HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

25'ê Gulana 2022'an Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya herêma Metîna û Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê yên Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bûn hedefa êrîşên artêşa Tirk a dagirker.

Artêşa Tirk ku nikare xwe li van deveran bigire, di 4'ê Tîrmeha 2022'an de êrîş bir ser Girê Amediyê. Di encama berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de ku derbên giran li ser hev li dagirkeran xistin, artêşa Tirk a dagirker a têkçûyî Kanûna 2022'an neçar ma xwe ji van herêman vekişîne. Piştî ku 6'ê Sibata 2023'an li navçeya Bazarcixê erdhejê rû da, li gelek bajarên derdorê bû sedema felaketeke mezin û bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, ji bo pêçandina birînên gelên Tirkiyeyê û seferberkirina derfetan, Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK'ê bang kir û li ser vê bangê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ketin pozîsyona bêçalakîtiyê.

Lê belê dewleta Tirk a mêtinger û qirker, ev biryara me ya exlaqî û mirovî îstismar kir û di mehên Tîrmeh û Îlonê yên sala 2023’yan de êrîşên dagirkeriyê yên nû dan destpêkirin. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi eşkere diyar kir ku ev êrîş wê rastî berxwedaneke xurt bên, wê paşde vekişîn nebe, xaka Kurdistanê wê di bin her şert û mercê de were parastin, êrîş ti encamê nagirin, li hemberî berxwedana me wê asê bimînin û wê hîn zêdetir leşker bimirin. Tevî vê yekê jî di êrîşên dagirkeriyê de israr hate kirin. Weke encameke vê ya xwezayî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji payîza sala 2023’yan heta bihara 2024’an di bin şert û mercên zivistanê yên zehmet de, gelek operasyonên şoreşgerî yên pir serketî pêk anîn ku tevahî cîhanê jê re şahidî kir. Ev operasyonên şoreşgeriyê bi dîmen û belgeyên xwe bûn film û bi vî rengî ji raya giştî re hate pêşkêşkirin. Her kesê gelek caran hêza têkneçûnê ya gerîla dît. Rejîma AKP’ê ya faşîst di siyaseta şer de israr kir û ji tevahî tiştên qewimîne ders dernexist û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi piştgiriya PDK û Iraqê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê gihand qonaxeke nû. Ev êrîşên dagirkeriyê ji 1’ê Adara 2025’an ve tevî agirbesta ku me îlan kirî jî, heta niha hîna didome.

Berxwedana Zapê ya Dîrokî sê sal li pey xwe hiştin. Di vê berxwedanê de yek ji cihên navê xwe li tevahî cîhanê da bihîstin û bûye kelheke berxwedanê ya dîrokî, Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ye. Di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de tenê li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li dijî artêşa Tirk a dagirker bi dehan operasyonên şoreşgerî, ji hewayî û bejahî ve zêdeyî 3500 çalakî hatin lidarxistin. Li vê qadê 3 SÎHA’yên bi tîpa Aksûngûr, ANKA û Bayraktar TB2 û bi sedan dronên artêşa Tirk a dagirker hatin xistin. Weke erdnîgarî li qadeke teng, li gorî rêjeya hejmara dagirkerên li hemberî me, bi hêzeke pir kêm, bi derfetên sînordar û tevî hevkariya PDK’ê ya ku ji pişt ve xençer li berxwedana gerîla xist, berxwedaneke dîrokî hate meşandin. Di vê berxwedana dîrokî ya ku hîna dewam dike de ji xeynî taktîka demê nû, tarzê şerê tîmên pispor ên li arazî û tunelan, Çalakiyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal û pêşketinên taktîkên nû, ruhekî Apoyî yê fedayî û bêhempa, sekna îdeolojîk, baweriya ji serketinê re û îradeya şerkirinê derket holê. Artêşa Tirk a dagirker ji bo vê berxwedanê bişikîne helîkopterên êrîşê, balafirên şer, tank, wesayîtên zirxî, SÎHA, gelek cûrên droneyan ên li sînorên cuda û tevahî çekên giran li dijî gerîla bi kar anîn. Tevî ku hemû teknîka şer û çekên di destê xwe de bi kar anî, encam negirt. Hewl da bikeve tunelan, lê belê dagirkerên ku xwestin bikevin tunelan êdî venegeriyan û yên nêzî tunelan bûn jî hatin cezakirin û mirin, lewma êdî cesaret nekir tiştekî wiha bike. Artêşa Tirk a dagirker a ku para xwe ji mirovatiyê negirtiye, qanûnên navneteweyî û quralên şer ên ku wî bi xwe îmze kiriye, tune hesiband û li dijî çeper û tunelên gerîla kepçe, robot, wesayitên ji dûr ve bi qumandayê têne ajotin û kûçikên perwerdekirî yên ku teknîk li ser hatîn girêdan bi kar anî. Bi yek ji van jî encam negirt. Artêşa Tirk a dagirker a ku bi şerkirinê nekarî bikeve tunelên gerîla, hewl dan bi sondajan tehtan kun bikin û xwe bigihînin tunelan, li van deran bombeyên taktîk nukleer û gazên kîmyewî yên bi jehrî bi kar anîn, berdana kîmyewiyên bi avî û teqandina wan, şewitandina rohnan û her wiha gelek rêbazên dermirovî ceriband. Ji van rê, rêbaz û êrîşên dermirovî me beşek berê bi raya giştî re parve kir û beşek jî ji bo astên taktîka berxwedana dîrokî deşîfre nebin parve nekir. Tevî vê yekê jî artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bêencam ma.

