HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Gotinek heye, dibêje ku; “Ku em ji hesin bitirsiyana, em ê li trênê siwar nebûyîna” Li hember tehdît û hereşeyên dewleta tirk encax gotineke wisa ciyê xwe bigire. Ku tirseke vî gelî hebûna, li hember faşîzma wan, wê ji zû ve dev ji têkoşînê berdana û bi deh hezaran şehadetî nedana ber çav. Ku têkoşîna me heta roja îroyîn li ber xwe dabe û her diçe mezintir bûbe, girêdana gelê kurd a azadiya xwe ye.

Ev heft heşt meh in, pirsgirêka kurd di rojevê de ye û her diçe çareseriyek berbiçav sîstema TC’ê neçarî gavavêtinê dike. Di demeke ku siyaset ber bi xitamandinê ve diçû û hêdî hêdî hêvî kêm dibûn û me şûrên xwe ji kalanên xwe derdixistibûn, ji hêla Rêber Apo ve gavên dîrokî hatin avêtin. Komên aştiyê bi tevlî bêhna zinar û latan, gul û kulîlkan, hêvî û bendewarî, barût û xwêdanê li ser banga Rêber Apo berê xwe dan bajarê xewna me û silavên me hemû gerîlayan ji bircê Amedê û ji çemê Dîcle re birin. Kevirên kurisandî yên bircên Amedê, bi hatina zarokên xwe yên çiyayî kesera bi sedan salan ji ser xwe avêt.

Belê bandora hatina komên aştiyê, pêşwazîkirina gelê me ya mehşerî, fena Berxwedana Zapê bandor li sîstemê kir û hemû saziyên dewletê serûbûn bûn. Dewlet hê jî di nava şoqekê de ye, loma wisa tehdîtên eletewş dikin. Lewma ji bona hatina koma aştiya ya Ewropayê, encax dikaribûn bi pêşîlêgirtinê asteng bikin. Ji ber ku dijmin baş dizane ku çi dibe bila bibe, dixwaze bila komkujî bike, wê digel her tiştî gelê me bi serbilindî ew pêşwazî bikin. Jixwe ev tiştek sembolîk bû û ya dawîn bû. Armanc dilsoziya me ya aştiyê û li hember banga Rêber Apo selmandina girêdana me bû. Nexwe hatin û nehatin ne mesele ye.

Dîmenên pêşwazîkirina şervanên azadiyê, hesreta azadiyê ya gelê kurd û girêdayîna bi gerîla re bi hemû dijminan da çespandin. Di rêgeha şervanên azadiyê de, ji Silopyayê heta Ameda rengîn, gel bû PKK, PKK bû gel. Ma çima nebûna? Ji ber ku ew parçeyek wan bû. Zarokên wan, sembolîk be jî, wekî Qasidên Aştiyê bi serbilindî hatin û gel jî li gorî vê ew kirin taca serê xwe. Li hember vê, gotina ku bê gotin û kiryariya ku bê kirin, ji bona vî gelî em hezar caran şehîd bikevin wê têr neke.

Mijareke din, gotinên fena “radestbûn”, “wê hê werin”, “di însiyatîfa me de ev bûn”, “wê hê werin”li hember xwedîderketin û coşa gel acizî, dirûtî û derewkariya dewlet û AKP’ê ye. Ji hela Rêber Apo ve bi zelalî hate diyarkirinê. Loma bila tu kes û derdor ji me yekalî gavan hêvî neke. Divê destpêkê mafên kurdan bikin bin ewlehiyê û ev bawerî bide me. Bi vî awayî zirûfên bêçalakîbûnê dibe ku bidome. Dîsa ji bona çareseriyeke mayinde, divê Rêber Apo bigihê azadiya xwe. Em tu carî siyasetek, diyalogeg û çareseriyeke bê Rêber Apo qebûl nekin û em ê tê de cî negirin.

Mirov dikare bibêje, têkoşîna dehan salan a gelê kurd hêdî hêdî fêkiyên xwe dide. Îro ku dijmin gavan davêje, hemû ji neçarî ye. Ev hemû bi saya Rêber Apo, şehîdên me û têkoşîna gelê me pêk hat. Tevgera azadiyê neçar dihêle ku sîstem xwe biguhere. Her gava ku AKP davêje jî, tu têkiliya xwe demokratîkbûn û misilmanbûna AKP’ê nîn e. Piştî ku dewleta tirk digel hemû piştgiriya dinyayê li hember PKK li ser neket, ji hêla efendiyan wan ve ev erk û peywir ji AKP’ê re hatiye dayîn. AKP piyoneke bêrûmet û bêrêgez e û pragmatîst e. AKP hem hesabê deshilatiya xwe dike -ji ber ku li pêş me hilbijartin hene-, hem jî li gorî planên sermayeya kûresel a ku di şexsê Emerîka de li Rojhilata Navîn de bi pêş dikeve tevdigere. Berjewendiyên sermayeya kûresel vê ji Tirkiyê dixwaze. Tirkiye neçar e daxwazên sermayeya kûresel bîne cî. Lewre Tirkiyeyeke ku hemû hêza xwe li hember kurdan dimezxîne, bi kêrî van hêzan nayê. Loma niha beşeke dewletê ku AKP di nav de ye, ji neçarî çareseriyeke bi pêş dixin. Di vê çareseriyê de, AKP hewl dide hem desthilatiya xwe biparêze hem jî daxwazên sermayeya kûresel bîne cî. Yanî bi vî awayî, sermayeya kûresel Tirkiyê qebûl nake. Loma naverok çi dibe bila, rêbaz çi dibe bila, wê dewlet here hinek biryaran. Ev dibe mîna Srîlankayê be, dibe ku fena Îspanyayê be, dibe ku fena Îsraîliyan be yan jî tenê kurdan li derdora dewletokekê civandin be.

Niha jî di şexsê AKP’ê de dewleta tirk, heta dawiya salê plan û sekna xwe diyar bikin. Lê AKP naxwaze lez bike. Çareseriyeke ku desthilatî ji dest neçe digere. Jixwe ku bi ser nekeve, wê dawiya wan ji hikûmetên berê xerabtir bibe. Ew jî di vê ferqê de ne.

Ji ber vê yekê, dibe pirsgirêka bi şîdet bidome bi riyên demokratîkî be, tu gelek û civakek bêparastin nabe û bê polîtîka û siyaset nabe. Lewre ne ji gerîlayên azadiyê be, ne jî ji bi hezaran şehîdên me bûna û ne ji siyaseta me ya demokratîk be, wê dijmin navê me jî qebûl nekirina. Rastî ev e ku, hetanî ku kurd li çar parçeyên Kurdistanê tam negihên azadiya xwe û Kurdistaneke xweser û azad di bin ewlehiya hêzên parastina kurdan de nîn be, wê erk û misyona gerîla tu carî neqede û ji bona ku ev erk û misyon bê berdewamkirinê jî, divê her ciwanek kurd were di nava refên gerîla da ku em siyaseta kurd li parçeyên Kurdistanê misoger bikin.

Egîd Nûcan