HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

reber apo3Ji dilê min wer tê, hema ez bibêjim armanca gerdûnê mîna ku azadî be. Min gelek caran ji xwe pirsiye gelo gerdûn li pey azadiyê ye. Li gorî min gelekî kêm e ku azadî bi tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were hesibandin; ez fikirîme ji sedî sed aliyekî xwe yê bi gerdûnê re elaqedar heye. Eger mirov li dualîteya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn ê gerdûnê bifikire, bêyî ku xwe paşve bidim ez enerjiyê weke azadî destnîşan dikim. Ez bawer dikim ku perçika maddî jî pakêtoka enerjiyê ya di rewşa mehkûm de ye. Rohnî rewşeke enerjiyê ye. Ma gelo kes dikare înkar bike ku rohnî xwedî herikîneke pirr azad e? Kûantayên weke rewşa perçikê herî piçûk ê enerjiyê têne terîfkirin, di roja me ya îro de hema hema di ravekirina tevahiya pirrcuretiyê de weke hêmanekî bi mane têne dîtin û em jî tevlî vê yekê dibin. Belê, tevgera kûantûmî hêza afirîner a tevahiya pirrcuretiyê ye. Ez xwe nagirim û dibêjim, gelo Xwedayê timî mirov lê digere ev e. Dema ku tê gotin jor-gerdûn di karekterê kûantûmê de ye, ez dîsa bi heyecan dibim û dibêjim, dibe ku welê be. Dîsa ez xwe nagirim û dibêjim; gelo ji derve afirêneriya Xweda ji vê re tê gotin.

Bi ya min gelekî girîng e ku mirov di mijara azadiyê de egoîst û xweperest nebe û nekeve reduksiyonîstiya mirov. Ma kes dikare hilperîn û perpitîna heywanê di qefesê de ji bo azadiyê ji nedîtî ve bê? Li ber xwendina bilbil, senfoniya herî şaheser jî paşvemayî ye, ma vê rastiyê ji bilî azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Em hinekî din zêdetir pêşde biçin, ma bi tevahî deng û rengên gerdûnê azadiyê nayînin bîra mirovî? Koletiya herî kûr a pêşî û dawî ya civaka mirov jin e, ma hilperîn û perpitîna wê ji bilî gera li azadiyê, em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Fîlozofên hûrûkûr ponijîne, weke mînak Spînoza, azadî weke derketina ji cehaletê û hêza maneyê şîrove kiriye, ma ev heman mabestê rave nake?

Ez naxwazim pirsgirêkê di nava naveroka wê ya bêserûbinî de bifetisînim, bêhnçikandî bikim. Herweha ez naxwazim pirsgirêkê weke rewşa xwe ya ‘mehkûmiyeta’ bi jidayikbûnê, bînim ziman. Ispata wê ev e: bi awayekî helbest nivîsandin gera li azadiyê ye, dîsa jî ji bilî çend hevokên ji bo bîranîna Prometheus, min hîç nivîsîna helbestê neceriband. Ew jî tê zanîn ji bilî îmaj û pêjnekê wêdetir maneyek xwe nîne. Lê belê ma kes dikare ji nedîtî ve bê ku ez bi awayekî dijwar li maneya azadiyê geriyame û daye ser şopa wê?

Dema ku em azadiya civakî dikin pirsgirêk, me ev destpêka kurt pêşkêş kir da ku em der barê kûrahiya mijarê de hişyar bikin. Me civak weke xwezaya zêdebûna mejiyê wê herî pêşketî terîf kiribû û ev yek ê der barê analîzkirina azadiyê de rohnîker be. Qadên mejî yên zêde pêşketî, qadên ji azadiyê re nazik in. Çi civakê xwe weke hêza mejî, çand û aqil zêde xurt kiribe, wê ewqasî xwe ji azadiyê re amade kiriye. Gotineke bi vî rengî di cih de ye. Dîsa civakekê xwe ji mejî, aqil û nirxên çandî çiqasî mehrûm kiribe yan jî mehrûm hatibe hiştin, ewqasî di nava koletiyê de ye. Ev jî vegotineke rast û di cih de ye.

