HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Qurbanên bombeyên kîmyawî li Helebçeyê di sala 1988’an de.

Di 16'ê Adara 1988'an de balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin ser bajarê Helebçeyê. Di nava çend demjimêran (saetan) de li Helebçe û derdora wê bi hezaran Kurd mirin û bi 10 hezaran Kurd jî seqet man.

Raya Giştî ya Cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çû Helebçeyê û wêneyên ku li Helebçeyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdarkir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji desdabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helebçeyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helebçeyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.

Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar Kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kîmyawî li Helebçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê (qanserê) ji sedî 800 zêde dibû. Her weha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wendakirin. Li gorî agahiyan, hêjî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.

Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêzîk Sedam Huseyîn û Elî Hesen Ebdelmecîd bi navê kod "Eliyê Kîmyawî" li girtîgehan li benda roja darizandinê ne. Lê belê hê ne diyare wê kengî derkevin pêşberî dadgehan. Gelê Kurd û bi taybetî jî gelê Helebçeyê li bendê bû ku ji Sedam Huseyîn û Elî Hesen Ebdelmecîd hesab were pirsîn.

Deme ku mirov li dîroka Kurdan dimeyîzêne, mirov pir êşeke mezin dibîne. Emê di vir de wê êşe tevî neyînin ser ziman. Em bi serekirinên ku li hemberê Kurdan ji sadsala 20. pêde bînin ser ziman ji wir pêde çawa heta dema Helepçê emê bînin ser ziman. Ji ber ku Helepçe, qirkirineke etnîkî ya sadsala 20. weke ya Ermenî û Cihuyan, yeke herî mezine. Helepçe, ji ber ku bû sembola komkujiyên li ser wî gelê ku di Helepçê de hate kuştin. Bûye sembola ser serê Kurdan.

Yên ku ew komkujî jînkirine Kurdin. Dema ku mirov li dîrokê dimeyîzêne, dîrokeke pir bi êş mirov dibîne.

Roja Helepçe

Di wê rojê de rojê bi xweşî despêkir. Her kesek li ser kar û barê xwe bû. Lê piştî ku roj hinekî bilind bû, dinya hêdî-hêdî vebû, li asîmanan firoke çûn û hatin, mîna ku derman li hawîrdorê werbikin ji bona ku kêzik û kuliyên ku zerarê didin çandiniyê, bikujin. Ew dermanê bi rengê sipî li ser mirovan bê dilovanî dane reşandin. Ew derman li asîmana sipî bû lê belê gava ku mirov nêzîkdibû mîna tarîtiyekê xwe nîşandida.

Gava ku ew derman hate reşandin, hinek mirov di ser xwarinê de hatin girtin. Ew li ser xwarinê rûniştî bûn. Wilo di cihê xwe de rûniştî man, mîna naylonê di cihê xwe de dawerivîn. Laşê hinek ji wan jî qalikê xwe tavêt, piç û piç hişkdibûn. Dema ku dem derbasbû êdî qîr û qêjîn di nav hev de bilind bûn û li erşê xwedê sekinîn. Dengê mirovan di nav hev de dihatin. Hinekan xwe ji bajêr derxist û berbi sînorê îran ve çûn. Hinekan jî berê xwe dan herêmên derdorê bê ku tiştekî bi xwe re rakin. Gelek jê pêxwas berê xwe dan sînorê Îranê.

Di ber qirkirina Helepçê de Tirkî, Îran û Sûrî berpirsyarin

Tirk, Îran û Sûrî, li gel Sedam cihê xwe digirtin. Haya wan ji komkujiya Helepçe hebû. Piştî ku şerê duyemîn yê li Îraqê çêbû, hingî wezîrê karê derve yê Tirkî ku Îro Serokomare, Abdullah Gul gotibû ku "xeber dane me û gotin me, bi me re Kurdan bikujin, me erê nekir". Lê kirinên wan yên ku piştre derketin holê didin nîşandan, ku ew jî bi wan re bûn.

Haya Tirkî jî, jê hebû. Roja ku komkujiya Helepçê çêbû, piştî wê bi du rojan konfiransa "Konfiransa welatên Islamî" ku navê wê yê kin IKO ye çêbû. Hingî, Tirkî bi Serokomarê xwe tevlê bibû. Hingî tu welatekî Misilman ev komkujiya li hemberî Kurdan nexistin rojeva xwe.  Heta Sûrî bû asteng li pêşiya alîkariya ku Kurdên di bin deshilatdariya wê de xwestîn ji bona gelê Helebçe bikin.

Li ser vî bingehî em karin bêjin ku komkujiya Helebçe ne tenê bidestê Sedam hatiye pêkanîn, her weha bi destê hêzên paşverû yên heremî û hêzên Imperyalîst yên cîhanî û siyasetên Kurdên ku xwe radestî sazumana serdest kirin, hemî di ber vê komkujiyê de berpirsyarin.