HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Cemîl Bayik
Meha gulanê xwedî taybetiyeke ku gelek şoreşgeran di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane. Di vê mehê de di 1’ê Gulanê de li qada Taksîmê bi dehan kedkar hatin qetilkirin. Dîsa di 2’yê gulanê de Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn li başûrê Kurdistanê di encama komployê de hatin kuştin. Roja 6’ê gulanê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan hatin bidarvekirin. Şeva ku 17’ê gulanê ya bi 18’ê gulanê ve girêdide li zîndana Amedê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik di 18’ê gulanê de Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya, di 19’ê gulanê de Halîl Çavgûn, di 30’ê gulanê de li Nûrhaqan Sînan Cemgîl, Kadîr Manga û Alpaslan Ozudogan gihîştin şehadatê. Dîsa bi sedan şoreşger di nava vê mehê de jiyana xwe ji dest dane.

Tevgera Azadiya Kurd li ser mîrata Denîzan, Mahîran, Kaypakkayayan ve mezin bû û bi pêş ket. Girêdayîna bi mîrata wan ji xwe re esas girt.

Tevgera Azadiyê ji roja ku pêş ketiye di asta herî jor de ji bo pêkhatina yekitiya herdu gelan xebitiye. Li hemberî ew qas êrîş û komkujiyên dewleta tirk heke di nava gelê kurd de dijminatiya tirk bi pêş neketibe, sedemê vê yekê bingehîn ev e.

Dewleta tirk ku yekitiya demokratîk a gelê kurd û tirk hezm nekiriye û her tim ji bo xwe weke talûke dibîne, ji bo nakokiya tirk-kurd, dijminatiyê biafirîne çi ji destê wê tê texsîr nake. Lê ligel vê yekê dîsa nagihêje encama ku dixwaze. Di vê de bandora têkoşîna ku gelê kurd dimeşîne divê bê dîtin.

Îro jî her kurd dema devê xwe vedike behsa aştî, yekitî, biratî û pêkvejiyana bi gelê tirk re dike. Li cem gelê kurd li hemberî tirkan hûn dijminatiyeke biçûk jî nabînin. Li cîhanê di hemû têkoşînan de di navbera gelan de dijminatî bi pêş ketiye, ligel vê di nava kurdan de dijminatiyeke biçûk jî tune. Berovajî vê yekê daxwaza jiyaneke bi biratî û azad û pêkvejiyaneke mezin heye.

Dewleta tirk, hikûmeta wê, çapemeniya wê, gelek rewşenbîr û nivîskarê wê di nava behra şovenîzmê de melovaniyê dikin. Zimandirêjiya nirxên gelê kurd dikin, ji bo biçûkxistina kurdan û reşkirina wan ji destê wan tê texsîr nakin. Dixwazin di nava gelan de dijminantiyê biafirînin, li ser vê yekê jiyana xwe berdewam bikin û şerê bi salan dom kiriye berdewam bike.

Ji bo armancên Denîzan, Mahîran, Îbrahîm Kaypakyayan û pêkhatina utopyayên wê ji van kesên şovenîst û şer dixwazin re bêjin êdî bes e. Ji bo alîgirên demokrasî û şoreşgeran biratî û yekitiya gelan pêş bixe, dema ku li hemberî şer û mirinan bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê hatiye û derbas bûye jî.

Li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê têkoşînên mezin meşandin, bedelên mezin dan. Ev ciwanên ku tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan li sêdaran, îşkenceyan, çiyayan hatin qetilkirin. Têkoşîna Denîzan pêş dixist niha gelê kurd dimeşîne. Niha gelê kurd û tirk bi hev re ji bo têkoşîna wan bigihîne serkeftinê divê berxwedana wan mezin bikin.

Li Tirkiyeyê heke hêzên demokrasiyê îradeya xwe û hêza xwe dernexin holê û hêza xwe bi têkoşîn û azadiya gelê kurd re nekin yek, li Tirkiyeyê ne demokrasî pêş dikeve, ne jî pirsgirêka azadiya kurdan çareser dibe. Yanî pêşeroj û çarenûsa gelê kurd û tirk girêdayî hev in.

Ji ber vê yekê sosyalîst û demokratên herdu gelan, divê yekitiya herî berfireh ên aştî û biratiyê dixwazin pêk bînin, têkoşîna azadiyê xurt bikin û ji bo bi ser bixin her cureyê fedakariyê bikin.

Pergala rantxur û îmhager û dijminantiya nava gelan dizêrîne êdî di rewşeke pir zor de ye. Ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike her riyê diceribîne. Ji bo têkçûna xwe bi derengî bixe, ji bo li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê necivin û ranebin ser piyan astengiyan derdixin. Heke hêzên demokrasiyê rabin ser piyan, têkoşîneke bi rêxistinkirin bidin meşandin, dewleta tirk dê winda bike û hêzên demokrasiyê jî mezin qezenc bikin. Heta niha Denîzan, Mahîran, Kaypakkayayan û şopdarên wan bedelên ku dane dê bigihêje cihê ku heq dikirin.

Li ser vî bingehî li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê peywira dikeve ser milên wê û berpirsyariyên xwe bicih bîne, bi gelê kurd re ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dide divê ber bi serkeftin û demokrasiyê ve bimeşin.