HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Nasnav: Rojîn

Nav û Paşnav: Halîse Yildirim

Dîrok û cihê jidayikbûnê: 1972 / Gundê Serêkaniyê, Nisêbîn, Mêrdîn

Navê dayik: Fatma

Navê Bav: Alî

Dîroaka Tevlêbûnê: 1988

Dîrok û cihê şahadetê: 1991 / Qerejdax, Mêrdîn

reber apo1 -Li vir wê cureyeke nû yê însan avabibe. Em hewldidin di gelek aliyan de pîvana vê diyar bikin. Nûbûnên hiqûqî, aborî, civakî, çandî û sincî - exlaqî- yên pêşerojê di vê nêzîkatiyê de veşartiye. Dema hûn van bi afirînerî pêk bînin, hûn ê karibîn nûneriya wê ya xurt bikin.  Waneyên wê nayê wateya hebûna agahiyên-zanebûnên  zuha û hişk, nêrîneke cîhanê ya bingehîne û divê hûn her diçe dibe taybetmendiyê avabûyina civakeke nû bibînin. Herweha divê hûn bibin fermandar û hêza fermanê yên vê gav bi gav derbaskirina jiyanê. Di vê mijarê de rêgeza me ya girîng a azadiyê, rêgeza wekheviyê ya di navbera zayenda de ye. Em nikarin weke nêzîkatiyên di derketina koledariyê de, ne jî weke di derketina feodalîzmê û kapîtalîzmê de nêzî pirsgirêkan dibin.

Di nava nêzîkatiyan de lawaziyên giştî yên mirovan jî heye. Dema ev nêzîkatî bi lawaziyên giştî yên mirovan re jî dibe yek, karaktera newekhev, zordest û mêtîngeriya di nav civakê de heye jî derdikeve holê. Nêzikatiya newekhev û lawaz a li himberê pirsgirêkê re, di pêşketina bê mêzên ên di civakên çînî de, newekheviya di qada navnetewî de, newekheviya di navbera çînan de, newekheviya di navbera zayenda de herweha newekheviya fîzîkî jî di derketina encamên pir xirap - xeter de bi bandor bûye. Bikaranîna xirap a newekheviyên di navbera zayendan de, di kirina amûra mêtingeriyê, kirina zemîneke ku bi hêsanî karibe li ser zextê bike, ji bo derketina sazûmaniyên  despotîk, împaratoriyên koleyan, despotîzma feodal, sazûmaniyên kapîtalîst-faşîst û di civakên hûr û gir de, di derketina gelek kesayetên axa û despot bûye sedema bingehîn. Ji lewra nêzîkatiya bi tendurîstî, di her astê de ji azadbûyinê re, ya ber bi wekheviyê ve diçe, bi nêzîkatî û tekoşîneke mezin a fedakar û bi hêsan nedîtinê tê bidestxistin. Yên ber bi ya hêsan ve diçin, yek li gor pîvanên malbatî bi kevneşopiyan bi nixumandina ser lawaziyan dixwaze çareser bike û û takekesî, ezperest, yên dixwazin bi azweriyên xwe jiyanbikin, yên ji bo derbaskirina vê xwe neêşîne, nêzîkatiyên ji bo jiyana rojane, berjewendiyê giştî û demdirêjî li kêlekê dihêle gelekî bibandorin. Ev hemû jî rê li ber qedandina cewherê pirsgirêka û nebidestxistina derfetên zêde yên azadiyê vedike. Ger em jî pîvanên yekitiyê yên divê li vê qadê pêk were, belav bikin, herweha jêbibin, em ê ji bo siberojan sedem û hincetên civakên nehewekhev, mêtinger û di bin zextê de ji niha ve biçînin ku mirov nikare ji bin vê rabe.

Hevalake me ya ciwan hebû, li vir e? Tu ji welat hat ne wusa? Hûn dahûrîniyan fam dike? Tu ji tovê mezin dibe, rewşa te hinek wusa ye. Ger li derdora te mînakên xirab nebe, wê demê tê bibe mîlîtaneke jin a baş. Li pêşiya te tu asteng heye?

Rojîn: Na Serokê min.

-Ji bo têgihîştinê wê hewldanê te hebe. Divê ji bo pêşxistina hevalan mirov bi pûte be. Ji cihekî weke Mêrdînê tê, heyameke pir xeter e. Tu pêkanînê li ser jinê yên li wê qadê dizane? Hîn jî di bîra min de ye, rojekê ez li Mêrdînê çibûm malekê. Li malê zilamekî şêst salî heye, gotin "ji zilam re keçê dixwazin". Dema min bihîst keçeke duwanzde saliye, ez matmayî bûm. Lê wê herêmê pir heye, ne wusa?