Îro jî yek ji qadên ku pêşengiyê ji vê berxwedana dîrokî ya ku bi hemû heybetiya xwe dewam dike re pêşengiyê dike Qada me ya Berxwedanê ya Girê FM e. Qada Berxwedanê ya Girê FM û Tunel/Çeperên Şehîd Mûnzûr ên li vê qadê, hedefa ewilî ya êrîşan e û tevî sê salan bê navber di nava berxwedanê de bû. Li Çeperê Şehîd Mûnzûr û Qada Berxwedanê ya Girê FM milîtanên fedayî û lehengên pêşeng ên berxwedana destanî ya ku beşekê herî birûmet ê dîroka azadiyê ya gelê Kurd ava dikin, hevrêyên me Gabar Botan, Xebat Tîrêj û Şervan Gerîla şehîd bûn.

Endamê Fermandariya Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Fermandarê Qada Berxwedanê ya Girê FM Gabar Botan pêşengî ji vê berxwedanê re kir û hevrêyên me Xebat û Şervan jî bi ruhê fedayî yê Apoyî ev berxwedan mezin kirin. Ev berxwedan weke berxwedana tunelê ya herî demdirêj derbasî dîrokê bû ku herî zêde dijmin vale derxist, di şer de kûr bû û di têkoşîna me ya gerîla de di warê taktîkî de bi ser ket.

Fedayiyê Apoyî hevrê Gabar Botan ê ku ev berxwedana dîrokî ev qas demdirêj kir, fermandarekî me bû ku aqil û dilê xwe fedayî doza azadiyê ya gelê me kir, tecrubeya ku bi salan di mijarên taktîk û teknîkê de bi dest xistî, bi afirêneriyeke mezin xiste pratîkê. Di doktrîna me ya şer a şoreşgeriyê de profîlê wî hate xêzkirin û fermandariya mînak û mûzaffer di şexsê xwe de veguherand heqîqetê. Hevrê Gabar bi sekna xwe milîtanekî fedayî, bi cesareta xwe di şer de pêşeng, bi samîmiyeta xwe hevrêyek heqîqî, bi pratîka xwe fermandarek mînak, bi gerîlatiya xwe ya profesyonel dehayek teknîk û afirînekê pispor ê şer e. Hevrê Gabar bi meziyetên şoreşgeriya bilind a di xwe de ava kirî û bi ruhê hevrêtiya xurt hevrêyên li cem xwe veguherand komeke xurt û baldar û her cûre hewldanên dijmin vale derxist. Hevrêyên me Gabar û Şervan jî di şerê dawî yê li dijî dijmin de derbeyeke giran li dagirkeran xistin, serbazek û çawişekî pispor ceza kirin, 3 çawişên pispor jî birîndar kirin û qasî 12 saetan bê navber şer kirin û piştre şehîd bûn. Hevrêyên me yên fedayî yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ne tenê qasî ji destê wan hatî, ji wê hîn zêdetir, ji derfetên di destê xwe de qat bi qat zêdetir pêk anîn. Pratîka hevrêyên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM car din nîşan da ku; milîtanên fedayî yên Apoyî yên ku di armanca xwe de bi biryar, di taktîkê de kûr bûne, di tarzê de bûne pispor dikarin hemû êrîşan pûç bikin û her tiştê bi ser bixînin.

