Bi piştgiriya biharê re, havîn hêdî hêdî xwe dide hîskirinê. Dar bişkuvîn û şitlên salê kok berdane axê. Digel hênikahiya şevên tarî, roj tîrîjên xwe tûjtir dike. Ev jî xwezayê dikelîne û pê re jî rojevên siyasî û leşkerî jî germ dibe.
Li warên azadiyê, bi gerîlayan re, bihar û havîn jî di nav hev de rê digirin. Siya daran, bayê hinek ê şevên tarî û ava kaniyên cemedî her dem bi me re ne.
Ev dîmen û ev xweşikbûn, bang li me dike ku tola sedan salan ji dijminê xweza û mirovantiyê bigirin. Di berbanga sibehan de dengê çûkan, bilbilan û kêzikên rengorengo rojbaş ji me re dikşînin, da ku liv û tevger destpê bike.
Di van mehan de, xwezaya dayîk ji bona me dibe xêliyeke hevrîşimî, da ku me ji wan çavên hesinî û sar biparêze.
Di van mehan de, xwezaya dayîk bi dar, ber, taht û latên xwe ji me re dibe çeper, da ku em derbên giran li zebaniyan bidin û govendên azadiyê li dar bixin.
Di van mehan de, xwezaya dayîk axa xwe nerm dike û ji me re dibe dergûş, da ku em bi dilekî aram nîgaşen rojên azad li ser bircên Amedê nîgar bikin.
Dîsa careke din lêgerîna pêkanîna jiyaneke azad û rûmet a qewmên çiyayî ku zarokên wan mîna her carê li warên azadiyê ji bona gelê xwe têdikoşin, ji bona di şûna tavanên biharî de xwîna ciwanan li ser vê axê nerijê, bangên aştiyê dikin.
Her cara ku navê aştî û biratî tê bihîstin, ew zebaniyên bi apolet har dibin, cînîkên wan pîj dibin. Çavsorî dibin, zindî nezindî berê xwe didin her tiştî.
Ew diminên xweza û mirovantiyê, ku ev bi sedan salane li hember qewmên çiyayî bi ser nakevin, niha jî bi hovîtî êrîş dibin ser xwezayê. Dar û ber, lat û zinar, kanî û rûbar, şalûl û bilbil, heyv û stêrk birîndar in û pê re ew zarokên ku di hembêza wê de mezin bûne, bi hêrs in û mîna pozitên agirî ne.
Nahêlên ku kanî û rûbar bi dilê xwe biherikin.
Nahêlin ku dar û ber bi hemdê xwe pelên xwe mezin bikin.
Nahêlin ku şalûl û bilbil bi dilê xwe hêlînên xwe çêbikin.
Nahêlin ku pezkovî bi dilekî rihet biçêrin û li ser zinar û latan lotikan bavêjin.
Nahêlin ku giya û pûş bi dilê xwe hişk bibin ji bona ku ji bi hezaran tibatî re bibin dergûş.
Nahêlin ku ew agirê pîroz di şevên tarî de bi stêrkan re şevînî bike.
Vaye ku ji bona ku careke din di şûna avên kaniyên cemidî de xwîna germ a ciwanan neherike, ji ew zebaniyên bi apolet re şalûl û bilbil, kanî û robar û ew agirê pîroz bang dikin, da ku bajar û gund, deşt û çiya bi gul û kulîlkan bixemilin.
Lê hemberî wê zebaniyên bi apolet, diqîrin û diqajin û dibêjin; “Em ê we tune bikin”
Li ser vê Roja Giravan ji banga şalûl û bilbil, kanî û rûbar û agir re re bû bersiv, tirîjên xwe li bajar û gundan û li deşt û çiyayan belav kir.
Xweza ji zarokên çiyayî re, ji hevalbendên dar û beran re, ji hevalbendên stêrkan re û ji rêhevalên Rojê re dibişire û dibê; “Hûn qet xem nekin. Ku ev zebanî nesekinin, li pey rojê şev hene, li pey biharan havîn hene, li pişt tîrmehan tebax hene û li pişt her bêdengiyekê bahoz hene.”
Rûbar Andok