Daristanên welatê min bêdeng û melûl in. Di bin potînên zebaniyan de dieciqin û di bin gurmîna top û hawan û guleyan de dinalin. Kezeba me dişewitînin. Her der bêdeng e. Newal, dol, beyar, şiverê û daristan bêdeng in. Hem jî bêdengiyeke gelek qirase! Her tişt di nava vê bêdengiyê de difetise.
Edî şevên me ne tarî ne, bi biriqandin û şewla guleyan tevlî stêrkan diteyisin. Hê bihar nû xatir ji me xwest, hê em nû hînî havînê bûn, hê payîz ji dûr ve li temaşe dike û hê zivistan dûr û dûr e. Berf û bahoz jî nîn in ku werin hawara daristanên Kurdistanê. Cudî dişewite, Besta dişewite, Bagok dişewite, Zap dişewite, Ebdilkovî û Sîro dişewite. Welatê min dişewite, gelê min dişewite... Ev hê destpêk e, ne rojek, ne du roj. Wê ev hetanî zivistanê bidome.
Dewleta tirk tu carî bi merdî şer nekiriye û her dem bi bêbextî şerekî qirêj bi pêş xistiye. Fena her salê ji nû ve dewleta tirk bi zanebûn şewitandina daristanan “Komkujiya Ekolojîk” dike. Dewleta tirk li hember gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê her li bin dikeve, pê re jî berê xwe dide xwezaya Kurdistanê. Li hember vê her kes bêdeng e. Ka hawirparêz, ka derdorên hûmanîst... Dewleta tirk fena ku bêje, “Ya ku ji min re nebe yar, ji we re jî nabe yar” û warên herî xweşik, warên herî bêhempa yên çiyayên Kurdistanê dişewitîne. Bi şewitandinê re bi hezaran, bi milyonan tibaret û ajalî jî tune dike.
Guleyên wan bi şewat in, kezeba wan kufnikî ye, dilê wan pîrikgirtî ye. Encax hêza wan têrî şewitandina dar û beran dike, encax hêza wan têrî şewitandina hêlîna şalûl û bilbilan dike.
Em di serdemeke dirû a ku fedî û heya nîn e de ne. Li hember van, dilê me di tîbûna aştî û azadiyê de neçarî şer e. Ji bona ku pêşeroj kambax bibe, çi ji dest wan tê dikin, welatek difetisînin, pêşerojê tarî dikin. Ji bona ku êdî dar neşewitin, pitek nemrin û dayîk negirîn dem ew dem e ku li çiyayê azadiyê bibine şitlek...
Şer xwe digevizîne û dibe mêvanê me û bi wê giyana xwe ya bi kêm û hêrsê hestan parzûn dike. Li hember vê mirina yên ku aştiyê qêrîn dikin zimanan fedîkar dihêle... Hişbin! Dibêjin. Bes dem dema xerakirina bêdengiyê ye û em ê xera bikin jî.
Ew dengê kesên newêrekê mirovantiyê, encax hêza xwe ji gurmegurma bombeyan û ji wan balindeyên xwe yên hesinî digirin. Her tişt bi zagonî tê jiyandin, ji bona wan hemû mirin rewa ne… Ma wê çi bikin zarokên welatê min? Neçar in di rojekê de mezin bibin û di rojekê de bibine “terorîst”
Êdî guhên me ker, êdî zimanên me lal in. Êdî em di xala ku axaftin, vegotin û jihevfêmkirin mezixi ye de ne. Tam jî dengê çekan di nuqteya herî xweş de xwe digihîne. Her hewl didin mirinan ji xewnên me kêm nekin û kenê me bê rondik nehêlin. Ma em ê bikaribin çi bikin, ma em ê bêdeng bibînin li hember van zebaniyên dilteneke!
Na! Bîleh jî na!
Di demeke ku fetlanokên aştî û şer, mirin û jiyan, binketin û serketin di nava pêşbaziyê de, li hember pêkanînên dewleta tirk em ê bêdeng nemînin. Divê hawirparêz, derdorên demokrat û ciwanên kurd li hember vê bi çalakiyên demokratîk ku hêza veguzandinê hebe bi pêş bixin û ji bona hawirparêzên cîhanê pejinkar bikin tevbigerin...
Rûbar Andok