HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Cemil Bayık

Rêber Apo cihê nû yê di nava sîstema Îmraliyê de ku lê tê hiştin mîna ‘çala mirinê’ binav kiribû. Li hemberî nerazîbûna gelê kurd a rewa û demokratîk weşandina wêneyên Îmraliyê ya ji aliyê Wezareta Dadê ve jî ev navlêkirin piştrast kir. Mîna di wêneyên hate weşandin de jî hate dîtin Rêber Apo di cihekî mîna çaleke bêbinî de tê hiştin.

 

Ev wêneyên ji aliyê Wezareta Dadê ve hatin weşandin de cihê ku Rêber Apo lê tê hiştin nîşanî gelê kurd û tevahiya raya giştî ya demokratîk da. Ev yek jî nîşan dide ka nerazîbûna ku li hember cihê Rêber Apo lê tê hiştin tê nîşandan çiqasî mafdar e.

Guhertine cihê Rêber Apo pêwîst e mîna bûyereke ji rêzê û mîna guhertina cihê girtiyekî neyê dîtîn. Girtina ber çavan a Rêber Apo ya mîna girtiyekî û nirxandina cihguhertina wî dê şaşîtiyek be. Tevî vê rastiyê jî hin derdor dikarin bikevin nava helwesteke ku bûyera cihguhertinê ji rêzê bidin nîşandan û mîna bûyereke takekesî bigirin dest. Divê were destnîşan kirin ku ev çewtnîşandan e û hedefa wê jî ew e ku raya giştî li gorî vê yekê bandor bikin. Guftûgoyên têkildarî guhertina cihê Rêber Apo û girtina dest a nerazîbûna gelê kurd a mîna hewldaneke tenê li hemberî girankirina şert û mercên jiyana wî dê şaşiyeke mezin be. Rêber Apo jî di nirxandina der barê xwe û cihê nû yê lê hatiye bicihkirin de destnîşan dike ku heger bûyer wisa were nirxandin dê şaş be.

Beriya niha jî me destnîşan kiribû ku nêzîkbûna li dijî Rêber Apo, nêzîkbûna li hemberî gelê kurd e. Tiştê ku cewherê pirsgirêkê ye ev rastî ye. Dewleta tirk di şerê taybet-qirêj yê li hemberî gelê kurd dimeşînê de israr dike. Di rewşa heyî de rêbazên teniktir û xeteretir yê şerê taybet-qirêj tên meşandin. Rêber Apo ev yek mîna, ‘Bi nîşandana mirinê, dayina qebûlkirin a tayê’ nirxand û rawe kir ku ev yek jî mîna bijarka bi tenê ya li pêşiya gelê kurd tê destnîşankirin.

Dewleta tirk bi dijwarkirina vê polîtikayê dixwaze encamê bidest bixe. Ji bo vê yekê jî her rêbaza ku tê hişê mirovan jî beyî dudiliyekê bikar tîne. Bêguman dê gelê kurd vê polîtiyaka dewleta tirk qebûl neke. Piştî bicihkirina Rêber Apo ya di ‘çala mirinê’ de nerazîbûna gelê kurd û hêrsa wî vê yekê îspat dike.

Niha gelê kurd li her cihê ku lê dimîne li Rêber Apo xwedî derdikeve û qadan tijî dike. Dema vê yekê dike jî her tiştî dide ber çavên xwe. Mirin, birîndarbûn, îşkence û zîndanê bi tu awayî nake pirsgirêk. Ev yek jî îspat dike ku di her şert û mercî de dê li Rêbertiya xwe xwedî derkeve û li gel cih bigire. Xwedîderketina bi vî rengî ya gelê kurd tê wateya ku wî mîna takekes nabînin û wî mîna îradeya xwe dibînin. Gelê kurd bi vê nêzîkbûna xwe çawa gotibe, ‘PKK gel e, gel li vir e’, Rêber Apo jî mîna hebûna berbiçav a hebûna xwe, raperîna derketina holê ya raman û hestên xwe digire dest. Ev ne rastiyeke gelê kurd a îro derketiye holê ye. Gelê kurd bi dehên salan li qada vê rastiyê diqîre. Bi Newroza Amedê ya 2005’an ku li Amedê mîna demokrasiyeke rasterast derkete holê gelê kurd ev yek vekirî anîbû ziman.

Di her dem an rewşên ku têkildarî Rêber Apo de nirxandinek were kirin de pêwîst e ev yek li ber çavan were girtin. Heger ev yek li ber çavan neyê girtin û mîna kesayetek ji rêzê bigirin dest, di encamê de xwediyê vê nêzîkatiyê wê bikevin şaşiyeke mezin û encamên giran ên ku nikarin ji bin rabin. Gelê kurd îro rabûye ser piyan. Azadiya xwe dixwaze. Tu hêz an hebûneke ku karibe azadbûna gelê kurd asteng bike tune ye. Lê belê gelê kurd bi rêbaza çareseriya demokratîk, bi qebûlkirina îradeya wî dixwaze xwe bigihîne azadiyê. Gelê kurd bi rengekî azad îradeya xwe raxiste ber çavan û destnîşan kir ku ev îrade Rêber Apo ye.

Di nava sîstema Îmraliyê de nêzîkbûn û helwesta li dijî Rêber Apo ji aliyê dewleta tirk ve were nîşandan, di vê wateyê de dê were nêzîkbûna li hemberî îradeya gelê kurd. Dewlet bi helwesta xwe ya niha îradeya gelê kurd qebûl nake. Nîşan dide ku di bin esaretê de hiştina îradeya gelê kurd de bi israr e. Gelê kurd jî li hemberî vê yekê li îradeya xwe xwedî derdikeve û ji bo parastina rûmeta xwe dê berxwedana xwe bidomîne.

Mijar ji zû ve ji mijara guhertina cihê Rêber Apo derbas bûye. Pirsgirêk a bi rêbaza çareseriya demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd û pirgirêka gelê kurd e, rakirina astengiyên li pêşiya rastiya ku Rêber Apo nûnerê îradeya gelê kurd e. Rêber Apo dixwaze ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên samîmî werin avêtin. Ev yek jî tenê bi bêhtirîn nêzîkirina Rêper Apo ya ji bo azadiyê dikare pêk were. Ev ne tespît an destnîşankirineke ku têkiliya xwe bi takekesbûnê re heye. Ev rastî bi xwe ye.

Pirsgirêka Afrîkaya Başûr bi muxatabgirtina Nelson Mandela û Rêxistina Kongreya Neteweyî (ANC) ya di bin serokatiya wî de hate çareserkirin. Di çareseriya pirsgirêka Filîstînê de jî hevdîtin bi Rêxistina Rizgiraya Filîstînê (FKO) û lîderê wê Yaser Arafat re pêk anîn. Her çiqasî ku ev rastî bin, rola Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka kurd de jî ev qasî rast e.

Bi vê rastiyê ve girêdayî ye ku gelê kurd li Rêber Apo xwedî derdikeve, azadiya wî mîna azadiya xwe dibîne û heta her cure zext û îşkenceya di nava sîstema Îmraliyê de bi dawî bibe dê di berxwedana xwe de tu tawîzan nede û tu hêz dê nikaribe wê asteng bike.