HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re! 

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Zapê berxwedaneke 4 salan raber kirin.

Ev berxwedan weke mîrateyeke mezin derbasî dîrokê bûye ku hemû gelê Kurd pê serbilind e. Fedayiyên bijarte pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Ev berxwedan bi ruhê fedayî yê Apoyî xwe pêça, di gerîlatiya modernîteya demokratîk de kûr bû û nîşan daye ku milîtanên bala wan li ser serketinê, dikarin çi bikin. Tevî hemû teknîka şer a pêşketî ya serdemê, gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexe jî, tenê xwe spart îrade, zanebûn, dil û zekaya mirovî û mînakeke lehengiyê ya bê hempa nîşan da. Milîtaniya fedayî ya Apoyî ya ji aliyê îdeolojiya Apoyî ve hatî afirandin, Zap veguherand kelheke berxwedanê û êrîşên dagirkeriyê rawestand. Tevî zehmetî û berdêlên pir mezin jî, nehiştiye ku dijmin bigihije armanca xwe. Berxwedana li Zapê lehengiyên pir mezin, tecrûbeyên bi dersan dagirtî û mîrateyek derxist holê û weke heqîqeteke ku gelê Kurd timî jê mînak bigire, cihê xwe yê di dîrokê de girt.

Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Sarya Qamişlo weke endama Fermandariya Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tevlî pêvajoya berxwedanê bû, di koordîneya wê de cih girt û piştre derbasî tunela şer a li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bû û li herî pêş têkoşîna xwe meşand. Em hevrê Sarya Qamişlo û milîtanên fedayî yên Apoyî Brûsk Şêrawa û Pelşîn Baz ên ku pê re şehîd bûne, bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me Sarya, Brûsk û Pelşîn bi seknên xwe yên fedayî, kedên mezin û milîtaniya fedayî ya Apoyî barê pêvajoya berxwedanê hilgirtin. Her cure fedakarî raber kirin û pêşengî ji têkoşîna bi rûmet a doza me ya azadî û hebûnê re kirin. Tevî hemû zehmetî û bêderfetiyan, ji sekna fedayî ya Apoyî qet tawîz nedan û bûn abîdeya kesayetên dîrokî yên mezin. Em fermandar û hevrêyên xwe yên pêşeng bi bîr tînin û soz didin ku armanc û xeyalên wan pêk bînin û bîranînên wan timî zindî bihêlin.

Li ser vî bingehî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, gelê me yê welatparêz ê Qamişlo, Efrîn û Kobanê, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:


Nasnav: Sarya Qamişlo
Nav û paşnav: Yusra Nebî
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dayik-bav: Bedriye – Beşîr
Cih û dîroka şehadetê: Sibata 2025’an / Zap

Sarya Qamişlo – Yusra Nebî


Nasnav: Brûsk Şêrawa
Nav û paşnav: Demhat Kîçî
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dayik-bav: Necax – Şukrî
Cih û dîroka şehadetê: Sibata 2025’an / Zap

Brûsk Şêrawa – Demhat Kîçî


Nasnav: Pelşîn Baz
Nav û paşnav: Leyla Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dayik-bav: Sultan – Elî
Cih û dîroka şehadetê: Sibata 2025’an / Zap

Pelşîn Baz – Leyla Ehmed

Sarya Qamişlo – Yusra Nebî - Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşketin û mezinbûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo, bi roleke girîng rabûye. Tenê bi piştgiriya tevgera me ya azadiyê sînordar nema; ji pêvajoyên ewilî yên piştî derbasbûna Rêbertî ya ji bo Sûriyeyê û şûnde, ewladên xwe yên herî hêja tevlî têkoşîna me ya azadiyê kir û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê di asta herî jor de bi cih anî. Di heman demê de xwe mal bi mal rêxistin kirin û destkeftiyên ku îro tên bidestxistin, hûnandin. Bi hezaran hevrêyên me yên Rojavayî jî hem ji bo bibin layiqê keda bêhempa ya Rêbertiya me hem jî bibin layiqê welatparêziya kûr a gelê me, hatin çiyayên Kurdistanê, bi fedayiyane têkoşiyan, bi doza azadiyê ya gelê me re bûn yek û bûn stûna têkoşînê. Di serî de Xebat Dêrik, Rustem Cûdî, Şîlan Kobanê, Nûreddîn Sofî, Sadiq Kobanê, Dozdar Hemo û Rûbar Qamişlo, bi hezaran hevrêyên me yên fedayî di asta pêşeng de têkoşiyan, şehîd bûn û weke nirxên herî bijarte yên têkoşîna me ya azadiyê navên xwe li dîrokê nivîsandin.Yek ji van lehengên me yên hêja hevrê Sarya li Qamişloyê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Malbata hêja ya hevrêya me Sarya destpêka salên 1990’î Rêber Apo nas kir û li hemberî têkoşîna me ya azadiyê sempatî hîs kir.