Em diyar dikin ku em ê bibin şopdarên soz û armancên bilind ên hevrêyên xwe yên şehîd. Em fedayiyên Rêber Apo hevrêyên xwe Gabar, Xebat û Şervan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ji malbatên van lehengên xwe yên hêja û hemû gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serketinê ku armanca herî mezin a şehîdên me ye.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:


Nasnav: Gabar Botan

Nav û Paşnav: Abdûrrahîm Erzen

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Asya – Kazim

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Sibata 2025’an / Zap

Gabar Botan – Abdûrrahîm Erzen


Nasnav: Xebat Tîrêj

Nav û Paşnav: Bedrî Elçî

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik – Bav: Bedriye – Abdulazîz

Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Çileya 2025’an / Zap

Xebat Tîrêj – Bedrî Elçî


Nasnav: Şervan Gerîla

Nav û Paşnav: Nûrî Neman

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Navê Dayik – Bav: Sabah – Mûstafa

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Sibata 2025’an / Zap

 

Şervan Gerîla – Nûrî Neman

Gabar Botan – Abdûrrahîm Erzen - Yek ji navendên herî girîng a welatparêziya Kurdistanê Cizîra Botan e ku dilsoz û evîndarê jiyana azad e, di vê rêyê de xwe ji fedakarî û berdêl dayînê nedaye paş. Cizîra Botan ji dîrokê heta îro vê mîsyona xwe didomîne. Li dijî êrîşên giran ên dijmin û polîtîkayên wî yên qirkirinê, destpêkê li Cizîra Botan serhildan pêş ket. Ji vejîna gelê me re pêşengî kir û bi sekna xwe ya milîtanî ya li dijî dijmin, ji bo roj bi roj têkoşîna me mezin bibe bû xwedî cihekî diyarker. Gelê me bê guman vê yekê deyndarê gelê bi wêrek ê Cizîra Botan û jin û mêrên ciwan ên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide ye. Di demên destpêkê de gava ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li Botanê pêş ket, gelê me yê Cizîra Botan ji sekna jiyanê ya milîtanên Apoyî, ji fedakariya wan bandor bûn û bi baweriyeke xurt bi têkoşîna me ve hatin girêdan. Gelê me yê Cizîra Botan çanda serhildanê ya pêş xistî, ji nifşan gihand nifşan û berxwedana li dijî dagirkeran domdar kir. Lewma her zarokê ku li Cizîra Botan hatî dinê, bi çanda Apoyî ya ku bi gelek berdêl û kedê hatî afirandin re mezin dibe û dibin milîtanên azadiyê.

