û wexta bi ser dikeve jî dunya dibe dost. Dozên erzan, di destpêkê de yên pêre pirin, lê di dawiya wana de tev direvin. Armancên biçûk re herkes di destpêkê de dibêje ez pere me, lê di zor û zahmetiyekê de jî hemû jê direvin. Armancên mezin di destpêkê de bi sebir, yek-du însan xwe pir dide ser. Sebra mezin, cesareta mezin dixwaze. Tabî vaya bi pere mereyan nameşe, daîmî bi baweriyê, bi îmaneke mezine, yê wî armancî dimeşîne. Wexta xwe digre, li nava gel xwe direşîne, dunya li hember rabe jî nikare bi sekinandin bide. Dibe malê însaniyetê. A PKK'ê jî wiha bû. Bîst salan beriya vê di vê buharê de wexta me destpêkiriye, min bi xwe dîsa bawer nedikir ku wê ev kar bi serkeve. Belê, îmana min pê hebû, lê ez tenê bûm. Dijmin jî dijminê hezar salîye û nahêle tu nefesê bikişîne. Tabî meseleya dost û dijmin çiye, hûn vê baş nizanin. Yekî li hember dijminê xwe xwe winda kiriye, çi xêr jivî însanî derdikeve? Yekî sebeba kuştina xwe nizanibe, yekî sebeba windabûna welat nizanibe, yekî sebeba ji destçûna azadiya însan nizanibe, ti xêr di wî însanîde nemaye. Malesef însanê Kurd jî xwe wiha kiribû. Yek nabêje ev xerabî, ev reşahî, ev mirine biçi awahî hat çiye serê min? Ma mejiyê Kurd maye? Na. Wexta em rabûn mejî tunebû. Fikrekê Kurdî hebû? Na. Min çend pirs digotin, tevan ruyê diguhertin, direviyan, digotin tu bi karê vala meşgûl dibe, te xwe xapandiye, te xwe şewitandiye, tu dixwazê me jî wiha bikê. Însanên me tev wiha bûn. A mîrov bêje, xiyaneta mezin me di xwe de çêkiribû. Di dîrokêde mîrov nikare mîsal bide ku tu gelan, tu miletan wiha xiyaneta xwe kiribe. Tuneye. Tabî bi destê xerabê xwe, bi destê serokên sexte û paşê jî sebep em hemû bi xwe me xwe kiribû vî halî.
Ji bo vê ez dibêjim, ev PKK çiye? Ev serkevtin çiye? Ev kar çiye? Niha hûn dibînin ku yê mirî emin, ê tenê mayê emin, ê li paş alemê mayê emin, welat kî dere? Siyaset çiye? Em biçirene? Em bi çi awahî pêrene? Van pirsan hûn nuh ji xwe dipirsin. Heta wexta dipirsin jî hûnê bêjin weyy me xwe kiriye çi halî! Gunehin tabîî. Çima jiyana we tev wiha çû? Çima tiştên bi xêr nikarîbûn di vê jiyannêkeve? Ez tim dibêjim çima ev bar tev hatê serê me? Ne valaye yanî gunehe. Ez radikim, ez ji bar natirsim, lê hûn jî hinek tiştan ji xwe bipirsin. Em însanên Kurd're, ji bo hemû gelê Kurdê wiha mejî di serîde neye dibêjim û hûn hemû jî dibêjin em jiyanê dixwezin. We bi çi awahî bi jiyanê lîst, ez dibêjim. Ev mejî we ji bo kê şixuland, ji bo ke pê kar bû? Ev mejî tew we pê kar nekir, kete erdê. Çima? Ne niha, yanî niha ez ji civakiya Kurd a berê pir aciz im. Çima? Yekî ku dêhn be, dîsa nikare rehet xwe tede bihêle. Yanî mîrov dêhn bikin, dîsa mîrov nikare teda bimîne. Yanî îzah nabe, we çima xwe kire vî halî. Bîst, sîh milyon însan zêde niha berkes jiyanê dixwaze, herkes rêyeke rast dixwaze û pêşya tevan jî qute. Însanên dikin zindanê ez dikarim bêjin ji vê ne xerabtire. Yanî zîndana em li ser ruyê erdê têdene, ji wê zindana din xerabtire. Yekî bi xwe xwe di zîndananke, jiyanê tav ji xwere bi zîndanke, ji me bêhtir kes tuneye .
Di destpêka mîn de min nexwest ez bi xwe bikenim, min got ez hebekî durustbim. Herkes li ser menfeatek biçûk ji ser meseleyê direve. Hevalên bi destê me çêdibin, dîsa ji şer direvin. Ji bo meşekê biçûk, ji bo rehetiyeke wiha sivik, yek li dora me namîne. Însaniyeta min qebûl nekir ku ez jî birevim. Wexta îmkan derketin ku ez şexsê xwe bifilitînim, xelas bikim min qebûl nekir. Min got tu qiymeta jiyaneke şexsî tuneye. Min got jiyana şexsî, bila girêdayîbe bi jiyana vî milleti ve. Em ji vî milletî re çi bikin, çi nekin. Yanî me qirara xwe da ku em xwe bi ser vî karî din. Ev tam bîst sal tijê bûn. Ez nefes bi nefesim. Min wiha dest pê kir, niha jî wiha me. We jiyanek meşand. Ez naxwazim we biêşînim, lê wihaye. Ez her roj li ser hevalan disekinim, dibêjim ev çi hale? Tu di şerdeyê, tu di siyasetêdeyê, tu çi dikê? Ma wiha bi vî halî dibe? Bi kêmasiya, bi şaşitiyayê wiha bizdiyayê nikarê rabê. Dijmin li pêşiyê ye, buhustekê gihiştiyêye nikare rabe. Tê bi vî şexsîyetê herê ku derê? Naçe. Her roj li serim. Halê we hîn girantire. Ez dizanim ku dijmin li we wiha kiriye, milletê Kurd avêtiye erdê. Dijminê hezar saliye. Hûn gî ajotine, hatine van hêlan. Çawa bi ser wede meşiya, we got qebûla me. We got ji jorde hatiye, xwedê jî, pêxember jî vî tiştî qebûl nake, lê we qebûl kir û bi navê dîn û pêxember we li yaqê xwe dît. Ez di vir de jî tim dibêjim, dibêjin em wiha muslumanin. Li tarîxa muslumantiyê binêrin, vî tiştî qebul nake. Tu dîn xebûl nake, beş însanê Kurd qebûl kiriye. Hûnê bêjin em bêçarene. Ê bê çare, bê çare heta ku bêçare! Nezan, nezan, heta ku nezanî?
Welhasil ê zorê min xwe qebûlkirin da, di destpêkê de min got wî welatî qebûl bikin, bila vî gelê jî qebûl bikin, bi ser de herin. Me bê nelîst. Yanî çend soza me daye, me bê nelîst, em pêre bûn. Bi rastî pir bi hassasiyet, pir bi hişyarî ez van salan de bi ser de meşiyam. Ez ecêb meşiyam. Deqqe bi deqqe bi hesap, bi tedbîr, bi tirs, bi cesaret; tev tev li hev. Berê mirinê deqqe bi deqqe li pêşya çavên teye. Wiha bi serde dimeşe. Ma mejiyê însên vî tiştî radike? Na. Yanî Şex Seîd di panzdehê Şibatêde dest pê kir, nikarîbû heftiyekê li ber xwe bidaya. Got ez çi bikim, wexta şer dest pê bû di heftiyekêde got, "Ez herim vana bibînim, teslîmê wana bibim, nebim. Û deh hezar însan-leşker jî li dora wî bûn. Nikarîbû rakiraya. Zahmete, serokiya serhildanan bike, ya şerê Kurda bike. Nikarin. Heta niha pir rabûne, li jiyana wana binêrin, nikarin nefesê bikişînîn, Ê Barzani, wexta Şaxê Îranê alîkarî jê qutkir, di bîst û car saetande sed hezar pêşmerge hebûn got "Dest ji sîlahan berdin û birevin." Sebep çibû? Îranê alîkarî qutkir. Lakîn ewqas sîlah jî di desta de bû, nikarîbû 24 saetan li ber xwe bidaya. Zahmete. Yanî mejî ji mîrov dixwaze, baweriyê, dil dixwaze. Niha bi navê me herkes radibe. Zarok jî, pîrek jî bûne arteş, lakîn tu were ji min bipirse bê ev kar biçi awahî, çawa dimeşe. Hevalên me erzan tev sîlahê li xwe dixin. Mirin heye, belê, bes bi çi awahî dimeşe. Mesûliyeta giran çiye? Di tarîxa Kurda de heta niha kê çend salan -berde çend salan- çend mehan îdare kirine. Vê nafikirin, wekê kuliyan xwe diavêjine. Ê bi vî awahî nabe. A muhîm wexta min ev gav avêt, mesûliyeteke giran bû. Mîrovên mezinbin, li ser jiyana Serokiyê bisekinin. Ev jiyan ne ya mine, ya şehîdan tevane, yanî ya milletekiye. Di virde nuh hebûn, nuh xwe çêkirin di van salande me halkir, hûnê vê bibînîn. Jiyana ez dimeşînim, ne jiyana ku hûn dimeşînine. Pir ferqiya mezin heye. Niha millet li ser vê jiyanê radibe. Mîrov rast bike.