Hingî ku Tevgera me ya Azadiyê û milîtanên Apoyî nas kir, ev sempatîzanî veguherî dilsoziyeke xurt. Hevrêya me Sarya jî di nava rastiyeke malbatê ya wiha de mezin bû. Lewma hevrêya me têkoşîna me ya azadiyê pir zû nas kir, ji salên xwe yên ciwantiyê û şûn de di xebatan de cih girt. Hevrêya me jineke ciwan a jîr û zû pêş dikeve, hem pirsgirêkên civakî zû derxist zanebûnê, hem jî li ser rêyên çareseriyê yên vê pirsgirêkê lêhêrbûnên kûr jiyan kir û bû hêza çareseriyê. Tevî serketinên xwe yên di xebatan de, xwest çiyayên Kurdistanê bibîne û bibe gerîla ku di dilê her ciwanên Kurd de ev xwestek heye. Hevrêya me Sarya ev xwestek û pêşniyara xwe bi hevrêyên xwe re jî parve kir. Lê belê ji ber xebatên ku têde cih digire, ev pêşniyara wê nehate qebûlkirin. Sala 1999’an ji bo li dijî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me pêk hatî bibe bersiv, weke şoreşgerek profesyonel tevlî refên têkoşînê bû. Hevrê Sarya demek din jî di xebatên gel û ciwanan ên li qada Rojava de cih girt. Êrîşên li ser gelê me ti carî kêm nebûn û zextên giran ên li ser Rêbertî zêde bûn. Li ser vê yekê bi israr xwest biçe çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Sarya li ser vî bingehî sala 2002’yan gihişt qadên gerîla û bû gerîlaya azadiyê ya gelê me.

Hevrêya me Sarya perwerdeya xwe ya ewilî li herêma Qendîl dît, di warê îdeolojîk, rêxistinî û çand-exlaqê Apoyî de, xwedî zanebûneke diyar bû. Lewma ji bo fêrbûna jiyana çiyê û gerîla zehmetî nekişand. Hevrêya me hîn bêhtir hewl da ku xwe di xebatên leşkerî de pêş bixe. Bi ked û hewldana xwe ya ji bo vê yekê, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrê Sarya bawer kir ku bersiva herî bi wate û bi bandor a li dijî komploya li ser Rêbertî, ew e ku darbe li dewleta Tirk bixe. Ji bo vê yekê xwe di tarz û taktîkên gerîla de kûr kir. Lê belê hevrêya me ti carî xwe bes nedît, her tim di nava lêgerînê de bû ku hîn zêdetir tevlî bibe û têbikoşe.

Piştî ku perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand, car din li herêma Qendîlê tevlî xebatan bû. Hevrêya me fikirî ku li dijî lîberalîzma ku kesên tasfiyeger ên di nava têkoşîna me de xwestin pêş bixin, têkoşîneke fedayiyane pêwîst e. Hevrêya me Sarya tevî ku di qada çiyê û gerîla de nû bû, Rêbertiya me pir baş fêm kir. Bawer kir ku encex bi mezinkirina têkoşînê wê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me mîsoger bibe. Dît ku ev jî encex bi pêşxistina têkoşîna gerîla ya li Bakurê Kurdistanê, pêkan e. Lewma hevrêya me bi israr xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Fermandara me ya fedayî şehîd Zîlan – Zeynep Kinaci ji xwe re mînak girt. Hevrêya me Sarya bi çalakiya xwe ya fedayî armanc kir ku têkoşîna me hîn mezintir bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Lêhêrbûnên xwe yên di vî alî de bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêya me Sarya milîtaneke pêşeng bû ku hêviya siberojê dida. Hevrêyên wê bawer kirin ku divê ew xwe hîn baştir perwerde bike û fikirîn ku divê li dibistana kadroyê di perwerdeyên hîn berfirehtir de derbas bibe. Hevrê Sarya bi pêşniyara hevrêyên xwe li dibistana kadroyê tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû, ev pêvajo bi rengekî herî baş nirxand. Bi perwerdeyên dîtî derfet dît ku hem dîroka me ya têkoşînê hem jî dîroka jinê û cihê wê yê di têkoşîna me de bi rengekî berfireh nas bike û fêm bike. Hevrêya me Sarya di vê pêvajoyê de bi kesayeta xwe ya sade, gihiştî û xwezayî bal kişand. Bi coşa ku perwerdeyên hatine dayîn fêm bike û van bixe pratîkê, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Di heman demê de hevrêya me xwedî kesayeteke pir bi terbiye û disiplîn bû. Bi saya asta xwe ya biryardarî û îdîaya xurt, bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî xebatên Hêzên Taybet bû.