Hevrêyê me Gabar li Cizîra Botan ku têkoşîneke wiha hêja û rastiyeke berxwedanê lê tê raberkirin, di nava malbateke welatparêz, dilsozê kevneşopî û çanda Kurdî de hate dinê. Hevrêyê me bi saya terbiye, exlaq û çanda ku ji malbata xwe wergirtî, bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin dibe û ji aliyê derdora xwe ve jî hate hezkirin. Hevrêyê me ji biçûkahiya xwe ve xwedî kesayeteke xebatkar û gihiştî bû, pir zû ket ferqa rastiya me ya gel û Kurdistanê. Lewma li dijî polîtîkayên dijmin ên teslîmgirtin û çewisandina gelê me, pir zû bû xwedî zanîn. Bi taybetî li dijî zext, êşkence û komkujiyên ku dijmin li dijî gelê me pêk anîn, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Gabar mîna her ciwanek Kurd hêrsa xwe kir hinceta têkoşînê û pir zû beşdarî xebatên ciwanên şoreşger bû. Hevrêyê me li dijî êrîşên dijmin armanc kir ku gelê me û ciwanên Kurdistanê biparêze. Bi taybetî jî li dijî hewldanên dijmin ên di çarçoveya şerê taybet de, pir bi hestiyar tevgeriya. Hevrêyê me Gabar têkildarî vê yekê ji bo ku gelê me bibe xwedî helwest û hestiyariyê, tişta ji destê wî hat pêk anî. Bersiva keda xwe bi bertekên gelê me yê Cizîra Botan ên li hemberî êrîşên dijmin, wergirt. Hevrêyê me di pêvajoya ku nava xebatan cih girt de ji bo xwendina zanîngehê çû bajarê Denîzlî yê Tirkiyeyê û li vir di nava demek kurt de derfet dît ku xwendekarên welatparêz ên şoreşger nas bike. Hevrêyê me bi rengekî aktîf beşdarî xebatên li vê qadê jî bû û di nava demek kurt de bû pêşeng. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de derfet dît ku têkoşîna me ya azadiyê hîn nêztir nas bike û ket nava pêvajoyeke lêhêrbûnê ya kûr. Hevrêyê me fêm kir ku zanîngeh navendên peydakirina endamên ji bo sîstemê ye û di ferqê de bû ku ti feydeya vê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me nîne. Di pêvajoyeke ku Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî herî bi bandor dihat meşandin de, beşdarî têkoşîna azadiyê ya gelê me bû û biryar da ku wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi rengekî hîn bi bandortir bi cih bîne. Hevrêyê me Gabar li ser bingehê vê biryarê di sala 2011’an de zanîngeha dixwend di dawiya salê de hişt û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Gabar ku êdî gerîlayekî egîd ê gelê me ye, ji roja ewilî û şûnde bi dirûstiya xwe, xebatkarî û dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re hevrêyên xwe bandor kir. Lewma bilez jê re hate pêşniyarkirin ku beşdarî xebatên Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me Gabar ev rewş ji bo xwe di têkoşîna azadiyê de pêş bixe, weke derfetekê nirxand û bi kelecan û coşeke mezin tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me beşdarî pêvajoyeke perwerdeyê ya zehmet bû; bi xwestek, îrade û biryardariya xwe ev perwerde bi rengekî serketî temam kirin. Bi dersên ku di perwerdeyan de dîtî, xwe di felsefeya Apoyî de kûr kir. Hevrêyê me ji bo pîvanên azadiyê yên PKK’ê di kesayeta xwe de temsîl bike, gelek hewl da. Di heman demê de hevrêyê me Gabar ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirt; di warê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî de geşedanên girîng bi dest xist. Lê belê her tim xwe li gorî xeta têkoşîna Rêbertî û şehîdan nirxand. Hevrêyê me li hemberî van heqîqetan xwe kêm dît. Lewma her tim lêgerîn kir ku hîn zêdetir têbikoşe û xebatên hîn serketîtir bimeşîne û bi vê lêgerînê tevgeriya. Hevrêyê me hem bi vê sekna xwe hem jî bi kesayeta xwe ya dilnizm, rêz û hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir û ji bo bibe layiqê qedrê ku jê re tê nîşandan, bê navber di nava hewldanê de bû û ked da. Hevrêyê me di aliyê leşkerî de xwe kêm dît û ji bo bibe xwedî tevlîbûneke li gorî pêvajoya şerê dijwar, armanc kir ku di hunera şerê gerîla de bibe pispor. Li ser vî bingehî hevrêyên me li ser gelek taktîkên gerîla perwerdeya pisporiyê dît û di encama van perwerdeyan de gihişt armanca xwe û gihişt formasyoneke milîtanekî Apoyî yê fedayî, pispor û profesyonel.

Piştre hevrêyê me di bin bunyeya Hêzên Taybet de beşdarî xebatên girîng û stratejîk ên cur be cur bû. Ji bo ku gerîla teknîka serdemê bixe bin xizmeta taktîkên xwe, bi rolekî girîng rabû. Bi saya tarzê xwe yê bi disiplîn, rêkûpêk û hesas ê di xebatan de ji bo bi dest xistina encamên serketî bû xwedî rol. Ji bo xebatên herî hesas ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kedkariyek mezin kir û piştî demekê berpirsyariya van xebatan girt ser xwe û di fermandariyê de cih girt. Di heman demê de bi saya tecrubeya xwe ya di warê rêxistinî de û taybetmendiyên fermandariya ku di xwe de ava kirî, gelek xebat bi hev re meşand û ev qabîliyet nîşan da. Hevrêyê me di pêvajoyê de bêyî ku navber bide perwerdeyên îdeolojîk dewam kir û hingî ku di felsefeya Rêbertî de kûr bû, bû xwedî kesayeteke derwêşane. Hevrêyê me Gabar bi dilnizmiya xwe hemû hevrêyên xwe bandor kir û bi sekna xwe ya milîtanî û bi jiyana xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bi taybetî jî şans dît ku li cem fermandarên me yên hêja yên mîna Şehîd Şervan Varto û Şehîd Savaş Maraş têbikoşe. Ji tecrubeyên xurt ên van hevrêyên me sûd wergirt û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de ava kir. Ji ber ku dijmin li gelek qadên Kurdistanê li dijî gelê me polîtîkayên zextê domand, di serî de Bakurê Kurdistanê xwest biçe qadên ku şer lê dijwar e. Dilê wî her tim bi hevrêyên wî yên ku li çeperên pêş şer dikin re bû. Ev xwesteka hevrêyê me Gabar ji ber girîngiya xebatên ku têde cih digirt, hate taloqkirin. Lê belê hevrêyê me ti carî pes nekir û ji bo bigihije vê armanca xwe, bi rengekî bi sebir û bê navber xebitî û li bendê ma. Bi taybetî li dijî zêdebûna êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi xwestek û israrek mezin pêşniyar kir ku bi hevrêyên xwe yên di tunelên berxwedanê de û li araziyê li ber xwe didin re be.

