Faşîzma reş, di 14ê Temmuzê de careke din, li kolanên Amedê agirê zilmê barand.
Faşîzm hêrs e, kîn e, buxz e, bêbextî ye, kuştin, dagirkerî, wêranî, talanî, derew û telaqreşî ye. Li Amedê jî, polîsên AKPê bi van hest û hişmendiyê, mizgeft jî di nav de êrîşî her kesî û her tiştî kirin. Mudurê polîsan jî, ji sibehî heta êvarî fermanên provakatorî, kuştin, birîndar kirin û qirkirinê dan.
30 sal in, dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê agirê zilmê dibarîne. 30 sal nifşek e. Nifşê pêşî gelê kurd ji gora betonî derxist, dibin pêşengiya lehengên destpêkê de, têba hate kuştin û gelê Kurd xwe ji xweliya xwe afirand. Îro, li dijî “faşîzma reş” nifşê duyemîn şer dike. Piştî 30 salî, gelê Kurd jî, li dijî faşîzma reş li ser lingan e, li meydan û kolanan têkoşînê dike.
Derxistina gelê kurd ji gora betonî, îradeyek siyasî afirand, 40 parlamenter, 100 şaredar bi hezaran siyasetmedar, bi sedan nivîskar û rojnamevan derxistin holê. Sazî û dezgehên civakî, pişeyî, meclîsên gel û sîstemek derxiste holê. Sîstema Xweseriya Demokratîk... Berî çendekî, li payîtexta YE Brukselê, bi siyasetmedarekî Belçîkî re, em li ser sîstemên herêmî axivîn. Piştî min cûdatiya Xweseriya Demokratîk û ya Belçîka bi xetên qalind û sernavan anî ziman, siyasetmedarê Belçîkî got; “me dest avêtiye vê mijarê, niha em dixwazin rêvebiriyên herêmî bi hêz bikin, bandor û otorîteya navendî kêm bikin.” Lê di mijara kontrola gel, huquq û bazarê de, em ne weke hev difikirîn. Ew ligel kontrola saziyên civakî, kulturî bû, ez ligel kontola gel bûm. Dawî got: “Wisa xuya dike ku Kurdan li dijî huquqê dewletê merhaleyek giring bidestxistiye, hêdî hêdî huquqê xwe diafirîne.”
Bêguman gotinên siyasetmedarê Belçîkî rastiyek dianî ziman. Huquqê dewleta tirk li ser bingeha inkar û tunekirinê hatiye avakirin, kanun jî ji bo pratîzê kirina vê inkar û tunekirinê hatine amade kirin. Edalet jî dibin wesayetê de tê bela kirin. Lewma huquq û kanunên Tirkiyê li derî demê têne binavkirin. Gelê kurd jî bi têkoşîna xwe “kanunên jiyana bi rûmet” derxistin holê, yan jî derdixe holê. Yek, xwedî derketina li nirx û pîroziyan e… Du, xwedî derketina li Serokatiya Haraketa xwe ye… Sê, xwedî derketina li gerilayên xwe ye… Çar, xwedî derketina li îrade û nasnameya xwe ye. Vê jî, mina li dadgehên taybet û mekanîzma giyotînê xuya dike, dibin her cure hoy û mercên giran de dike. Li gelek cihan, ev huquq ketiye pratîkê. Mînaka wê Şaredariya Surê ye, herêmên Botanê ne. Herçiqasî, dibin navê dozger û dadgehên taybet de, dewleta Tirk afirgeriya hemdemî dike bin perçiqandin û parçekirinê jî, gelê kurd di vê pêkanîn û kiryarên xwe de bi biryar e. Şerê di navbera faşîzma reş û gelê Kurd de ev rastî ye.