Hevrêya me Sarya bi perwerdeyên ku di bunyeya Hêzên Taybet de dîtî, fedayîtî weke şêwazekî jiyanê nirxand û bû xwedî tarzekî ku xwe bi her wateyê di têkoşînê de bihelîne. Bi taybetî bi perwerdeyên li ser parêznameyên Rêbertî, di xwe de şoreşeke zihniyetê pêk anî. Berevajî hewldanên tasfiyeger ên di vê pêvajoyê de çêbûn, fikirî ku divê şerê me yê azadiyê were mezinkirin û belavî hemû Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêya me Sarya pêşniyar û dîtinên xwe yên di vî alî de bi hevrêyên xwe re parve kir, xwe ji bo pratîkek xurt her tim amade kir. Hevrêya me ji bo tevlî pêngava şoreşgerî ya 1’ê Hezîrana 2004’an bibe, israr kir. Bawer kir ku ev pêvajo dê bi tarz û taktîken gerîla teqez bi ser bikeve. Hevrêya me Sarya lêhêrbûnên xwe yên di vî alî de her roja borî kûr kir. Sala 2006’an şansê pêkanîna xeyalê xwe bi dest xist. Li dijî dewleta Tirk a ku di êrîşen qirkirin, tundî û zexta li ser gelê me de sînor nas nake, derfetê meşandina têkoşîneke aktîf bi dest xist. Hevrêya me li ser vî bingehî derbasî Dersimê bû. Hevrê Sarya di 8 salên li Dersimê de, derfetê ku lêhêrbûnên xwe yên leşkerî bixe pratîkê bi dest xist. Di heman demê de bi çavdêrî û rexneyên têkildarî pirsgirêkan jî, ji bo têkoşîna me ya azadiyê bi rengekî hîn bandor û encamgir were domandin, tevkariyên girîng kir. Hevrêya me wezîfe û berpirsyariyên xwe yên di vî alî de bêkêmahî bi cih anî. Weke fermandarek YJA Starê mîsyona pêşengiyê bi rengekî herî baş bi cih anî. Qasî tecrûbeya xwe ya îdeolojîk bi pratîka xwe jî li her qadê pêşeng bû. Hevrê Sarya bi vê sekna xwe hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrê Sarya piştî ku heşt salan erka xwe ya li Dersimê bi fedakariyeke mezin û bi awayekî serkeftî temam dike, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û li vir di dewreya perwerdeya îdeolojîk de cih digire. Hevrê Sarya li gel kûrbûnên xwe yên li vir hem derfeta lêpirsîna pratîka xwe ya berê bi dest dixe û hem jî tecrûbeyên ku bi dest xistine li gel hevrêyên xwe parve dike. Bi taybetî jî li gel kûrbûnên têkildarî îdeolojiya azadiya jinan di kesayeta xwe de veguherînên mezin pêk tîne. Li rex van yekan ji bo pêşketin û pêşengbûna hevrêyên wê yên jin a di hemû warên jiyanê de û sepandina prensîbên azadiyê dibe xwediyê ked û hewleke mezin. Di vê pêvajoyê de li ser zêdebûna êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me yê li Rojava û Başûrê Kurdistanê weke fedaiyeke Apoyî xwest di nava parastina gelê me de cihê xwe bigire. Hevrê Sarya piştî ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dimîne piştre ji bo tevlîbûna nava pêngavên şoreşgerî yên pêş dikevin, derbasî qadên Şengal û Kerkûkê dibe. Hevrê Sarya bi taybetî di rizgarkina Şengalê ya ji destê çeteyan û veguherandina Kerkûkê ya weke keleheke berxwedanê de roleke çalak dilîze û bi saya sekna xwe ya milîtanî ya di jiyanê de bandorê li gelek jinên ciwan dike ku ew jî tevlî nava refên têkoşînê bibin. Hevrê Sarya ku xwedî kesayeteke gelekî bi coş û moral e, karî rengê xwe bide hemû cihên ku lê dimîne. Hevrê Sarya tecrûbeyên xwe yên di warê leşkerî de di xebatên qada civakî de jî nîşan dide û bandoreke mezin li gelê me yê li Başûr dike.

