HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hey mirov!... Ez çîrokek dirêj im, ji heyamê dûr û li derî dîrokê hatime hiştin

Ez Prometheus im, di nava deryayek reng şikestî de, bi mûrê teyr û bazan, wek xalvedaneke destanî hatime parçekirin...

Ez Kawayê Hesinker im

Ez ew heyama şikestî me,

Di nava herka çemekî de li nalêna birîna xwe ya sedsalî guhdarî dikim

Nalêna min heyamek didanî yek dihilanî...

Reşbelekên li ser kêla gora min, dibû bedenek parçekirî û di navenda cîhana kerr û lal de, di nava kelgerma hêvî şikestî de, aliyek girî yek êş bû... Aliyek koçberî, yek talanîbû... Aliyek kuştî yêk wêranî bû... Aliyek felckirî, aliyê din bi çekên şaristaniya hemdemî dihatim kuştim û ez welatê jibirkirî, Kurdistana bi kaniyên zift û neftê sîwaxkirî, di cenga ademiyetê de di goreke betonî de hatim gom kirin.

Ez ew welatê çîrokê,

Wek haveynekî di nava parçeyek pîso de ji bîrkirî

Bêhevî kirim

 

Hey Miorv!..

Çîroka min bi qesîdeyên qedexe û veşartî dest pê dike, bi dengê bîlûra Mamê Şivan digere, digihe volqana dengê fişeka Egîd.

Li welatê çîrokê ew pêjnek bû û wek kulîlka hevîyê vedikir.

Hûrik hûrik dimeşî,

Qolincên xiyanetê parçe dikirin, gotinên diqulûqewêran de dimistin, birînên daxdayî derman dikirin, dibû av, dibû baran, dibu berfûbaran, dibû ba û bahoz û dibû tehnika min. Ku sed sal in, di çemê Botanê de, li qeraxên Ava Mezin razayî bû û li ser bircikên qesrûqonaxên bêbirhan bi lîstika çavzerkê dilîstin.

Ev navê cografya min e û di vê cografyayê de ciwanîyek kihêl, seglawî, çavmaquşî, bi bazekî re çiya bi çiya dibeziya... Ha ha hêvî bela dikir. Hêdî hêdi, hurik hurik stêrikên ji banê ezman weşiyayî kom dikirin, bi tayên şimakirî neqiş bi neqiş, bi duwêlên li hevbadayî bizmik bi bizmik darvedikirin. Stêrik û teliyên Egîdên welatê min, dibûne xelekên demê û wek çavkaniya hêviyê mal bi mal digeriyan.

Dahola hawarê lê dida...

Naqoşa şer dikire şîqên

Baz û Başoke di valahiya kûr û fereh de diristin

Her roj!...

Her şev

Xwe di nava hev de dipêçan, piştre erdûezmanek, şevûrojek bi stranên efsûnî li hevûdin mehr dikirin; wek jiyanekê, wek xelekên dîrokekê, wek nasnameye cemawerekî bi qîrêna Prometheus û argûniya agirê Kawa re xelatgîr dikirin. Ew navên li ser avê nivîsî û di herka Çemê Bûnisra de, li ser dergehê Keliha Qeretacdîn bizmarkirî, dibû aleke rengîn di valahiya dilê welatê min de dibalivî. Ew pêjn û ew teqîna volqanî, ji Fîsê dirêjî Çiyayê Huda dibû. Ew kesên ku erda hişk û ezmanê bilind dikirin mala xwe, bi Nuhê Kal re taştê dixwarin, bi Birahîmê koçer re qurban digurandin.

Yanî Tewrata bûyerên drametîk bi xetzêrên dilopên xwehdana xwe dinivîsîn.

Ew in ku ferşên gora betonî parçekirin.

Ew in ku riyek girtin yek vekirin.

Ew in ku navên nû û jyana nû li ser sifra rûmetê radestî me kirin.

Wek tilisimekê bûne dêr û mizgefta baweriyê, aliyek bangdan, aliyek bixur... Bûne teyrên efsûnî, di nava mumya Firawunan de li ber bablîsokên festînok dîlan girêdan, bûne pel û bergên şîlanê... Piştre bûne bircikên hêviyê. Êw bûne ez û rengê jiyanê. Ew bûne tu û rengê navê te. Ew bûne ez û tu û welatê min û te.

Dîse jî dijmin qîm nekir, bûne gurên har û ez kirim çar parçe...

Ez çar parçeyên di çermixê de pelixandin...

Şikandin, birîndar kirin, talan kirin...

Mişextî kirin û tenê hiştin... Di riya çûn û nehatinê de, bi meşeke bê stûn û star de rêwî kirin... Meşeke bê pergal, kewneke pejmûrde û bêzar...

Hingî min dît ku di şexsê min de ademiyet hatiye kuştin...

Hingî min dît ku di bedena min de Xweda li ser kevirê teneşîrê dirêjkirine û dixwazin sedsalan, heyam û deman, qonax û demsalan wek bedcanekî kefen bikin.

