HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

polis asrin hukuk burosu baskinLi Kurdistanê şerekî dijwar û di çarçoveya faşîzma reş de tê meşandin.

Di vî şerê dijwar de, du rê derketin holê: Riya rastî û riya hêsa... (Gotina hêsa hinekî nermkirina mijarê ye.) Riyeke sêyemîn nîne. Riya sêyemîn, şivîleyeke riya duyemîn e. Di şerê li Kurdistanê de, riya duyemîn alîgîriya hêzên dagirker û desthailatdariya AKPê ye. AKPê jî, faşîzm daxistiya kolanan.

Riya rast, dikare heta bi “Çarmixa Îsa” biçe. Riya hêsa jî, diyar e, ligel AKPê cih girtin e û jiyana di “xêra Xweda” de ye. Aliyek dîrok e, aliyê din tenê di kêla gorê de navek e. Li Kurdistanê, rê ji hev cûda bûne, êdî faşîzma reş û gelê Kurd şer dikin.

Faşîzm, bi çi rengî dibe bila bibe dema dakete kolanan reş dibe. Li Kurdistanê û metropolên Tirkiyê faşîzma li dijî gelê Kurd daketiya kolanan. Li xaka Kurdistanê jî, ev faşîzm bi çekên kimyewî û agirê ji erdê difûre, ji ezmanan dibarê berdewam dike.

Em heyama teknolojiya pêşketî dijîn û derfetên ragihandin û bihîstinê bi hêza brûskî çêdibe.
Di şeran de, gelek caran hewayên bi mijûmoran derdikevin holê. Li Kurdistanê ev hewa mijûmoranî hilatiye û her tişt eşkere bûye. Hinek caran tevlîhevî çêdibin, lê heta îro hatiye xuya kirin ku, kes û derdorên riya duyemîn ya “hêsa” bijartinê, bi zanebûn û li gorî îdeolojiya fermî vê mijûmoranê derdixin holê. Bi alîkariya medya û teknolojiya pêşketî, derewan difûrînin, ji nişka ve hewayê dikine nava tevlîheviyekê.

Îro pêşeng û Xewadayê “faşîzma reş” desthilatdariya AKPê ye. AKPe îro ne tenê desthilatdar e, di nava dewletê de bûye dewlet. Dewleta AKPê, pirr hêlî kar dike û bi her cûra amûrên dagirkeriyê êrîşî Kurdan dike, dixwaze Kurdistanê ji nû de dagir bike.

Ev helwesta AKPê, di tevahiya zivistanî de, hemberî ku berf û serma dijwar hebû, rêbûwar girtîbûn, ji hewa û erdê bi amûrên cûda “faşîzma reş” neda rawestandin. Tu kes nikare kiryarên AKPê, bi tu rengî meşrû nîşan bide. Dema ku rewş bû ev gelê kurd jî, Haraketa Azadiya Kurd jî mecbur e xwe biparêze û çalekiyên gerila jî, weke darbeya li aştiyê binirxîne. Berî komkujiya Roboskî, çend komên gerila bi amûrên cûda ku hîna guman li ser wan heye hatin kuştin. Ji komkujiya Roboskî û vir ve jî, siyaseta du alî ya germ û sar, di rengê qirkirina li dijî gleê Kurd de tê meşandin. Her û her siyaseta tunekirinê di pratîkê de ye. Siyaseta “tunekirin” û kiryarên “qirkirinê”; ev du gotinên sucê mirovahiyê ne û divê bi arzanî neyên nirxandin û şîrove kirin.

Lê ew kes û derdorên ku riya duyemîn bijartine, ligel êrîşên AKPê, karên xwe yên di çarçoveya şerê psîkolojîk de dimonînin. Bêguman ev rewşeke exlaqê cotstandardî ye û tevahiya demokrat û entelektuelên ligel AKPê vê cotstandardiyê dijîn.

Binêrin: Di dema desthilatdariya AKPê de, 45 girtîgehên nû hatine çêkirin, çêkirina 14 girtîgehan û 13 avaniyên bi girtîgehan ve zêde bikin jî berdewam dikin. Li gorî statîstîkên dewletê; di sala 2002an de, 59 hezar û 429 girtî hebûn, di sala 2011an, dawiya meha Nîsanê de hejmara girtiyan 124 hezar û 74 in. Ji du qatan zêdetir e…

Ji aliyekî ve şerê kujerî û faşîzma li kolanan, ji aliyê din ve hewqas girtîgeh û hejmara zêde ya girtiyan. Ev gotina exlaqê cotstandardî, li vir weke reflekseke nexweşiya pîskolojîk derdikevê pêşberî me. Yanî dewlet jî desthilatdariya AKPê jî nexweşên psîkolojîk in. Entellektuel û rewşenbîrên ligel AKPê, wek doktorên psîkolojîk haraket dikin û dixwazin dewlet û desthilatdariya nexweş tedawî bikin. Riya vê jî, bi destê stratejisyenên nexweş ve hatiye destnîşan kirin.