Ez dema ku li ser mijara qebîleya Ibraniyan diponijim, timî du xisletên wan ên bingehîn di hişê min de dimînin. Ya pêşî, mehareta wan a di mijara pereyan de ye. Hukimraniya pereyan timî di destê xwe de digirin. Bi awayekî hosteyane dizanin ku bi vê dikarin dinyayê bi xwe ve girê bidin, heta hem di warê teorîk hem jî pratîk de baş bi vê yekê dizanin. Em dikarin ji vê re bibêjin, hukimraniya dinya maddî. Bi ya min a girîng a duyemîn e, ango hunerê hukim-raniya manewî baş bi cih tînin. Cihûyan pêşî pêxember, paşê jî ni-vîskar, di modernîteya kapîtalîst de jî her cure fîlozof, zanyar, hu-nermend û jinên xwe hema hema hukimraniyeke çandî ya manewî bi dîrokê re hemsal damezrandiye. Ji lewra gelekî di cih de ye ku mirov bibêje, bi qasî qebîleya Ibranî ti qebîle dewlemend û azad nîne. Eger em çend mînakan der barê serdema me de bidin, wê vê rastiyê bi zêdeyî piştrast bike. Bi giranî hêza hukimdarên rastî yên kapîtala fînansê yên hukim li ekonomiya global dikin bi koka xwe Ibranî ne, ango Cihû ne. Eger mirov di qada entelektuelî de çend navên Cihû bijimêre dikare van mînakan bide; di derketina felsefeya hemdem de Spînoza, di sosyolojiyê de Marks, di psîkolojiyê de Freud, di zanista fizîkê de Einstein. Eger em bi sedan teorîsyenên polîtîka, zanist û hunerê li van zêde bikin, bawer dikim ku wê der barê hêza entelektuel a Cihû de, fikrekê bide. Ma mirov hukimraniya Cihûyan a di cîhana entelektuel de dikare înkar bike?

Lê belê li rûyê din ê madalyonê, yên din ên dinyayê hene. Dew-lemendiya maddî û manewî, hukimranî û hêza aliyêkî di berdêla xizanî, bêhêzî û kerîbûna yên din de pêk tê. Ji lewra gotina navdar a Marks ji bo proleteryayê gotibû ji bo Cihûyan jî di cih de ye. Marks weha gotibû “Eger proleterya dixwaze xwe azad bike (bi gotineke din rizgar bike), ji bilî azadkirina tevahiya civakê çareyeke wî ya din nîne.” Tu dibêjî qey Marks li ser Cihûyan fikiriye û ev gotina xwe kiriye. Eger Cihû dixwazin ji azadiya xwe ango hêza xwe ya mane, dewlemendî û mejî piştrast bin, divê civaka dinyayê jî bi heman rengî dewlemend bikin û ji aliyê manewî ve hêzê bidinê, wekî din ti rêya wan nîne. Naxwe her tim dibe ku Hîtlerên nû li ser serê wan peyda bibin. Di vê çarçoveyê de, bi tenê heke mirov bi rizgariya civaka dinyayê û azadiya wê di zikhev de lê bifikire, rizgariya Cihûyan, ango azadiya wan mumkîn e. Ji bo Cihûyên ku ji mirovatiyê re gelek tişt bi ser xistine, ev wezîfeya herî bi anor û rûmet e, divê kes ji vê gumanê neke. Ji qirkirina xeternak a Cihûyan jî em dikarin fêhm bikin ku rûmeta manewî û dewlemendiya li ser cehalet û xizaniya yên din avabûyî, nirxeke xwe ya rastî ya azadiyê nîne. Ma-neya rastî ya azadiyê ku em dixwazin, ji cihêkirina em û yê din dibi-hure û xisleta wê ya ji aliyê her kesî ve bê parvekirin heye.

