HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Piştî mehên dûvedirêj ên havîn û xopana payîzê, erd û ezman dinehwirin di nava şîrqeşîrqa brûskan de. Xumexuma dolên kûr, bi xwe re çavikên kaniyan diteqînin û bi xwe re hêviyan diseridînin û tevlî lehiyan dibin. Heyv, her çiqas ji ber barîna baranê nikaribin wê bibînin jî, di bin xêliya tarî ya ewran de, bi hîskirina bişirînin wê yên şermokî de, li ser rûyê wê giravan neqş dikin, da ku her dem rênîşanderê me be.

Her ku diçe payîz xatirê xwe ji me dixwaze û darên berû û maziyan pelên xwe diweşînin da ku şopên me û ew şiverêyên ku ji ber şopên me fena marekî dixuyîn vedişêrin. Ji bilî darên xaçê, darên dîtir nîv bi nîv pelên xwe hişk kirine û bêyî ku li benda yên din bimînin xwe bi axê re dikine yek.

Şîrqeşîrqa ewran fena wênekêşek, di şevên tarî zilûmat de, ji nişka ve her der ronî dike û pê re xurmîniyekê ji axê û ji dar û beran tîne. Di vê kêliyê de ku te naylonê xwe vekiribe û bi sikên zexm ewle kiribe yan jî di bin tahtekî de, bêyî ku ji heft qatên jorîn neyê dîtin tu agirekî vêbixî û bi koza wê hewl bidî ricifîna dil û hinavên xwe hefsar bikî û pê re çaydankê xwe yê tîr tenî bikelînî, tu bi siûd î.

Di van rojan de, li her devera welatê me, li her quntar û kimtên çiyayên welatê me, bi coş û azweriya moriyan, gerîlayên ku heval û hogirên dayîka xwezayê ne, bi hezar zehmetî hazirî û amadekariyên zivistanê dikin. Gotin di cî de be, em bi siworiyan re ketine pêşbaziyê. Piştî demeke dirêj a meselokên “vebûnên xapînok”, piştî ku em qampên xwe çêbikin, qutê xwe yê zivistanê temîn bikin, em ê  dest bi perwerdehiyên xwe yên bîrdozî, ramyarî û leşkerî bikin, da ku em xwe ji bihareke rengîn, hêç û delûdîn re amade bikin, da ku bi şînbûn û vebûna pelan re, em jî ji bona ku hêvî, daxwaz, dirûşm, bendewarî, daxwaz, xeyalên gelê xwe şîn bikin û fena vebûnên pelan ev dijminê har, fena rastiya xwezayê bînin ser xeta vebûnên rastîn, xwe amade dikin.

Ji dîroka mirovantiyê bigire, heta têkoşîna me ya azadiyê, gelek encam û tecrûbe ji me re mîrate mane. Ji ber vê yekê, piştî ewqas bedeldayînan, li gorî rêzik û zagonên xwezayê, em ê jî rêgeha xwe diyar bikin. Geh em ê fena teyrê baz wan bi pencikê xwe jar bikin, geh em ê fena pezkoviyek ji latek xwe bipengizînin latekî din; geh em ê fena marekî bi sebr û bêdeng bin, geh em ê fena pilingekê diranên xwe di qirikê de biçikînin. Bila neyê gumankirinê ku, heta ku ew destên qirêj û kotî neşkên, heta ku ew sinc, dirî û striyên ku di navbera Ameda mazlûman, Qamişloka evînan, Mehabada qaziyan û Hewlêra dilbirînan de hatiye çandin neyên birîn, destê me li ser tetikê wê tu carî dostaniya me û heyv û stêrkan re, hevalbendiya me bi baz û eyloyan re, pêşbaziya me bi pevkovî û siworiyan re, cîrantiya me bi xilt û kormişkan re neqede....

Rûbar Andok