Piştî vê hevrêyê me Gabar derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û tevlî berxwedana destanî ya li vir bû. Hevrêyê me ku mîna hevrêyên xwe yên din ruhê azadiya Apoyî di pratîka xwe de nîşan da, li hemberî hemû êrîşên dijmin yên li dijî mirovahiyê, sekneke bi îrade raber kir. Hevrêyê me Gabar ku di astên cuda de fermandarî kir, nêzîkatiya fermandariyê ya PKK'ê ya li ser bingeha ked, fedakarî û afirîneriyê bi rengekî herî rast bi rê ve bir. Bi vê taybetmendiyê re ne tenê hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist, di heman demê de ji bo wan bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me ku li herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê li gelek qadan xebat dimeşandin, herî dawî derbasî Herêma Berxwedanê ya Girê FM bû û fermandarî li vê herêmê kir. Hevrêyê me ku di dema mayîna xwe ya li vir de bi moral, îdîa û sekna xwe ya biryardar bandor li hevrêyên xwe kir, tevî hemû êrîşên dijmin jî gavekê jî bi paş ve neavêt. Hevrêyê me li eniya Şehîd Mûnzûr a li herêma Berxwedanê ya Girê FM berxwedaneke mezin raber kir û vîna Apoyî û azweriya azadiyê di asta herî jor de jiya. Şer bi îrade, aqil û teknîka leşkerî ya herî mezin da meşandin. Bi çalakiyên ku pêş xistin nehiştin ku dijmin pêş de biçe. Hevrêyê me Gabar li hemberî hemû êrîşên dijmin ên li vir çalakiyên bi bandor pêş xist û qada ku lê bû veguherand keleha berxwedanê. Ev berxwedan di dîroka azadiya gelê me de cih girt. Hevrêyê me Gabar di pêvajoya ku pêşengiyê ji berxwedanê re dikir de, tevî êrîşên herî hov û namerdî yên dijmin jî hemû hevrêyên xwe yên li Eniya Şehîd Mûnzûr parast û nehiştiye hevrêyekî bi tenê jî ji ber êrîşên dijmin ên li tunelan zerarê bibîne. Şêwaza fermandariyê ya hevrê Gabar, ruhê komê û yekîtiya bi hevrêyên xwe re, bû faktorên bingehîn ku ev berxwedan bi ser xist.

Hevrê Gabar, karî bi salan zanebûna xwe ya teknîkî û taktîkî, tecrûbe û aqilê xwe yê pratîkî, bi awayekî pisporî bikar bîne û hemû êrîşên dijmin bişikîne. Di doktrîna me ya şerê şoreşgerî de karî bibe fermandarê mînak. Hevrê Gabar bi sekna xwe fedaiyek mînak bû, bi cesareta xwe di şer de pêşeng bû, bi dilgermbûna xwe hevrêyekî rasteqîn bû, bi pratîka xwe fermandarekî mînak bû û bi gerîlatiya xwe ya profesyonel, hostayekî afirîner ê şer bû. Bi vê sekn û pratîkê wezîfeya xwe ya endamê Fermandariya Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku heq kiriye, bi layiqî cih anî.

Hevrêyê me Gabar ji bo ku berxwedana li Eniya Şehîd Mûnzûr ku 3 salan bi vîna fedaî ya Apoyî dihat berdewam kirin, dirêjtir bike ket nava tevgerê, bi dijmin re peywendiyek çêkir. Di vê têkiliyê de dijmin kiriye hedef û bi ruhekî bilind ê êrîşê derbe li dijmin daye. Di encama vê çalakiya wî de serdarek pispor, çawîşek pispor hat ceza kirin û 3 çawîşên pispor jî birîndar bûn. Hevrêyê me ji bo parastina xaka Kurdistanê, hemû cebilxaneyên li ser xwe û hêza di bedena xwe de li dijî dijmin bi kar anî û heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me ruhê fedaî yê Apoyî heta hucreyên xwe jiya û xwe fedayê têkoşîna azadiya gelê me kir. Em ê ala ku hevrêyê me Gabar dewrî me kiriye li ba bikin û bi hişmendiya ku em di şexsê wî de layiqê hemû şehîdên xwe derkevin tevbigerin.

