HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Civakên Rojhilata Navîn ji bo li hember polîtîkayên îmha û înkarê nasnameyên xwe yên azad biparêzin, her dem bi şêwazên cuda li hember hêzên tarî û faşist ketine nava berxwedan û têkoşînê û bi çîrokên lehngtiyê dîroka xwe dane nivîsandin.

Civakên wisa herdem mirov û kesayetên leheng û wêrek didin afirandin. Yêk ji wan lehengan jî ewladê esîl yê civaka Ereb ê bi navê Mihemed Xelef e. 

Mihemed Xelef bi navê xwe yê tevgerî Xebat Tirkmen li parêzgeha Reqa di nava malbatek kedkar û bi axa xwe ve girêdayî ji dayîk dibe. Mihemed li ser çand û nirxên esîl ên civaka Ereb mezin dibe. Heya sala 2016’ an li bajarê Reqa jiyana xwe dewam dike. Lê ji ber bajarê wî ji mile hêzên hov û tarî de tê dagirkirin, ji ber zilm û hovîtiya DAÎŞ’ê ew neçar dimîne ku bi malbata xwe re koçber bibin û berê xwe bidin alanên Rêveberiya xweser gundê Hemam Tirkmen yê ku girêdayî bajarokê Silûk e. Mihemed rastiya civaka ku tê de derbas dibe napejirîne û li hember hovitiya DAÎŞ’vê hêrsekî mezin di dilê wî de ava dibe. Di heman demê de hertim lêgerînên jiyanekî nû bi pê re pêş dikeve. Ew bersivên lêgerînên xwe di nava jiyana ku bi fikir û felsefeya Rêber APO hatî afirandin de dibîne. Ew fikir û ramanên Rêber APO dipejirîne û wekî tekane rêya xilasiya civaka xwe dibîne.

Mihemed ji ber dema ji ax û warê xwe koçber bibû, her tim çavê wî li ser vegera li axa xwe bû. Ji bo bikaribe tola civaka xwe ji dijmin hilîne ew beşdarî Hêzên Sûrîya Demokratîk dibe û nav li xwe dike Xebat Tirkmen. Piştî demekî berê xwe dide qadên şer û tevlî operasyonên rizgarkirinên yên li dijî DAÎŞ’ê dibe. Li kêleka şer ew pir zêde bi paradîgma civaka demokratîk ya ku Rêber APO ji bo mirovahiyê pêşkeş kirî bandor dibe. Ji ber ew wek hevalek ji pêkhateya Ereb e rastiya xwe û civaka xwe bi awayekî şênber di nava fikrên Rêber APO de dibîne û digihije wê zanebûnê ku fikrên Rêber APO ji hemû pirsgirêkên civaka Ereb re jî dibe bersiv. Ji ber her xeyalî wî ew e ku rojekî yekitiya civaka Ereb bê avakirin, ji bo wê jî hîna zêdetir xwe di paradîgma Rêber APO de kûr dike.

Di sala 2019’an de perwerdeya xwe ya bingehîn diqedîne û ji bo bibe şervanekî rast yê Rêber APO ew pêşniyar dike ku derbasî akademiya Şehîd Ezîz Ereb bibe. Bi hêz û zanebûna ku ji perwerdê wergirtî ew dixwaze beşdarî pêvajoya li pêş xwe bibe. Ji bo ku li beramberê keda Rêber APO xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derbikeve û di kesayeta xwe de sekna milîtaniya demê ava bike dixwaze berê xwe bide çiyayên azad. Di sala 2020’an de xwe digihîne çiyayên azad û tevlî refên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe.

Gerîla Xebat bi coş û moralekî mezin jiyana li çiya hembêz dike û tevlî xebatan dibe. Di demek pir kurt de fêrî jiyana li çîya dibe û girêdanekî wî ya pir mezin bi çiya re tê avakirin. Ew girêdan û hezkirana xwe bi van peyvan tîne ziman “dema mirov li ser lûtkeyên çiyan dijî, mirov tiştekî cudatir naxwaze.” Gerîla Xebat bi tevlîbûn û sekna xwe ya fedaî cihê xwe di dilê her rêhevalekî xwe de digre û ji milê her rêhevalê xwe ve tê hezkirin û hurmetek mezin jê tê raber kirin. Ji bo bikaribe hîn zêdetir wek ciwanek ji pêkhateya Ereb rastiya xwe û civaka xwe nasbike, di heman demê de ji bo di kesayeta xwe de seknekî APOYÎ bide avakirin û di gerîlatiya nû de xwe kûr bike beşdarî perwerdê dibe. Di pêvajoya perwerdê de hîn zêdetir dikeve ferqa erk û berpirsyartiyên xwe û xwe di paradîgmaya Rêber APO de xwe kûr dike.

ji ber jîrbûna xwe, di gelek erk û xebatan de cihê xwe digre û bi serkeftî erkên xwe bi cih tîne. Bi kesayeta xwe ya dilnizm ji aliye rêhevalên xwe ve tê naskirin, wekî milîtînekî APOYÎ di gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe perwerde dike. Bi stratejiya şerê bin erd û tûnelan bawerdike û di amadekariyên tûnelên şer de bi awayekî herî aktif cihê xwe digre. Bi hemû hêz û enerjîya xwe li ser taktîkên têkbirina dijmin lêhûrbûnan dike.  

Gerîla xebat li kêleka rêhevalên xwe bi fedaîyane li gelek qadan têkoşîn dide meşandin û beşdarî gelek şer û pevçûnan dibe, seknekî xurt li beramberî dijmin dide raber kirin. Bi taybet li eyaleta Şehîd Delîl Zagros ya Rojavayê Zapê cihek namîne ku lê erkên xwe bi cih neyne. Bi hêrsekî mezin bi ser dijmin ve diçe û bi her fîşekekê tola gel û rêhevalên xwe ji dijmin hiltîne. Her wiha di heman eyaletê de li Girê Amedîyê, bi rêhevalên xwe re seknekî bi rûmet li hember hovîtiya dijmin didin nîşandan. Bi hêrs û seknekî ji pola, bi helwestên xwe yên APOYÎ destanên berxwedanî û lehengiyê didin nivîsandin.

Gerîla Xebat piştî kedeke pir mezin û tekoşîneke bê navber, di 23’ yê Adara 2024’ an de li qada Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê, di pevçûnekî bi dijmin re bi awayekî fedaiyane şer kir û heya kêliya jiyana xwe ya dawî sekna milîtanê APOYÎ temsîl kir û tevlî karwanên şehîdan bû.

Gêrîlayê enternasyonal Xebat Tirkmen bi sekna xwe ya pak û dirust ji rêhevalên xwe re bû mînak, di kesayeta xwe de pîvanên milîtaniya APOYÎ hewand û li gorî wê tevgeriya. Bi zanebûnek mezin heqîqeta civaka xwe di nava piradîgma RÊBER APO de dît, bi ked û têkoşîna xwe her hewldanê wî ew bû ku bibe yek ji şopdarên Şehîd Ezîz Ereb ku ji bo yekitî û biratiya gelên herêmê, heya hinaseya xwe ya dawî şer û têkoşîn da meşandin.