Bê çawa 21ê Adara 1982an, Mazlum Dogan bi sê darikên kufrîtê agirê Kawayê hemdem pêxist; bê çawa di 18ê Gulanê de, Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengin û Necmi Oner bedena xwe kirin ronahiya riya têkoşîna azadiyê; bê çawa 14ê Temmuza 1982an, bi çalekiya destanî Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yılmaz, rê li ber pengava 15ê Tebaxa 1984an vekirin, 14ê Temmuzê 2012an jî, piştî “faşîzma reş” li kolanên Amedê, wê şerê li Kurdistanê bike qonaxeke din. Rol û misyon, taktîk wê werin guhertin. Pirranî jî stratejî û taktîkên Haraketa Azadiya Kurd wê werin guhertin.
Çima, ji ber ku faşîzma reş li kolanên Amedê demokrasî, huquq, maf û îradeya gel nas nekir, hêviyên aştiyê kuştin. Vê kiryara faşîzan jî, meşrûiyeta dewlet û detshilatdariya AKPê têk bir.
Ez baweriya xwe car din dûbare bikim; ev desthilatdarî, ev muxalefet, ev zihniyeta dewletê, ev huquq, ev kanun pirsgirêka kurd çareser nakin. Nikarin çareser bikin. Ji ber ku îdeolojiya fermî ya dewletê, faşîzmê diafirîne, doh rengê wê spî bû, îro kesk bûye, her du reng jî dema dadikevine kolanan “reş” dibin. Faşîzm, reş be spî be, li hundir be, li kolanan be, ne huquq, ne edalet, ne heq, ne maf, ne jî ademiyetê nas dike. Bikenê jî, “kenekî kûbariya alametî ferîqe ye.” Dêhnê xwe bidin Erdogan, di her tewr û rewşê de, dema dikene “kûbariya alametî ferîqe” nîşan dide. Fidel Castro, “dibêje; eger kujerek, dagirkerek, li komarekê bibe serokwezîr, cihê mirovên bi namus û durust yan gorîstan e, yan jî girtîgeh e.”
Bi vê mebestê dibêjim, piştî êrîşên faşîzan li Amedê, şerê gelê kurd wê bikevê qonaxek nû. Stratejî, têkoşîna şoreşger e, lê taktîk wê werin guhertin, fereh û giştî bibe. Ji ber ku şer ne tenê taktîk e: Dema ku taktîk bi stratejî, ideolojî, siyasî hate xurt kirin û li ser bingeha felsefîk hate rûnandin, wê xwe li gorî demê biguhere serketinê bidestbixe. Her guhertin pêdiviya pesrpektîfên nû jî derdixe hole. Bêguman, helwesta dijmin jî, bandore li taktîk û perspektîfên mirov dike.
Lê di vê qonaxê de pêdiviya gel bi çeper û kozikên nû, bi dagirtina cihê valahiyan û kontrolek berfireh heye. Bê çawa dîrok valahiyan qebûl nake, şerên neteweyî jî, belabûn û valahiya çeper û kozikan qebul nake. Piştî faşîzma reş li kolanên Amedê, Haraketa Azadiya Kurd jî, wê divê hêlê de taktîkên xwe biguhere û li ser riyeke cûda kilîd bibe. Di şerên neteweyî de, çavkaniya haraketên azadiyê, her dem bûne gel, lehengê wê jî bûne ciwan. Haraketa Azadiya Kurd jî, ji destpêkê û heta îro, çavkaniya xwe gel dîtiye û ciwanan lehengîtî û pêşengîtiya wê kirine. Êdî wê ne tenê çiya, bajar û navçe jî, gund û kolan jî wê bibin parastina lehengên Haraketa Azadiya kurd. Hingî wê kolanên bajarên weke Amedê, ji bo hêzên faşîst bibin labîrentên tirsê, wê her sih û temtelek reş, her xişpên û pêjna dengekî wê bibê têba dagirkerên Kurdistanê.
Mitinga 14ê Temmuzê, berxwedana gelê Kurd, faşîzma reş ya dewleta AKPê li kolanên Amedê, wê qonaxek nû bi xwe re bîne.