Em ber bi rojên dawîn ên biharê ve diçin. Rewşa ku em têdene de wisa tiştek nediyar nemaye. Digel ewqas hewldanên aştiyane û ji bona ku xwîn nerijê ewqas çalakî, mitîng, civîn, axaftin, daxwaz, bendewarî, meş û sebr, dijminê gelan dewleta tirk û efendiyên wan hêza hegemon a dinê Emerîka biryara xwe dane û ji bona ku kurdan tevlî hemû nirxên wan ji holê rakin di nava liv û tevgerê de ne.
Ji roja ku Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK di pêşengiya Rêber Apo de dest bi têkoşînê kiriye û heta roja îroyîn, efendiyên ew Tirkên rengo rengo, her dem wan ji bona berjewendiyên xwe li lat û zinaran xistine. Li hember vê jî, her hal ji bilî berxwedaniyê tiştek ku em bikin jî nîn be.
Me got rojên dawîn ên biharê ne. Di dawiya biharê de jî, ku destpêka pêngava 1’ê Hezîranê ye jî, wê Rêber Apo xwe ji nava vî şerî bikşîne. Êdî bar bi tevahî li ser milê gerîla û gel e. Em çiqas li gorî xeta Rêber Apo tevbigerin û di wê xetê de bimeşin, em ê ewqas jî li ser bikevin. Êdî ya ku bê gotin hatiye gotin, ya ku bê kirin jî diyar e.
Piştî ku sîstema Tirk li Zapê çikiya û heft bela xwe ji Zapê rizgar kir, ev du sal zêdetir in sîstem hê jî di şoqa vê de ye. Di nirxandinên me yên berî berxwedaniya Zapê de, me digot di destê sîstema Tirk de, yek hincet maye û ew hincet jî dagirkirina Qadên Parastina Medyayê ne. Yanî li gorî wan, her tişt ji wir bingeha xwe digirt û digotin ku em li hember başûr operasyon bikin, wê ev kar biqede. Lê berxwedaniya Zapê, vê hêviya wan ku pêwîst bû ku ya dawînbûna, pûç û vala derxist. Li hember vê têkçûyînê, fena her carê efendiyên wan, wan ji çiravê derxistin û ev saleke sîstema Tirk, bi destekdayîna Emerîka û eşîrên başûr ên Kurd re, ji bona ku hemû deskeftinên Kurdan tune bikin û gerîla ji holê rabikin di nava liv û tevgerê de ne.
Hem li bakur, hem li başûr bênavber bi balafirên keşfan keşf têne kirin, agahiyên îstîxbaratî têne kirin, kurdên xwefirotî didine axaftin, bênavber bi hawan û obûsan qadên gerîla têne bombebarînkirinê, operasyon qet kêm nabin, li hember gel êrîş her hene, ciwanên kurd têne qetilkirinê û herî dawîn êrîşeke hewayî ku têrî xwe balafir tevlî bûbûn jî pêk hat û çar hevalên me şehîd ketin.
Di vê demê de yan em ê li ser bikevin û hemû hêviyên dijmin bişkînin û dijmin bi zorê bînin rê, yan jî wê Kurd heta hetayê winda bikin. Em di pêvajoyeke hebûn û tunebûnê de derbas dibin. Hem ji bona gelê me yê bakur hem jî gelê me yê rojhilat, xeteriya qirkirinê li ber derî ye.
Loma di vê demê de, peywirên me yê sereke û bi lezgînî hene. Dijmin dixwaze me bê hazirî zevt bike û bi kuştin û qirkirinan gel çavtirsandî bike. Divê her welatparêzek, xwe ji bona rojên wisa giran amade bike. Divê ji bona parastina xwe bike, xwe çekdar bikin. Ji ber ku bi 1’ê Hezîranê re, wê şerê azadî û rûmetê gurtir bibe. Wê asta şer ji salên nodî mezintir bibe. Wê lêdanên giran li dijmin bikevin. Li hember vê yekê, wê dijmin jî her biçe har bibe û hewl bibe tola xwe ji gel, ji sivîlan, ji welatparêzan bigire. Dibe ku komkujiyan bike. Ji bona wê jî, divê her ciwanek xwe ji bona van rojan amade bike. Li her taxekê, li her gundekê divê bîrîmên xwe yên parastina cewherî yan jî milîsî ava bikin. Divê her malek xwedî çek û sîlahek be. Di rojên wisa de, dibe ku hêza gerîla di wext de têrî neke ku parastina gel bike. Dîsa pêwîst e her ciwanek kurd, çi keç çi xort, ji bona ku heyf û tolên mezintirîn ji dijmin bigirin, tevlî gerîla bibin. Nexwe wisa bi riyên aştiyane ev dijmin nayê rê, lewra dema bendewarî û bangkirina diyalogê ji dijmin re qediya.
Tişta ku zelal bû, wê azadî ne bi bangên aştiyê ne bi niyetên baş pêk bê. Dijminên gelê kurd di serî de Tirk û Faris, wê xweşkahî neyên rê. Dirûşmeya me wê ev be; “Maf Nayê Dayîn, Tê Standin” Divê tu carî em ji bîr nekin ku, her mafek ku tê standin an her gavek bi paş de dijmin diavêje, bi serhildana gelê me û bi berxwedaniya gerîla pêk hatiye. Divê ev neyê jibîrkirinê, em wekî gel, tevger; em hemû bi Rêber Apo çêbûn û bi wî hene. Ji bona ku em layîqî Rêber Apo û peyrewên wî layîqê şehîdan bibin; divê ciwanên kurd an rêxistinbûna xwe ya parastina cewherî pêk bînin û yekîneyên milîsan ava bikin. Derfetên vê nîn be jî ciyê xwe di nav gerîla de bigirin.
Egîd Nûcan