Ro: Belê Serokê min.

-Tirsnak e! Ger bandora PKK'ê nebe dibe ku we jî ev pîvan jiyan bikira. Ji lewra hûn ê pêşketina xwe weke pêşketina azadiyê binirxînin. Divê mirov vê ji bîr nek; şoreşgerbûyina keçeke ciwan bûyereke pir mezin e. Em vê di wateya rastîn de nîrxa wê didin û destnîşan dikin. Hûn wateya vê yekê nizanin.  Peljeniyeke -hessasiyeteke- mezin dixwaze. Hewldaneke mezin dixwaze. Ez pîvana gelek yên ji we dizanim, pîvanên hûn ê ferz bikin, pîvanên roja dudiyan hûn ê li rû û çavê xwe bidin. Ne raste jî. Divê her tiştî girîngiyê bidêne û pêş bixînin. Bi gelemperî kadro bi vî rengî pêşdikeve, lê ji bo keçan ev hîn bêhtir bi vî rengiye.

Em li şert û mercên jiyanê, derûniya wan û zehmetiyê van bifikirin; zilameke şêst salî, zarokeke di temenê neviya xwe digre. Ev kirêtiye. Zilam li şûna yekê pênç-şeş heba digre. Ev ê bibe ku derê? Ev toqine, tirsnak e! Hûn nizanin, lê ger hûn bikevin nava tiştê bi vî rengî li ruyê we jî nayê temaşekirin. Em vê li xwe danaynin, divê hûn jî li xwe daneynin. Li xwe danenîn, tê wateya nepejirandina koledariya li ser we tê ferzkirine. Di vê mijarê de erk û wezîfeyên we yê cidî hene. Ger hûn ji kolebûna xizmek xwe, xwuşka xwe, birayê xwe temaşe bikin, wê şoreşgeriya we bi gûman be. Di vê mijarê de di dilê xwe de ger hûn tiştekî nebihîzîn, wê demê hûn xwedî dileke ji kevir in.

Avrêl 1989

Aborî: Ekonomi

Afirînerî: Yaratıcılık

Amûr: Araç, alet

Avrêl: Nisan

Azwerî: Tutku, hırs

Çînî: Sınıflı

Ezperest: Bencil

Ferheng:

hûr û gir: İrili ufaklı

Lawazî: Zayıflık

Mêtingerî: Sömürgecilik

Mêzên: Denge

Pûte: İhtimam, itina

Rêgez: İlke

Sazûmanî: Rejim

Takekesî: Bireysel

Tirsnak: Korkunç

Toqîn: Dehşet

Wane: Ders

Wate: Anlam

Zayend: Cins

 

Halise Yildirim ( Rojîn )
Navê bav  : Elî
Navê dê  : Terfa
Ji dayikbûn  : Nisêbîn, Gundê Çalê – 1.4.1975
Tevlêbûn  : 1988 – Eyaleta Botanê û Amedê. Di Akademiya Mahsum K. de perwerdehiya leşkerî dît.
Pakrewanî  : 30.8.1991 ê de li Amed, Gundê Xirbe Sîtil.
Di tariya şevê de kete kemîna dijmin. Bi birîndarî, berxwedana xwe berdewam kir, radestî dijmin nebû, lê bi xwe re negiha ku destanekê binivîse. Jixwe ew bixwe destanek bû.Di temenekî pir biçûk de beşdarî gerîlayên rizgariya neteweyî bûbû. Jê re "leşkerê Biçûk" digotin. Pir xwîn winda kir û kete nav karwanê pakrewanan. Tabûta wê bi Ala Rengîn hat xemlandin, anîn Nisêbînê, gundê Çalê; bi dû cenazeyê wê de ji gelê herêmê girseyeke pir xilbe, bi pey wan de hêzên dewletê û tîmên taybet, di ser serê wan re perwanefir... Li wir di dilê gelê kurd de hate naşandin. Hêzên dewletê ji bavê wê dipirsin: "Çima Ala Kurd?" Bavê wê dibêje: "Ji ber ku ji bo vê Alê canê xwe da. Daxwaza wê ya dawî ev bû. Ev jî mafê wê ye." Rihê wê şad, riya wê pîroz be.