Piştî ku peywira xwe li Başûrê Kurdistanê bi rengekî serketî pêk anî, hevrêya me Sarya vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî gelek xebatan bû. Tecrûbeyên leşkerî û îdeolojîk ên ku bi dest xistibû, bi hevrêyên xwe re parve kir. Weke fermandareke pêşeng û fedaî, dixwest tevlî berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe. Bi israr dixwest ku di heman çeperan de bi hevrêyên xwe yên ku di tunelên berxwedanê de şer dikirin re be. Ji ber xwestek û tecrûbeya xwe ya xurt, ew derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku berxwedan lê di asta herî bilind de pêş diket, bû. Di têkoşîna di tunelên Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî de roleke çalak lîst. Di berfirehkirina berxwedana fedaî ya li wir de tevkariyên mezin kirin. Weke endameke Fermandariya Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, berpirsiyariya plansazkirin û pêkanîna berxwedanê girt ser xwe û ji bo bicihanîna peywira xwe kedek mezin raber kir.

Hevrêya me Sarya, ku wek endama Konseya Fermandariya YJA Star û fermandariya eyaletê xebat meşand, di Sibata 2025’an de tevlî karwana şehîdan bû. Bi vî rengî, wê têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 26 salan di lûtkeyê de temam kir. Di vê têkoşîna dûr û dirêj de gelek serketin bi dest xist. Bi kesayetiya xwe ya sade, jidil, dilnizm û fedaî, ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Wê wekî milîtanek, fermandarek û lêgerînvanek a heqîqetê mohra xwe li têkoşînê da. Weke hevrêyên wê, em soz didin ku em ê teqez xeyal û hêviyên hevrêya xwe Sarya pêk bînin.  

Brûsk Şêrawa – Demhat Kîçî - Hevrêyê me Brûsk li navçeya Şêrawa ya Efrînê a Rojavayê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata wî bi baldariyek mezin çand û kevneşopiyên kevnar ên çanda Kurd parast. Ji ber vê yekê, hevrê Brûsk bi van nirxan mezin bû. Ew neçû dibistanên rejîmê û bi vî rengî ji bandora pergalê dûr ma. Ji ber vê ew karî kesayetiya xwe ya xwezayî û sade biparêze. Ew li kêleka malbata xwe di jiyana gund de jiya û bi xebata şivantiyê re tevkarî li debara malbatê kir. Ew jiyanek bi xwezayê ve girêdayî jiya. Vê şêwaza jiyanê girêdana wî bi cîhana xwezayî re bêtir xurt kir. Ji ber welatparêziya malbat û hewirdora xwe û ji ber ku hin xizmên wî yên nêzîk tevlî nava refên gerîla bibûn, ew di temenê xwe yê ciwan de têkoşîna azadiyê nas kir. Vê rewşê eleqe û sempatiya wî ji bo tevgera gerîla xurtir kir. Bi taybetî di sala 2008’an de ew derfeta hê bêhtir Rêber Apo û rastiya têkoşînê nas bike, bidest xist. Bi vê pêvajoya têgihîştinê re, eleqe û meraqa wî roj bi roj zêde bû.

Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re, hevrêyê me Brûsk derfet dît ku milîtanên Apoyî ji nêz ve nas bike. Ew bi şêwaza jiyana wan, hevrêtiya wan û nêzîkatiya wan a mirovî pir bandor bû. Bi vê bandorê, roj bi roj cihê xwe di nav refên şoreşê de xurt kir. Li ser vê bingehê, hevrêyê me Brûsk di salên 2015 û 2016’an de tevlî hêzên parastina cewherî bû. Bi perwerdehiya ku di vê demê de wergirt, hişmendiya xwe ya parastina cewherî pêş xist. Dizanibû ku parastina destketiyên ku gelê me bi hewildan û fedakariyeke mezin bi dest xistiye, peywira her Kurdekî ye. Bi vê têgihîştinê, tevlîbûneke xurt û bi biryar nîşan da.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û pêvajoya dagirkeriyê ya piştî wê, lêhûrbûna hevrêyê me Brûsk a li ser têkoşînê xurtir kir. Êrîşên qirkirinê yên bênavber û komkujiyên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li dijî gelê me, sedema sereke ya tevlîbûna aktîf a hevrêyê me di têkoşînê de bûn. Li ser vê bingehê, hevrê Brûsk bi awayekî çalaktir tevlî hêzên azadiyê yên li Rojava bû. Bi perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk re derfeta pêşxistina xwe, bi dest xist. Felsefeya azadiyê ya ku Rêber Apo diparast bêtir nas kir û çêtir fêm kir. Bi vê hişmendiyê re, bi hemû hêza xwe tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me, ku perwerdehiyek leşkerî ya berfireh dît, hêdî hêdî bû şervanekî profesyonel û jêhatî. Lê hevrêyê me di wê zanabûnê de bû ku ji bo bibe laqiyê Rêber Apo û rastiya şehîdan, divê hîn bêtir têbikoşe. Ji ber vê yekê, wî qet dev ji lêgerîna xwe ya pêşxistina xwe, berneda. Şehadeta xizmê wî yê nêzîk, hevrê Şehîd Dozdar Hemo (Abdurrahman Hemo), bandorek kûr li ser wî kir. Piştî vê yekê, wî biryar da ku têkoşîna hevrê Dozdar li çiyayên Kurdistanê bidomîne. Li ser vê bingehê, hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû û ji bo gelê xwe bû şervanekî azadiyê.

Hevrêyê me Brûsk, ji ber tevlîbûna xwe ya bi coş û bi biryar, zû hînê jiyana çiya û gerîla bû. Li hember heybetiya çiyayên Kurdistanê heyran ma û ji ber dereng tevlîbûna xwe heyfa xwe lê anî. Lê belê, bi tevlîbûna xwe ya xurt û çalak, zû hînê rêbazên jiyanê yên çiya bû. Bi perwerdehiya jiyan û îdeolojîk a ku wergirt re, bû şervanekî azadiyê yê jêhatî. Her çend di aliyê leşkerî de tecrûbeyek wî hebû jî, hewlek mezin da ku taktîkên gerîla yên dema nû hîn bibe. Dixwest hêrsa xwe ya kûr a li hember dewleta Tirk veguherîne çalakiyê û israr kir ku biçe deverên ku şer lê giran bû. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar û gihîştî, hevrêyên xwe qaneh kir û derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Ew tevlî berxwedana dîrokî ya di tunelên şer ên Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî de, bû. Hemû peywir û berpirsiyariyên ku girt ser milên xwe, bêqusûr bi cih anî. Bi tevlîbûn û sekna xwe, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me di berfirehkirina berxwedanê de roleke girîng lîst. Hevrê Brûsk, ku hevrêtî wekî nirxa herî biqîmet didît, hevalekî birîndar bi rojan li ser pişta xwe hilgirt, ji qada şer derxist û ev yek bi pratîka xwe îsbat kir. Ew cewhera hevrêtiya Apoyî bi rengekî zelal, paqij û dilnizm jiya. Bi vê sekna xwe bû milîtanekî mînak. Li dijî êrîşên dijmin xwedî şêwazekî berxwedanê yê bi israr bû. Bi bawerî û biryardariyeke bêdawî li dijî dijmin li ber xwe da. Bi şerkirina bi îradeyeke xurt a li dijî hemû êrîşên nemirovane, ew bû nimûneya netêkçûnê ya milîtaniya Apoyî.

Hevrêyê me di Sibata 2025'an de di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Ew bi kesayetiya xwe ya xwezayî, sade, gihîştî, dilnizm, kedkar û fedakar, karî şêweyê herî paqij û rastîn ê milîtaniya Apoyî temsîl bike. Weke hevrê û şopdarên wî, em soza xwe ya pêkanîna armanc û xeyalên wî dubare dikin.

