HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Bêguman li hemberî ketina mezin, li hemberî girîna mezin, li hember layîqiya biçuk, helwestekî min heye. Ji xwe bavê min digot, “dema ez bimirim dê tu rondikekê jî nebarînî”. Wî dizanibû ez li dijî çi me. Li hember biçukbûnan û erzanbûnan ez rondikan nabarînim. Lê di aliyê dîtirê de jî cîhan hemû dizane ku ez çiqas hestiyar im. Aliyê min yê evînê û hestewarî ji aliyê min yê zanebûnê bihêztir e. Lê zanebûn jî heye, ez wê jî piştçav nakim. Meşa min ya nêzî zanistiyê tu kes nikare piştçav bike!

Ez şerekî balkêş yê hestan didim meşandin. Ji xwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwastek, bi qandî dijbertiya kîrêtiyan, bi bingeh girtina bedewiyan bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn.

Min xwast ez feraseta herî paşverû û kirêt ya gundê me jî fêmbikim. Hîna tê bîra min zarokên xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Li gel wê, dibe ku di kirêtiyê de tu kes mîna wan tunebû. Lê digotin, “hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e”. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin.

Ev bîrdoziyeke.

Bîrdoziyeke e. Di bingeh de ewqas bênirx û pêmen hatiye hiştin ku, hebûna mijara gotinê ew e: dibe ku xwedî çend bost, erd an jî yek-du bizin, kerek, yek –du kuçik û yek- du zarokan e. Wan dixe cihê welêt jî, cihê xwedê jî, di sîstema nirxan de çi hebe dixe cihê wan hemûyan. Çavên wan wekî dîtir tu tiştekî nabîne. Têkîliya me ya malbatê wisa ye.

Xebatên zewiyan girîng bû. Min di zewiyan de xebat dikir. Palehî ji bo me barekî giran bû. Min digot palehî pêwîste û min palehî dikir. Lê divê bi vê yekê re temenek neyê qedandin, ez wisa difikiriyam. Piştre ez çûm Çukurovayê jî, yan du yan jî sê caran çûm. Min pembû berhev kir. Min li wê derê jî jiyan di nava xwîn û xwîdanê de dît. Li wê derê ked çi ye, jiyana bi kedê çawa dibe, dihate fêmkirin. Min baş kar dikir, lê min digot ez bi vî karî nikarim temenekî biqedînim.

Ez bi xwişk û birayên xwe re diçûm. Lê dîsan jî xwişk û bira bûn. Di her tiştên wan de kîrêtî jî hebe, dîsa xwişk û bira bûn. Xwişkeke min hebû, ez bawerim min xebatek li ser wê dida sepandin. Dibe ku zehmetî dikşand. Ma min serdestî armanc dikir? Ez bawerim di xebatê de min çalaktî jê dixwast. Wê jî digot; “ancax hêza te digihêje min”. Hêz pê anîn. Di nava malbatê de min ev yek diceriband, lê li ser bingeheke rast. Bi birayê min re jî wisa bû. Zilam pir bêçalak bû, di malbatê de xeteriya mîratxwariyê hebû. Her weha ez bawerim piştre hindekî weke mîratxwarekî ma. Hîna ji wê demê de mafdariya bi ser de çûyîna min eşkere derkete holê. Zilam nedikarî rast û dirûst li kerê jî siwar be. Me du biran wisa bi lingên wî digirt li kerê siwarî dikir û wisa dibir navçeyê. Birayekî wisa bû ku bi hêsanî nexwaş diket û xwe radestî destan dikir. Bêguman min ev yek qebûl nedikir û şerê ku ez dê piştre bînim ser ziman jî ji ber vê yekê bû.

Min lîstok jî dilêyîstin, lê zêde ne. Lêyîstika bi lingekî, lêyîstika evîndariyê û hindek jî kortvanî. Min dixwast ez bi keçan re jî bilêyîzim. Keçeke ku min dixwast ez pê re bilêyîzim, lê zû zewicî bû gotineke min a weke; “ka were em bi te re lêyîstika xwe bidomînin” hebûye. Bîranîneke wê jinê yê wisa hebûye. Li gel min bîranîneke wisa nîne, lê wê gotiye dibe ku hebe.

Heger hêrsa min ya bêyî encamiya lêyîstika bi keçên gund re nebaya, min nedikarî ez keçan wisa bikşînim vê lêyîstika azadiyê û têkoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, ne xiyanetiya li zaroktiyê. Bi bingeh nakokiya mezinan çî ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ne. Min nedixwast ez li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa dest pê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pêve girêdan, têkîliyeke rast e.

