Rêber Apo ji bo pêşketinên felsefîk, teorîk û îdeolojîk ên li Îmraliyê pênasaya “pêvajoya vejîna rêbertiya sêyemîn” bi kar anî. Rêber Apo di pirtûka “Parastina Gelekî” de dîroka PKK’ê weke serdema hemleya sê partîbûyînê îfade kir.
DURAN KALKAN
Rêber Apo ji bo pêşketinên felsefîk, teorîk û îdeolojîk ên li Îmraliyê pênasaya “pêvajoya vejîna rêbertiya sêyemîn” bi kar anî. Rêber Apo di pirtûka “Parastina Gelekî” de dîroka PKK’ê weke serdema hemleya sê partîbûyînê îfade kir. PKK weke hereketeke ku li ser bingeha hemleya sê partîbûnê bi pêş ketiye û di roja îro de xwe ava kiriye bi nav kir. Weke tê zanîn hemleya partîbûna yekemîn vejîna rêbertiyê û pêvajoya damezirandina PKK’ê, li hemberî sîstema înkar û îmhaya Kurdistanê hebûna neteweyî ya gelê kurd ku li ser bingehê sîstema demokratîk û azad avakirina çalakî û rêxistina wê ye.
Partîbûyîna yekemîn û duyemîn
Em vê ji aliyekî ve dikarin weke pêvajoya PKK’yîbûna salên 1970’yî îfade bikin. Hemleya partîbûyîna duyemîn li hemberî rejîma leşkerî û faşîst a 12’ê Îlonê li ser bingehê Pêngava 15’ê Tebaxê di pêşketina berxwedana neteweyî de pêvajoya partîbûyînê ye û partîbûyîna gerîla îfade dike. Ev yek jî di têkoşîna berxwedana neteweyî de, di gerîla de partîbûyîn, kadrobûyîn, hêza wê ya teorîk û taktîk îfade dike.
Hemleya partîbûyîna sêyemîn
Hemleya partîbûyîna sêyemîn an jî vejîna rêbertiya sêyemîn li hemberî Komploya Navneteweyî, gelê kurd li ser xeta sosyalîzma demokratîk bi pêşxistina têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê avakirina Konfederalîzma Demokratîk e. Hemleya partîbûyîna sêyemîn têkoşîna wê ya felsefîk, teorîk, îdeolojîk, siyasî û pratîk dihewîne. Ev yek jî guhertina paradîgmayî ferz dike.
Ancax bi demokrasiyê pêk bê
PKK di pêvajoya hemleya partîbûna yekemîn û duyemîn de ji gelek aliyan ve sosyalîzma reel rexne kir û bi awayekî xwe jê dûr xist. Di hemleya partîbûyîna sêyemîn de hem bi awayekî tevahî sosyalîzma reel rexne kir û gihîşt wê merheleyê ku li şûna tiştên şaş dibîne yên nû bi cih bike. Ev yek jî bi xwe gihandina çavkaniya kêmasî û şaşiyên pratîk û ramanî yên sosyalîzma reel, di xwe de avakirina hêza ku dikare sosyalîzma reel bibihurîne îfade dike. Rêber Apo di vejîna rêbertiya sêyemîn de dît ku sekna îdeolojîk a sosyalîzma xwe dispêre rêgezên wekhevî û azadiyê bi navgîna dewletê pêk nayê. Dît ku têgihiştina sosyalîzma xwe dispêre paradîgmaya desthilatdar û dewletparêz wekhevî û azadiyê naafirîne.
Rêgezên wekhevî û azadiyê ne mumkûn e bi navgîna dewletê ku xwe dispêre pêkutî û mêtingeriyê pêk bê. Çawa dibe bila bibe, ji aliyê kê ve bê damezirandin an jî bê birêvebirin, li ser navê çi hereket dike bila bike di rastiya dewletê de pêkutî û mêtingerî heye ji ber vê jî ne mumkûn e wekhevî û azadiyê biafirîne. Li şûna wê rêgezên wekhevî û azadiyê ancax bi demokrasiyê pêk bê.
Ji tasarûfa dewleta derxist
Mirov vê yekê dikare wiha îfade bike: Sosyalîzm heta wê demê her tim di tasarûfa dewletê de ye, sosyalîzmê ancax bi navgîna dewletê, bi dîktatoriya prolateryayê pêk bê. Sosyalîzm ji aliyê paradîgmaya dewletparêz hatibû dîl girtin. Rêber Apo dawî li vê dîlgirtinê anî. Sosyalîzm ji destê dewletê derxist û ji tasarûfa paradîgmaya dewletparêz rizgar kir. Demokrasî jî weke sosyalîzmê ji aliyê dewletê hatibû dîlgirtin. Rêber Apo dawî li vê esaretê jî anî û ji tasarûfa dewletê rizgar kir. Destnîşan kir ku demokrasî ne weke tarzekî dewletê an jî tarzê rêveberiyê ye. Demokrasî ji dewletê cudatir sekneke rêxistinî û civakî ye. Di encama vê de demokrasî û sosyalîzm kiriye yek.
Heta vejîna rêbertiya sêyemîn sosyalîzm û demokrasî bi dewletê re yek bû. Rêber Apo hem demokrasî û hem jî sosyalîzmê ji tasarûfa dewletê rizgar kiriye, demokrasî û sosyalîzm kiriye yek. Li şûna sosyalîzma dewletparêz, sosyalîzma demokratîk bi pêş xistiye.
Xîtabî hemû mirovahiyê dike
Di hemleya partîbûyîna yekemîn de vejîna rêbertiyê, asta rêbertiyeke neteweyî îfade dike. Li Kurdistanê, heta li bakurê Kurdistanê li ser bingehê rêgezên azadî, wekhevî û demokrasiyê vejîna rêbaza îdelojî û felsefeyeke nû û afirîna rêbertiyeke nû temsîl dike. Di hemleya partîbûyîna sêyemîn de rastiya rêbertiyê li Kurdistanê bi asta rêbertiya neteweyî re li herêmê pêvajoya rêbertiya gelan hatiye jiyîn. Di hemleya partîbûyîna sêyemîn de jî asta rêbertiyê ne tenê rêbertiya gelê kurd an jî gelên li herêmê, gihîştiye asta rêbertiya gerdûnî ku xîtabî hemû mirovahiyê dike çêbûye.
Sosyalîzma demokratîk
Paradîgmaya dewletparêz, desthilatparêz û şerparêz rexne û mahkûm kiriye, li şûna wê paradîgmaya civaka demokratîk bi pêş xistiye. Weke alternatîfa pergala civaka dewletparêz a hiyarerşîk, paradîgmaya civaka azadiya zayendî-ekolojîk-demokratîk afirandiye. Li dijî zîhniyeta desthilatparêz-şerparêz xeta parastina rewa bi pêş xistiye. Paradîgmaya civaka konfederal a demokratîk ku xwe dispêre ekolojî û azadiya jinê li hemberî pergala civaka dewletparêz a hiyerarşîk afirandiye. Sosyalîzma demokratîk; ji çalakiyê heta felsefeyê li her qadê bi awayekî tevahî sekna ramanî û zîhniyetê îfade dike. Beriya her tiştî bihurandina materyalîzma qeba û diyalektîka dogmatîk esas digire. Rêber Apo ji vê re dibêje “Tarzê ramana kuantumîk”. Sosyalîzma demokratîk, di qada îdelojîk de îfadeya ku rêgezên azadî û wekheviyê û demokrasiyê kirine yek temsîl dike. Xwe dispêre karakterê parveker û beşdar ê demokrasiyê û rêgezên azadî û wekheviyê.