Nexweşiya stratejisyenan cûda ye û aliyekî wê rant e, aliyê din dewşîrmetî ye. Ji ber ku rant, li gorî bagaja siyasî û îdeolojîk tê bidestxistin. Aliyekî wê jî pere ne, aliyê din jî kursî ye; her du alî jî di “îdeolojiya kina nijadî” de digihine hev. Lê di nava 30 salî de, derkete holê ku çemê jiyanê ne li gorî bagaja siyasî û îdeolojiya stratejisyenan diherike. Çemê jiyanê, li gorî afirgerî û hilberîna xwe diherike û her kesî di nava xwe de, li gorî giranî û hebûna wan diragire. Yanî exlaqê realiteya jiyanê, ne li gorî nirxandinên siyasî û bagaja mirovan, li gorî tevgera gelan û daxwazê gelan derdikevê holê.

Baş tê zanîn ku, li welatekî teşhîseke “faşîzma reş” werê danîn, êdî bagaja siyasî ya stratejisyanan çi dibe bila bibe, “mulga dibe” û ne riyên tunekirin, qirkirinan, riyên aştî, çareserî û demokrasiyê derdikevin pêş.

Bêguman wê derbarê şerê ku di rengê faşîzma reş de li Kurdistanê tê meşandin, wê axaftin çêbibin, nîqaş çêbibin, riyên çareseriyê werin pêşniyaz kirin. Ji her kesî bêhtir jî wê entelektuel û rewşenbîr gotina xwe bêjin û nîqaşan bikin. Lê, di demeke wiha de, rewşenbîr û entelektuelên ku ber bayê şerê psîkolojîk ketine, di pêvajoya çêkirina Destura Bingehîn ya nû de, mixbain bayekî demokratîk nabizivînin û kampanya, “Destura Bingehîn ya Demokratîk ku mafê her gelî, her baweriyê bike bin misogeriyê” nadin destpêkirin. Aktorên aştîxaziyê, pêwiste ne yek alî haraket bikin, pirhêlî û   li gorî herka jiyanê, bi misyona ji nû de “çêkirina dîrokê” haraket bikin. Binêrin, dîroka Tirkiyê bi desthilatdariya AKPê re, tenê cil û bergên îdeolojiya Îttîhad û Terakî guhertin, heman dijwarî û hilşkîtiya yek-yekan berdewam dike.

Binêrin: Îdeolojiya faşîzma spî, tecrîda salekê li Imralî ne kire pratîkê. Hemberî ku êrîşên fizîkî, jehrdayin jî kirin pratîkê, tecrîda di rengê “mirina reş” de ne kire pratîkê, zilma engizisyon û di qabo û xeşîman da ceza kirina Hîtler nekirin pratîkê. Lê AKPê kir. Entelektuel û rewşenbîrên ku newêrin navê Ocalan, di çarçoveya “heqqê Sezar” de bikar bînin, dengê xwe dernayêxin. Binêrin; bi Îmralî re, li her gund, tax, bajar, kolan û çiyan tecrîda kujerî berdewam dike.

Ew entelektuel û rewşenbîrên ku newerin, rawestandina operasyonên eskerî û vekişandina esker û tîmên taybet ji Kurdistanê bînin ziman, gelo wê çawa diyalektîka jiyanê biparêzin?   Eger rast dibêjin û aştîxwaizn, bila pêşniyaza me li jor anî ziman “çareseriya Destura Bingehîn ya Demokratîk” bikin pratîkê.

Gelo bîr nabin ku banga “çekberdanê”, her çiqasî bayekî hînik bibizivîne, dengekî şêrîn û xweş di guhên mirov de biçingênîne jî,   ji bilî spekûlasyonan bikêrî tiştekî naye? Ew gotina “kerhen û hamasî” ya jiyana hevreyî, ku dibêjin hezar sal in berdewam dike; 150 sal in ku têk çûye û îdeolojiya Îttîhad û Terakî ev exlaqê insanî kuştiye. Vê îdeolojiya ku di dema desthilatdariya AKPê de reng, cil û bergên xwe guhertine, bi kiryarên “faşîzma reş” li dijî gelê Kurd dimeşîne. Desthilatdariya AKPê, ne tenê li cografya me, li tevahiya Rojhilata Navîn di nava bez, lez, qîr û teşqeleyên tevlîheviyê de ye. Lewma pêvajoyeke metirsînî û hassas dest pê kiriye.

Helbet, pêdviya me teva bi biratî û aştiyê heye, lê ez vekirî dibêjim, dibin desthilatdariya AKPê de ev biratî û aştî çênabe. AKPê, alifê rantxwazan tejî êm kiriye, ciherê stratejisyenên îdeolojiya dewşirmetî û nijadperestiya Tirkîtiyê dagirtiye, medya hevsar kiriye, burokrasî dagir kiriye, arêna siyasî bi gladyatorên birakuj dagirtiye, gelo di rewşeke wiha de, em aştiyeke çawa biqîrin?

Helbet, aştî li hemberî şer xezîneya herî mezin ya mirovahiyê ye, pîroz e, lê dive ku ev xezîneya mezin, ne li ser koletî û dîlgirtina gelekî, ne li ser zihniyeta inkar û tunekirinê werê sazkar kirin. Dive ku di ev xezîneya herî mezin ya mirovahiyê, bi jiyana bi rûmet, hevreyiya wekhevî û demokratîk, îradeya siyasî û birêziya li hemberî nasnameya hev û xweseriya demokratîk were dewlemend kirin ku em dikaribin, ahaaa vê carê, diyalektîka şer û aştiyê rast danîne meydanê.

Medeni Ferho