Xebat Tîrêj – Bedrî Elçî - Hevrê Xebat li navçeya Dihê ya Sêrtê ku cihê yekemîn a çalakiya çekdarî ya bi pêşengiya fermandarê nemir Egîd – Mahsum Korkmaz bû, ji dayik bû. Hevrê Xebat di hawîrdoreke ku girêdayî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de mezin bû û ji ber vê di temenê xwe yê biçûk de derfeta naskirina Tevgera me bi dest xist. Hevrêyê me Xebat ku bi nirxên xurt ên ji malbatê wergirtî re mezin bû, di temenek biçûk de jiyana ku sîstem ji bo gelê me rewa dibîne ferq kir. Hevrêyê me, di salên dibistana seretayî de fêm kir ku dibistanên pergalê hêlînên asîmîlasyonê ne û berhema zihniyeta yekparêz in. Ji ber nedikarî bi rehetî bi zimanê dayika xwe biaxive, ev yek bû sedema ku nakokî bijî. Hevrêyê me ku heta dibistana navîn li gund perwerdeya xwe didomand, piştre derbasî navenda Sêrtê bû û dibistana xwe li vir dewam kir. Hevrêyê me her ku mezin dibû lêgerîn û nakokiyên wî zêde bû û hesasiyeta wî ya li hemberî şerê li Kurdistanê xurtir bû. Hevrêyê me ku hem li dibistanê dixwend û hem jî tevkarî li debara malbata xwe dikir, bi kesayetiya xwe ya kedkar, ji aliyê derdor ve hat hezkirin. Hevrêyê me jiyana ji manewiyetê dûr a ku sîstema kapîtalîst li ser civakê ferz dikir dît û girêdana wî bi demê re ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zêdetir bû. Li ser vê bingehê hêrsa wî li hemberî polîtîkayên tinekirin û înkarê yên li ser gelê me tên meşandin mezin bû û ti carî wê jiyanê qebûn nekir. Dizanî jiyaneke azad mafê her ferdekî ye û li ser vê bingehê lêhûrbûnên kûr jiya. Hevrêyê me ket ferqa vê yekê ku jiyana bi wate li qadên ku ramanên Rêbertiya me lê bi jiyanî dibin, pêkan e. Di pêvajoya ku êrîşên DAÎŞ’ê zêde bûn û gelê me bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû mabûn de, di aliyê wijdanî de lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêyê me Xebat bi hişmendiya ku divê jiyan bi rûmet be, di dema li Zanîngeha Dihê li Beşa Komputerê dixwend biryar da ku ji zanîngehê derkeve û tevlî partiya me PKK'ê bibe. Bi biryardariya ku jiyaneke azad û bi rûmet ancex dikare li nava refên gerîla be tevbigeriya û di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û cihê xwe di nava refên gerîla de girt.

Hevrêyê me Xebat ku li Bakûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ji bo jiyana azad ku xeyala wê dikir gava ewil avêt û di nava demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla û şert û mercên giran ên çiyê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û bi coş a di perwerdeya şervanên nû de guhertinên xurt çêkir. Hevrêyê me ku jiyana Apoyî ji xwe re esas girt û xwe ji bo her erkê amade kir, perwerdeya xwe bi awayekî serketî qedand. Hevrêyê me ku ji bo tiştên ku di pêvajoya perwerdeyê de hîn bûye bi jiyanî bike û tecrûbeya jiyana gerîla bi dest bixe derbasî qadên pratîkê bû. Tevî ku şervanek nû bû jî di demeke kurt de bi kesayetiya xwe ya gihîştî û qabiliyeta xwe ya leşkerî, karî di dilê her hevrêyek xwe de cih bigire. Hevrêyê me ku her kêliya jiyana gerîla weke perwerde digirt dest û li ser parêznameyên Rêbertiya me lêhûr dibû, li her qada ku lê bû karî bibe milîtanekî Apoyî ku jiyanê bi rê ve bibe. Hevrêyê me ku ji jiyana gerîla û jiyana komunal gelek bi bandor bû, bi hesasiyetek mezin nêzî erkên xwe dibû. Hevrêyê me ji bo erkên xwe yên şoreşgerî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi armanca tinekirina Tevgera me daye destpêkirin, bi cih bîne lêhûrbûnên kûr jiyan.

