Rêhevala Bêrîtan di nava şoreşê de di demekê kin de tevlî nav refên nemiran bû. Lê divê ew di dîroka gelê xwe de were nasîn ango naskirin. A rastî ew û hevalên weke wê heqkirine ku mirov li ser wan pirtûk binivîse. Lê mixabin em di van mijaran de pir lewaz in.
Heval Bêrîtan ji Sasonê ye. Weke tê zanîn Sason cihê serhildan û berxwedanê ye. Rêzeçiyayên Xerzan ji Pelanis ber bi rojava digihîje çiyayê Mereto. Dîsa di rojavayê Mereto çiyayê Belqis heye. Li pêşberî vî çiyayî gundekî bi navê Bilavê heye. Ev gund li heremê pir bi nav û deng e. Ev gund bi texmînî ji navçeya Sasonê 10 kîlometre li rojava dikeve. Ev gund di milê çandinî (di warê fêkî û hwd.) weke gundekî dewlemend tê nasîn. Lê sedemê bi nav û dengiya vî gundî ne tenê xweşikbûyîna wî ya xwezayi ye. Di heman demê de zilma ku dijmin lê daye meşandin û welatparêziya wê ya xurt hiştiye ku ewqas were nasîn. Di dîroka wê de jî tê zanîn ev gund ji eşîra Timoqî ji bavikê Emeran e.
Hevala Bêrîtan di sala 1992’an de li vî gundî ji dayîk dibe. Malbat bi hestên welatparêziyê navê wê dike Welat. Zarokê malbatê ya duyemîn e. Welat hê nebûye yek salî, li mamekî wê cerdewanî tê ferzkirin. Gund vî tiştî naperjirîne. Ji ber vê sedemê ew gundê xweşik û dewlemend tê şewitandin. Piştî vê koçberî û xizanî destpê dike. Malbat jî diçe Bismilê. Hevala Bêrîtan di pênc saliya xwe de di sala 1999`an de tê gundê pîrka xwe. Ceş di avêjin ser gund. Vê carê jî mamekî wê li ber çavê wê şehîd dixin û hemû gundiyan şehîd dixin. Ev hevala bi vî awayî mezin dibe. Heya demekî dibistan dixwîne. Xeyalê wê ew e ku bi vî awayî ji bo gelê xwe tiştên baş bike. Mixabin ev jî nabe. Di dibistanê de roxmê ku serkeftiye jî, lê ji ber nasnameya malbatê ya welatparêziyê hertim tê aciz kirin. Ji ber ewlehiya xwe dev ji dibistanê berdide. Li hember tevgera azadiyê, bi taybet li hember Rêbertî bi hestên pir mezin dijî.
Min hevala Bêrîtan di bihara 2011’an de dît. Mirovekê pir ji xwe bawer û rihet bû. Destpêkê nizanibû ku ez heval im. Piştî çend gotinan roxmî ku kesî jêre negotibû jî fêm kir. Diyar dibû ku miroveke hişyar û bi aqil bû. Pir germ nêz bû weke ku bi salan e em hev nas dikin. Ev jî dida diyarkirin ku ji gerîla pir hez dike. Diyar bû ku dixwaze tevlî bibe. Dema ez zivirîm min ev rewş ji hevalan re got. Di serî de hevalê Ş. Devrîm Timoqî hemû heval kêyfxweş bûn. Di demekî kin de keç mama hevala Bêrîtan tevlî bû (şehîd Rûken SASON). Navê wê Şehrîban Argêş bû. Bi hevala Bêrîtan re mezin bibû û heman tişt jiyan kiribû. Hevalên hev ên pir ji dil bûn. Hevalan, hevala Bêrîtan jî tevlîkiribûn û şandibûn herêma Şêx Cuma. Ji ber ku li herêma me hevalên jin tinebûn. Lewma dema hevalên jin tevlî dibûn, hevalan ew dişandin vê herêmê û wan perwerdeyên xwe li vir didîtin.
