HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rê nêzîk nîn in.

Ew av û lehiyên delûdîn ên biharê asteng in.

Ev çiyayên bi dûman, rê nade her kesî.

Koyê Spî, Siplîs, Çotla, Kasor, Dorşîn, Berbihîv û Andok.

Ji ber ku,

Hinek ji van çiyayan re dijmin in.

Ji ber ku,

Hinek ji van çiyayan re biyanî ne.

Ji ber ku,

Di hinekan de ew vîna ku derkevin van çiyayan nîn e.

Ji ber ku,

Yek hestê wan jî jahrî ye.

Ji ber ku,

Her ramaneke wan, ji te,  ji min, ji wî/wê û ji me hemûyan re dijmin e.

Em jî, zarokên egîdane û serhildêr ên gelê van çiyayan e.

Çiyayên Kurdistanê ku sînga xwe ji berxwedaniya me ya bi rûmet re vekiriye.

Ew çiyayên Amedê ku sînga xwe ji berxwedaniya me ya bi rûmet re vekiriye.

Ne av û lehiyên delûdîn ên biharê ji me re asteng in, ne ew riyên kurt ji me re asteng in, ne jî ew çiyayên ku dibêjin bi dûman in ji me re asteng in.

Hinek ji me, em li van çiyayan hatin dinê.

Hinek ji me, dema ku li van çiyayan hatin dinê, di çardehên xwe de bûn xwedî çek û rext.

Aşkere bi yek hevokê em bûn gerîla.

Hê di çardehên xwe de li çiyayên Amedê gerîlayek hebû.

Hê di çardehên xwe de bû, dema ku li hevrazên Ko Smaîl de ku dikete pevçûna Qere Gorê.

Di berbangê de bi dijminê qehpe re bi xencerên wan ên îxanetê re şer kiribû.

Hetanî ku şeva tarî bi xêliyeke xwe nîşan dabû.

Li wir qurbanbûna 12 canên ciwan jiyan kiribû.

Dilê wî dikeliya û tu carî kela wî daneketibû.

Hetanî nefesa xwe ya dawîn girêdayî soza xwe ma, ya ku ji bona dozdeh canên ciwan dabû.

Di şexsê wan de ji gelê xwe yê belengaz re.

Dema ku bahsa wê kêliyê dikir, lêvên wî şil, qirika wî bi girêk û di çavên de çirûskên hîsên tolgirtinê...

Her dem û hetanî bêdawînbûnê, kesayetiya xwe ku her dem ji şerkeriyê û berxwedêriyê re amade ye.

Hinek dem çêdibûn ku, fena xezalek bi lez xwe ji Koyê Spî ber çemê Muradê berdida, hildikişiya zozanên Omeryanê û ji nû ve vedigeriya Koyê Spî û pê re jî xwe li hevrazên Girê Îskender dixist.

Bi meşeke gerîla komeke gerîla dibire milê dîtir ê çemê Muradê û bi meşeke gerîla ji milê dîtir dianî milê din.

Ew hosteyê gerîlatiyê bû, ji Koyê Spî hetanî Şehîd Remzî, ji Şehîd Remzî hetanî Dorşînê, ji Dorşînê hetanî Zozanên Şên, ji Zozanên Şên hetanê Zoxa Serê, ji  Zoxa Serê hetanî Giresorê, ji Giresorê hetanî Çiyayê Sisêyê, ji Çiyayê Sisêyê hetanî Zarê û ji wir jî Koyê Şeleyê ber bi  Qilê Boxa, Gorton, Cimsak û Koyê Gorsê kevir bi kevir, newal bi newal, gir bi gir, gelî bi gelî û dar bi dar nas dikir.

Di meşan de her dem li pêş, di çalakî û pevçûnan de her dem rêber.

Hem jî dema ku fermandar bû, li herî pêş bû.

Hem jî fermandarê herêmê bû. Pê ve girêdayî fermandarê hemû tiştî bû.

Ew 21 sal li çiyayên Amedê meşiya û şer kir.

Bi pevçûnên xwe gelek dorpêçkirinan belav kir.

Ji nişka ve çû û li dijmin da û vegeriya baregeha xwe ya li lûtkeyên ku cîranên ezmane ne. Carnan jî bibêdengî xwe berda deşt û bajaran û li dijmin da û dîsa vegiriya lûtkeyan.

Bêxew ma, birçî ma.

Bêbextiyan dît.

Şehadetan dî.

Her dem bawermend ma, girêdayî ma, vîna xwe fena şûrekî herî tûj parast.

Çi dibe bila bibe, her dem keniya û hem jî bi dengekî bilind.

Ew kenî wî li cem min ma.

Dengê wî yî mehek berê li cem min ma.

Yek jî te dizanibû gelê kurd?

Ev 13 salbûn bi yek milê xwe şer dikir. Ew fermandarekî gazî bû. Ma heye ku li dinyayê fermandarekî gazî ji bilî PKK’ê û HPG’ê?

Ma heye ku, gerdûnek bersiv bide?

Vaye wisa lawên egîdane hene, ew lawên zêr î û elmas î.

Ey gelê kurd!

Yek jî te dizanibû?

Ne mûmkûn bû ku di şerek de şehîd biketana.

Ne hawanekbûna, ne mûmkûn bû ku şehîd biketana.

Ma gelê kurd te ev fermandarê serhildêr û ew gerîlayê di çalakbûna başokek de nas kir?

Me jê re digote Rizgarê Derxust!

Ey gelê min Rizgar nas bike û ji lawên xwe re vebêje.

Vebêje ku her lawek te bibe Rizgar.

Dema ku her lawek te bibe Rizgar, wê dijmin her biçe biçûk bibe, her ku biçûk bibe jî tu yê azad bibî.

Ozgur Bîlge