HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

XABÛR: Bi bilindahiya şaxê xwe ve, bi asî bûyîn û bi xweşik bûyîna xwe ve bala herkesi dikşîne li ser milê xwe. Xabûr bi zor û zehmetiyên xwe ve tê nasîn, di erdnîgariya xwe de dixwaze herkes wek wî berxwedêr, Egîd û şerker bibe. 

Xabûr li çîyayê xwe kesên xwedî hêza jiyan û tekoşînê dixwaze, yek ji wan yê herî mêrxas û şerker jî lehengê bi navê Kendal Cûdî bi nasnav Rizgar El Derwêş’ e. Kendal Cûdî wek şaxê Xabûrê asî û berxwedêre. Bi bawerîya meşa azadîyê bi salan bi hevrêyên xwe re, şer û tekoşênekî bê aman daye meşandin.

Di Temenek Piçûk de Tevlî Tevgera Azadîyê Dibe

Kendal cûdî, di sala 1996’ an de li bajarê serhildêr yê Rojavayê Kurdîstanê li Dirbesîyê li gundê Kermanî ji dayîk dibe. Di malbatek welatparêz û feqîr de mezin dibe. Gerîla Kendal tevgera Azadîyê piştî şoreşa Rojava de ji nêz ve nasdike. Di azadkirina xaka Rojava de gellek mirovên wî şehîd dikeve û di serî de bavê wî û gelek mirovê wî jî tevlî YPG’ ê dibe. Kendal Cûdî ji şahadeta mirovên xwe gelek bandor dibe û bi hêstên azadîyê hêj di temenek piçûk de beşdarî nava Tevgera Azadîyê dibe. Demeke kin li rojava dimîne, piştre bi israra xwe berê  xwe dide Başûrê Kurdistanê warê berxwedanê, çîyayên Garê.

ji Deştan Ber Bi Çîyayan

Kendal, piştî derbasî Garê dibe, li wir perwerdeya bingehîn ya gerîlabûnê dibîne. Piştî kû şervanê nû diqedîne li heman heremê pratîk dimeşîne, piştre bi pêşnîyara xwe diçe akademîya leşkeri a sekvantîyê, li wir di asta pisportî de akademîya xwe bi serkeftî xilas dike. Piştî perwerdeya leşkeri vesazîya wî li li qada Kerkûk-Mexmûrê çêdibe û li wir demek dirêj pratik dimeşîne. Di vê pêvajoyê de, artêşa tirk a dagirker , dema ku li ser girê Zendûra a girêdayê Metîna bi çeken kîmyevî êrîşî çeperên gerîla dike bi hêrseke mezin dixwaze xwe bigihîne qada cengê. Ji bo kû tola hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêle, bi daxwaza xwe pêşnîyara çûyîna Metîna dike û di sala 2022’an de bi amadekarîyeke mezin derbasî qada Metîna dibe.

Bi Fedekarîya Xwe Ve Ji Hevalên Xwe Re Bû Mînak

Gerîla Kendal, bi fedekarîya xwe ve ji alîyên her hevalê xwe de tê heskirin, bi pratika kû meşandî de gelek tecrûbeyan digre û di demek kin de dibe gerîlayekî pispor. Li qada Metîna di azmûnên dijwar de derbas dibe û ji van azmûnan bi serkeftî derdikeve. Di jîyanê de çi kar ango çûyina erkekî hebe, gerîla Kendal ti carî xwe paşde nade û hertim xwe pêşnîyar dike. Bi kesayetê xwe yê paqij, bi dîsîplîna xwe ya cewherî, bi kedkarîya xwe û bi sade bûyîna xwe ve hemû hevalê wî li hemberî wî hûrmet nişan dide.

Çalakîya Yekem

Ji sala 2020’ an heta niha, dewleta tirk tu sînoran nas nake û ji bo dagirkina Başûrê kurdistanê bike li hemberî gerîlayên Azadîya kurdistanê dest bi operasyoneke berfireh dike. Gerîlla Kendal jî li hember van operasyonan hertim xwe amade dike û jê tecrûbeyan derdixe. Li hemberê dewleta dagirker kîn û hêrsek mezin girtibû. Heval jı bo bersiv bidin êrîşên dagirkeran, plansazîya çalakîyek lidardixin. çalakîya   Metîna were kirin, çalakîya tolhildanê ye. ev çalaki ji bo tolhildana şehîdên berxwedana  Zap, Avaşîn, Xakûrkê, Heftanîn û Metîna hatîye plansazkirin. Di vê çalakîyê de KENDAL CÛDÎ’ jî cîhê xwe digre. Dema kû agahîya çalakîya tolhildana şehîdan dibîhîse, kelecan û moraleke pir mezin digre. KENDAL CÛDÎ, her xeyal dikir û ewqas sal bû li benda çalakîyeke wisa bû. Ew bi taktîk û mantiqê xwe yê leşkerî ve tevî hewrêyên xwe dijmin bibin dixînin û derbên giran li dijmin didin. Wekî bazen li asîmanan difirin û nêçîra xwe pêktînin ew jî bi dilekî tijî hêrs û daxwaza tolhildanê çalakîya xwe bi serkeftî tamam dikin.

Dı Lûtkeya Çîyayên Azad De Tevlî Kerwanê Şehîdan Bû

Di dîroka mirovahîyê de, tekoşînekî kû mînaka wî nîne li çîyayên kurdistanê hate meşandin. Gerîlayên Azadîya Kurdistan, bi îrade, bi bawerî û bi taktîkên xwe yên di şer de, di wan mevzîyan de derbên giran li dijmin dan û dijmin têk birin. Dîrok tu carî wan lehengên Kurdistanê jibîr nake. Çîyayên bi heybet ên metîna,  bi van kêlîyên dîrokî de şahîdîya şervanên Azadîya Kurdistanê kirîye.  Şehîd KENDAL CÛDÎ, di tekoşîna azadîya kurdistanê de, rolekî pir mezin leyîst. Gerîlla KENDAL CÛDÎ, bi îrade û sekna xwe ve hertim di nav tekoşîneke bê hempa de bû. Cîhê ku tê de pratik meşandîye, hertim wan pratika bi serkeftî tamam kirîye. Di 28’ ê Mijdara sala 2023’ an de bi êrîşeke dewleta tirk a faşist de digihêje şehadetê û tevlî karwanên nemirên Kurdîstan’ ê dibe. Ew bû navê serkeftin û bawerîyê, Ewna bi şerkerî û fedekarîyên xwe ve bûne destanên li ser levan û wê hertim werin bibîranîn di nav welatê Kurdistanê de. Em rê hevalên wî yên tekoşînê, soz didin kû emê xeyalên hemû şehîdên Kurdistan’ ê pêkbînin.