Di kurdî de navên mehan li gorî werzan teşe girtine. Me meheke havînê jî li pey xwe hişt. Giha, kulîlk û gelek nebat ji zû ve hişk bûne jî. Ma çiqas rengîn bû werza biharê. Niha jî ji ew kereng, qîbar, kuvark, gûriz, goreş, sîrik, guhbizin, loş, rizkêrovî û gelek nebatên dîtir tu pêjnek ji wan nîn e. Hemû hişk û ziwa bûne. Ji ber vê yekê jî, kurdan ji vê mehê re gotine, meha “pûşper”ê. Yanî hemû giha, per(pel) û nebat ji ber qileqija havînê ya sotîner dibin pûş.
Bi taybet jî di vê werzê de, dema ku mirov xwe li nav daristanê dixe, gurnîk û diriyên hişk xwe mişt bi te ve dizeliqînin. Piştî ku meşa te diqede an tu ji bona kêliyek be jî bêhna xwe li lûtkeyê hevrazê bidî, eşêf an leqata darik, gurnîk û strayan ji gore û şal dest pê dike. Lê di vê mehê de hemû dar û ber, bi taybet jî darên berû û maziyan, wisa bi coş mezin bûne û şaxdayîna berûyên îsal kêfxweşiyeke bêtarîf dide me. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê şerek bêeman dimeşe û ji hêla dijminê xweza û mirovantiyê ve, her sal daristan têne şewitandin. Mîna her salê îsal jî daristanên çiyayên Kurdistanê ji rika van dijminan re, di şûna yek dareke şewitiye de, sê an çar heb tel avêtine.
Jixwe dema ku di meha pûşperê de ji nişka ve fena tavanên biharî baran bibare, kêfxweşiya herî mezin a gerîlayan e. Bêhna axa şilbûyî li her derî difûre. Hemû pûş an gihayên hişbûyî, di serî de gurnîk û dirik nerm dibin û meşa di nava daristanê de her diçe xweştir û bi tahmtir dibe. Li gorî sala din îsal baran zêdetir bariya. Ji ber vê yekê li gorî sala din, hema hema giha xwe digihandin mîtroyekê. Di mehên biharê de belkî meşa di nava gihayan de zehmet bû, lê niha piştî baranan û bayên bi şid, ev hemû giha xwe li erdê raxistine û mîna doşekekê xwe li pêşiya me gerîlayan radixin.
Li çiyayên Kurdistanê di her werzekê de, li gorî rewşa germahiyê û demhatina wan, gelek cure giha û fêkî xwe ji bona gerîlayan amade dikin. Niha jî behîvên hişkbûyî, hêjîrên hênegihîştî, dêliyên tiriyên nûciwan, firtikên hênaran, mişmiş, xox, alûç û încas li benda gihîştinê ne. Dîsa tuyên reş, spî û pembeyî jî, ji destpêka havînê ve li ser şiveriyan bang dikin û gerîlayan vedixwînin vê ziyafetê. Di nêz de şeqoq ku jê re hirmiyên kovî tê gotin û guvîj dema ku bigihîjin, rîçalçêkirin û rojane xwarina wan, ma gotin têr dike mirov vebêje?
Di şevên sayî yên çiyayên Kurdistanê de, li ber xemla xweşikbûna heyvaronê, xuşîna ku bayên bi şid derdixin, di bin xêliya stêrkan de ji me re rêhevaltî dikin. Jixwe dema heyv xwe digihîne çardehan, di nava daristanên ku bi pelên xwe asîmanan dinixumînin de ji meşa şevê xweştir ma çi heye?
Jixwe piştî meşên dudirêj, di bin tahtek an şikefteke xwezayî de bi roj xwe ji sotîneriya tavê parastin û bêyî ku kermêş û pêşûyek te tengezar bike raketin an razan, ji her tiştî re dibe derman. Di ser vê de ava qerisî ya kaniyên jî vexwî û li ser çaya qaçax cixareyek jî bikşînî, edî kêf kêfa te ye.
Piştî bêhndayînekê, her hevalek guhên xwe li radyoya ku guh û çavên me ye mûç dike. Pêşketinên siyasî, çandî û leşkerî hem guhdarî dikin û hem jî şîrove dikin. Li ser nirxandin û bangên; “em ê wan biqedînin, wê çêkên xwe radestî Emerîka bikin, wê pêşketinên baş çêbibin û filan” dibin mijarên tinazê. Encax li hember van gotinan, gotina ku bê gotin; “Ji xwe re hinek cidî bin”
Kî çi dibê bila bêje, çavên me, guhên me, dilê me û rihê me her kêlî li giravan e. Dar, lat, zinar, hevraz, şiverê, kanî, çem û giyanewerên xwezayê jî, fena gulberoşkek çawan berê xwe dide rojê, wisan berê xwe dane Roja ku ji giravan hiltê.
Ji bona azadiya her çar parçeyên Kurdistanê em rextên xwe ji her demê bêtir dijdînin, narîncokên xwe pê ve zexm dikin û xwe ji rojên herî giran re amade dikin. Ji ber ku em Hêzên Parastina Gel in. Wê tu carî vê erka me bi dawîn nebe û wê tu hêz nikaribe gelê me bêparastin bihêle...
Rûbar Andok