Em wexta sîstema şaristaniya navendî li ser bingehê azadiyê bigirin dest û binirxînin, em ê bibînin ku her diçe bi koletiyeke qatbiqatî tê barkirin. Koletî li ser sê qatan bi hêz û qehîm tê ava-kirin: Pêşî koletiya îdeolojîk tê avakirin. Di mîtolojiyan de xwedayên hukimran û xeternak têne avakirin, nexasim jî di civaka Sumer de ev yek balkêş e, û tê fêhmkirin. Qatê jor ê Zîggûratê weke mekanê xwedayên hukim li zêhnan dikin tê tesewirkirin. Qatê navîn biryar-geha rêveberiya polîtîk a rahiban e. Qatê herî jêr jî weke qatê xebat-karên cotkarî û zenaetkariyê yên dibezînin her suxreyê, amade ki-rine. Ev model heta roja me ya îro jî bi xwe neguheriye, bi tenê bi awayekî berfireh şax berdaye û belav bûye. Bi vî awayî hûnandina çîroka pênc hezar salî ya sîstema şaristaniya navendî, hûnandina dîrokê ya herî nêzî rastiyê ye. Ya rastî, ev rastiyek e ku weke ampîrîk çavdêriya wê tê kirin. Jihevderxistina zîggûratê, jihevder-xistina sîstema şaristaniya navendî ye; ango bi vî awayî sîstema dinyayê ya kapîtalîst a roja me ya îro li ser bingeha wê ya rastî tê danîn û ji hev tê derxistin. Bi awayekî kumulatîf misêwa pêşketina sermaye û desthilatdariyê rûyekî madalyonê ye, li rûyê din jî koletî, kerîbûn, birçîtî û feqîriyeke xeternak heye.

Em hê baştir fêhm dikin ka pirsgirêka azadiyê çawa kûr dibe. Sîstematîka şaristaniya navendî, heta civakê gav bi gav ji azadiyê mehrûm neke û negihîne asta civaka bûye kerî, nikare xwe dewam bike, nikare hebûna xwe biparêze. Di mentiqê sîstemê de çareserî, zêdetir pêkanîna amûrên sermaye û desthilatdariyê ye. Ev jî zêdetir feqîrî û kerîbûn e. Ji ber dualîteya di xwezaya sîstemê de pirsgirêka azadiyê evçend mezin bûye û bûye pirsgirêka bingehîn a her ser-demê. Me bê sedem qebîleya Cihûyan weke mînak nîşan neda. Mirov gelekî dikare jê hîn bibe. Tevahiya serdeman ji girîngiya xwe tiştek ji dest nedaye, ji lewra mirov dikare azadiyê jî koletiyê jî bi Cihûtiyê bixwîne.

Guftûgoyeke ji rêûresmê heye; gelo zêdetir pere yan jî serwext-bûn azadiyê pêk tîne. Di çarçoveya vê vegotina me de mirov dikare baştir li vê guftûgoyê serwext bibe. Pere heta weke amûrekî dane-heva sermayeyê ango bi rola desteserkerê berhem û nirxê zêde rabe, wê timî amûrekî koletiyê be. Ji ber ku pere ji bo xwediyê xwe jî bang li tevkujiyan dike di warê azadiyê de amûreke bawerî pê nabe û kes nikare pişta xwe pê girê bide. Pere bi rola perçikê maddeyê yê dijberê enerjiyê ye, radibe. Mirov dikare bibêje, serwextbûn her tim zêdetir nêzî azadiyê ye. Serwextbûn li rastiyê, her tim pêşiyê li azadiyê vedike. Ji ber vê yekê ye ku serwextbûn her weke herikîna enerjiyê tê terîfkirin.