Pejirandina zilamê Kurd ê ji rêze û kevneşop gelekî xeter e. Min ji keçan ev pirs pirsî: “hûn zilamê wisa çawa dipejirînin?” Heger min bi zincîran jî girê bidin ez têkiliyeke wisa qebûl nakim. Hat bîra min, li gund jinek dabûn. Min ew rewşa xwe ya zaroktiyê ve bihîstibû. Gotin ji bo ku jin ji malê nereve ew bi dîreke malê ve girêdane. Û dîsan digotin: jinê ta birîne û reviya ye. Ji ber çi revî ye, wisa bala min kişand. Lê roxmî vê yekê, îro hemû jî weke ketiyan pêve tên girêdan. Başe ma ez dê vê malbatê çawa weke malbat qebûl bikim?

Dema mirov dest bi dibistanê dike, bi mirov nav-paşnav didin hînkirin. Dema ez destpêkê rabûm ber textê reş tê bîra min. Mamoste ez rakirim û got; “binivisîne”, “navê te-paşnavê te”. Ji bo min ev yek ji ezmuneya herî girîng bû, hîna di bîra min de ye. Min êdî tîp di mejiyê xwe de nexş kiribûn. Bêguman navê min û paşnavê min hindekî dirêjbûn. Lê min rêz kir. Dema min qedand ez bawerim min gelek puanên erênî jî girtibûn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezmuneyeke mezin çûm di cihê xwe de rûniştim. Rojên destpêka dibistana seretayî bûn. Gelekî zor bûn: zehmetiyên ziman hebûn, zehmetiyên jiberkirinê hebûn. Ji xwe min di malbatê de tu aramî nedîtiye. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiyên dibistanê jî li ser zêde dibin. Hîna di wan salan de weke ku mirov ji ber baranê bireve û rastî teyrokan were. Ango rewş wisa bû.

Rastî, bi qandî ku te aram neke bêeman e.

Ez bawer nakim ku tu zarok li hemberî van rastiyan ev qasî xafil bimîne.

Ji ber ku mercên we hêsan bûn. Malbateke li ser zarokan serdest, dikare pêvajoyên dibistanê jî baş amade bike. Bi kêmanî bihevseng û bêyî ku bixe nava tengezariyê. Bêguman ji bo zarokan ewleyî ne. Tu ewlehiya min nebû. Ez bawerim qenciya wê jî çêdibe. Di wî temenê zaroktiyê de ez bi xwe dibûm ewleyiya xwe. Heger ez pişta xwe bidim xal û bavan, bi ihtimaleke mezin ezê di xeteke cewaz de pêşbiketibama. Vaye wisa nepêkhatina wê, mirov dikare bibêje ku gava yekem ya bûyîna min a xwedî xetekê ye.

Mamosteyê yekem... ez bawerim mamoste hindekî hişyar in. Navê wî tê bîra min, ji Çorûmê bû, Mehmet Meydankaş. Min hindek mast an jî hêk jê re biribûn. Tenê ji ber vê jî ne, dibe min ji roja yekê ve bala wî kişandibe ku, ez vexwendim mala xwe. Xwerina min bi wî re xwarî hîna di bîra min de ye, ji bo sifreyeke baş bû. Tiştekî şanaz bû. Ez şanaz bûm. Ez bûm xwendevanê herî berbiçav ê mamosteyê xwe. Û min ew rêz her dem parast. Ji sala destpêkê hetanî roja ku min xwe naskiriye, hetanî niha li hemberî rastiya mamostetiyê ez her rêzdar bûm. Misoger ez bêrêz nebûm, sivik nebûm û her dem min dixwast ez bibim xwendevanê wî yê herî baş. Vê yekê hîna di wan salan de destpêkiriye. Xwendevanî, meletî û pale her wisa çêbû.

Kesayeta min çima bi hêsanî têk naçe? Ez hem di pergalên lêyîstika zarokan de û şeran de, hem jî piştî wê dema min dest bi dibistanê kir, ez têk nediçûm. Hetanî zanîngehê jî ez her dem berbiçavê mamosteyên xwe bûm. Nêzîkatiya min piratîka perwerde û xwendevaniyê re awarte bû. Gelek ji wan mamosteyan îro dijîn. Pesin û nêzîkatiyên wan yên ji min re; hemû xwendevan di nava hesûdiyê de û di bin bandora min de hiştin. Rêbertiyeke min ya xwezayî hebû. Di perwerdê de û di fêrbûna ABC yê de, pir rişt, rêzdar û baldar bûm.

Di dibistana seretayî de meleyekî baş bûm. Min xwe dabû olê û min gelekî jî nimêj dikir. Bêguman ez demekê ponijiya bûm. Min di xala meletiya gund de cih girt û ez dikarim bibêjim ku di asteke pêş de bû.

