Biryara bi şeref a mirinê ya Kûrtayan di rojeke buharê de hatibû dayîn. Agirê Newrozê yê Mazlûman di bedenê çar hevalan de wek çirayekê vêket û dewam kir. Biryareke dîrokî bû zindan ronî kir. Li dijî wê zilma dijwar çalakiyek fetisandina tariyê bû. Biryara heval Mazlûm û îdîaya wî, biryarek bû ji hurmeta ji bo jiyanê nedigeriya.
Çalakiya her çar hevala; biryarek bû, biryara hevalê Mazlûm xistin piratîkê de. Hîn zêdetir girseyî dikir û hîn bêtir bi jiyanê ve dide girêdan. Bi qasî armanca biryarê, naverok û şêwazê bi cihanîna wê jî balkêşe. Bêguman divê mirov ji her alî ve baş fêmbike, li gorî rastiya me ya gel, milîtan û jiyanê pêkbîne û ev wezîfeyeke bingîne li pêşiya her kesê ji xwe re dibêje 'ez bi namûsim û dilsozim.'
Serok Apo
JI RÊ HEVALAN Û MIROVAHIYÊ RE
Di serdeme me de, hişyarbûnên netewî û çînî bi zêdehî dewam dikin. Gelên bindest, ala şerê ji dagirkeriyê rizgarbûnê, li dijî emperyalîzm, dagirkerî û hemî cûreyên paşverutîyê, bilind dikin. Proleterya ji bo parestina desthilatkariya xwe ya cewherî, erka xwe ya dîrokî gav bi gav bi cîh tîne. Li çar alîyê cîhanê têkoşînên dij-emperyalîst, dij-faşîst û dij-dagirkerî bi neynûk, xwîn, can, bi ked û bi jan pêş dikeve.
Di encama van têkoşînan de, li gelek deverên cîhanê emperyalîzm tune bû. Li gelek herêman li ber mirinê ye. Dagirkerî jî nikarî xwe ji heman çarenûsê xilas bike. Her wiha, li hemberî gavên şoreşgerî yên gelan û proleterya, faşîzm her roj hinekî din mehkûmî mirinê dibe.
Serdema me, ew serdema ku eniya şoreşgeran û ya dîjberan şerekî dijwar li beramberî hevdû dikin û her roja ku derbas dibe, nîşane li gorî ya şoreşgeran xwar dibe, kedkar û gelên cîhanê ber pêşeroja xwe ya bi hêvîya wê ne diçin.
Çerxa dîrokê bi xwîn, canê gel û proleterya ya Vîetnam, Kamboçya, Kuba, Fîlîstîn, Kurd, Rus, Alman û Bulgar digere.
Têkoşîna azadî û serxwebûna neteweyî ya Vietnamê ku di hundir de bi tacên zêrîn ên serkeftinê hat xemilandin. Di dîroka şoreşên cîhanê de bi afirandina nirxên dewlemend û bi pêkanîna tecrubeyên bi nirx, riya gelên bindest ên cihanê ronî dike û bi bandora xwe ya dîrokî û nirxên xwe, wekî çirûskekê rê nîşandêre têkoşîne gelên bindest ên cîhanê ye.
Her santîmetreyeke têkoşînên rizgariya netewî di berdêla êşên mezin de pêş dikeve û fedakariyên mezin dixwaze. Ev şerê demdirêj, di destpêkê de ji bo serxwebûna gel mirinê dixwaze. Şerê serxwebûn û azadiya netewî ya gelekî li ser wan diyardeyan bilind dibe. Ji bo bi destxistina serkeftinê. Bi bawerî şerkirin û bi şerkirinê bawerkirin pêwîst e.
Xwe gihandina serxwebûna netewî, tenê bi daketina nav gel û bi yekbûna bi gel re dibe. Riya rêxistinbûyîn û girsebûyînê, ji nasîn û famkirina gel û baweriya rizgariyê, bi wê dayîna fêmkirinê derbas dibe.
Ev jî rêbertiyeke rast dixwaze. Dema ku rêber û gel bibin yek, mirov dikarin li hemberî zehmetiyên mezin li berxwe bidin û derbas bikin.
Dema ku em di vê çarçoveyê de li dîrokê meyze dikin, rêxistinbûneke rê li ber kaosê vedike. Îxaneta dijminên çînî yên bi karaktera teslîmkarî ku dibin navê rêbertiyê de ji bo berjewendiyên xwe, gel davêjin nav tarîtiyan, derdikeve pêşiya me.