Eger mirov azadiyê weke pirrbûn, cihêwazbûn û pirrcurebûna di gerdûnê de bide naskirin, wê di diyarkirina exlaqê civakî de jî ra-vekirinê hêsan bike. Hebûneke di hinavê xwe de zimnî be jî pirrbûn, cudabûn û pirrcuretiyê hilgire, jêhatbûna hebûneke bi aqil a dikare hilbijêre tîne bîra mirov. Lêkolînên zanistî piştrast dikin ku aqlekî nebatan ber bi pirrcuretî û cihêrengiyê ve dibe, heye. Pêkhatinên di şaneyeke zindî de, heta niha ti fabrîkeyeke bi destê mirovî çêbûyî nikarîbû pêk bîne. Belkî bi qasî Hegel em nikarin behsa mejiyê gerdûnê (Geist) bikin. Lê dîsa jî mirov behsa tiştekî mîna mejiyê di gerdûnê de bike divê bi temamî weke tiştekî tewş neyê dîtin. Ji bilî mejiyê hebûnê, em cihêwazbûnê nikarin bi vegotineke din bînin ziman. Pirrbûn û pirrcuretî timî azadiyê bi bîra mirov dixin û dibe ku ev jî ji çipîskên ji mejiyê hebûnê diçin e. Bi qasî ku tê zanîn, mirov dikare insên weke hebûna herî bi aqil a gerdûnê bide nasîn. Baş e, mirov ev mejî û aqilê xwe çawa girtiye? Ji aliyê zanistî ve jî (fizîkî, biyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk) min mirov weke xulaseyeke gerdûnê dabû naskirin. Di vê danasînê de mirov weke kombûneke aqilê gerdûnî tê terîfkirin. Ji lewra di gelek ekolên felsefîk de jî mirov weke makêteke gerdûnê hatiye pêşkêşkirin.

Asta mejî û nermbûna wî di civaka mirov de bingehê rastî yê avakirina civakî pêk tîne. Di vê çarçoveyê de mirov azadiyê weke hêza avakirina civakî bide nasîn, di cih de ye. Em dizanin ku ji ko-mên mirov ên pêşî û vir ve ji vê re helwesta exlaqî hatiye gotin. Hin-gê exlaqê civakî bi tenê bi azadiyê pêkan e. Ya rastî, azadî çavkaniya exlaq e. Em dikarin exlaq weke rewşa azadiyê ya hişk, rêûersma wê yan jî rêzika wê bi nav bikin. Eger hilbijartina exlaqî çavkaniya xwe azadî be, û mirov têkiliya azadiyê bi mejî, serwextbûn û aqil re li ber çav bigire, mirov dikare exlaq weke serwextbûna kolektîf a civakê (wijdan) destnîşan bike û ev jî tê fêhmkirin. Di vê çarçoveyê de ji exlaqê teorîk re gotina etîk, bi vî awayî dikare maneyeke xwe hebe. Ji bilî bingehê exlaqî yê civakê, em nikarin behsa etîkekê bikin. Bêguman ji ezmûnên exlaqî mirov dikare felsefeyeke hê bi tesîrtir a exlaqî ango etîkê derxîne. Lê etîka lihevçêkirî nabe. Tê zanîn di vê mijarê de jî E. Kant gelekî hewl daye. Mirov dikare fêhm bike ka Kant çima ji aqlê pratîk re etîk gotiye. Di heman demê de exlaq weke hilbijartineke azadiyê û îmkana wê şîrove kiriye, ev fikra wî jî ji bo roja me ya îro hê di cih de ye.

Têkiliya azadiyê bi polîtîkaya civakî re, rewşeke xuya ye. Qada polîtîk ew qad e ku herî zêde aqilên pêşbîn li ser wê pevdiçin û hewl didin encamê bigirin. Bi awayekî din, mirov dikare wê weke qada ku têde kirdarên beşdar xwe bi rêya hunerê polîtîk azad bikin, bide naskirin. Her civaka nikare polîtîka civakî pêşde bibe, divê baş zanibe ku berdêla vê yekê bêpar mayîna ji azadiyê ye û fatûra vê wê li wê were birrîn. Mezinahiya hunerê polîtîkayê bi vî awayî derdikeve pêşiya me. Her civaka (klan, qebîle, qewm, newete, çîn û heta amûrên dewlet û desthilatdariyê) nikaribe polîtîkaya xwe pêşde bibe mehkûmê têkçûnê ye. Jixwe pêşdenebirina polîtîkayê tê maneya nasnekirina wijdanê xwe, berjewendiyên xwe yên heyatî û nasnameya xwe. Ji bo civakekê ji vê têkçûn û ketinê xedartir têkçûn û ketin nîne. Ji bo civakên bi vî rengî, bi tenê dema ji bo wijdanê xwe yê kolektîf, nasname û berjwendiyên xwe rabûn ser piyan, bi gotineke din wexta ketin nava têkoşîna polîtîkayê, xwesteka azadiyê mewzûbehs e. Xwestekên azadiyê yên bêyî polîtîka, xwexapan-dineke bi tehlûke ye.

