Pêşî gotin hebû. ev destpêka mirovahiyê ye.
Mirovahî tenê ne navê mirov e; nirx, pîrozî û kultura û bi dema hezar salan û keda nifşan hatine bidestxistin e. Lewma wek kultur, wek nasnameya mirov derketine pêş.
Gelê Kurd 30 sal in, bi germiyeke dijwar dozekê dimeşîne, têkoşînê dike û ji detspêkê heta îro, dibêje “em biaxivin”. Wateya “em biaxivin”, destpêka pirtûkên pîroz e, ku dibêjin “pêşî gotin hebû.” Gotin, axaftin nirxê herî pîroz yê mirovbûnê ye. Bê gotin û axaftinê mirov nabe mirov. Bê gotin û axaftinê mirov nagihê encamekê dinavbera mirovan de, di navbera civak û gelan de, lihevhatin, lihevkirin, dostanî, jiyana hevreyî û çareseriya pirsgirêkên navber çênabe.
Cihê ku gotin lê hebe, mirovahî heye, axaftin heye û çareserî heye.
Çima gotin, çima mirovahî, çima axaftin û çina çareserî? Ev 4 pirs, bingeha çareseriya pirsgirêkên civakî ne. Li Tirkiyê 30 sal in, dozeke civakî heye û îro, bûye pirsgirêka mirovahiyê. Ev doza civakî, zêdetir ji sed salî ye, wek birîna mumarî ye û li bendeyî mirovahiyê û çareseriyê ye. Helbet ev pirsgirêk bi destê hêzên ku wek nûnerên mirovahiyê derdikevin pêş, derkete holê û mixabin îro jî bi destê mîratzadeyên wan hêzan, dîse berdewam dike.
15ê Sibatê Komploya Navneteweyî, ku di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de, li dijî gelê Kurd hate lidarxistin, encama siyaseta van hêzan e. Komplo, mîna ji navê wê jî tê fêm kirin, di encama terora navneteweyî, di rengê korsanî û sergerdeyiyek bi plan û program hate pêkanîn. Encama wê jî diyar e. Serokê Haraketa Azadiya Kurd hate dîlgirtin û li Girava Imralî hate zincîr û lelekirin.
Ev kiryara ku Kurd, navê “komplo” lêdikin û bixetreşî binavdikin, rûreşiya mirovahiyê ye; di dîroka mirovahiyê de damxeyek reş e. Ji ber ku, komploya 15ê Sibatê, ji komployên dîroka mirovahiyê pirr cuda ye. Wateya wê jî cûda ye. Komplo, di şexsê mirovekî de, li dijî destîniya gelên Kurdistanê teva hate lidarxistin. Ji ber ku Kurdistan, destîniya pirr gelan dinava xwe de diparêzê û kesayetiya ku bû hedefa komplokeran jî, pêşengiya guhertina wê destîniya “pirr-gelan” dikir. Ew kesayetî, di pêşengiya têkoşîna azadiya gelê Kurd de, têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê û gelên herêmê teva dikir. Êdî nemabû kesekî weke pêşeng û lîder bi tenê. Yanî Abdullah Ocalan ne kesek, ne lîderek bi tenê bû. Hêdî hêdî wek sîstemekê, wek guhertineke civakî derdikete pêş. Mîna salên 1848an (manîfestoya komunîst), ku li Ewropa nûqaeşek da dest pê kirin û heta bi salên 1913an, berî şerê yekemîn yê cîhanê berdewam kir, wek hişmendiyeke nû derkete pêş.