Hevrêyê me ku tevlîbûneke fedaiyane ji xwe re esas girt û xwest darbe li dijmin bixe, pêşniyar kir ku derbasî nava Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me ku biryardarî û îdîaya xwe ya têkoşînê roj bi roj mezintir kir, tevlî perwerdeya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me bi perwerdehiyên îdeolojîk û leşkerî yên ku dîtî re lêhûrbûnên kûr jiya û hevalên me yên di xeta fedaîtiyê de nemir bûne ji xwe re esas girt. Hevrêyê me ku bi perwerdeyên dîtî re di gelek branşan de pêş ket û asteke îdeolojî bi dest xist, di asteke ku berpirsyarî hilde de cihê xwe di nava xebatan de girt. Hevrêyê me di nava xebatên ku hişyarî, baldarî û hesasiyetên mezin divê de cih girt û her erka ku girtiye ser milên xwe bi awayekî herî baş bi cih anî. Ewlehiya hevrêyên rêveberiya Tevgera me pêk anî, xebatên wan ji nêz ve şopand û xwe weke parçeyek wê dît û tecrûbe bi dest xist. Hevrêyê me Xebat ku di her kêliya jiyanê de mîna derwêşek jiya û ji bo gelê me bibe xwedî siberojeke bi rûmet têkoşiya, bi fedakariya xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt.

Xwest li dijî êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Zapê daye destpêkirin, erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû, cihê xwe di nava tunelên şer de girt. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker, di êrîşan de bi gazên kîmyewî yên qedexekirî û teqemeniyên taktîkî yên nukleerî sûcên şer dikir jî, hevrêyê me weke milîtanek fedaî ji bo têkbirina dijmin roleke mezin lîst. Hevrêyê me Xebat, li dijî êrîşên dijmin berxwedaneke fedaiyane raber kir, di nava karên binesaziyê, tunelên şer û tîmên pispor ên li qadê cih girt û kedeke mezin da. Di pêvajoya ku êrîşên dijmin giran bû de, şerekî fedaiyane esas girt û fedaîbûn di kesayeta xwe de da rûnişkandin. Hevrêyê me ku di gelek çalakiyên serketî de cih girt û di taktîkên demê de xurt bû, mîrateyeke têkoşînê ya neyê jibîrkirin ji gel, ciwan û hevrêyên xwe yên li Kurdistanê re hişt.

Hevrêyê me tevî şert û mercên herî zehmet ên li qada ku lê bû jî, ti carî ji rêgezên jiyana Apoyî tawîz neda û heta nefesa xwe ya dawî girêdayî wê jiya. Hevrêyê me bi şêwaza xwe ya fedaîbûnê, erkên herî zehmet bi cih anî û bû mînak. Hevrêyê me Xebat di 12’ê Çileya 2025’an de gihîşt şehadetê û tevlî karwanê nemiran bû. Em soz didin ku em ê layiqî bîranîna hevrêyê xwe Xebat bin û fedekarî, wêrekiya wî ya di nava şer de, hevrêtiya wî ya germ û azweriya wî ya di îdeolojiyê de, di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Şervan Gerîla – Nûrî Neman - Hevrêyê me Şervan li Helebê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên neteweyî ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê û tevlîbûna derdora xwe ya nêz li nava refên gerîla, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir. Hevrêyê me bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû û ji xwe re kir armanc ku gerîla bibe. Lewma her roj hîn bêhtir bû heyranê tevgera me. Hevrêyê me pênc salan çû dibistanên sîstemê û di nava vê demê de li zextên mejiyê tekperest ê rejîmê rast hat, bi terikandina dibistanê nerazîbûna xwe li hemberî sîstemê nîşan da. Li gel temenê xwe yê ciwan bi sekna xwe ya ku serî li ber zextên rejîmê neditewand û helwesta xwe ya parastina cewhera xwe, li nava derdorê hate hezkirin. Ji bo karibe tevkariyê li aboriya malbata xwe bike di gelek karî de xebitî. Di kar de zehmetî kişandibe jî xwe bi keda xwe bi her kesî da qebûlkirin. Hevrêyê me ku rastiya kedê zû nas kir û pîrozmendiya kedê fêhm kir, bû xwedî kesayetekî têgihiştî. Her ku temenê wî zêde bû, weke her zarokên Kurd nakokiyên wî jî zêde bûn û xwest, têkoşîna destanî ya tevgera me hîn baştir nas bike. Di demekê de ku felsefeya Apoyî li Rojava belav bû û şoreşa Rojava bi pêş ket, li milîtanên Apoyî rast hat û ji wan gelekî bi bandor bû. Bi bandora ji jiyana sade û dilnizm a Apoyiyan a di nava jiyanê de, xwest tevlî vê jiyana derwîşane bibe. Ji pêngavên bi ruhê seferberiyê yên tevgera me ji bo parastina destketiyên gelê me yên li Rojava hate kirin û ji projeya neteweya demokratîk a Rêberê me hêzeke mezin wergirt. Ji lehengiyên berxwedana Kobanê û xeta fedaîtiyê bi bandor bû. Weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet xwest beşdarî vê berxwedana destanî bibe û wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Di demekê de ku êrîşên giran li ser gelê me û tevgera me hatin kirin, biryara tevlîbûnê da.