Ji bo têkiliya azadî û polîtîkayê neyê berevajîkirin, cudahiya wê ya bi polîtîkayên (mirov bibêje bêpolîtîkatî rastir e) desthilatdarî û dewletê re bi nazenînî û bi baldarî were xêzkirin. Amûrên desthilat-darî û dewletê, ji bo karê xwe dikarin xwedî taktîk û stratejî bin, lê bi maneyeke rastî polîtîkayên wan çênabin. Jixwe desthilatdarî û dewlet bi xwe kengî înkara polîtîkayên civakî pêkanîn, di wê qonaxê de bi gewde dibin. Li nuqteya polîtîka diqede, avahiyên desthilatdarî û dewletê dikevin dewreyê. Desthilatdarî û dewlet têne maneya cihê gotina polîtîk diqede ango azadî bi dawî dibe. Li wê nuqteyê bi tenê îdarekirin, guhdarîkirin, ferman dayîn û ferman girtin heye; qanûn û rêzikname hene. Her desthilatdarî û dewlet aqlekî hişkbûyî, qeşagir-tî ye. Hêza xwe jî bêhêziya xwe jî ji vê xisleta xwe digirin. Naxwe qadên desthilatdarî û dewletê nabin qadên mirov lê li azadiyê bigire, azadiyê bi dest bixe. Hegel, dewlet weke qada rastî ya azadî lê pêk tê pêşkêş kir û ev jî bingehê tevahî avahî û fikrên tehekumkar ên modernîteyê pêk tîne. Ma ne faşîzma Hîtler di vî warî de mînakeke sereke ye, nîşan dide ev fikir dikare rê li ber çi veke. Heta têgihiştina sosyalîzma zanistî ya Marks û Engels pêşengiya wê kirin, desthilatdarî û dewlet weke amûrên bingehîn ên avakirina sosyalîz-mê dîtin û bêyî haya wan jê hebe, bi vî awayî derba herî xedar li azadiyê ango li wekheviyê dan. ‘Çiqas dewlet ewqas hindik azadî’ haya lîberalan zêdetir ji vê gotinê heye. Sedema serketina wan jî ev pêşbîniya wan e.

Desthilatdarî û dewlet weke amûrên tehekumkariyê, li gorî naverok û cewherê xwe, ji bilî nirx û berhemên zêde yên deste-serkirî ango ji cureyekî cuda yê sermayeya komkirî, ti maneyeke xwe ya din nîne. Sermaye dewletdar dike, dewletdarî jî sermayedar dike. Heman xusûs ji bo her cure amûrên desthilatdariyê di cih de ne. Qada polîtîk a civakî çiqasî rê li azadiyê veke, qadên desthlatdarî û dewletê jî ewqasî azadiyê diqedînin. Belkî avahiyên desthilatdarî û dewletê gelek kesan, koman û neteweyan bêtir dewlemend û azad bikin. Lê me di mînaka Cihûyan de dît ku ev bi tenê di berdêla kolekirin û xizankirina civakên din de pêkan e; dawiya vê jî ji şeran heta qirkirinan her cure hilweşandin û kavilkirin e. Di sîstema dinya kapîtalîst de zirar û ziyana herî mezin li Polîtîkayê bûye. Di tevahiya dîrokê de mirov dikare di vê qonaxê de ku asta herî bilind a sîstema şaristaniya navendî ye, behsa mirina bi rastî ya polîtîkayê bike. Ji lewra bi qasî ku mirov nikaribe bi ti serdeman re bide berhev di serdema roja me ya îro de qedandina polîtîkayê pêk tê. Çawa ku qedandina exlaqî weke qadeke azadiyê fenomeke roja me ya îro ye, ji wê gelekî zêdetir qedandina qada polîtîk di rojevê de ye. Ji lewra eger em azadiyê dixwazin, divê pêşî em weke wijdanê kolektîf ê civakê exlaq û weke aqlê hevpar polîtîkayê, ji hemû aliyan ve û bi hêza xwe hemûyî ji nû ve rakin ser piyan û kêrhatî bikin, wer xuya dike ku ji bilî vê jî ti çareya me nîne.