Ez gunehkar kirim... Ez dîn û sewesî kirim...

Têhna wan veneşikest, ez dibin ferşa betonî de jî dagir kirim

Û ez weke nifşekî winda li ser binyata tunebûnê danîm.

Û ez!...

Di nexşeyan de, di atlasên cografya de, di cenga Truwa de û di êrîşa Skenderê Zulqerneyn de, nedîtim; di şerê Selîm û Îsmaîl de, di seferên cîhanşumûl de dabaşa min nekirin. Ez di Gilgamêş de, di çîroka Şahmaran de, di destanê Rustem de, di Taqî Bîsûtun de, di ûpenîşadên Zerdeşt û Manî de, di hawara Musa de ez nedîtim. Navekî winda, çîrokek jibîrkirî û welatekî bênav, di valahiya mirovahiyê de hiştim û wek çavekî di şikefta reş de veşartî hiştim.

 

Hey mirov!...

Hingî... Wê kêlîka ku teliya ristê li ser libika canbêzarê rûnişt û bi çirkêniya qapsula li ser barûdê, olvedana fişeka li quntara Çiyayê Hûda hat; ku li newal û mesîlan, li guher û dolan, li anîşk û zîvronekan, li beroj û zinaran bela bû, şikefta fetsînok hate hêrivandin, ademiyet ronahî dît, ez jî ji mirina reş şiyar bûm.

Şiyarbûna min

Bû ronahiya mirovahiyê

 

Hey mirov!...

Hingî min got, destpêka çîroka min ne gor e, fişeka Egîde..

Min hingî got, destpêka min ne Îsmet e, ne Tayib e; Apo ye, Egîd e û Rustem e...
Min hingî tixub şikandin, kêl şikandin, ferşên gora betonî şikandin, qolinc şikandin, birînên mumarî şikandin û xiyanet di hêrsa xwe de şikandin.

Min destpêka çîroka li Fîsê darvekir û ristikên şîretan li xaka welatê xwe, wek libikên fîrûz, safîr, zumrut û lalûlapîsan bela kir. Ez bûme xweliya kozmîk û xwe ji xwe afirand. Ez bûme hêviyên Ehmedê Xanî, ez bûme evîna Meleyê Cizîrî, ez bûme xêlî û berbûliyê sedsalê. Ez bi helbestên destanî rabûm û rûniştim û kulîlk ristin, nefel û indeko kirin baqê rûmetê, bi himayîl û bazbendên paşerojan ve girêdan...

Li ser erdeke hişk, dibin banê ezmanê bilind de; min avaniya xewnên xwe û banê hêviyên xwe bi pejna dewsa Egîdan ve girêda.

Û ez û fişeka Egîd li serê çiyarêzan li pivîtk û kulîlkên azadiyê geriyan. Yek Berfîn bû, yek Beybûn bû, yek jî lorîna Binefşa Bêrîvan bû.

Û vê çîrokê cîhan hejand, herem fûrand, hêz û planên stratejîk di nava mistek agirê hawarê de keland û wek volkanekê teqiya.

Agir û ez

Roj û ez

Di xemla gulbijêrkên damistonkê de

Di gotinên lehengekî de bûne destan, bûne çîroka nenivîsî.

 

Hey mirov!... Dîse ez dikuştim,

Disê ez birîndar dikirim,

Dîse ez mixeştî dikirim.

Dîse ez, bi tank û topên dagirkeriyê di nava çakûç û sidanê zilmê de dikuştim. Ez bi talanê re zincîr û lele dikirim. Xiyanet derxistin pêşiya min, kemîn danîn, davik vedan û wek tara bêjingê cîhan li min teng kirin. Darûdeviyên efsûnkîrî girîş kirin, bi agirê şiltaqî, bi bagerên xap û rîpan ez kirim Prometheusê Grava Îmralî...

Lê naa!... Min êşa kahrebanî qevastibû

Lê naa!... Min tirsa mirinê derbas kiribû

Û ez di nava gerdangaza qumaşê hêviyê de

Bi pêjna dewsa cengawerên welatê xwe dijîm

Êdî ez bûme welatek

Û ez bûme atlasa navenda nexşeya cîhanê

Û navê çîroka min bi tîpên mezin, wek sûrmanşêtan hate nivîsandin.

Êdî navê min li ser pelên ramûsanên yara min dihate xwendin.

Êdî ez jî ez im û ni erd û ax û av û hewa û çiya û ezman û stêrikên xwe heme. Navekî destanî û hendesyariyeke ferîştehî li asûmanên welatê xwe bi stêrikên xwe re dijîm. Êdî ez ez im...

Êdî, ji destpêka 1978an û vir ve rengê ezmanê welatê min bi rengên min dixemilin. Êdî ez bi baqên kulîlkan gorîstan bi gorîstan digerim.

Êdî navê min ne tabuta winda ye,

Ne jî çardara şikestî ye...

Êdî ez bi rojê avê vedixum

Û navê min, welatê kulîlkên xwînê ye.

Medeni FERHO