Niha maşallah milet tev têkilîdar dibe. Di Kurdistanê'de ji vê meseleyê behtir ti mesele nînin. Niha herkes roj û şev li ser vêye. Dipirsin, ev PKK çiye? Salên çûye çibûn û behtirî vê van salên li pêşiya me wê çi bibin? Emê bi çi awahî bikin? Roj û şev li ser vêne, di şerdene.
Yanî ev karê bîst salan tabîî ez yek bi yek bêjim, bi sedan pirtûk jêre lazimin û me nivîsandiye jî. Di demekê direj de jî wê pir li ser bisekinin, Ji vê bêhtir em li ber çavên we ne. Li halê mîrov binêrin, li jîyana mîrov binerin hûn dikarin dersên imrekî jê derxin. Bi hezar salan pir kes rabûn, nikarîbûn tiştek bikrana. Ne ez bûma, dîsa hezar salî kesî nikarîbû ev tişt bikraya. Li dora xwe binêrin bê pergal bi çi awahî belav dibe bibînin. Li dor xwe binêrin bê însanên Kurd, serokên Kurd çi dikin? Û ne mesûliyet biçi awahî girt? Mîrov hinek tiştan di cih de bibine û li ser vê mumkune hinek tiştan çêbikin. Yanî gelek dost tên dor me dibêjin "em nû meseleyê fêhm dikin. Me nizanîbu heta niha wiha ye."
Min berê jî ev tişt digotin, lê niha bêhtir dibêjim. Niha dijmin deqqe bi deqqe destê xwe li sermeye û roj-şev karê xwe dikin, şer dikin, şerê taybetî. Û doh jî Demirel digot, li Erzûrûmê, li ser şerê taybetî dibêje, "Me îroj jî çengek herî avêt ser çavên wana, we wiha meş çêkir, ev meşa we çengek herî bû ji bo ser çavên wana." Yanî karê wana roj û şev heriyê bavêjin ser çavên me, çavên me kor bikin. Ew meşên çedikin, alê ra dikin, leşker, gel meşandine li dijî me. Berê jî ev tişt dikirin lê me hay jê tunebû, niha heşkere dikin. Û pê dikenin, dibêjin em ê di pêş de we baş îdare bikin we zengîn bikin. Wî tiştî jî dibêjin. Lîska wana kevine.
Yanî silav li ser van rastiyane nizanim yanî, her yekî jiyaneke wana heye, te daxil nakin, lê selama min li ser jiyana însanê Kurd li gorî van rastiyaye. Wekî din ti rastiyê ez wiha qiymetê didimê tuneye. Derket ku ya rast jî ew e. Di welat de şer dimeşe, eyba dewra mezin dijmin ewqas di welêt de her tiştî bike, tu tiştekî nekê bû. Me ev eyb rakir. Û tu zimanê xwe lal bike, dewê xwe bi zencir bike, li hemher dijminê xwe tiştekî neke, me ev jî rakir. Niha hemû di serhildanêdene. Me însanê Kurd peqand. Niha herkes rastiyên xwe bang dike, dibêje. Yanî me eyba mezin hilanî.
Ew xiyanet mezin bû. Sala çûnê em bi ser xiyanetê de çûn, derb li wana ket. Niha zeyif ketiye, wekê berê xiyanet jî nikare lîska xwe bike. Bi tiştên nû wê were.
Niha di Kurdistanê de jiyan şere. Giredayiye şer e. Yekî dibêje ji bo vî welatî, ji bo vî milleti ez heme, di şer deye. Jiyana bi namûs ew e.