Mizgînî
Em ber bi roja vejîneke xwe ya nû ve diçin.
Di warê biyolojîk de vejîn hene û têne pîrozkirin. Di warê siyasî de vejîn hene û têne bibîranîn. Di warê çandî de vejîn hene û têne pîrozandinê. Di warê felsefîk de vejîn hene û têne jiyandin...
Em bi PKK’ê ji nû ve vejiyan û em hem pîroz dikin, hem bibîrtînin, hem pîrozandin dikin û hem jî dijîn.
PKK ji ling heta neynûkê çalakiya ji nû ve afirandina mirova ye. Jixwe dema ku tu keç an lawekî gelekî ku di statûya mêtandinê de jî nehatiye hesibandinê de bî, ev ji nû ve afirîn zêdetir sotîner e.
Bi vegotina hevalek; “Şoreş, ciyê mirovê ku hatiye xistin e” Ji ber ku yên ku ji bona azadiya xwe têdikoşin, civak û mirovên ku ji rewş û asûna xwe ne dilxweş in, di nava şoreşê de cî digirin. Yanî mirov û civakên ku hatine xistin in. Ji ber vê yekê ye ku, yên ku dixwazin ji vê ketinê rizgar bibin tên tevlî şoreşê dibin.
Yên ku ji rewşa xwe dilxweş in, lêgerînên wan jî ne bilind in. Yên ku dilxweş in jî, tê vê wateyê ku zêde zêde hatine elimandinê. Ku rewş ev be, ji lêgerînên nû re baskvekirin nayê hêşê wan. Nayê an nikare were, ji ber ku ew di nava yên heyî de, li qirax û kêlekên wê ve hatine zeliqandinê.
Bi gotineke din bêdil û bêvîn tevlî sîstemê hatine kirinê. Ev ji bona yên ketî jî derbasdar e. Her a ku ketiye, dibe ku di warê potansiyelî de azadîxwaz be. Encax pîvaneke wisa nîn e ku her ketinek an ketîbûnek wê misoger azad be. Ku yên hatine xistin haya wan ji ketina wan nîn be, ji yên ku ji rewşa xwe dilxweş in dibe ku xetertir rewşekê jiyan bikin. Em ji vê re dibêjin; “Kokberdana rihê kole” Ku carekê ev koletî xwe berde kesayet, rih û zihn, ya ku bê jiyankirinê wê tenê û tenê ketîbûn û bêkokbûn be.
PKK di nava gelê kurd de ku li dinyayê de gelekî bê statû ye, fena tevgereke mizgîniyê hatine dinê. Ev mizgîniyek e.
Ji gelê kurd re:
Ku em vê bi yek hevokê bînin ziman, mizgîniya tu jî dikarî azad bibî.
Ku em vê bi yek hevokê bînin ziman, mizgîniya tu dikarî ji vê rewşa bi lanet rizgar bibî.
Ku em vê bi yek hevokê bînin ziman, mizgîniya ku tu têkoşîna hebûnê bidî, tu yê bibî xwedî ciyek birûmet.
Belê, îro gelê kurd di riya azadiyê de bi gavên bi biryar dimeşe.
Belê, îro gelê kurd, ji rewşa xwe ya bi lanet bi rêjeyeke mezin rizgar bûye.
Belê, îro gelê kurd bi têkoşîna xwebûyînê de, li dinyayê de xwe şanaz kiriye.
Vaye, ji ber vê yekê ku PKK tevgerek û mizgîniyeke ku, civakekê ji ketinê rizgar kir, vî gelî li qada cîhanî bi awayekî bi heybet ji nû ve da vejandin.
Di vê bingehê de PKK, navê serûbinkirina statûya civakî ye.
PKK bi xwe parçekirina ev nîrê di stûyê gel de ye.
PKK bi xwe bask lihevdana ji veçirîna rojên tarî ber bi rojên ronahiyê ye.
PKK fena Marti Jonathan, digel hemû xeteriyan derbirîna di bilindahiyan de bi wêrekî temaşekirine.
PKK fena Îsa ku bû dengê bindestan û li lûtkeyên çiyayan çarmîxkirinê dayîna ber çav e û hemû gunehên mirovantiyê hilgirtin û qêrîn e.
PKK li hember paşverûtiyan, heqeretan, qeydkirinan, prangayan, xerabiyan, kirêtiyan, dirûtiyan û zilman; navê dengê nûbûn, bi çakbînî rûmeta xwe parastin, hewldayîna ji koletiyê rizgarî, başî, delalî, diristî û adaletê ye.
PKK; ji bona yên ku xwestine bikin lê nikaribûne bikin, yên ku nerihet bûne lê nikaribûne helwest bigirin, yên ku xwestine gotinek bêjin lê nikaribûne bêjin, yên ku xwestine biaxivin lê zimanên wan hatine jêkirinê, yên ku fena Hallac çermê wan hatine gurandin, yên ku xwestine mîna Manî bi mirovî jiyan bikin lê bi keviran ve hatine girêdan, vaye ji vanan re bûye mizgîniya dengê qêrîn, helwest, bêtirsiyê, bêfikariyê û rabûna piyan û vê yekê veguheztina çalakiyê ye.
Belê, PKK, em vê roja vejînê ku mizgîniya bi mirovî jiyankirinê ye, ji niha de silav dikin û em vê vejînê wekî vejîna xwe pîroz dikin.
Wê bidome...
Kasim Engîn