Di dîroka tevgera şoreşger û civakî ya cîhanî de roja 9’ê Kewçêrê rojeke wisa ye, ku pêwîst dike hemi kesayet, tevger û partiyên azadîxwaz baş li ser bifikirin û encamên girîng û mezin jê derbixînin. Heger ku ev kesayet û tevger bixwazin sîstema cîhanê ya dewletperest û hovane nasbikin, pêwîste vê rojê baş nasbikin û baş binirxînin, lewra heger ku ev roj bi hemî ziraviyên xwe neyê naskirin, ne li Rojhilata Naverast ne jî li Amerîka Latînî têkoşîna azadiyê û demokratiyê nagihê armanca xwe.
Rêber APO û Ernesto Che Gîvara vê rojê bi wateyeke kûr û dûr parve dikin, 9’ê Kewçêrê bi navê bêbextiyê li dijî Che Gîvara û Rêber APO tê naskirin.
Che Gîvara di salên pêncî û şêstî de yên sed sala bîstan, dibe sembol û nîşana kesayet, civaka şoreşger, azadîxwaz, serhildêr û têkoşer. Berî her tiştî Che Gîvara, bi sîstema dewletperestî û koledar razî nabe, her weha piştî ku şoreşa Koba bi ser dikeve, Che Gîvara qîma xwe bi kar û xebata bîroqratîk ya dewleta Kobayê nayîne. Ew berê xwe dide Cezayîr, pişt re jî Kongo, pişt re jî berê xwe dide Bolîvya, ji ber ku armanca wî ewe ku li her cihekî agirê şoreşê û azadiyê li dijî sîstema cîhanê ya koledar(ango Amerîka û hevalbendê wê) geş bike û xurt bike. Li ser vî bingehî Che Gîvara dibe raman, giyan, manewiyet û stêrka sor ya têkoşîna hêzên civaka bindest û gelên bindest li seranserî cîhanê. Ew dibe kesayeteke ku hemî kîn û hêvî, gazî û hewara mirovahiyê li dijî sîstema sermayedar ya xwînmij di dilê xwe de parastiye û avdaye. Che Gîvara wê demê weha dibêje: ji bona min ya herî girîng eve; divê ku dengê çekan ji bone azadiyê nesekine, da ku ev cîhan bi hemi giraniya xwe li ser singê bindestan ranezê, her weha ne girînge li kîjan deverê û kîjan rojê emê bimirin.
Bê guman ji bona Che…; ol, zayend, netewe, ziman û çand ne mijara danûstandinê ye, lewra ji bona wî mirov û mirovahî esase û pîvana bingehîne.
Ew ne tenê fermandarekî gerilla ye, di heman demê de gerillayekî xwedî raman, xeyal û xewnên herî azad, paqij û xweşike. Ji ber vê sedemê ew bi sosyalîzma Sovyetê, Çînê, Koba û sîstema dewleta netewperest nabe yek. Her weha her gav wan rexne dike. Ji ber vê sedemê Che Gîvara dibe destan, helbest, raman û mûzîk e. Piştî şehadeta wî li ser destê sîxurên CİA di dilê mirovahiyê de şax û rehên xwe berdide.
Taybetî ji bona gelê Amerîka Latînî, Che Gîvara dibe sembola yekîtiya vî gelî li dijî Amerîka û sîxurên wê. Dema ku Che.. li ser destê sîxur û çeteyên CİA Amerîka hate şehîd kirin, wê demê stêrkek geş li asîmanê cîhanê geşbû, lewra Che…. Nemiriye û di dilê hemî azadîxwazên cîhanê de mîna kulîlkek sor ya hêviya azadiyê şîn hatiye. Bêbextiya ku li Bolîvya li dijî Che… hatî pêkanîn di 9’ê Kewçêrê de sala 1967’an ya sedsala bîstan de û di 9’ê Kewçêrê de sala 1998’an de li Rojhilata Naverast li dijî Rêber APO pêkhat.
Li ser destê Amerîka, Îsraîl, Îngilîz û sîxurên wan dîsa ev bêbextiya li dijî mirovahiyê û tevgera şoreşa azadiya cîhanî hate dubare kirin. Bi şêwazekî kûr û fireh hate nûkirin.
