HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Tecrida li dijî Birêz Abdullah Ocalan, ber bi 12 mehan diçe. 14ê Temmuzê jî, Kurd wê li Amedê dibin slogana “ji bo Ocalan azadî” kom bibin û mitingekê lidarbixin. Pêwist e her Kurd, di mitinga dîrokî de cihê xwe bigire.

-----------------

14temmuz11114ê Temmuzê navê destanekî ye û biqasî destanê Troya navdar e.

Di paşerojên mirovahiyê de, wê wek qanaxeke dîrokî ya sedsala bîstan û bîstûyekê, di dîrok û ansiklopediyan de cih bigire û di dersên dîrokî de, di anfiyên zanîngehan de werê nîqaş kirin. Ji ber ku senfoniya şaristaniyên di himbêza cografya Kurdistanê teva diqîre û nasnameya qedîm ya mirovahiyê diparêze.

14ê Temmuzê li dijî zihniyeta îttîhadî destpêka berxwedanê ye û pêxistina agirê Kawa li dijî Dehaqên hemdemî ye. Zihniyeta îttîhadî ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bûye bingeha nijadperestiya faşîzan. Ev faşîzm bûye xeleka fetisandin û dardekirina gelê Kurd û gelên din teva.  Lewma destpêka şerê li dijî kelih û bircikên vê zihniyeta “yek-yekan” giring e, dîrokî ye û destpêka destanekî nû û hemdemî ye. Ji ber ku, da xuya kirin ku mirin û kuştin, talan û dagirkerî ne destînî ye.

Zihniyeta îttîhadî, nirx û pîroziyên mirovahiyê red dike, talan dike, qirr dike. Bi vê sedemê 14ê Temmuzê navê destanekî nû û hemdemî ye. Ji ber ku, li dijî hovîtiyê, dengê hawara aştî û parastina jiyanê ye. Îro jî wek senfoniya qedîm kulturên Mezopotamya, wek nasnameya têkiliya mirov û dîrokê, girêdana mirov û axê derketiye holê.

Her destan, bi rengên taybet tê hunandin û aliyê xwe yê civakî, aborî, cografî û huquqî heye. Gerdûniya wna ji vê tê… 14ê Temmuzê jî, di van aliyan de xwedî nirxên pîroz e û roleke gerdûnî dilîze. Bi vê mebestê em dikarin pirsa “destpêka felsefê” di bûyera 14ê Temmuzê de bînin ziman… Çima ev buyer pêk hat? Gotina “çima” bersiva tevger û guhertina bûyerê ye. Çima; ji ber ku bûyera 14ê Temmuzê xwedî giraniyek tevger û guhertinî ye. Bandora wê jî, mina şerê Qerteca û Truwa bandor li herêmê teva kir.

14ê Temmuzê xwedî aliyekî mistîkî ye; Promethuse bi agir ve girêdayî ye, Kawa bi agir ve girêdayî ye, 14ê Temmuzê jî bi agir ve girêdayî ye. Agir guhertin e û şoreşa herî mezin ya mirovahiyê ye, bûye bingeha diyalektîkê û bi mirovahiyê re dijî.

Diyalektîk, li dijî metafîzîkê rastî ye. Rastiya civaka Kurd jî 14ê Temmuzê ye. Dagirkerî û zihniyeta îttîhadî jî bi erênî-neyînî navê vê diyalektîkê ye. Çalekiya 14ê Temmuzê jî sirr û razên li pişta neynikê û di nava fulyonê de veşartî eşkere kirin. Xeta navbera zilm û zordestiyê, dagirkerî û azadiyê, xeta navbera jiyan û berxwedanê, xeta di navbera demokrasî û faşîzmê, di navbera reş û spî de, di navbera dîrok û mirov de, di navbera ademî û hovîtiyê de eşkere kir.  

Di qonaxa îro de, 14ê Temmuzê bi zelalî û di wateya xwe ya diyalektîkî de hatiye zanîn, hatiye dîtin û fêmkirin. Çima; ji ber ku darmêwe, kulîlk mezin bû û mêwe dide. 14ê Temmuzê bû çavkaniya çemê dîrokê û di vê herka çemê dîrokê de, pêşketin û guhertineke civakî derkete holê.

Mixabin hîna romana vê bûyera destanî ne hatiye nivîsandin. Roman, neynika dema xwe ye û zimanê gel e. Rengê dahatuya civaka xwe ye, lê bi têrahî ne hatiye nivîsandin. Beltikên magazîna edebiyata Kurdî, di vê babetê de hîna vala ye. Dabaşek dîrokî ye lê ne hatiye nivîsandin, dabaşek desînî ye û ev destînî bi cografya Kurdistanê ve girdayî ye, lê ne hatiye nivîsandin. Hejmara tiştên hatine nivîsandin, gelo çend beltikan dadigirin û çiqasî dabaşên dîrokî anîne ziman?

Erê “kurdên îttîhadî” hene û wek kurmê di birîna mûmarî de kar jî dikin.

Dîsa jî pêwiste romana vê cenagaweriya destanî û gelek bûyerên din werin nivîsandin. Nivîskarên Kurd, di her demûdewran û heyaman de, dibin her cure hoy û mercên giran de, li dijî zihniyeta îttîhadiyan, li dijî kurdên îttîhadî ligel gelê xwe cih girtine û şer kirine.

Elîşer û Zarîfe, mînaka vê dîroka bextewar û serbilind e. Îro jî bi hezaran Elîşêr û Zarîfe li serê çiyan, li kolanan, li girtîgehan mînaka vê dîroka bextawer û serbilind hene. Ji girtîgehan hindik bin jî, berhemên mezin derdiekvin.

Piştî 3- 4 rojên din salvegera vê bûyera destanî ye.

Gelê kurd, vê roja destanî 14ê Temmuzê de, li Amedê wê xelekên destanê dîrokî temam bike. Çima; ji ber ku ciwanên kurd 30 sal in xelekên vî destanê dîrokê dinivîsin û çavkaniya herka çemê jiyana gelê kurd bi pîrozî û nirxan dewlemend dikin. Gelê kurd jî, bi canfedayî van xelekên dîrokî, bask û beşên destanan hûrik hûrik di tevna jiyana dahatû de dihune.   Destîniya kor û jiyan bi destê hêzên global, bi destê hêzên dagirkerên xaka Kurdistanê hatiye reş kirin. Sed sal in, çavkaniya jiyana gelê Kurd hatiye wêran kirin. Lewma xelek, û beşên destanê 14ê Temmuzê û hunandina jiyana paşerojan berdewam dike.

Ev beşên destanên dîrokî, bendeyî Homerosên Kurd, Ehmedî Xaniyên nû ne.

14ê Temmuzê li Amedê û mitinga dibin slogana “ ji bo Ocalan azadî” de giring e û xwedî rol û misyoneke dîrokî ye.

Divê Kurd, di vê roja dîrokî de, li tevna jiyana paşerojan de damistonka xwe deynin û di wê rojê de, biçin Amedê û agirê 14ê Temmuzê bi slogana “azadî” dengê xwe bilind bikin. Dive ku di 14ê Temmuza sala 2012an de, dengê gelê kurd yê “azadiyê” li çar aliyên cîhanê bela bibe û wek ala serketinê di ezmanê Rojhilata Navîn de bibalive.    
Medeni FERHO