Ev çend meh in di însiyatîfa serokatiya me de, pêvajoyeke çareseriyeke demokratîk hate destpêkirinê û serokatî bi tarza xwe ya bêhempa kir ku her derdor xwe tevlî vê pêvajoyê bike. Hema nivîskarek an saziyek nema ku der barê kurd û Kurdistanê de nêrînên xwe neyne ziman. Mirov dikare bêje, piştî salên 93’yan ku Ozal serokomar bû, yeker car e ku ewqas di vê gurahiyê de kurd û Kurdistan tê nîqaşkirinê.
Di şerê azadiyê yê gelê kurd de, dijminê gelê kurd ne tenê sîstema Tirkiyê ye, hemû sîstemên desthilatdar û emperyalîst ên mîna Emerîka, Ewropa û Îsraîl piştgirî didin Tirkiyê. Pê re jî bi heman rengî dewletên mîna Sûriye, Iraq û Îran jî ji tirkan kêmtir namînin.
Zihniyeta sîstema Tirkiyê, ji salên 1900’î pê ve ku Îtîhat Terakî pê ve, hema bi heman şêweyî didome. Ev zihniyeta îtîhatçî kir ku împeratoriya osmanî têk biçe û pê re gelek gelên ku bi sedan sal in ku bi hev re dijiyan, hewl dan bikin dijminên hev û bûn jî. Mixabin ev sî sal in em wekî Tevgera Azadiyê bi vê zihniyetê re têkoşîn dikin. Du alî bi tevahî nêzî sed hezar mirov di vî şerî de şehîd ketin an mirin. Ku mirov li rêveçûnê binêre, wisa dixuye ku wê xwîna deh hezarên din jî birêjê.
Sîstema Tirkiyê bi desteka hêzên hegemonîk û emperyal ên wekî Emerîka û Îsraîl, ji bilî tunekirina kurdên bakur, rojhilat û başûr rojhilat, tu riyek nedaye pêş xwe. Di tûrikê planên wan de, ji bilî kurdên başûr, hemû kurd “terorîst”in û pêwîst e ku bêne tunekirinê.
Lê ev sî sal in ev sîstem bi ser neketin û herî dawîn xwe li Zapê ceribandin û di şexsê artêşa TC’ê de hemû li bin ketin. Piştî ku kurdên bakur di hilbijartinên bakurê Kurdistanê de vîna xwe nîşan dan û kêm be jî serkeftinek bi dest xistin, plan û hesabên Tirkiye, hêzên başûr û Emerîka ser û bin bûn.
Vaye em bi van geşedanan dikevine pêvajoyeke çareseriyê. Nizanim, mirov bêje pêvajoya çareseriyê an pêvajoyeke şerekî mezin. Wê ev piştî rênexşeya ku serokatiya me diyar bike diyar bibe.
Dewleta TC’ê gelek gotin û derewên ku ev bi dehan sal in dikir, neçar ma daqurtîne. Gotinên wan ên wekî kurd nîn in, zimanên wan nîn e, tirkên çiya ne û filan piştî têkoşîna PKK’ê ya bêeman neçar man ku navê kurdan zikr bikin, qaşo televîzyon vebikin, bahsa hebûna kurdan bikin. Niha jî her kes bi yekdengî mûxataban nîşan didin û fena ku nû fêm kiribin, hemû bi hev re Îmraliyê nîşan didin.
Ji bona şerê di navbera sîstema Tirkiyê û Tevgera Azadiyê bi riyên demokratîk çareser bibe, ji hêla serokatiya me û ji hêla gerîla ve her tişt hate kirin. Ev çend meh in, digel her cure operasyon û êrîşên topan û balafirên artêşa TC’ê, em hewl didin şerek an pevçûnek neqewime. Carnan jî ji bona ku ev pêk bê, em şehadetan jî didin. Ji ber ku nêrîn û fikrên serokatiya me ji bona me ferman û bênîqaş in.
Her kes tiştek dibêje. Kurdên xwefirotî, kurdên noker, nivîskarên tirk ên ku pênûsa wan bi xwîn e, demokratên mûhafazakar û lîberal...
Ji van nirxandinan re, mirov dikare van bersivan bide;
Rewşa serokatiya me, nêzîkatiya serokatiya me wê her tişt diyar bike.
Kurd ne kurdê berê ne û rewşa heyî em tu carî qebûl nakim.
Wê gerîla ji berpirsê şer û ji kuştinên li Kurdistanê bûne çi oldar bin, çi netewperest bin, çi kurdên xwefirotî bin hesap bipirse. Wê her yek ji wan bi wan hestiyên ku di bin axê de rizayana re rû bi rû bêne hiştin.
Erdogan û Gul ku niha temsîla sîstemê dikin, bi wê zihniyeta xwe ya bazirgan ku dayîka boyax dikin û ji nû ve difroşin bavê xwe, mirovên ne cidî, derewkar û dirû ne. Hesap dikin ku bi van gavên rûmetşikestinê, wê kurdan bixapînin. Encama ku dertê, ne hêza wan têrî dike û ne jî niyeta wan heye ku pirsgirêkê çareser bikin.
Gavên mîna guhertina navên gundan, kurdolojî, dersên hilbijêrî em ê tu carî tenezûl nekin û em ê heqaret bihesibînin. Wê gavên wisa hêrsa me mezintir bike.
Êdî tehemûla kurdan bi wê derewkarî û qeşmeriya rêveberiya tirkan re nemaye. Em ê dirûşmeyên mîna “Ya tam demokrasî yan jî qet”, “Yan azadî yan mirin”, “Yan diyalog yan şer.” her demê bilindtir bikin.
Ji ber vê yekê, di 15’ê tebaxê de serokatiya me çi rê diyar bike, êdî ji bona me ev esas e, ku ev pêk neyê û ev zihniyeta tunekirinê bê berdewamkirinê –jixwe berdewam dike jî- hetanî kurdek bi rûmet li ser rûyê dinê hebe, wê ev têkoşîna me ya sazkirina Kurdistaneke Xweser û Azad bidome.
Me hetanî niha bi hezaran şehîd dan, em ê ji niha û pê ve bi dehan hezarî şehîdên din jî bêdin û deh hezaran jî bi xwe re binax bikin. Ji bilî wê em ê tu carî jiyaneke bêserokatî, jiyaneke kole, jiyaneke bêrûmet qebûl nekin. Em ê tu carî Kurdistaneke ku di bin potînên tirk, faris û ereban de ne qebûl nekin. Hetanî ku ev zebaniyên bi potîn ji Kurdistana me ya nazenîn neyên derxistin, wê ji me re jiyan heram be û em şîrê dayîka xwe li xwe helal nakin.
Aram Masîs