Dibe ku şensê min hindekî jî ji ber taybetmendiyên malbatê bûn. Bavekî ku xwe zêde saz nekiriye, pîvanên xwe pêk nayne, dîsa dayîkeke ku xwe weke têyî xwestin serdest nekiriye, dîsa di hawirdora bira û xwişkên ku xwe pêşnexistine de, ez derfeta gav avêtinê bi dest dixim. Di nava malbatê de şerê rêbertiyê min wisa bêeman bi rê ve bir. Di hundirê wê de bi hezaran bûyer û şer hene. Niha ev şerê ku ez bi Komara Tirkiyê re didim meşandin hîna wê demê pir bi dijwarî min dida meşandin. Wê demê gelek gotin û çarîneyên ku dayîka min ji min re gotibûn hene. Şêwaza xebata min didît. Hîna tê bîra min, digot “evdal ma tu kes weke te dixebite”. Cewaziya min dizanibû. Komeke piçûk ya me xwendevanan hebû. Li derûdora deh kesan bû. Min dixwast ez wan bibim dibistanê. Ez dikarim bibêjim ku min gelekî baş perwerde kirin. Min bi hemûyan nimêj dida kirin. Em diçûn dibistanê curn hebûn. Dema baran dibariya hindek av tê de kom dibûn, min bi hemûyan destav dida girtin. Hema li dûv min rêz dibûn û nimêj dikirin. Di vê wateyê de min gelekî meletî kir. Di dibistana seretayî de û bi xwe bixwe min kir. Qonaxeke girîng a rêxistikirinê bû. Bi xwe bixwe re meletî kirin girîng e, ma ne wisa? Ango li gor gundê xwe weke zarokekî oldar û baş di temeneke zû de bibe mele. Peywireke wisa ye ku her zarok bi hêsanî nikare hilde ser milên xwe.

Min dixwast ez dibistanê li ber dilê koma xwe ya xwendevan xweş bikim. Min ABC bi wan dida hînkirin. Ev hewldana ku min bêyî bihayê tiştekî dikir, diya min weke evdaliyê dinirxand. Diya min bi ser min de dihat; “bêyî ku tu berdêlekê bistînî çima tu deh-panzdeh zarokên gundiyan perwerde dikî.” Kî rast bû, tu kesî weke min nedikir. Taybetmendiyeke min a ku wê demê xwe derxistiye pêş ve jî, hewldana perwerdekirina mirovan e. Di aliyê din de zarokekî ku li gor xwe nagihê, diyare ku ez berbi ciwanmêriyê ve diçim.

Wê demê bi vî tiştî hesiyan: ev zarok dê nebe zarokekî asayî yê malbatê. Hîna wê demê dayîka min ji min re digot tu nikarî malbatekê sazbikî. Weha rexne dikir, “tu kes keçan nade te, kar nade te”. Diviya ku ew jî rast bûya. Ji ber ku diyardeyên ji min, çavkaniyên min, eşkere derdixist holê ku ez dê bi tendûrist nebim weke zarokekî ku ew dixwazin.

Tê bîra min wê demê wisa li derûdora min zarok hebûn. Piştre ew hemû çûn radestî pergalê bûn. Kesên ku ji bo xwendinê ez bi wan re bûm alîkar, yên ku min bixwe fêrî xwendinê kirin, çavên wan her dem li pergalê bû. Dixwastin bibin mamoste yan jî wisa çavên xwe berdabûn pergala malbatê û pergala dewletê.

Di saziya ol de, di saziya dibistanê de, piştî wê di saziyên bîrdozî û polîtîk de serê min her bi bela û ez her di rewşa lêgerîna tiştên ku min dixwast de bûm. Bi bingeh ez pê ve girêdayî bûm, lê nedîtina min a xwasteka xwe, ez birim pirs û encama çawaniya pêkanîna tiştê herî baş. Tu kes weke min ne bi mamosteyên xwe ve, ne jî bi hevalên xwe ve girêdayî ye. Hemû mamosteyên min, min nasdikin. Min dizanîbûye ku ez hezkirina hemûyan bi dest bixim. Ev gotin nînin, peyitîn hene. Û ji her beşê mamoste hebûn. Hevalên min jî wisa bûn. Yên ku ji beriya 20-30 salî ez nasdikirim niha hemû dostên min in. Tirk jî wisa ne. Hemû hevalên min (belkî niha hindek ji wan di qonaxên dewletê de bûn.) min weke dost bi bîrtînin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ji bona girêdana hevaltiyê di min de hewldaneke mezin hebû. Lê roxmî vê min got divê hemû werin têperandin. Têperandina mamosteyê xwe bûyereke zehmet bû.