Têkiliyên di navbera azadî û demokrasiyê de hê zêdetir tevlîhev in. Kîjan çavkaniya kîjanê ye, ev nuqte her cihê guftûgoyê ye. Lê bi hêsanî em dikarin bibêjin, têkiliya zêde ya herduyan hevdu xwedî dikin. Bi qasî ku em bi azadiyê ve girêdayî li polîtîkaya civakî difiki-rin, em dikarin ewqasî jî bi demokrasiyê ve girê bidin. Rewşa herî berbiçav a polîtîkaya civakî, siyaseta demokratîk e. Ji lewra mirov dikare siyaseta demokratîk weke hunerê rastî yê azadbûnê terîf bike. Heta mirov siyaseta demokratîk nemeşîne, bi giştî civak, bi taybetî jî her gel û kom ne dikare polîtîk bibe, ne jî mirov dikare bi rêya polîtîk wan azad bike. Siyaseta demokratîk ji bo hînbûna azadiyê û bi cihanîna wê, dibistana rastî ye. Karûbarên polîtîk çiqasî kirdarên demokratîk biafirînin, siyaseta demokratîk jî civaqê ewqasî polîtîk dike ango azad dike. Eger em polîtîkbûnê weke şêweyê sereke yê azadbûnê qebûl bikin, divê em baş zanibin ku em her civakê çiqasî polîtîk bikin, em ê ewqasî jî karibin azad bikin, berevajiyê wê jî em civakê çiqasî azad bikin, em ê zêdetir jî wê polîtîk bikin. Bêguman di serî de çavkaniyên îdeolojîk, gelek qadên civakî hene ku azadî û polîtîkayê xwedî dikin. Lê bi awayekî bingehîn ên hevdu xwedî dikin û derdixin holê weke du çavkaniyên bingehîn azadî û polîtîka civakî ye.

Bi pirranî têkiliya wekhevî û azadiyê tê tevlîhevkirin. Lê ya rastî, bi qasî têkiliyên wê yên bi demokrasiyê re têkiliyên di navbera herduyan de tevlîhev û bi pirsgirêk in. Em carinan dibînin ku dema azadî berdêlê dide wekheviyeke tam pêk tê. Gelek caran tê destnîşankirin ku herdu bi hev re nabin, yek divê tawîzê bide. Herweha tê diyarkirin ku azadî jî weke berdêl, divê carnan ji wek-heviyê tawîzê bide.

Eşkerekirina cudahiya di navbera herdu têgînan ango xwezaya herdu fenomenan de ji bo rast diyarkirina pirsgirêkê hewce dike. Têgîna wekheviyê zêdetir bêjeyeke huqûqî ye. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera ferd û koman, parvekirina heman heqî ferz dike. Lê cudahî û cihêwazî bi qasî gerdûnê xisleteke bingehîn a civakê ye. Cudatî têgîneke welê ye, li parvekirina heq a heman cureyî girtî ye. Wek-hevî kengî cudahiyan esas bigire, dikare manedar bibe. Yek ji sedemên herî girîng ên serneketina têgihiştina wekheviyê ya soysa-lîzmê ew bû, hesabê cudatiyê nekir, nedît. Ev jî yek ji sedemên girîng bû ku dawiya wê anî. Dadeke rastî, kengî bi têgihiştineke wekheviyê ya cudatiyan bike bingeh, rabe dikare pêk bê.