Çima û ji ber çi 9’ê Kewçêrê? Çima û ji ber çi Che Gîvara û Rêber APO?
Bê guman Nemrûd, Firewn û celadên vî zemanî ku Amerîka û hevkarên xwe(Siyonîzm, toranîzm û yên wekî wan) temsîla wan dikin, dixwazin hemi hêvî, îrade û hêza têkoşînê de dil û mejiyê civaka mirovahiyê de tunebikin. Ji ber vê yekê kesayetên mîna Che… Patrîs Lomombe(Şoreşgerekî Afrîqiye) û Rêber APO bi awayekî qirêj, gemar û bêbext bûne armanca lîstûk û pîlansaziyên istixbaratên Amerîka, İsraîl, Îngilîz û hevkarên wan li seranserî cîhanê.
Hilbijartina 9’ê Kewçêrê 1998’an mîna despêka pîlansaziya bêbext li dijî Rêber APO ne tiştekî rasthatine(tesadufe), her weha hêzên sîstemê xwestin ku vê roja reş reştir bikin, ango xwestin ku peyamekî wisa bidin tevgera azadiya cîhanê û mirovahiyê: “Em nahêlin ku ew kesayetên ku ji bona azadiya we bibin Rêber, li ser ruyê dinyayê jiyan bikin, me jehra mirinê da Soqrat, me Îsa êxist çarmixê, me Manî parçe- parçe kir. Me Che Gîvara li çiyayên Bolîvya da ber guleyan, va ye îro jî em Rêber û zanyarê we bindestan yê ku navê wî APO’ye terkedinya dikin, per û baskên wî dişkînin, em Nemrûdin, em Sultanin, em Ferewnin, ev dinya milkê me ye, hûn nikarin ji koletî û zincîrên wê rizgar bibin. Emê hêviyên we û evîna we ya azadiyê tune bikin”
Belê peyam û mesaja sîstema cîhanî ya xwînmij di roja 9’ê Kewçêrê de, eve. Bê guman di kesayeta Rêber APO de, hêviyên azadiyê yên gelê Kurdistanê û Rojhilata Naverast û civaka mirovahiyê bûn armanca lîstûkên Amerîka û hevalbendên wê. Xwestin ku bînin bîra me ka çawa Che Gîvara jî bi heman şêwazî û bi heman lîstûkan tunekirin! Lê belê ewan tiştek ji bîr kiribûn, lewra Rêber APO ji dîroka têkoşîna azadiya mirovahiyê dersên girîng û mezin derxistibû, ji ber vê yekê cara yekemîn bû ku xwînxwarên cîhanê negihîştin armanca xwe, lîstûkên û bêbextiya 9’ê Kewçêrê ya duyemîn jî vala derket.
Rêber APO ji şehadet û têkoşîna Che…. Û Mahir Çayan û Denîz Gezmîş.. û yên dine dersên mezin derxist. Xap, derew, dafik û siyasetên sîstemê bi hişmendiyeke azad û demokratîk derveyî bandore saziya dewletê nirxand û ev lîstûk vala derxist. Ev rastî piştî 15’ê Roşemiya 1999’an bi awayekî zelal û eşkere derket holê. Her weha jinemêra Nemrûdî “ Madlîn Olbrayît” weha got “ birastî me Ocalan girt, lê belê me nizanîbû ku ewqas bandore xwe ya siyasî di asta cîhanî de çêkiriye”
Belê ev rastî ji me re dide xuyakirin ku, heger mirov bixwazê lîstûkên sîstemê vala derxîne, divê ku mirov heta dawî hêza gel û civakê esas bigire, ango şoreşgertiya sosyalîzma hilweşiyayî têrê nake, hişmendiya nûjeniya demokratîk û civaka demokratîk pêwîst dike. Jiber vê yekê tê xwestin ku hemî têkoşerên azadiyê vê rojê û serboriya(tecrûbeya) Rêber APO bi hemî ziraviyê wê baş bixwînin û fêmbikin.
Huseyîn Şawîş