Baş tê zanîn ku piştî manîfestoya komunîst, nîqaşên feylesof, rewşenbîr, zanist, siyasetemdarên wê demê; wek Bebel, grubê Reîscstag, Wollmar, Eduard Bernstein, weke Marx, Engels, Lassell, Fichte, Hegel û hwd. li ser rengê dewlet û sîsteman dest pê kir. Pirsgirêkên weke, “teoriya sosyalîzmê”, “pirsgirêkên sosyalîzmê”, “sosyal demokrasî”, “dewlemendiya civakê”, “dewlemendiya çînayetî”, “netew-dewlet”, “dewleta gel”, “dewleta proleter” û hwd. dihatin nîqaş kirin. Piştî şerê yekemîn yê cîhanê, hendesyarên “netew-dewletê” bi rewîzyoneke ji îdeala mirovahiyê dûr û li ser bingeha termê utopya bextewariya jiyana hevreyî ya gelan, cîhan parvekirin û encama îro derxistin holê. Mîratzadeyên rewizyonîstên ku îdeal û utopya mirovahiyê kuştin, bûne hendesyarê komploya 15ê Sibatê û careke din xencer li kezaba mirovahiyê dan.
Gelê Kurd, îro 13. salvegera komploya 15ê Sibatê, mîna roja destpêkê, bi dijwarî û kiryarên cûda himbêz dike û dijberiya xwe jî bi çalekiyên cûda destnîşan dike.
Yek ji van çalekiyan jî Meşa Dirêj ya Kurdistaniyên li Ewropa bû û di atlasa dilê Ewropa de pêk hat. Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan, da xuya kirin ku, her pirsgirêka mirovahiyê hevbeş e û tevahiya cîhanê alaqadar dike. Tu hêz, hêzên komploker jî di nav de, nikarin ji vê pirsgirêkê birevin û xwe ji berpirsiyarî û gunehkariyên li Kurdistanê diqewimin, xwe xelas bikin.
Di pêvajoya Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan de, herî kem 650 siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê hatin binçavkirin û girtin, herî kêm 20 ciwanên Kurd jî hatin kuştin û înfaz kirin. Tecrîda li ser Ocalan jî, kete meha 7an.
Berî destpêka Meşa Dirêj ya Kurdistaniyan, bi demekê, dîse li Kurdistanê 2 komkujiyên sucê mirovahiyê pêk hatin. Yek li Geliyê Tiyarê, ya din jî li gundê Roboskî. Li Geliyê Tiyarê li dijî gerila çekên kimyewî hatin bikaranîn, li gundê Robsokî jî, gundî bi komî hatin kuştin.
Yanî li Kurdistanê, bi gotina Tolstoy “wek heywanekî hov ku ji zincîrên xwe xelas bûbe” û çi werê ber kafûkûn bike; dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê jî, bi desteka hêzên komploker, di çar demsalên salê de, çi ber dikeve kafûkûn dike. Vijdanê cîhanê, ku li hemberî “gamasî”yekî radibe ser lingan, li hemberî sucên mirovahiyê ku li Kurdistanê pêktên bêdeng e.
Meşa Dirêj, di 13. salvegera komploya navneteweyî de, li dijî vê anormaliyê şiyariyek dîrokî ye. Anormaliya ku huquqê gerdûnî, peymanên navneteweyî, nirxên mirovahiyê dikuje, datîne ber çavên raya giştî ya Ewropa. Di vê şiyariyê de, helwesta antî-faşîstên Alman ku ciwanên Kurd destek dikin heye. Di vê şiyariyê de cihgirtina parlamenterên Ewropî di civînên Kurdan ya çapemeniyê de heye. Piştî Meşa Dirêj û mitînga Starsbourgê, li Ewropa jî, wê sibe ne weke îro be. Ji ber ku, gelê Kurd, careke din da xuya kirin ku, pirsgirêka Kurd, pirsgirêka mirovahiyê ye û Ewropa nikare xwe ji vê pirgsirêkê xalî bike, bêrî bike û xwe bidê aliyekî.
Meşa Dirêj, parçeyek ji têkoşîna gelê Kurd e û ji diyalektîka dîrokê ne qut e. Em jî mecbur in, bûyerên dîrokî di çaçroveya diyalektîkê de binirxînin û şîrove bikin. Li kû, kengî û çawa? Meşa Dirêj, li Ewropa, di 13. salvegera Komploya 15ê Sibatê de û ji Cenewe heta bi Strasbourgê.
Cenewe doha Kurdan bû, Strasbourg îroja Kurdan e.
Medeni FERHO