Hevrêyê me şervan ku sala 2014'an di dema Berxwedana Kobanê de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, perwerdeya xwe ya destpêkê ji ber şert û mercên şer di nava demeke kurt de temam kir û piştre berê xwe da qadên ji şerê giran. Bi saya israra xwe ya li ser taktîkên leşkerî yên demê û biryardariya lêdana li dijmin, di demeke kurt de bi pêş ket. Li gel ku şervanekî nû bû, zû hînî şert û mercên zehmet ên şer bû û barê hevrêyên xwe sivik kir. Bi fedakariya xwe ya di nava jiyanê de û bi tevlîbûna xwe ya bêteredût a li nava şer bû milîtanekî mînak. Tevlî gelek çalakiyên serketî yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû û di pêngavan de wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî. Weke milîtanekî Apoyî bicihanîna her wezîfeyê li gorî pîvanên partiyê ji xwe re kir armanc û di her karî de serketî bû. Bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk kete nava kûrbûnên mezin û xwest li warê pîroz ê gerîla li çiyê cih bigire. Li hemberî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tasfiyekirina gerîla, ji bo karibe tevlî eniya berxwedanê bibe vê carê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Şervan di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû, bi israr xwest cihê xwe li qadên ji şerê giran bigire. Li gorî pêwîstiyên ruhê demê tevgeriya û xwe li gortî şert û mercên herî giran amade kir. Bi taybetî di çêkirina tunelên şer de bû xwedî kedeke mezin, di her karî de bi eşqeke mezin ked da û ji bo taktîkên demê bi cih bîne, gelekî hewl da. Hevrêyê me Şervan xwest tevlî nava Hêzên Taybet bibe û di nirxandineke xwe de gotibû, 'Ji bo karibim tevlî nava Hêzên Taybet bibim, piştî çalakiya şehîdên me yên fedaî Rûken û Sara ketim nava kûrbûneke mezin. Armanca min ew e ku weke Apoyiyekî fedaî li tunelan şer bikim, tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînim û azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bikim'. Bi vî rengî biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê anî ziman.

Li ser vê bingehê hevrêyê me Şervan derbasî Herêma Şehîd Delîl a li Rojavayê Zapê bû, heta kêliya dawî bêteredût û bi rengekî fedaî tevlî bû, beşdarî nava çalakiyên serketî yên li dijî cih bû. Hevrêyê me Şervan bi kesayetiya xwe ya durust, sade û têgihiştî di nava hevrêyên xwe de bû milîtanekî hezkirî û mînak. Hevrêyê me Şervan bû yek ji wan gerîlayên azadiyê ku dewleta Tirk a ku pîvanên şer binpê dike, têk birin. Bi vî rengî navê xwe li dîroka azadiyê ya Kurdistanê nivîsand. Bi fedakariyeke mezin û lehengiyê ji tunelên şer heta bi tîmên li qadê tevlî her karî bû û şopeke xurt li pey xwe hişt. Di 4'ê Sibata 2025'an de li gel fermandarê fedaî hevrê Gabar tevlî çalakiya êrîşê ya li dijî serdar û çawişên pispor ên dewleta Tirk a dagirker bû, 12 saetan sîng bi sîng şer kir û şehîd bû. Bîranîna hevrêyê me Şervan wê ji têkoşîna me re bibe ronahî û em bi hurmet û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe yên Kurdistanê diqewînin.

 

14’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG