HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Dîrokê hertim mirovên leheng afırandiye. Dîroka gelê meda jî ê wekî Egît, Êrdal, Zîlan û Berîtan ku bi hezaran ertnigariya kurdistanê gerîlla afirand û dîroka qehremanên bê nav dida jiyandin.

Lê dîrokê wan nedihate nivîsandin. Serheda dilbirîn gelek xort û ciwanên xwe dan vê axê. Hinek ji wan yên vê xakê bûn. Dilê gelda kulîlkên berfînê bun. Şîndibun di binê keviyên berfêda. Serî radikirin ji bona jiyana vî gellî. Canên xwe dikirin mertal. Ciwan û zarokên heviyê Ehmedê xanê wek çîroka mem û zînê evîn didan jiyan kirin. Ax bubu zînî ciwan bubu memê tekoşîn dida bi dizî. Li zozan li kiran dibun hevalê berfê, hevalê sermê. Dibun bersiva evîna Ehmedê xanê Heval Berxwedan bibu ewrek biharê li garzanê ewrê jiyanê berê xwe da serhedê. Di sala 1996’da dest bi gerîllatiyê dike. Li botanê û li serhedê karê xwe dimeşîne. Naskirina me di 2006 li tendûrekê çebû. Gava min wî dît, min moralekî mezin jê girt. Gerîllabu. Cihê xweda ne disekinî yekî pir şiyarbu. Disiplîna wî nedihişt ku mirov bikeve nav kêmasiya. Ji xwe bawerbu. Cesaret bi hertiştî didît û serda diçû. Sekne wî bi heybet ti carî serî neditewant. Her alîda quralên gerîllatî yê pêktanîn. Meşêda noktêda hertim şiyarbu. Carna mirov digot:Heval Berxwedan razaya lê gava tu hereketek piçuk bikirana pêra çavê xwe vedikir. Milê leşkerîde ti tavîz nedida. Li ku buna her tişt di xist bin denetîna xwe leşkerekî şert û mercê gerîllatiyê pêktanîbu. Gava dimeşiya kes pêra nedigehişt bi lez tevdigeriya. 

Rojek em li geliyê zîlan bun. Ş. Berxwedan, Ş. Karker, Ş. Gabar (Koçer), Ş. Sîpan, Ş. Brûsk û çen hevalên din. Berdestê sibe em gejiştin noqtê. Sarbun şevên tîrmeh3e eledağ saradarku. Nava noktêda keviyê berfê hebu. Em lê sekinîn. lê xewa me yekê jî nedihat. Cih zozan û derdor rûtbu. Jbo kes me nebîne pêwîst bu em ava xwe berî bibe roj bînin. Me a ji ber keviyê berfê digirt. Çen şaşal û reşoyekî me hebu. Lê tiştekî em bişewitînin tinebu. Ne gunî nejî kemre. Me reşo girtibu jibo em çayê çêkin. Lê em sermayêra seredar nakin. Kîderheqê sermayêda were. Tenê ça ewjî çênabe. Tama rêwîtî ji xwe di çayê daye. Sisê anjî çar şivê me hebun. Şûna petan her yek j ime çen torba rakiribun. Sibe ronî buye lê xewa kesî nayê. Em derdora hevdu diçun û tên lê hundirê noktêda ji bona kes me nebîne ji nav kebiran em dernediketin.  