AKP ne demokrat e, lewma nikarê demokrasî bîne.
Demokrasî tenê bi hebûna parlamento çênabe. Weke ku AKPe dibêje, bidestxistina ji % 50 dengan jî “temsîliya îradî” çênabe. Kenan Ewren jî, ji % 95 deng standibûn, lê ne Kenan Ewren bû demokrat û ne dikarîbû demokrasî bîne Tirkiyê.
Tirkiyê jî ne li gorî pîvanên dewletek demokratîk û “cemahîrî” î hatibû damezrandin û ideolojiya wê jî li dijî dmeokrasî bû. Eger hoy û mercên demokrasî werin sazkar kirin dikare bibe dewleteke demokrat. Lê desthilatdariya AKPê, Cemaet, artêş, dadgerî, perwerdehî, burokrasî teva li dijî demokrasî ne.
Lewma dibêjim ku, dibin pêşengiya AKPê de ev ne mumkun e.
Di destpêka damezrandina Komara (!) Tirkiyê de, formulasyonên demokrasî hatine kuştin. Çalakbûna gel, ji destên gel hatiye standin, îradeya gel hatiye şikandin, kesayetî hatiye kor kirin. Ji ber vê çendê, gel nikare li pêvajoyê xwedî derbikeve. Gel weke “reaye, ummet” hatiye dîtin, afirgeriya gel hatiye kuştin, lewma ne dikare tevlî pêvajoya çêkirina kanunan bibe, ne ew dikare daxwaza kanunekê bike.
Tirkiyê dewleteke pir-gelî, pir-olî û bawerî, pir-zimanî û pir-kulturî ye. Ev xisletên pîroz ji bo demokarsiyek rêkûpêk û zexim bingeha herî saxlem e. Lê otorîteya dewletî û îdeolojiya fermiyeta nijadperestiya Tirkiyê ev bingeh xerab kiriye û stunên demokrasiyê ava nekirine.
Civak, gel bê cografya çênabe. Dema ku cografya nebe, lingê dîroka wî gelî jî li hewa ne. Kultur jî wek baxçeyekî talankîrî, bê dar û ber e.
Ocalan dibêje; “hunandin, yan jî avakirina civakekê bê dîrok û cografya çênabe”. Yanî, ji dem û heyamê dur e. Yanî civak, yan jî gelê ji heyam û demê qut, ji hebûnê jî qut in. Ji ber ku dîrok kultur e; kultur, hunandina civakê û hişmendiya civakê ye.
Dîse Ocalan dibêje; “dem û heyama civakan, mirov ava-sazkar dike. Mirov jî, bi wan formasyonên ji dem û heyama civakî, di avakirina paşerojên wî gelî de rol û misyonê dilîze.” Yanî girêdana dîrokê û civakê, girêdana kultur û civakê, hişmendî û îradê diafirîne..
Eger civak, gel, li gorî formasynên ku me li jor hejmartin neyên perwerde kirin û bi îradeyek hişemdnî, li pêvajoyê xwedî dernekevin, di guhertinan de nebin xwedî rol û misyon, nebin xwedî îradeyek kontrol û guhertinê, demokrasiya bi hêz dernakevê holê. Kes, yan jî kesên wek îradeya gel derdikevine holê, eger bi havey û heriya formasyonên civaka xwedî hişmendî neyên xwedî kirin, demokrasiyek lewaz ava dikin û ji bo komên xelkê, gelên cûda, baweriyên cûda wek tehlokê derdiekvine holê. Hingî kontrola otorîter pêşdixin û anarşîzmê pêşdixin.
Li Tirkiyê, tirsa “dijminên hundir û derve” bingeha anarşîzma berdewamî, ku bi destê dewletê dihate afirandin e. Ev “faraziye” wek polîtikeya neteweyî hatiye bijartin û şro jî bi destê desthilatdariya AKPê dipratîkê de ye. Berî darbeyên eskerî, ji aliyê MÎTa sifîl û eskerî û ji aliyê komên teybet yên dibin sîwana serfermandariya artêşa Tirk ve, arnarşiyek faşîzan pêk dihate û zemina mudaxeleyan dihate amade kirin. Pêr û doh hişmendiya civakî û îradeya kolektîf ya gel bi vî rengî dihate kuştin. Statuyên siyasî jî dihatin berteref kirin. AKPe jî îro heman tiştî, di rengekî cûda û eşkere de dike.
Îro, AKPe ku daholek bi stuwê delêlîyan ve daleqandiye û ha ha propagendeya “hesab pirsîna ji darbekar û postmodernîtekaran” dike; ji aliyê din be siyaseta anarşîzmê (faşîzma li kolanan) dike pratîkê. Delêliyên AKPê jî, pirraniya wan, kesên weke rewşenbîr û entellektuelên Kurd xuya dikin e. Di her dema ku Kurd gaveke civakî û serketî diavêjin, AKPe, serî li kiryarek wiha, bûyerek wiha dide. Ev rengekî modern yê anarşîzan e û faşîzma kolanan û terora polîsan meşrû dike. Vê jî, wek berjewendiyek “epîtomolojîk” ya civakî derdixe pêş.
Eger desthilatdariyek, dibin navê “terorîzekirinê de” Kanuna Têkoşîna li dijî Terorê derbixe, eger dadgehên taybet û dozgerên taybet sazkar bike, li wî welatî tu kes nikare behsa demokrasî, azadî û mafan bike.
Abdullah Ocalan jî, mîna Robespierre, dibêje; “her çalekiya civakî, di heman demê de, çalekiyek civakbûnê ye.” Lê Ocalan, ji pêşengê Şoreşa Frensa gavekê wê de diçe û dibêje; “Çarxên civakî, dema ku rast werin bikaranîn, wek aşan dihêrin, li gorî xwe ji hevîr û haveynê xwe, amurên li gorî demê û pêşketî diafirîne.” Yanî tenê îradeya gel dikare şoreşan bike, guhertinan bike û di nava şoreşê û guhertinan de hişmendiya îradî û hestên neweteyî ava bike.
AKPe, behsa siyasetek xwezahî dike, lê di kiryarên xwe de siyasetê pratîzê dike û rastiyan, mafên xwezah dikuje, yan jî di nava demê de vedişêre û winda dike.
AKPê, baş dizane ku hişmendiya civakî, hem îradê diafirîne, hem kolektivîzmê. Ev her du xislet cesaretê-degeliyê didine komên xelkê. Îro, dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de, li Kurdistanê ev hişmendî derketiye holê; bi hişmendiyê re, îrade derketiye holê; bi îradê re kolektivîzm hatiye afirandin û wek sîstemek hatiye formulekirin.
Hêza ku Ocalan û Ropespierre behsa wê dikin ev e û li hemberî her cûre zordestiyan, kuştinan, xizaniyan, wek berxwedanek destanî derketiye holê. Îrade û kolektivîzma gelê Kurd, wek 18ê Adarê di pîrozbahiya Newroza Amedê de, di 4ê Nîsanê de li Riha, greva birçîbûna li Strasbourgê de derkete holê û ji cesaret-degelîya destanî jî wêdetir e. Ev teva hişmendiya civakî ne û bi dîrok, cografya, kultur, hevîr û haveynê şoreşa Kurdî ve girêdayî ne.
Lewma ezê dubare bikim: AKPe ne demokrat e, ne rêxisitnek hemdemî ye, heta ku dikaribe demokrasî sazkar bike. Aliyekî AKPê Kenan Ewren e, aliyek jî Abdulkadir Aksu ye; aliyekî AKPê Çewîk Bîr e, aliyek Idrîs Naim Şahîn e... Kî kê dixapîne gelo? Aliyekî AKPê darbeya 12ê Êlûnê ye, aliyê din di jiyana rojane de afirandina tirsa faşîzma kolanan e . Aliyekî AKPê asimilasyon e, aliyê din qirkirina siyasî, kulturî ye.
Aliyekî AKPê 4 sal cezayê serokê kontrayên kujer Mehmed Agar e, aliyê din jî 126 sal ceza kirina gerila Suphî Îsmaîl, bi 165 sal û 8 mehan e.
Di dîroka Komara Tirkiyê de, desthilatdariya herî egoîst, faşîzan ku bi awayekî têgihiştî, bi kiryarên anarşiya dewletî dike rojevê AKPê ye. Lewma demokrasî û mafên gelerî teva di devê Erdogan de kilît bûne û mixabin, ji Kanunî Sulta Suleyman jî paşverûtir serokwezîr e.
Medeni FERHO