Di payîza 2011’an de ji bo derbaskirina zivistanê em diçûn herêma Şehîd Mizgîn, em di herêma Şêx Cuma re diçûn. Cara yekemîn ez bi xemgînî diçûm herêma Şêx Cuma. Ji ber ku gelek hevalên em biharê li vir ji hev qût bibûn di hindirê vê demê de şehîd ketibûn. Wekî fermandarê herêma Sasonê (di 2011’an de) Demhat Çavşîn, Berxwedan, Adil, Bager, Mahsum…
Dema em çûn noxtê me heval dîtin. Min li vir ş. Bêrîtan, ş. Rûken û ş. Rojevîn dît. Her sê heval jî ji herêma Sasonê tevlî bibûn. Cara yekemîn bû min ew bi cilê gerîla, bi çek û rext didîtin. Ya rast ew xemgîniya min a ku min behs kir ji bo demekî jî be sivik kirin. Cil û berg, rext û cek pir li wan hatibûn. Demek kurt be jî fîzîka wan pêşketibû. Li ber çavên min pir bi heybet û xweşikbûn. Di dilê min de tiştên destpêkê derbasbûn min ji wan re got. Min got: ez pir keyfxweş im ku çekên hevalên şehîd li erdê nemane. Me destpêkê hal û wextê hevdû pirs kir. Piştre min got ku, min hûn pir baş dîtin. Li ser vê hevala herî ciwan ş. Rojevîn got, “em pir zêde baş in, heta ewqasî baş in ku hevala Bêrîtan zêde qelew bûye. Ji ber vê jî heval ketine fikara ka wê zivistanê çawa cihekî peyda bikin”. Li ser vî henekî hemû heval keniyan. Hevala Bêrîtan him keniya, him jî piçek şerm kir. Sûretên wê sorbûn û got, “tu li wê nenêre rast e min piçek kîlo girtiye, lê ez pir atîk im”. Ş. Arjîn bi rûyekî ken got “hûn herêmcîtî dikin û li hember hev pir rihet tevdigerin”. Û berdewam kir ji me re got: “ xwarina êvarê werin gel me ez jî kadroyê Sasonê yê kevn im. Û ez ê di derheqê Bêrîtan û Rûken de ji were tiştan bibêjim”. Em êvarê çûn xwarinê, Bêrîtan û Rûken ji hevala Arjîn re digotin nebêje. Lê hevala Arjîn got: “hûn dizanin dema ku ez li Sasonê gerîla bûm ez çûm ligel malbata van her du hevalan, ev di landikê de bûn û min ew hejandin. Niha jî hatine bi me re gerîlatî dikin”. Ev rastiyekê şoreşa welatê me ye. Hevala Bêrîtan piştî perwerdeya şervanê nû çû yekîneya herêma Mêgelo. Ev yekîne bi esasî piranî hevalên jin bûn. Fermandarê yekîneyê ş. Berfîn bû. Alîkarê wê jî ş. Rojda û ş. Bêrîvan bû. Hevalên piştre ji Başûr hatibûn çûbûn vê yekîneyê. Ş. Silav, ş. Hêvî, ş. Rûken, ş. Bêrîtan û ş. Rojevîn û şervanên nû di tev de. Hevalên xort ên ku di berê de erazî dinasîn ş. Adil û hevalekî din jî hebûn. Lê esas hêzên jin bûn. Demek kin mabûn lê pratîkek baş meşandibûn. Çend çalakiyên baş pêşxistibûn pratîkeke serkeftî bû. Hevala Bêrîtan di vê pratîkê de cih girtibû. Demek kurt be jî di warê xwe bawerkirinê de weke gerîlayek jin pir ji xwe bawer bû. Di nîqaşên çalakiyê de nîqaş dikir. Digot “ ez ê vê zivistanê xwe baş perwerde bikim. Ez ê di warê rêxistinî û leşkerî de karên pir baş bikim”. Û çalakiyên ku tevlî bibû bi heyecaneke pir mezin behs dikir. Hevala Rûken û hevala Rojevîn jî wisa bûn. Şev wisa derbas dibû. Hevala Bêrîvan got ku “ hevala Rojevîn wê taqlîdê te bike.” Tevlîbûna vê hevalê piçek bi problem çêbibû. Teqlîdê me yê wê demê kirin û kenekî pir zêde çêbû. Hêjmara hevalên jin pir zêdebû. Ji ber vê deng zêde bû. Noberdar hişyarî kir û em çûn cihê xwe. Roja din derketin rê û çûn herêma Şehîd Mizgîn. Van hevalan ew zivistana wê li herêma Şêx Cuma derbasbikirina. Ev cara dawî bû min hevala Bêrîtan û hevalên din ên ku şehîd ketin dîtin. Zivistanek pir dijwar derbas dibû. Di meha sibatê de hêzên me yên li herêma Sason li deştê şehîd dabûn. Dîsa di Bakur giştî de şahadetên me çêbibûn. Zivistanê berfek pir zêde hat mirov digot, heçko êdî bihar nayê. Di 14 an jî 15’ê Adarê de min di xewna xwe de dît ku hevala Bêrîvan digiriya. Siharê dema em rabûn me nûçeyên radyo guhdar kirin tiştek tinebû. Ez pir keyfxweş bûm. Di 22’ê adarê de ewrên pir reş hebûn, lê befir dibarî. Geliyê Şêx Cuma şevekî dûrî me bû. Helikopter bihorîn û ji wî milî ve çûn. Dijmin li ser radyo şerê taybet dimeşand û di got “teslimiyet hene”. Lê roja 24’ê Adarê dijmin li ser radyoyê berxwedana jinên Kurd ên şoreşger îtîraf kir.
15 rêhevalên jin ên qehreman di bin fermandariya ş. Arjîn Xerzan de bi qehremaniyeke pir mezin di nav 2 metre berf de radestî hêzên dagirker nebibûn. Axaftinên hevala Bêrîvan û hemû hevalan, rûyên wan ji dil û mejiyê me dernediket. Hestên wê demê tu kes nikare vebêje. Hevalên li vir bêmirin in, bûn evin. Şehîd Arjîn Xerzan, ş. Silav, ş. Viyan, ş. Bêrîtan, ş. Rojda, ş. Rûken ş. Jiyanda, ş. Gulbihar; naskirina van hevalan berpirsiyarî û kîna întîqamê bêdawî dike. Gelê Kurd bi awayekî xurt li keçên xwe yên qehreman xwedî derket. Şehîd Bêrîtan û Rûken anîn Bismilê. Bi serhildaneke bêhempa ew spartin axê. Ew bi serbilindî derbasî dîroka gelê xwe bûn. Bûn pêşeng û fermandarên me. Sonda me li ser 15 Xwedawendên çiyayên Xerzanê…
