Mirov di gelek mijaran de lawaz e û hêza wan têra hemû tiştî nake. Lê dema hêza mejî derdikeve pêş û vîna-îrade- xwe xurt be gelek tiştê mirov dibêje nabe pêk tê.
Dîroka mirovahîyê bi sedan mînakê bi vî rengî dagirtîne. Tenê mirov bizanibe bibîne û karibe sûdê jê werbigre. Bêguman dema ev hêz di cihên sûdewer de bê xebitandin wê pêşketinên pir mezin biqewimin. Berowajî wê jî wê xeteriyên mezin rûbidin. Ji ber wê jî divê mirov berî her tiştî pîvanên exlaq bingeh bigre û hevsengiyê bi xwezayê re ava bike. Ji bo wê jî berî her tiştî weke di destpêka akademiyên Apollo hatiye nivîsîn ‘xwe bizanibe’ divê di her katê jiyanê de ji mirov re bingeh be.
Jiyan bi lêgerîn, hêvî, têkoşîn û naskirinê bi watê dibe. Lê divê mirov ji bîr neke ku însan perçeyeke civakê ye. Li gorî vê jî divê lêgerîn, hêvî, têkoşîn û naskirinên mirov ne berowajî yên civakê be. An na wê bibe bingehê hemû xerabiya.
Me behsa hêza însan dikir. Dema dixwaze dikare çi bike? Ji bo vê çend mînak bê dayîn wê baş be: Gelê kurd gelekî herî kevnar ê vê erdnigariyê ye. Ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro karibûye çanda xwe, zimanê xwe yanî hebûna xwe biparêze. Yek ji sedemên herî girîng jî ew e ku çiya ji bo wan bûye stargeh. Li beramberî hemû erîşa, hewldanên hilandin û tunekirinê çiya ligel hêza civakbûyinê bûye hêzeke mezin. Lewra çiya nebûya dibe ku gelê kurd jî wekî gelên din wê tenê navêwan di rûpelê pirtukên dîrokî de bimaya. Ji ber wê Rêber Apo ev rastî dît û demeke ku li Kurdistanê li ser navê kurdiniyê pel jî nedihejiyan kete bin barêkî ku kesekî bawer nedikir ; Rêber Apo ji bin wî barî rabe. Lê hêza mirov, heza vîna Rêber Apo û kilîtbûyîna di armancê de dikare hemû astengiyan derbas bike. Diroka tevgera azadiyê ev ispat kir. Beriya salên heştê kesekî bawer nedikir ku ew tevger weha mezin bibe. Di girtîgeha Amedê de hemû tevgerên din tasfiye bûn lê PKK xurtir bû. Nîşanî hemû derdoran da ku berxwedan mirov dibe serkeftinê. Weke şehîdê me yê mezin Mazlum Dogan digot: Radestî mirov dibe îxanetê berxwedan jî dibe serkeftinê. Agirê çaran hemû kirinên dagirkeran pûç derxist, berxwedaniyan Kemal Pir, Xeyrî, Akif û Elî Çîçekan hemû hesabên dagirkeran serûbino kir.
Hêza ve tevgerê ji berxwedaniya wê tê. Dîroka wê bûye dîroka berxwedaniyê. Rojeke vê tevgerê bê berxwedan derbas nebûye. Sedemên herî girîng a nebingeftinê ew e ku bawerî, vîn, girêdan û gel ji bo xwe dike sipartek. Roj bi roj serhildanên gel û xwedî derketina Rêber Apo û tevgera azadiyê zêdetir dibe. Hemû hewldanên dagirkeran ku dixwestin Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gel ji hev cuda bike ji ber vê bû. Dema baweriyek bû gelerî tu hêz nikare pêşiya wê bigre.
Rojên pêşiya me meha heziranê ye. Wekî her mehan ev meh jî di dîroka vî gelî de cihekî xwe yê giring heye. Di 1996’an de pakrewana mezin rêheval Zîlan(Zeynep Kinaci) li Dêrsimê çalakiyeke cangorî lidarxistibû. Ciheke ku kesek bawer nedikir çalakiyek bi rengî him jî ji hêla jineke were lidarxistin. Hemû derdor li himberî vê çalakiyê matmayî mabûn. Di nameya xwe de rêheval Zîlan hezkirina xwe ya jiyanê bi gotinên ’Îddia min a jiyanê pir mezin e, dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim dixwazim vê çalakiyê lidarbixînim.’ Keseke ewqas ji jiyanê hez dike ji bo jiyaneke bi wate dikare bê tereddut jiyana xwe feda bike. Rastiya Rêber Apo û PKK’e ev e û mirovên mezin û leheng ava dikin.
Cardin di vê mehê de divê mirov rêheval Sema Yuce jî bi bîr bîne. Keça kurd a serhedî çalakiya xwe ya di girtîgehêde lidarxist girêdana xwe bi tevgera azadî û bi Rêber Apo re careke din nîşan da. Her weha di nameya hiştibûde ji bo dagirkeran re weha digot: ‘Hûn nikarin vî gelî binbixînin, ez vê çalakiya xwe ji bo polîtîkayê we yê hovane protesto bikim lidar dixim û wê 21’ê adaran li Kurdistanê geştir bibe û bêtir bê pîrozkirin.’
Ev tevgera lehengên pir hêja şehît dane. Bi têkoşîn û berxwedana şehîdan gihîştiye roja me ya îro. Di 6’emîn salvegera 1’ê Hezîranê de ji polîtîkayên înkar û îmhayê guhartin nîn e. Rêber Apo heta 31’ê gulanê dem dabû. Ger pêşketin nebe êdî kurd wê çareseriya xwe pêş bixîne, parastina xwe ya cewherî pêş bixe û serhildanên xwe mezin bike. Êdî weke berê wê gelê kurd bi polîtîkayên derew û mijûlkirinê nexape. Gelê kurd hişyar e, li ser piyaye, xwedî li Rebertiya xwe û tevgera xwe derdikeve. Şehîdan bi serhildana pêşwazî dike. Lewra wê serkeftin a gelê kurd be.
Boran Mercan