Di salvegera Komkujiya Dêrsimê de; qêrîn, hawar, êş, bêhna barûdê, bêhna zingera şûrên dagirkeran bi hawara Dîcle, hawara Mûnzûrê, hawara Newala Qesaba, hawara Geliyê Zîlan re di dilê me de bi sûzeniyeke bêpayan olan dide. Îro jî nevîçirkên Mehmed Paşayan,Topal Osmanan, Îsmet Înoniyan di her fersendê sonda qirkirina kurdan didin.
Qêrîn û hawara Elîşêr û Zarîfeyan tevlî ya Seyîd Riza dibe; qêrîn û hawara “tolhildan” a Nûrî Dêrsimiyan tevlî ya Mala Eliyê Ûnisan dibe û li hember vê dîroka kambax ku di her serhildaneke kurd de xwe dubare kiriye û hawara Îhsan Nûrî Paşayan li lat, zinar, gelî û quntarên çiyayê Agirî de fetisandibû, bi guleya yekem a di pêşengiya fermandarê nemir Egîd de ji nû ve pêl bi pêl bersiva van qêrîn û hawaran hate dayîn. Bêrîtan û Zîlanan; ji Zarîfe, Besê, Rindexan û heta Leylayan re bûn ziman, awaz, newa û pê re hemû qeyd û zincîrên ku di şexsê jina kurd de li stûyê civakê hatibû rapêçan veçirandin û ji nîgarên wan, wêneyên azadiyê, berxwedaniyê û fedayitiyê xêz kirin.
Ku îro pêşeng û pilingên serhildanên kurd wekî Elîşêr û Zarîfe, Seyîd Riza, Nûrî Dêrsimî, Celadet Mîr Bedirxan, Şêx Seîd, Evdirihmanê Mala Eliyê Ûnis û gelekên din ku sax bûna, ku van rojan bidîtana, wê sedî sed di nava refên gerîlayên PKK’ê ciyên xwe girtibana. Ji ber ku PKK, di seranseriya sedsalên borî de ku her dem serhildanên kurdan ku bi armanca jiyaneke azad biafrînin rabûbûn, her carê têk çûbûn û trajediyên ku ziman nagere bê qalkirinê hatin jiyandin, vaye PKK di sedsala 20’an de ji hemû qêrîn, hawar û bangên wan ê tolhildanê û ji dardekirin, sûzenî, têkçûyîn, bêçaretî, mişextî, komkujî û tehcîra ku hate serê wan re bû bersiv.
Hezar mixabin, ev dijminên gelê kurd ên ku her dem ji devê wan gilêzeke xwînî diherikin, ku geh ev dibin fars, geh dibin tirk, geh dibin ereb, geh dibin îngîlîz, geh dibin îsraîlî, di sedsala 21’an de, hê jî dev ji armancên xwe yên qirkirinê bernedane. Digel ku li çar parçeyên Kurdistanê, di pêşengiya Rêber Apo de, ku dîroka kambax a ku ji bilî têkçûnan para gelê kurd nekiriye, ji nû ve nivîsand û bi tehlîlên xwe, ev dijminên ku kurdan xistibûn şûna kewên qewmê xwe, bi per û bask kir û fena teyrên baz û heloyan heyfa sedan sala ji dijminan girt û hêviyên jiyaneke azad ji bo kurdan seridand.
Ehmedê Xanê ku her dem sûzeniya xwe ya bê rêbertiya kurdan dianî ziman û digote, “hebûna me jî xwedayek...” bila serê xwe ji gora xwe ya bihûştî rake bibîne û li çiyayên jorî xwe binêre, waye şervanên azadiyê, gerîlayên azadiyê di pêşengiya Rêber Apo de dîlana azadî û tolhildanê digirin.
Hezar mixabin, dijminên gelê kurd, kurdan wekî kurdan berê dihesibînin. Kurdan wekî kurdên dema serdema 17’an dihesibînin. Hê jî hewl didin bi lîstikên osmaniyan ku kûfnîkî bûne, dîsan kurdan bixapînin û wan bera hev bidin. Çawa ku di dema Siltan Ebdulmecîd de, osmanî tevlî Mîr Bedirxan serîrakirina Seîd Begê ku xalê Yezdînşêr bû li bin xistin û ew di kelayek de kuştin, çawa ku fermana kuştina hezaran keldaniyan hat dayîn û welatê Hekaran bi fermanda mîr kirin gola xwînê, bi lîstik û derewên osmaniyan bi Yezdînşêr serîrakirina Mîr Bedirxan têk birin û piştre heman tişt anîn serê Yezdînşêr; niha jî hewl didin bi van lîstikan hê jî kurdan bixapînin.
Bila her kes vê bizanibe, niha kurd xwedî rêbertiyeke wisa ne, dev ji çend dijmin, lîstik û polîtîkayên wan berdin, dinya û gerdûnê tehlîl dike û wê tu careke din kurd nebin pelîstokên destê dijminan.
Hê jî îngîlîz bi destê xwefirotî û dewşêrmeyên fena AKP û Erdogan de, hewl didin kurdan bi lîstik, bi hêza xwe ya fînansî bixapînin û bi xwe ve girê bidin. Tiştên ku anîn serê ermenî, rûm, tirk û hemû ereban, niha bi destê AKP’ê û eşîrên kurd ên başûr, hewl didin bînin serê kurdan.
Lewre, kurd ne kurdê berê ne. Kurd êdî bi tehlîla dîroka hezaran salan polîtîka dikin.
Lewre wê careke din ev dîroka kambax di şexsê kurdan de dubare nebe, ji ber ku rêber tiya kurd heye û pê re jî artêşeke qewîm a gerîla li deverên Kurdistanê parastina vî gelî dikin heye.
Rûbar Andok