Gotineke bav û kalan e, dibêje bizmar bi bizmêr tê hilkişîn. Yanî her pirsgirêkek bi rêbaza ligorî xwe tê çareserkirin. Serokwezîrê tirk jî di derbarê zimanê kurdî de hinek axaftin ji devê xwe berdan. Li gorî wî pirsgirêka zimanê kurdî tine ye.
Zimanê kurdî wekî heyîneyeke dîrokî dikare di akademiyan de li ser were lêkolîn an jî di qursan de hinek kes dikarin fêr bibin. Ev ne zimanê netewekê, ne zimanê gelekî ye; zimanekî mirî ye û pêwîstî bi jinûvejiyîna wê tine ye.
Me kurdan hasasiyeta xwe ya li hemberî rûmetên xwe yên neteweyî winda kiriye. Ger ev gotinên li ser kurdan û zimanê kurdî li welatekî din li ser gelê wana û zimanê wana hatiba kirin, niha hikûmet hatiba hilweşandin, kolan tev di nava êgir de mabana, grev, boykot, serhildan ne li qîmê ban a. Lê yê me; tenê çend nivîskar û siyasetmedar tînin ser zimên û derbas dibe. Ev yek ji windakirina hesasiyeta nirxên netewî, civakî, çandî, wêjeyî tê. Li gorî min, bi nave kurdan trajediyek e.
Sîh sal derbas bûn, di ser têkoşîna me re. Ger hîn jî serokwezîrê tirk zimanê me napejirîne, dive em li xwe vegerin û binêrin; bêjin ev mêrik vê wêrekiyê ji ku digre?
Li welêt, li derveyî welêt dema kurd zimanê xwe yê danûsitendinê yê sereke bikin tirkî, elbet wê serokwezîrê tirk jî, bêje kurdî tine ye, kurd dikarin di qursan de xwe fêr bikin û hwd. hakaretan bike.
Li hemberî vê ger bi kurdan re hesasiyeta nirxên netewî hebaya, wê bigotana; ``Ey serokwezîrê tirk, heta ku hûn hebûn û rûmeta zimanê me nepejirînin û di zagonên xwe de fermî nekin, di dibistanan de perwerdehiyê pê nedin, em jî yek peyv tenê jî zimanê we bikar naynin. Emê kurd êdî ji îroj û pê de bi tirkî neaxivin, bi tirkî nenivîsînin, bi tirkî nexwînin. Heta hûn zimanê me azad bernedin, em jî zimanê we li xwe qedexe dikin!``
Ka çend kurdan wiha got, çend kurdan wiha helwest danî, çend kurd wiha hizirîn?
Serokwezîrê tirk li vê bêxemiya me kurdan dinêre û ji bo wê bê hed û hidûd diaxive; çi tê ber devê wî dibêje. Dive em kurd êdî ji xwe re hinek hesasiyetên ku dijmin jî nikaribe dev biavêjeyê bigrin û lê xwedî derkevin. Di serkê van hesasiyetan de jî nirxên netewî û yên dîrokî tên. Serokatî, şehîd, têkoşîn û xerca vana tevan ziman û nasnameya kurdî dive hesasiyetên me bin ku kesek newêribe li ser axaftinên devdirêjiyê bike. Dijmin dema bixwaze qala vana bike dive bi tirs û xova bertekiya kurdan bilerize. Erdogan kî ye ku di derbarê zimanê kurdî de dikare wiha bê hidûd biaxive? Polîs an memûrekî tirkan kî ye ku bi salan dest biavêje keçên kurdan? Bi sedan zarokên kurd biavêjin paş derabeyan?
Vê wêrekiyê ji bêhelwestiya me distînin. Dibêjin; ``Çawa be di bin asîmîlasyona sed salan de me kurd ji her nirxa wan dûr xistine. Me ew bê hesasiyet kirine. Me ew kor, kerr, lal, bê hiş û bê mejî hiştine. Em çi li wana bikin jî kes dengê xwe dernaxîne. Ger çend dengên kêmqarînî derkevin jî ne xem e. Çawa be kes qiyametê ji bo vê ranake. Bi vê sedemê em çi bikin wê ji me re kar bimîne. Em dikarin zimanê wana qedexe bikin, biçûk bixin, bi rûmeta wana bilîzin, dest biavêjin keçên wana, welatê wana di bin avê de bihêlin, dîroka wana ji hole rakin, nirxên wana ji xwe re bidizin û her tiştî bi ser wana de bînin…``
Belê tirk di derbarê kurdan de wiha difikirin. Hêza xwe jî ji kêmhelwestî yan bêhelwestîmayina me distînin. Kîjan rayedar an fermandarê tirk dibe bila bibe, dema di derbarê nirxeke netewî ya kurdan de axift, ku bi sedhezaran kurd dakevin qadan û hemû heyîneyên dewletê di nava êgir de bihêlin, careke din ew rayedar, ew fermandar dema zimandirêjiyê bike, wê sed carî bifikire û peyva xwe wiha bi pîvan ji devê xwe verişe. Ger hiştina di nava agir de ji me nayê, wê demê em divê bi xwe karibin; em çalakiyê li ser xwe bikin. Ger em bi dijmin nikaribin jî divê em bi xwe karibin. De werin, li hemberî vê bêxemî û bêrêziya serokwezîrê tirk, em zimanê tirkî li xwe qedexe bikin. Em ji îroj û pê de ne di jiyanê de, ne di kar û xebatê de zimanê tirkî bikar neynin. Em bê ziman, bê axaftin, bê peyivîn bimînin jî em bi tirkî neaxivin. Em bi zimanê pisîk û mişkan biaxivin jî em bi tirkî neaxivin. Bila tirk zanibin ku ew zimanê me azad bernedin, emê jî zimanê wana bikar neynin.
Ger bi rastî gotinên Erdogan li zora me kurdan çûye, emê vê biryarê bigrin û bimeşînin. Wekî din wê hîn gelek zimandirêjî û destdirêjiya li ser nirxên me yên netewî werin kirin û emê nikaribin tiştekî bidest bixin. Erdogan bi gotinên xwe helwestekê datîne holê, em jî divê bi vê biryara xwe helwesta xwe şanî bidin. Bizmar bi bizmêr tê hilkişîn; helwest bi helwestdanînê tê pûçkirin. Bêhelwestmayîn jî tê zanîn ku awayekî pejirandinê ye. Ew jî dibe trajediya kurdan. Divê êdî em xwe ji rewşa trajîk derxînin. Di demeke serkeftin nêz bûye de, em li hemberî êrîşan divê zêdetir xwedî helwest bin.
Hesen Huseyîn Denîz