Ş. Berxwedan ji mera çen bîranînê xwe got. Çawa çay çêkirine. Hemen demêda goy “ma tama gerîllatî çay çêkirin nîne” hun dizanin ma me ev çeydan ji başûr heya vir me da pişta xwe anî. Nihajî em têda çayekê venexun qet xweş nabe. Bîranînekî dinê got: em li qada çara bun nezî Allahu ekbera dîsa ne gunî ne jî kemre hebun êja hun dizanin me çawa çay çêkir? Hemmu hevala jê pirsî we çawa çêkir. Go ka şivekî bînin torbekî derxin ezê nîşanî we bidim. Me şivek anî torveyek jî anî herkes bi heyret lê mêze dike. Kêra xwe ya bi destik qilaç derxist. Torba li hevdu pêça perçe kr. Şivê şikand kir çar perçe. Torba li derdorê şivê gerand. Sê kevir anî çaydan danî ser agir bi torbe xist şewitî agir girte dara. Herkesi digot ewê çawa bikele bi vî agirî piçuk nakelîne. Ş. Berxwedan got:ew naylon û dar zu dikelîne. Jiberku min kuçik nizim çêkiriye. Hemu germahya gir binê çaydan dixe. Ewê zu bikele heyanî êvarî em bê çay namînin. Ji hevalara qala çaya zozana kir. Gerîlla li ku be pêwîste tikes cihê wî nezanibe. Qala çeperên bin erd kir. Gava mirov di çeperada bi deng mirov deşifre dike. Gava mirov nav kevirada be anjî hundurê newalekêda be duman mirov deşifre dike. Naha em nava keviradane we çi me deşifre bike? Hertim tişte ku jiyan kiribu wekî bîranîn dianî ser ziman. Tecrûba xwe ê jiyanî û tecrûba xwe ya gerîllatî bi hevalara parve dikir. Gava ku digot hem dikeniya himjî texne dikir û himjî tecrûba xwe dixwast bide hevala. Hertim wekî pirsekî ji mirov dikir. Ew roj bi torbeyekî û bi şivekî heyanî êvarî çar cara çay çêkir. Şev gava dimeşiya hertim çeka xwe di destê xweda digirt. Ne di avêt milê xwe. Ji bo çêbibe hertim amadebu. Saat 12’ê şevê bu. Me ketim cihekî xeteriyê xwe heyî. Gund û zomên çaşa bun. Em bêdeng û pir bi dizî dimeşiyan. Ew li pêşbu ez jî li pey wî bum. Em ketin nava newalekî piçuk. Ew beziya ez jî li pey wî beziyam. Çawa derket li ser lêva dolê dengê fîşengek hat. Hevalêndin re kir qîr go xwe bavên edê. Herkesî xwe avête erdê ez li ser lingamam. Ji mira got çibu çima xwe na avêjî erdê mi got çima ez xwe bavêjim erdê tiştek tuneya. Teqeza kir. Na qezaya çi. Ka ki çeka xwe binêre. Emniyeta çekate vekiriye. Lê neharî got raste. Min got destê xwe bide namluyê dîsa got raste germe. Min got te bawer kir go raste raste. Go ka rabn heval mal ez kin am zu xwe ji vêderê dur xin. Ew roj am li zozana di hundurê dolekêda man. Tenê derdora me majyak hebun ( qirşik ).Heyanî evarî em nav wî doleda man. Şivanek sibê heyanî evarî derdorê me diçu û dihat û em nedîtin. Lê şivanekî din. Peza xwe winda kiribu berê evarî bu li peza xwe digeriya. Berî bibe tarî ji bo ku peza bibînê ket nava dolê û ber bi meve hat. Me xwe baş veşart. Zilam hat serserê meda derket. Ş. Berxwedan rabu zilam pêşwazî kir. Jêra got rûne, zilam rûnişt û şok bu lalbibu. Vile vile wî nezanîbu çi dibêje. Ş. Berxwedan ew tesellî kir. Zilam piçek ser hişe xwe ve hat. Lê dîsa ditirsiya. Ş. Berxwedan ruyê xwe berdabu dirêj bubun ji ber wi jî zilam jê pir ditirsiya. Ş. Berxwedan em danenasîn. Zilam êdî hêdî hêdî bi ser xwe ve dihat. Me zilam li cem xwe hişt heyanî tarî baş kete erdê piştajî me berda. Zilam dema jime qetiya griya usa çu.