Em wexta tespît dikin ku azadî bi têgîna cudabûnê ve gelekî girêdayî ye, kengî wekhevî bi cudabûnê ve were girêdan, dikare girêdaneke manedar bi azadiyê re pêk bê. Pevgirêdana azadî û wek-heviyê, yek ji hedefên bingehîn ê polîtîkaya civakî ye.

Nabe ku li vir em behsa guftûgoya di navbera têgîna azadiya ferdî û kolektîf de nekin. Hewl tê dayîn ku van herdu kategoriyan weke azadiya negatîf û ya pozîtîv jî bidin naskirin. Ji lewra danasîna têkili-ya di navbera van herdu kategoriyan de hê jî girîng e. Modernîteya kapîtalîst a azadiya ferdî (azadiya negatîf) rakir pêdarê, bêguman ev yek di berdêla zirardaneke mezin a kolektîvîzma civakê de pêk anî. Gelekî girîng e ku mirov tespît bike, azadiya ferdî ya roja me ya îro polîtîkaya civakî herî kêm bi qasî diyardeya desthilatdariyê diqedîne. Rohnîkirina rola ferdparêziyê di hilweşandina civakê de, nexasim di înkarkirina exlaq û polîtîkayê de ji bo guftûgoyên azadi-yê, pirsgirêka herî girîng e.

Civaka bi ferdparêziyê hatibe atomîzekirin ti taqeta wê namîne, ji bo ku li ber amûrên sermaye û desthilatdariyê rabe. Wexta em vê dibêjin, em baştir dikarin rîska kansêrbûna pirsgirêka civakî fêhm bikin. Eger mirov ferdparêziya civakî weke çavkaniyeke bingehîn a azadî û polîtîkaya civakî diqedîne destnîşan bike, ev yek dikare ji bo gavavêtineke manedar zemîn pêşkêş bike. Bêguman em li vir fer-dîtiyê nakin mewzûbehs, em guftûgo nakin ku ferdîtî pêdiviyek e. Ya tê guftûgokirin ferdparêziya îdeolojîk e, lîberalîzm e, ev ferdparê-ziya tê îdealîzekirin, azadî û polîtîkaya civakî diqedîne.

Jixwe di vê rewşê de me azadiya kolektîf guftûgo kiriye. Em divê bi girîngî diyar bikin ku ji bo pêkhatina azadiya bi rastî bi qasî fer-dîtiyê, pêwîst e ku her cure kom (qebîle, qewm, netewe, çîn, pîşe û hwd.) nasnameya xwe diyar bike, berjewendiyên xwe tedarik bike û xwedî li ewlekariya xwe derkeve. Hingê li ser van hîman em dikarin behsa azadiyên ferdî û kolektîf ên di nava ahengekê de xwe gihan-dibin nîzama civakeke azad a omptîmal bikin. Herçiqasî weke qut-bên dijber hatibin terîfkirin jî di navbera azadiyên lîberalîzmê bi maneya ferdparêziyê rakirin pêdarê û azadiyên sosyalîzma pêkhatî bi navê kolektîvîzmê rakirin pêdarê de wekheviyeke xurt heye û ev yek jî bi ceribandina sedsala 20. derketiye holê. Herdu jî ji aliyê lîberalîzmê ve weke alternatîf hatine danîn. Wexta ku em bibêjin dekûdolaba dewletgirî û taybetîkirinê bi heman destî tê gerandin, hingî xusûsa em dixwazin rave bikin jî wê baştir bê fêhmkirin.

Piştî sedsala 20. zirar û ziyana mezin a ferdgirî (lîberalîzma hov) û modelên kolektîvîzmê (sosyalîzma firewnî) yên hatin ceribandin derketin holê, pirr baş eşkere bûye ku civaka demokratîk ji bo lihevanîna azadiyên ferdî û yên kolektîf zemînê herî çê pêşkêş dike. Em dikarin diyar bikin ku civaka demokratîk bi qasî ku balansa azadiyên ferdî û kolektîf pêk tîne, bi têgihiştineke wekheviyê ya cudahiyan esas digire radibe û mirov dikare bibêje ku di pêkanîna vê têgihiştinê de jî rejîma polîtîk civakî ya herî di cih de ye.

Rêber APO