Pelşîn Baz – Leyla Ehmed - Hevrêya me Pelşîn li bajarê berxwedanê Kobanê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Şêxî de ji dayîk dibe. Ji ber ku malbata hevrêya me xwedan paşerojeke welatparêziyeke kûr e û tevî hemû zext û polîtîkayên qirkirinê jî kevneşopiyên Kurd û Kurdayetiyê diparêze hevrêya me Pelşîn jî girêdayî cewhera xwe mezin dibe. Hevrêya me ji ber vê yekê derfetê peyda dike ku têkoşîna me ya azadiyê ji nêz ve nas bike û ji ber ku ji xizmên wê yên nêz ji bo nava refên gerîlayan tevlîbûn hebûn û dizanî ku gerîla tekane hêza gelê me ya parastinê ye hê di zarokatiya xwe de ji gerîla û têkoşîna me ya azadiyê hez dike. Hevrê Pelşîn li gel pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava derfeta naskirina milîtanên Apoyî ya ji nêz ve bi dest dixe û ji sekna wan di jiyanê de û têkiliyên hevrêtiya wan gelekî bandor dibe. Bi taybetî jî sekna di jiyanê de ya hevrêyên me yên jin, têkoşîna wan a li hemberî pergala serweriya mêran û afirandina prensîbên azadiyê ya di kesayeta xwe de bûn wesîle ku hevrêya me Pelşîn jî bi têkoşînê re girêdaneke xurt çêbike. Pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava ya roj bi roj û li gel vê yekê zêdebûna êrîşan bûn sedem ku hevrêya me Pelşîn jî ji bo têkoşînê bikeve nava lêgerînan. Bi taybetî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê weke gelek ciwanên Kurd ji bo hevrêya me Pelşînê jî dibe xaleke girîng. Di serî de gelê me yê li Bakurê Kurdistanê rabûna ser piyan a hemû gelê me û dostên me ya ji bo xwelêderketina Kobanê û avakirina çembereke berxwedanê ya dora wê bandorê li hevrêya me jî dike. Dîsa şehadeta eqrebeya wê ya nêz û hevrêya me Rêvan- Medîne Osman a di berxwedana Kobanê ya di encama çalakiyeke fedaî de bû sedem ku hevrêya me Pelşîn lêgerînên xwe yên têkildarî tevlîbûna nava têkoşînê ya bi awayekî çalak kûrtir bike. Azadkirina Kobanê ya li gel kedên mezin û dayîna bi sedan şehîdan û hebûna xizmên nêz ya di nava van şehîdan de xwestek û biryardariya hevrêya me Pelşîn a têkildarî têkoşînê xurttir kirin. Hevrê Pelşîn xwe li hemberî gelê me û şehîdên me deyndar dibîne û wisa difikire ku wê vî deynî bes bi tevlîbûna nava refên têkoşînê bide. Hevrê Pelşîn girêdayî vê yekê di sala 2015’an de tevlî nava refên Şoreşa Azadiya Rojava dibe û bi îdîa û biryardariyeke mezin cihê xwe yê di nava refên berxwedanê de digire.

Hevrê Pelşîn dizanî ku ji bo ku bibe şoreşgereke baş divê pêşiyê xwe di warên îdeolojîk û leşkerî de pêş bixe  û girêdayî vê yekê ji hin perwerdeyan derbas dibe. Hevrê Pelşîn li gel van perwerdeyan rastiya Rêber Apo nas dike û bi taybetî jî di mijara azadiya jinan de giramiyeke mezin dide nirxandinên Rêbertiya me û van dike zemîna pêkanîna veguherînên mezin ên li ser kesayeta xwe. Hevrê Pelşîn çi qasî Rêber Apo dixwîne û fêm dike, prensîbên azadiyê di kesayeta xwe bi awayekî xurttir pêk tîne û ji ber vê yekê di nirxandineke xwe de tîne ziman ku xwe li gel Rêber Apo nas kiriye.  Hevrêya me Pelşîn dizanî ku jina azad bibe wê bedewtir bibe û karî lêgerîna xwe ya azadiyê û armanca xwe tim û tim zindî bigire. Hevrê Pelşîn di heman demê xwe di warê leşkerî de jî perwerde dike û xwedî li tecrûbeyên ku bi dayîna bedêlên mezin hatine bidestxistin, derdikeve û perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike.