Her carê şerê ku ji bo serxwebûnê hatiye destpêkirin, bi hewldanên xedar yên dewletên dagirker, û mêtînger ve hatiye fetsandin. Mîrateke berxewedanê ya me ku ji gelê me ma ye heye.
Li gel van hemûyan.
Ger neteweke ku bi qasî gelê Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûna xwe berdêl daye û xwîn rijandiye. Zarokên xwe di vê riyê de feda kirine. Xwediyê rêvebertiyeke rast bûya, herî kêm bi qasî berxwedana xwe, rêvebertiyeke ku jê dûr namîne hebûya. Wê ne carekê heta niha deh caran Kurdistan rizgar bibûya û bigihîşta serxwebûna xwe.
Ev gel, gelekî wisa ye ku texta imparatoriya Asur li serî ruxand. Medya ya ku li Rojhilatanavîn mîna rojê hilat, ava kir.
Ev gel, gelekî wisa ye ku, li beramberî artêşên dagirker û împaratorên mêtînger ku ji rojhilat, rojava û başûr pêl bi pêl hatin, meşaleya serxwebûnê tu carî ji dest berneda. Birçî ma, bê war ma, lê belê li çiyayên xwe yên pîroz êvîna xwe domand.
Ev gel, gelekî wisa ye; bi zimanê xwe û bi çanda jiyan kir. Mem û Zîn, Ehmedê Xanê û Feqiyê Teyranan afirand.
Ev gel, gelekî wisa ye; li dijî dagirkeriya Tirk, Faris û Ereb bi berxwedanên Ubeydullah, Bedirxanî, Beydînanî, Yezdan Şer, Rewanduz, Sason, Agîrî, Zîlan, Palo, Genç, Xanî û Dersîmê evîna xwe ya serxwebûnê dewam kir.
Gelê kurd binket û serket, lê belê binkeftin tucaran ev gelê kurd nikarîbû bide tirsandin. Di rojên teng de yê weke Besê li cem xwe dît.
Gelek têkoşerên ku xwîna wan di nav axê de pişkîvîn. Bi bîranînên egîdên Kurd ên ciwan Jiyan kirin.
Di binketinên xwe de, yên weke Besê ji bo radest nebin, bi saxî nekevin destê dijmin de, xwe ji zinaran avêtin xwarê. Gelê kurd mînak ji xwe re girt, ev berxwedaniye ku hate jiyan kirin.
Bêdengiya vî gelî ku bi salan, bi darê zorê hat tepisandin. Hesretên gelê kurd yê serxwebûnê. Dijmin bawer dikirin ku bi dawî bûye. Têkoşerên hemdemî û rêxistiniya wî di kesayete PKK’ê de ji nû ve, bi coş û hîn zêdetir bi xwestek û bi biryar li ser vê xakê pişkivî, stewiya û şax berdan…
Bi şikilgirtina bîrdozî, polîtîk û rêxistinî ya PKK’ê, bû hedefa êrîşên dijwar û komployên dagirkeriya Tirk. Hevalê gurûpa bîrdozî, rêberê mezin yê komunîst û enternasyonalîst Heqî Qerer di encama komployeke bi vî rengî de hate şehîd kirin. Qetilkirina rê heval Heqî Qerer, derbarê zehmetiyên di kurdistanê de, derbarê têkoşîneke şoreşgerî meşandinê de, îşaretên girîng dane me.
Di warê rêxistinê de ketina nav gel. Şer dayîna meşandina di nava gel de. Dema ku li Kurdistanê gavên pêşî dihatin avêtin. Guman û şik nebû ji bo astengiyên derkevin. Divê şîdeta şoreşgerî were bikaranîn. Ev yek ji bo têkoşîna me pîvaneke mayîn û nemayînê bû.
Bi vî awayî, rê heval Heqî bi şehadete xwe ya fîzîkî jî. Hişt ku têkoşîna me hîn mezintir û berfiretir bibe.
Qetilkirina Heqî, bi me da fêmkirin ku ji bo şer kirina li dijî dagirkeriyê. pêwîste mirin parçeyek ji jiyanê bê dîtin.
İro li zindana Diyarbekirê, dijmin di kesayete me de hewl dide hêviya rizgariya gelê me û rêberê partiya me bifetisîne.
Ev şerê mayîn û nemayînê ye. Şer dikarin bên wendakirin. Lê belê tehemula me ji wendakirinê re nîne, û divê nebe jî. Ji ber ku wê encamên vê yekê pir giranbin. Berpirsiyariya wê jî bi qasî ku nikare bê hilgirtin, giran û bi êş be. Ji wendakirina vî şerî re tehemula me nîne. Dema em ketin vê riyê de, em dibin aleke paqij ya berxwedanê de xebitîn. Em neçarin ku vê alê bi heman paqijiya xwe hilgirin. Riyeke din nîne. Ji bo jiyana dibin ve alê de û ji bo bilind kirina wê, ji berxwedanê bêtir rê tune ye.
Beriya demeke pir kin, rêberê me yê mezin rê heval Mazlum vê yekê bi awayekî eşkere nîşan da.
Vê carê jî wekî her care di qonaxên zor û zehmet de. Di qonaxa bi êş û jan a girtîgeha Amedê de. Bi fedakirina jiyana xwe ya bi nirx, rê nîşanî me kir û riya têkoşînê bi me da ronî kirin.
Rêberiya me ya partiyê, di kesayeta rê heval Mazlum de, berpirsiyariya xwe careke din bi aweyekî herî rast bi cîh anî. Niha dor a me ye.
Belê, partiya me ji me berxwedanê dixwaze. Di şert û mercên dîlgirtinê de, ku em ji hemû çekan bê parin. Dixwaze em canê xwe û xwîna xwe bikin agir.
Her agirê ku bê pêxistin, wê tarîtiya ku li derdora me tê hunandin, di nava ronahiyê de bide fetsandin. Her agirê ku bê pêxistin, wê dîwarên xayîn yên îxanetê bi erdê re bike yek û me bighîne gelê me. Hêviya gelê me ku bi me girêdayî ye, mezin bike. Her agirê ku bê pêxistin, wê bi 3 darikên bi agirê Mazlum re bibe yek û geş bibe. Wê hesabên kirêt yên faşîstan, dagirkeran û îşkencekaran hilweşîne.
Hevalno!
Dijminê hov, bê rehm û bi biryar e ku bighîje armancên xwe. Heger em ji vê re nebêjin “ bisekine” dev ji şoreşgeriyê berde, emê ji mirovtiya xwe jî şerm bikin.
Di vê zindanê de, bi navê partiya xwe û bi navê gelê xwe, em bi rû spî dernekevin. Wê nivşên nû me lanet bikin. Tu sedem nikare me ji hesabpirsîna dîroka me û partiya me xilas bike.
Em weke gel hem li derve û hem jî li zindanê şerekî mayîn û nemayînê didin. Riya rizgariya ji vê yekê diyar e. Ezmûn û mîrata partiya me, ji me re kevneşopiyeke mezin ya berxwedanê hişt. Vê kevneşopiyê dewam kirin mecburî ye.
Lê niha jî ku dijmin bi her awayî dixwaze me û gelê me îmha bike. Ji bo vê yekê tu tiştekî li ber çavan nagire û tu sînoran nasnake. Dîsa bi awayekî berfireh û xeter, zext û zorê li girtiyên zindana Amedê dikin. Êdî kevneşopiya berxwedana girtîgeha Amedê dîsa tê rojevê û dive tam di van rojan de rola xwe bilîze…
Her endamê partiyê, her mirov, her welatparêzê kurd yê bi namûs. Sampatîzanê PKK’ê û alîgirê PKK’ê pêwîste di vê zanebûnê de be, erkên dikeve ser milê wî bi cîh bîne. Bê guman her kesek tiştekî ku bike heye. pêwîste em hemû, daxwaz û bendewariyên partiya xwe û gelê xwe baş bizanibin. Bi vê zanebûnê têkoşîn bikin.
Emê bi pêkanîna vê çalakiyê, berpirsiyarî û baweriya xwe ya ji bo partiya xwe, gelê xwe û mirovatiya pêşverû, di pratîkê de jî nîşan bidin.
Rê hevalno!Vê yekê baş bizanibin ku, ji niha û pê de gelê Tirk û Kurd wê bi we re bin. Em şopedarên Heqî li Dîlokê, Xelîl li Hîlwanê, Besê li Dersîmê û Mazlûm DOĞAN li zindananê ne. Em natirsin, hûn jî netirsin.
Bimre Dagirkerî!
Bimre Emperyalîzm!
Herbijî PKK’ê!
Herbijî Têkoşîna me ya Rizgiriya Netewî!
Ferhat KURTAY, Eşref ANYÎK, Mahmut ZENGİN û Necmî ONER