Gava em li rêda dihatin cihê kul ê derbas bubu. Bime dida masîn. Jiber ku berê li vandera mabu bîranîna xwe jî nuva bi bîrtanî. Wekî di şerda ber çavê xwe re derbas dikir. Em gehiştin sînega jimera qala bîranîna xwe birîndariye bi bîr anî û nefesekî kur kişand.

98’a 7’ê tîrmehê dikevin pevçunê li sînega. Digot: em noxtê bun berdestê sibê drdorême girtin dijmin. Bi panzêr û tanga dihatin serme. Şer serê sibê zu dest pêkir. Cihê me kevir wekî qeleyekî bu. Quçekî kevir li herdere hakim bû. Me pir rihet meyziyê xwe girtin. Pevçunê destpêkir. Du heval şehîd ketin hevalê Numan’ê Amed’ê bu. Hevalê Akîf jî ji başûrê piçuk bu. Me sê heal jî birîndar ketin. Ez lingê xweda birîndar bum û pişta xweda. Piştî tarî kete edê min xwe ji cihê pevçunê dur xist.min cihek3ı din û min xwe xiste wir. Dijmin roja dinê cihekî pir nêzî min bu heta evarî li bermin çun û hatin lê ez nedîtim. Hevalên din jî birîndarê din birin û ez ji wan qetiyabum. Min nikaribu xwe bidim ser lingê xwe min xwe bi erdê ve xişkand ez du roja rêda diçum ser zikê xwe. Piştî du roja min xwegihand zomekê. Limin xwedî derketin derman anîn û birînamin paqiş kirin. Li dervayî zomê kunek hebu. Min birin xistin wê derê. Her roj dihatin birnêmin pansuman dikirin û limin dinêhirîn. Piştî mehekî şunda ez ser xwe ve hatim û min pir bîrya hevala kiribu. Lê min nizanîbu ku dijmin propaganda kiriye gotine me yek girtiye birîndare û em her roj wî bixwe re digerînin. Herkesi nasdike û wa neva wê hemmiya bêje. Ji ber ê jî gundî ditirsiyan û ji hevalan aciz bibun. Ew zoma ku ez lêbumjî ditirsiyan û dixwastin ez rojek zutir ji wir biçim. Ev gotinên ku dujmin dike jî heval jî guhdardikin demekê bawer makin lê piştî wext ser re derbas bu û agahiyek jî nagirin edî ewjî bawer dikin. Lê min dîsa nikarîbu baş xwe ser pîya bigrim ne dar nejî gopal hebu. Min qarnasa xwe ji xwe re kiribu gopal. Min ji wê zomê xatir xwest û ez ji wir durketim. Ew cihê ku despêkê dema ez birîndarbum cihê ku ez lê mam ji malekê re dibêjin mala bavê Berxwedan. Ez ketim rê û ez li hevalan digeriyam. Ez difiriyam gelo ezê hevala li ku bibînim. Min berê xwe da gera sînega ber êvar bu min xwe nezî zomekî kir. Ez çum zomê jimin bawer nekirin. Gotin em hevala nasnakin qet nehatine vir. Demê ku min xwest derheqê hevalada ji wan agahî bigrim gotin hinek mirov tên. Min ji wan pirsî ew kîne? Gotim em nas nakin. Min xweda kêlekê hevalbun berbi malê ve hatin. Xwediyê malê çu pêşiya wan hîna wan fêm nekirî min qîr kir xwe ji keyfa avête hevala min ew hemêz kirin. Heval şaşmabun lê demê min ew hemêz kirin ew jî mecbur man û ez hemêz kirim. Hevala despêkê ser çavê min kontrol kirin bi destê xwe ve mêzekirin ka guhêmin rastîjî hatiye qut kirin anna. Piştî wê wanjî fêmkir ku tiştê ku dujmin belavkiribu derewbun. Bi wê kêfxweşiyê em çun cem hevalêndin jî. Çawa hevala got hevalê Berxwedan hat hevalê Yaşar û hevalê delîl jî ji çeper derketin derve kewfa wan jî pir xweş bu. Wê carê jî me hevdu sax dîtibu. Ji ber wê jî ez pir hestiyar dibim. Gava hevalê Berxwedan ew bîranîna xwe di anî ziman te di got qey sank3ı nu ve dijî. Ew hersê heval jî şehîdin. Ş. Berxwedan, Ş. Yaşar, Ş. Delîl ê mane emin ew bîranîna zindî mirov dibe demên kur û dûr. Ka were bîranînekî bibêje û piştra koç bike û bikeve nav karwan û şehîdan. Mirov bi hevalê Berxwedanra hertim zindîbu. Mirov digirt dibir dixist nav deryay3e jiyanê. Qala buyerên ku jiyan kiribu û mirov jî pêra dibu heval û diçû diçu.

Heval rêwîtiya bi tera rastîjî xweş bu. Heval te me hiştin û kuva diçî. Em jî bitera bibin Hemze, Şoraş, Brusk, S3ıpan em jî bibin şervanên te. Heval me jî bibe. Benda teye heval Seyfî hêviya herema çara dîtina Şoreş hesreta warê bav û kala. Wê axê maç bikira, gundê xwe bidîtibana. Ji tolêra xwe deyîndar didît Hemze yê pehlewan. We xwasteka hevalê Çiya aniya cih. We çaxê dilê wî hêsan bibiya. Kenê Sîpan bu ava aras bêdeng dikir. Dibu pirek ji dilê hevaltiyê re. Ma Brusk nînbu destê xwe di hejand. Bawerkin ew cara dawiyê dîtina meye bi xatirê we heval. Dîsa çend cara pişt xwe mêze kir digot ne tenê pêşî piştî xwe jî ava bikin silav silav…

Pênç hêvî bun avek bi xş xwe ji çemê evîna Sîdar berdan ser ava çemê kirêj ê aras. Zelal bun hêviya herema çara jiber ku Hevalê Seyfî, Hevalê Mahîr û bi dehan şehîdên bê gor û nediyar. Bendê bun ala rakin, bînin daynin sersere Allah akber. Ew li ber bayê biheje, li ser kurbê şehîda. Bê gor digotin lê gorame dilê gelê meyê her çiqas ne diyar be jî.

Di sala 2008’nada Hevalê Berxwedan û çen hevalê xwe. Li çemçê dervasî herema çara bubuna. Heval ji boy derbasbuna ava aras diçin cihekî nêzîkî kağızma manê disekinin û ew pênç heval 20’î meha avrêlê 2008’a bi encama komployekê dikevin pefçunekê heval Berxwedan hetanî êvarê li berxwe dide û jiberku hevalên dinê şehîd ketine ew jî paşta hatinê qebûl nake û şehîd dikeve. Hêbiyê Heval Berxwedan, Heval Hemze, Heval Brusk, Heval Şoreş, Heval Sîpan ne gihiştin cihê xwe. Ji mera ala destê xwe hiştin bi cih anîna erkê emê bi cih bînin.

Navê Kod: Berxwedan Koçer

Nav-Paşnav: Orhan Gezici

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1978 Bitlis-Hizan

Navê Dayik: Bese

Navê Bav: Halil

Cih û Dîrpka Şehadetê: 20 Nisan 2008 Kağızman