Ji hevalên xwe re bûyîna rêber jî zehmet e. Bicerbînin çiqas zehmet e hûn jî dê bibînin. Roxmî her tiştî bêyî ku tu wan bişkînî, bêyî ku tu wan nerihet bi êşînî... ji ber ku têperandina wan dibe ku wana bi êşîne. Têperandina kesekî gelekî zor e. Lê belê heger pir erênî were têperandin dilxweş dibe. Du dibî mamosteyê mamosteyê xwe, ev yek wî/ê dilxweş dike. Tu dibî rêberê hevalên xwe, ev yek jî wî/ê dilxweş dike. Dîsan yekemîn hevalê min ê zaroktiyê gundê Hesen Bîndal hebû, gundê Cîbînê. Gundekî Tirkan bû û malbatên wan hîna jî me bi xêr bi bîrtînin. Ji bo rojekê min vexwînin malên xwe gelekî eleqe nîşan didan. Wisa nêzîkatiyeke min ê rêzdar hebû. Niha em tevgereke mezin ê êrîşê ne, lê misoger wisa rewşeke bêqisur a rêzgirtinê jî hebû.

Hîna jî ez di cihê nêvî de radiwestim. Nayê payîn ku ez bi hêsanî werim têperandin û vala werim derxistin. Em hîna mijûl dibin. Ango ez dîn jî bibim, ez pêşiya vî karî û pêşiya we bernadim. Yê ku ji heft saliya xwe ve xwe bi vî karî ve girêdaye, dikare bi hêsanî dev jê berde? Tê bîra min mamosteyê min ji bo ez bi yekî re werim kortê ez rakiribûm ser piyan. Ez bawerim Hesen Bîndal bû. Min pir şerm dikir min digot, “ez nikarim bi vî hevalî re werim kortê”. Ew hindekî din bi hêz bû. Ez di hunera kortvaniyê de lewaz bûm. lê ev hest hîna di bîra min de ye: ma ez rabim an ranebim? Di vê mijarê de bi rojan, bi mehan min dudilî jiyan kir. Dema ez rabûm jî me nekarî em ji hev bibin. Ji bo min rewşa herî zêde min bi ser xistî, di rewşa wekheviyê de mayîn bû. Ji bo min rabûna kortê roxmî ku gelekî zehmet bû, bi zehmetî rewşa wekhevmayînê afirandin gelekî girîng e. Êdî min dilê xwe li ser wê bingehê amade kir. Wekhev mayîn. Heger ez nikarbim jê bibim jî, ez têkçûnê jî napejrînim.

Di her qada jiyanê de ez wisa me, di fêrbûyînê de jî ez wisa me. Dema min dixwast ez ji refê derbas bibim, fêmkirin çiqas lewaz dibe bila bibe, heger gengaz be xala herî baş wergirtin, lê pir kêm ketina bin pêncan şêwaza min bû. Pir kêm sê yan jî çar hebûn. Bi qandî pêçiyên destekî hebûn an jî tunebûn. Û di tevahî jiyana min de wisa bû: Di revê de, di meşê de, di mijûlbûna her tiştî de, ez wisa bûm. Li lîsêyê, di dibistana navîn de, wisa gelek nêzîkatiyên balkêş, gelek pêvçûn û hemû jî bi hilkehilk bûn.

Heger ez nebim nabe, ez têk biçim qet nabe. Ev her du hest,

bêyî ku ez xwe ji karekî re amade bikim, ez nakevim nav. Di derbarê hêz gihiştandinê de taybetmendiyê pîvanê ye. Di bingeh de ez ne kortvanekî xort im, lê bi rabûnê re hema ketin zêde li gor min nîne. Di hemû lîstokan de ez wisa me. Yên ku min dikarîn ez bi dest bixim, ji xwe min bidest dixistin, yên din jî wekhevî bû. Ez bawerim min pir kêm di lêyîstikan de wenda kir. Ev taybetmendiyeke derûnî û takekesî bû.

Şêwaza min pir balkêş bû. Dema min nimêja xwe ya destpêkê kir meleyê gund (ez bawerim 1984’an de mir) digot, “heger tu bi vê lezê bidomînî tuyê bifirî. Tuyê bibî ewliya û bifirî”. Nimêja min ya destpêkê bi meleyê gund vê nirxandinê dide kirin. Esas ez zêde ji duayan fêm nakim, lê bi kêmanî ez dişopînim. Şêwaza min ya şopandinê, di derbarê min de mele dibe vê darezînê. Weke vê gelek ezmûneyên min yên jiyanê hene. Ketina ji hemûyan re cidiye, bi wate ye û wisa birina encamê heye.