Hevrê Pelşîn demekê di nava yekîneyên leşkerî de dimîne û li vir tecrûbeyên nû li yên xwe zêde dike. Hevrêya me dema ku dibîne êdî ew amade ye tevlî şerê çalak bibe bêyî dudilî derbasî eniyên lê şer dijwar e dibe. Bi taybetî jî li dijî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wên yên li ser Efrînê ji bo parastina gelê me yê Efrînê derbasî vê qadê dibe. Hevrêya me di berxwedana dîrokî ya li Efrînê de roleke çalak dilîze û di gelek çalakiyên ku li vir nav de cih digire bi cesaret û fedakariya xwe derdikeve pêş. Hevrêya me di vê pêvajoya şerî de rastiya dewleta Tirk û qirker ji nêz ve nas dike û li cem li dijî dewleta Tirk hêrseke mezin peyda dibe. Hevrê Pelîn soz dide xwe ku ew ê teqez hesabê komkujiyên li ser gelên me pêk tên, bipirse û dibe şopdarê soza xwe. Hevrê Pelşîn piştre di serî de Dêrazor li gelek qadan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike û di têkbirina çeteyan de dibe xwediyê ked û hewleke mezin. Hevrê Pelşîn li dijî çeteyên ku li gel beralîkirina dewleta Tirk tim û tim êrîşî gelê me dikin, çalakiyên bibandor li dar dixe û ji ber cesareta xwe ya mezin, tevlîbûna xwe ya bêyî teredut û israra xwe ya têkidarî derblêxistina çeteyan layiqî xelatan tê dîtin. Hevrêya me serkeftinên xwe yên di warên leşkerî de li gel tecrûbe û zanînên xwe yên îdeolojîk dike yek û bi saya kesayeta xwe ya sade û mutewazî ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin û jêre rêz tê girtin.    

Hevrê Pelşîn a ku ji zarokatiya xwe û pê ve gelekî ji gerîlayan hez dike û dilê wê tim li gel çiyayên Kurdistanê ye, difikire ku edî dema pêkanîna xeyala wê ya zarokatiyê hatiye. Hevrê Pelşîn dixwaze li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li cem hevrêyên xwe yên li eniyên berxwedanê cih bigire û girêdayî vê yekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe. Hevrê Pelşîn tîne ziman ku tu peyv û gotin bi têra vegotina coş û kêfxweşiya xwegihandina çiyayên Kurdistanê nake û diyar dike ku ev hest bes dikare bi jiyînê werin hîskirin. Hevrê Pelşîn derbasbûna şiverêyên ku bi hezaran hevrêyên me lê derbas bûne û vexwarina ava li ser kaniyên ku hevrêyên me li serav vexwarine weke girîngtirîn kêliyên jiyana xwe pênase dike û her kêliyên xweyên li çiyayan weke qîmettrîn kêliyên jiyana xwe dibîne. Hevrê Pelşîn dawiyê derfeta pratîkkirina hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk bi dest dixe, di demeke kurt de hînî  jiyana li çiyayan û terzê şerê gerîlayan dibe û bi israr dixwaze derbasî qadên berxwedanê bibe. Hevrê Pelşîn di warê leşkerî de xwedan tecrûbeyên girîng e û di jiyanê de jî xwedan tevlîbûneke fedaiyane ye û ev yek dikarin ku hevrêya me hevrêyên xwe qanih bike. Hevrê Pelşîn girêdayî vê yekê derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe û li vir bi awayekî çalak tevlî berxwedana ku li ser xeta fedaîbûnê didome, dibe. Hevrê Pelşîn li vir beşdarî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran tên lidarxistin, dibe û li gel serkeftinên xwe yên di van çalakiyan de ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêya me di çalakiyekê de birîndar dibe û piştî birînên xwe sax dike bi awayekî xurrtir cihê xwe yê di nava têkoşînê de digire.

Hevrêya me Pelşîn a ku bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana destanî ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe ku fedekariyên mezin, xwebexşandin û tevlîbûneke li ser xeta fedaîbûnê hewce dike û bi coş û kelecana xwe ji hemû hevrêyên xwe re pêşengtiyê dike, di Sibata 2025’an de li gel hevrêyên xwe Sarya û Brûsk tevlî karwanê şehîdan dibe. Weke hevrêyên wê soz didin ku em ê bîranînên hevrêya xwe Pelşîn di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin û diyar dikin ku em ê teqez xeyalên hevrêya xwe pêk bînin.

5’ê Çileya 2026

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG