Hey geliyê Tiyarê!...
Ez xewna te dijîm û di nava sihûşeş birînên daxdayî de, bi berbanga sibehî re, li ser çermê xezalan, navên cengawerên welatê xwe, hurik hurik bi rengê gulbengiyên dilê xwe dinivîsim.
Yek ji hevrîşîm,
Yek ji qesebê,
Yek ji kulîlkên basimbarê.
Wê rojê, ku me li ser atlasê cografya Kurdistanê sund xwar... Roja ku Hevalê Egîd, li quntara Çiyayê Huda, navê “Destanê Azadiyê” nivîsî... Wê rojê, ez û sihûşeş şitlên rihanê, bi kulîlkên beybûnê şahdibûn... Û bi dengê kewan re li quntara çiyarêzên raserî Çelê... Neqeb bi neqeb, guher bi guher qurkî qurkî dimeşiyan... Û bi dengê mozoliyan şiyar bûn.
Îro wek xewnekê
Wek bista di nava agirê bi dûstan de, dilê min dax da
Kanîkên çavên min zuwa kirin
Çar aliyê min bixwîn kirin
Ez şewitîm, ez semitîm, ez di nava bêhneke dijwar de, di nava duxaneke fetsînok de gevizim. Ez di nava tozeke xunafî de, bi hilêlîkên berxurka barana bayî re dişewitîm.
Hey Geliyê Tiyarê bi te re dîrok, bi te re mirovahîû şewitî.
Hey Geliyê Tiyarê!...
Di navbera erdûezman de dikelê agirê dilê min
Di fûre
Û di avzêmkên cênîkên min de diherike
Dibê êş, dibe şewat, dibe qolinc, dibe jehreke marûdubişkan
Bi dengê balafiran re arêniyek di guhên min de tê badan û mirin wek dilojarêya sersibehiya bûkaniya Gulbahar Kobanî û wek sersibehiya zavatiya Brusk Amed di destê hevalê Rejav Jilemo de dijiyam û di xefk û davika rûrêşiyê de dimirim...
Destanê Azadiya Egîd, di guherên çiyarêzan de, di neqeb û geliyên navbera diyaran de, di beroj û mesîlên quntara gundan de, wek şînahiyek biharî, wek baxçê gulan, wek terxên hinaran, wek gurzên xweşîla bi şîrik, dibû nişûk û têhnika dahatuyên beşûşiya jiyanê direşand
Zanibe ey mefera dilê min ku sersibehiyan didoşe
Zanibe ey Xeyrî Fedekarê ku berbûliyan dinoşe
Zanibe ey Zinara Xoy, ey Dilar Dilbirîn ku xêliyê dicoşe
Zanibe ey navên di rûpelên yadkirina gelê min de neqişkirî, bi navê Xwedayî
li ser şînxaliya ezmanî û wek dilopek ava zemreyî li ser lêva dayika nûbirhanî
Wek qîrêna zaroka nûbêhnjiyayî, wek hêviya Ehemdê Xanî, wek evîna Meleyê Cizîrî
Min di agirê dilê te dihelîne
Hey Geliyê Tiyarê!...
Ezê te bikim sunda xwe, da ku her sal di Berwar Zilan de werim tewafa te
Da ku, her sal werim di atlasê cografya hêviyên te de razim
Xewnên xwe, bi hêviyên xwe girêbidim û wek libên tezbiha kehrebanî
Di avzêmkên jiyanê de “mohr” bikim; da ku ez her sal mistek ji axa te bînim
Di baxçê dilan de bireşînim, da ku bibe miskûembera sersalan
Û wek ala serketinê li banê ezmanê Xweda bibalivînim û bikim taca serê xwe
Hey geliyê Tiyarê!...
Ez xewna te dijîm û bi dengê balafirên mirinê re hêlîna dilê xwe ji nû de çêdikim,
Ferşik bi ferşik li devê hêlîna çûkbelekên binê latan
Qirşik bi qirşik di dengê çûkêtîlî de li zeviyan
Bajarekî ava dikim
Bajarekî bi navê te û hevalên te
Piştre welatekî ava dikim
Piştre peykerê Dilşad Aryan bi çakûç û miqaran dikolim
Peykerê Rûken Serhat bi şimadanên rengîn dixemilînim
Li ser Taqê-Bîstûn navên hevalan teva bi tîpên bizmarî dinivîsim
Yek: Dogan Afrîn.. Yek: Serdem Pîr... Yek: Diyar Riha... Yek: Sîpan Cudî... Yek: Medya Ronahî...Yek: Roza Semsu... Yek: Zşlan Hakkari... Yek; Eylem Ararat... Yek: Bêrîtan Şîn... Yek: Kemal Cizîr.... Yek; Serdar Mezraî û yek Tîrêj...
Û yek ez...
Û ew ezê ku te bi agirê volkaniya dil û cîhanşûmûliya evîna xwe himbêz dikim
Bi pênûs û gotina xwe dijîm... Dijîm û dimirim, dijîm û dimirim...
Ew ezê ku derya gotinan dikime xêlî û berbûliyê bûkaniya Denîz Derya...
Dikime birazavekê Dîren Tolhildan... Û şelq û pêlên giriyê xwe dikime neqşa li ser hinarka rûdêna Şahmaranê Kurdistanê... Û hostenecariya xwe dikime xurcezîna Lokman Hekîmê Kurdistanî û têm... Û têm... Û têm li ber serê te rûdinim...
Ew ezê, evîndarê te....
Rondikên xwe li ser kêla te dikime gul û gulbijêrk
Ey Geliyê Tiyarê!...
Ez birîna te di birîna xwe de dax didim û bedenên di himbêza te de, wek Çilpîrên Xwedawendî li cem xwe, di atlasê jiyana xwe de, bi zifkerî û telkariya hostayên Midayadê, bi agirê şalomo re; di rengê kevok û neqşa di dengê bilbil û şalûlan de,
bi rondikên kewan û eşqa qumriyan re li ser bircikên keliha Amedê binivîsim û li tevahiya bajar û navçeyên Kurdistanê, bi stêrikên şevê re, bi heyva li çardehan re, bi çirîsk û nawîskên ser avê re; bi demên salê de, bi Biharî re bikim kulîk, bi Havînî re bikim gul û gulbijêrk, bi Payîzî re bikim haveynê veşartî, Bi Zivistanê re bikim çîrok û destanên civatan û her sal wêk Zêweke pîroz ber bi jiyana abadanî û serdemên mirovahiyê de bireşînim.
Medeni FERHO